Dîmenên xezebê 08:09 04.05.2018 1 Strana " Xezal Xezal " ji cizîrî û Șivan xwest ku rawestînin navê wê Çiko denê vê stranê Gelek gur li xwe jivandine Û berxwedana pêwîst peyda nebûye 2 Bilûra resen Xwe şikand Dema pez nema xwe lê girt Û şivan gelek caran di xwere diçû Pez diterqiya 3 Çiyayê kurdan yê bilind Ji dirêjaya xwe Ji panaya xwe Hate xwarê Tore bû: Ev wiha çiye? Ev kesên ku şûşê meyê Bi serê min de şikandin Û şeva dijiminan xwe li min pêça! 4 Yeka kurdan nabe du! Ta jimar jî rastiyê dizane Ku yek bi xwe jî ji berhev çûye Ûûûûû derdora kurdan çiqas mij û moran e? 5 Min di serdanên xweyî ji derva Ehmedê Xanî gelek caran didît Dînekî beradayî Min xwest gazî wî bikim Bi hêrs li min vegerand: Carekî dî min bi nav neke Ne tu û ne bilî te Ma we çi di min de hêlay kuro?