Ji Çevên te re 06:04 02.07.2018 Werger ji erebî û pêşgotin: BrahîmMehmûd "Bo Sedîm" Tiştê ku dizanim ew e ku Mamas Emrîr helbestvaneke emazîgiye, ku niha li Urdinê dijî. Xwedî nêrînek vekirî, berfireh, ronîdayî, îindayî, bi coş û goş e di malbenda xwe ya mirovayî de. Min hinek helbest, pexşan, û gengeşiyên wê xwendine di malperan de. Mirovek, jinek, xwedî giyan zelal, dilgerm, û hênik e. Ev helbesta hanê "Ji çevên te re", di navbera wê û wê de ye, di navbera wê û yeka ji tuxm, hest, û asoya wê de ye. Bi xwe re diaxive, bi yeka ne weke xwe re diaxive daku berfirehî di samanên jiyana xwe bike. Ev, ew çav ku ji der û hundir dighîne hev, ku mirovê xwe di ber de jiyanê bi jiyan dike, weku di diyariya xwe de "bo Sedîm" wateyan nîşan dike, çiku “Sedîm" bi gellek wateyan bi nav dibe: ewr e, mij e, ava diherike ye, steyrikên ji dûr duxyane, ew şer e û aştî ye… lewra min veguhestiye ji zimanê erebî bo zimanê kurdî, bo hejêkirinek bê tixûp. Têbîn: Min ev werger di malpera "Entolojiya" de weşndiye lê bi pêşgotinek din, ku bi zimanê erebî hatiye nivîsîn. Ji çavên te re Çirûsandinek bêcir Rêyekê Di valayê de diveke Ji êşa te re Sîber in dilovan Evîn pestgeha te ye Dema te hej xwedayekî kirî ku ewr dirajêyê Tu mendaleke bêcir bû Ku şînê asîmanî li ser kirasên wê şîn dibe Û sibehên wê Û keziyên şahiya wê pêlmêl dibin Bi her rabûna bayekê Welat serjêgeha bêgunehan bû Û dilê te hilmdana efsaneyan bû Û pestgeha birînkirinan bû Bîrkirinên te Yên jihevçirandî bi dûv êvarek westiyayî dibeze Û sermilên xewnê rêzdike Di welatekî ku miriye Wê gavên wê giyakî dilbijyayî diyarî te bike hey asîman De li tilyên wê xweş binêre Û bi destê min bigre Pişta ewrekê jê re mehrek bik Û bijankên wê yên avêtî ne li ser dara xemgîniyê ramîse Û benda bersiva min be Ku ez destê xwe meşiq dikim…"Çawa guleyan biavêje!" ماماس أمرير – لعينيك " شعر "- ترجمة من العربية إلى الكردية مع التقديم: ابراهيم محمود "إلى سديم" لعَينيكِ بَريقٌ شقيٌ يَفتحُ في المَدى طَريقا لِوجَعِك ظِلالٌ حانِيَةْ الحُبّ مَعبدك حينَ أحَببت إلهاً يَحمِلهُ الغمامْ كنت طِفلةً شقية يَنمو الفرَحُ اللازورْدي عَلى فساتينِها وَصَباحاتِها وَتَموجُ خُصلاتِ فرحها مَعَ كُلّ هُبوب كان الوطنُ مذبحُ الأبرياء وقلبكِ بُحّةُ الأساطير وَمعبد الطعنات أشواقكِ المُمزّقة تَركضُ وَراءَ مَساءٍ مُتعَبْ وتُرتّبُ شالاتِ الحُلم في وطنٍ قد مات ستَمنَحكِ خُطواتُها عشبا شهيا أيتها السَماء فتأملي أصابعَها جَيداً وَخذي بِيَدي اسرِجي لها ظَهرَ غَيمَةْ وَتَقبّلي أهْدابَها المُلقاةَ عَلى شَجرِ الحزن وانتَظري جوابي فأنا أدربُ يَدي.." كيفَ تُطلق الرَصاص"..!