Sefera Hindistanê - 7 10:05 02.02.2019 Piling bi şev aktîv in. Bi roj germ e, nema dikarin bigerin. Xwe di binê taldeyan da dirêj dikin, heta ku hewa hênik be. Ev pilingine biqasê yên Sîbîryayê mezin in. Bi heyecana dîtina wan pilingan em li cîpan siwar bûn û me berê xwe da parka Panna. 45 deqe şûnda em gihîştin parkê. Navê wê park e, lê biqasê welatekî Balkanan mezin e. Enwayê çeşîd dar, dirinde û firinde tê da bi azadî dijîn. Biqasê du saet em li nav parkê bi cîpan gerîyan. Li ser rêyan 10-15 cîpên din jî gurubên din anîbûn. Dema pêşna pilingan bihata, ji bo xwe jê biparêzin, dibû gareqara meymûn û firindeyên li serê daran. Tam di wê demê da ranceran(rêberan) digotin; "bêdeng bin piling tên!" Bi heyecaneke mezin me tenê ne dengê xwe, "bîhna" xwe jî dibirî, ku piling sil nebin, ji kerema xwe derkevin û em wan bibînin. Ev seramonî wisa gelek caran berdewam kir. Lêbelê hukumdarên daristanê ku êdî ji nivşê wan 30-40 heb mabûn, mixabin nexûyan û em bi dîtina xwe şa nekirin. Xem nake! Me jî bi têra xwe malbat, eşîr û rûspîyên meymûnan, refên teyr û bazan, kerîyên xezal û karxezalan dîtin, li wê bihûşta rastîn. Me taştêyên xwe jî bi xwe ra anîbûn. Di wê daristanê da di nava wan his û dengên xwezayî da me taştêyeke biçêj xwar. Hingî ji Kurdistanê derketime heta îro min taştêyek mîna wê rojê xweş nexwaribû. Di taştêyê da min ji Paragramî ra bi henek got; "binihêr me pilingan nedîtin, tu dê pereyên me paş va bidî.!" Kenîya û got, "vaye pereyê we çûn ji bo vê taştêya xweşik." Ji bo hildana bawolan, me dîsa berê xwe da otêlê. Gera nava parka Pannayê em di toz û xubarê da hiştibûn. Me serên xwe şûştin, bawolên xwe hilgirtin û em daketin jêr. Otobos li ber derê otêlê li benda me bû. Saet di 11.00 an da îcar em ber bi bajarên Orcha û Yansîyê da çûn. Ne bi ol û bawerîyan bawer dikim û ne jî hez ji wan dikim, ku bi taybet li ser van mijaran binivîsim. Ev oline ji ber ku têkilîyeke wan a yekser bi hukumkirin û desthilatdarîyê ra heye û bi sedan salan e, xwezaya derûnîya mirovahîyê rûxandine, kirine toz û dûman, divê bi awayeke zanistî werin vekolandin. Daku ti quncekî wan ê tarî yê bi kemîn nemîne û hemû efsûnkarîyên wan werin betal kirin. Nemaze musilmantîya ku hîn jî berdewam e, bi gej û dînkirina civakan. Helbet meriv li Hindistanê be, behsa hinek ol û bawerîyên sereke meke, nabe. Yek ji van jî Budîzm e. Ev ol ji Hindistanê derketîye. Lêbelê zahftir li Çîn, Japon Thaîland û li rojhilatê Asyayê belav bûye. Heta bi awayeke sînordar xwe gîhandîye Ewropa û Amerîkayê jî. Dikarim bêjim, ev ol mîna oleke turîstîk e. Ne bi qerebalixa xwe kesê/î aciz dike û ne jî tecawûzkar û serjêker e. Budîzm xwe li ser kesî ferz nake. Meriv pê bawer neke jî, dikare mîna turîstîkê/î ji xwe ra lê temaşe bike. Li ser rêya Orchayê mabedeke Budîstî heye. Ji bo ku em vê derê jî nas bikin, Paragamî otobosa me li ber derê mabedê da rawestandin. Ji ber ku ne sezona „hecîyan“ bû, nav û derdora mabedê zêde qerebalix nebûn. Piranî sofî û bawermendên budîstî bûn û ji welatên rojhilatê Asyayê hatibûn. Wisa jî çend gurubên turîst bûn. Her gurubekê jî li pey „rêber“ên xwe doc dibûn û guh didan agahdarîyên wê/wî. Yan jî çed ji wan turîstan mîna min serbest di nava û dora mabedê da digerîyan û fotoyan dikişandin. Helbet yek ji wan jî Hansê me bû, ku ji ber kişandina fotoyan, ti car dem venediqetand ji bo guhdarîkirinê. Curbecûr peykerên Budayî hene. Budayê qelew ê ehlîkêf. Budayê jar û ramyar. Bûdayê rûniştî, yê dirêjkirî felan. Di hemûyan da jî guhên wî mezin û dirêj in. Ne mîna yê kerê ber bi jor da, yên Budayî ber bi jêr da dirêj in. Hikmetê mezinayîya guhên wî jî, ew e, ku ew hemû tiştên ku tê gotin dibihîze, guh lê ye. Li serê wê gula lotûs heye. Wek tê zanîn lotûs guleke bedew e û di nava ava gol û genîyan da hişîn dibe. Wate: Buda jî di nava qirêjayîyê da mîna gula Lotosê rind e. Peykerên Budayî li hinek mabedên mezin ên bûdîzmê da, ji zêrê, yan jî qisimen bi avzêrê hatine çêkirin. Mîna li yên Çîn, Thaîland û Japonyayê. Di nava vê mabeda ku em çûnê da jî peykereke hezretî ya avzêrkirî hebû. Sofîyên cil porteqalî rûniştibûn, duayan dikirin. Xwe dihejandin. Li dervayê mabedê jî peykerê hezret Buda û pênc hawarîyên wî hatibûn çêkirin. Sofî li dora wan peykeran diçûn û dihatin. Bi dorê zengilan dizivirandin. Budîzm, bi zêdeyî 500 mîlyon alîgirên xwe va, îro li cîhanê çaremîn ol e. Cara yekemîn li bakûrê Hindistanê derketîye. Paşê li welatên din ên Asyayê belav bûye. Nemaze, li Tîbet, Moxulistan, Çîn, Kamboçya, Vîetnam û Japonyayê. Ev ol ji alîyê Siddhartra Gautamayê Hindî va hatîye damezirandin. Tê texmînkirin, ku Siddhartra Gautama berîya Îsa di navbera salên 563 û 483 an da jîyaye. Siddhartra prens e û kurê qeralekî Hîndî ye. Ji bo dawî li êş û elemên jîyanê bîne, di xortanîya xwe da dev ji racatîyê berdaye. Herçiqas bavê wî xwestîye kurê xwe li şûna xwe qeral teyîn bike jî, wî guh nedaye bavê xwe û rêya çîle û êşkişandinê hilbijartîye. Wî terka jîyana dewlemend a koşk û serayê kirîye û xwe berdaye nava deryaya mirovan. Wek Sadû (mirovê pîroz) rê nîşanê feqîr û belengazan daye. Îro jî çîlekêşên vî olê wek sadû tên binavkirin. Buda bi mirovan ra êş û çîle kişandîye. Wî xwe ji „pêxemberekî“ ji „nûnerê xwedê“ bêhtir, wek mamostayekî bi nav dikir. Ji ber vê jî ne tirs û hova xwedê, berevacî hez û zanînê xwestîye li jîyana mirovan belav bike. Gautama, di dema kişandina êş û çîleyê da jî dibîne ku ne dilşa ye, mîna di dema dewlemedîya xwe da. Ji bo vê jî 49 roj di binê dara hêjîrê da rûdinê û dest bi medîtasîyonên nefesgirtinê dike. Medîtasyonê wek paqijkirina rûh û derûnîyê bi kar tîne. Ji wir pê da hinek cî dide sûdwergirtina ji kanîyên jîyanê jî. Paşê, yanê dev ji çîlekêşîyê berdide, hinek li kêfa xwe dinihêre. Ev ramana wî li Çîn û Japonyayê bûye Budayê ji xwarin û vexwarinê zewqhildêr û qelew. Peykerên wî yên li Çîn û Japonyayê gelew in. Lê piranîya mirovên Çîn û Japon kin û jar in. Herhal baş guh nedane peyivên Budayê qelew. Budîzm di nava dîrokekê 2500 salan da, bi xwe ra gelek dibistan û rêçikan jî derandîye holê. Piştê mirina Siddhartra Gautamayê, bi giştî şeş konseyên budîstî hatine çêkirin û li cîhanê belav bûne. Bi taybet berîya Îsa di sedsala 3 an da, di dema Qeral Aşokayê hindî da, bûdîzm belav bûye li dervayê Hindistanê jî. Ji ber ku tundrewî tê da nîne, li şûna mezheb û terîqetan, bûdîzm wek dibistanan tê binavkirin. Dibistanên wê yên sereke ev in: Dibistana Theravada, li welatên başûrê rojhilatê Asyayê belav bûye. Mîna welatên: Bangladeş, Çin, Kamboçya, Laos, Malezya, Mîyanmar, Sri Lanka, Tayland, û Vietnamê Dibistana Mahayana, budîzma rojhilatê Asyayê ye. Li Çin, Japon, Kore, Singapur, Vietnam û li hin herêmên Rusyayê peyda dibe. Dibistana Vajrayana: Wek Lamaîzm, budîzma tîbetî û moxulî jî tê binavkirin. Li welatên Tibet, Moxolistan, Bhutan, Nepal û Hindistanê û li hin welatên Asyaya navîn belav bûye. Dibistanên welatên Rojavayî: Mîna li hin welatên Ewropayê, li Amerîka, USAyê. Budizm li van welatan, ji olekê bêhtir; wek rêyeke Feylesofî, çare peydakirin ji pirsgirêkên psîkolojîk ra û wek medîtasyonê derdikeve pêş. Orcha û Yansî Berîya ku em herin bajarê Agrayê û li wir Tac Mahala navdar bibînin û ji wir jî derbasê eyleta Racastanê bibin, li ser rêya me du bajarên din jî hebûn, Orchha û Yansî. Me xwest em wan jî bibînin. Piştê du saet rê, me xwe gîhand bajarokê Orcahayê. Ev bajarok 17 kîlomêtro nêzîkê bajarê Yansîyê ye. Bi 12 000 niştecîyên xwe va yek ji bajarê herî aram ê Hindistanê ye. Di nava wan bajarên Hindistanê da dema meriv rastê bajareke wiha biçûk û aram tê ecêbmayî dimîne. Kesê ji aramîyê hez dike, li Hindistanê, divê li Orchayê bi cî be. Yan jî li gundên hêşînayî yên biçûk. Ev bajar, lê kêleka çemê Betwa ava bûye. Bi koşkên xwe yên Raca Mahal û yên racayên Orchhayê navdar e. Çend mabedên biçûk ên hindî jî li vî bajarokê hene. Cîyê koşka Raca Mahal li ser gireke biçûk ava bûye. Pêşî divê meriv bi pêlikan derkevê. Em bi pêlikan derketin jor û em çûn hewşîya koşkê. Di wê germayîyê da ew hewşî, li me gelek hinak hat. Min teqet nekir derêm herî jor. Hevalên gurûbê hilkişîyanê. Ez li hewşîyê mam. Qasek şûnda malbateke Hindî, kal, pîr, dê, bav, nevî û nevîçirik 40-50 kes ketin hundirê hewşîyê. Jin û zarokên di nava cilên rengîn û hevrîşîm da, kal û mêrên rûken û hevalbend, gelek kêfa min ji wan ra hat. Bi îngilizîya min a teq û req, bi çend peyvên me yên hevbeş, "kurdî-hindî" me xwest em hev fêm bikin. Me bi hev ra gelek foto jî kişandin. Paşê Paragam hat, ku ji me ra tercumanîyê bike. Wî dît, ku bi tarzankî me hev fêm kirîye, edî pêdivî bi wergerîya wî nema. Piştê bêhnvedaneke xweş em li mîksera, pardon otobosa xwe siwar bûn û me berê xwe da Yansîyê. Otobos car din li ser kort û çalikên rê hilpekîya, daket û hemû organên me yên hundurîn jî tev li hev ket. Ne pişt ma, ne tenişt û me xwe gîhand Yansîyê. Çola Taharê ne tê da, erdnîgarîya hemû Hindistanê daristan hişînayî û axeke bi berhemdar e. Vê dewlemendîyê jî deyndarê avhewaya mûsonê ye. Muson herçiqas bibe sedemê lehîyê û mirina reben û feqîran, hilşandina mal û avahîyên wan, ev avhewa ewqas jî xwelîya vê parzemînewelatê bi hilberînerîyê xelat kirîye. Xwesma eyaletên Uttar Pradeş û Rajaistan, ji alîyê çandinî û ajalvanîyê va du eyaletên herî dewlemend ên vî welatî ne. Bajarê Yansî bi tevê 550 000 niştecîyên xwe va li bakurê Uttar Pradeşê ye. Yansi di heman demê da paytexta vê eyaletê ye jî.                                                                                   Didome