Sefera Hindistanê - 9 06:53 02.04.2019 Tac Mahal Sibe zû em rabûn û çûn, ji bo dîtina Tac Mahala „navdar“. Berîya ku şofêrê me motorê bixebitîne, min egala sîxî ya di destê min da qatkirî careke din teslîmê wî kir. Sîxîtîya min a ji bo rojekê li wir qedîya. Paşê em hatin ber Tac Mahalê. Ji her derên cîhanê bi hezaran turîst di dorê da bûn. Seatek şûnda dor hate me. Em ji derîyê kontrolê derbas bûn, hatin ber derîyê mezin ê baxçeya ku Tac Mahal li dawîyê dibiriqe. Ev derî jî bi mîmarîyeke neqişandî, ji kevirên qûme yên sor hatîye çêkirin. Heta meriv ji vî derîyê derbas nebe nikare Tac Mahalê bibîne. Ji baxceyê heta Tac Mahalê hemû tişt sîmetrîk hatine avakirin. Piştê ku meriv ji derîyê mezin derbas bû, avahî bi kumbeta xwe ya spî û bi çar minareyên xwe va li pêşîya meriv dibiriqe. Taveroj ber bi êvarê jî Tac Mahalê bi rengekî zerîn û derengîya wê jî bi porteqalî direngîne. Ji destpêka baxçeyê heta platforma Tac Mahalê, hewizekî tije bi ava çemê Yumnayê dirêj dibe. Avê bi borîyan ji çêm anîne. Li pişt Tac Mahalê hinek li jêr çemê Yummna aram diherike. Sultanê Moxul Sihah Yahanî, Tac Mahalê ji bo tirba jina xwe Mumtaz Mahalê daye çêkirin. Li gorî gotinan evîndarîya sultanî ji bo jina xwe ewqas „mezin„ bûye, ku ji bo bîranîna wê ev avahî hatîye çêkirin. Ez têda şîkeyekî dibînim. Heke evîn ewqas mezin be, gelo kîjan nirx û berdel dikare bi mezinayîya xwe wê bipîve? Li her du alîyên Tac Mahalê du avahîyên sîmetrîyên hev ji kevirên sor hatine çêkirin. A li milê rastê mêvanxane, ya li milê cepê jî mizgevt e. Lê niha her du jî mûze ne û aîdê kompleksa Tac Mahalê ne. Sihah Yahan, piştê ku jina wî Mumtaz di sala 1631 an de dimire, devê xezîneyê vedike û fermana çêkirina Tac Mahalê dide. Avahî di 22 salan da temam bûye. Tac Mahal li ser platformeke 100 mêtroqereyî hatîye avakirin. Di çêkirina avahîyê da 22.000 karker xebitîne. Gelo çend ji wan di qezayan da mirine, çûne buhişta nedîyaran? Ev nayê zanîn. Ji Racaistanê ji bo kişandina mermeran 1000 fîlan jî dane xebitandin. Divê keda wan rebenan jî neyê jibîrkirin. Mîmar û endezyarên vê avahîyê, Hindî, Faris û Efgan bûne. Ji ber vê yekê jî stîleke mîmarîya navneteweyî jî tê da heye. Avahî hemû ji mermerên spî hatîye çêkirin. Derî û dîwarên avahîyê bi gulan hatine neqişandin, bi tîpên erebî ayetên quranê li ser wan hatine nivîsandin. Li navenda avahîyê kumbeteke mezin bilind dibe. Nava kumbetê jî herwisa hatîye neqişandin. Gora Mumtaz Mahalê û paşê jî ya mêrê wê Sihah Yahanî li ba hev, ew jî bi mermerên spî hatine çêkirin û bi heman şêweyî hatine neqişandin. Dora wan goran bi qaîdeyeke mermer pêçandîye. Hêjayê gotinê ye, ku di dema kolonyalîzma Brîtanîyayê da baxçeya Tac Mahalê careke din hatîye restorekirin. Heta tê gotin, ku Îngilizan xwestine Tac Mahalê bikirin û parçe parçê bibin eynî mîna wê li Îngilistanê dayînin. Lê nekarîne. Bi rastî jî balkêş û bandorker e ev avahî. Mîna hemû avahîyên navdar ên din, ev jî dema ku meriv ji nêzîk va dibîne, êdî qîymetê herbîyekî navdarîya wê namîne. Avahî îro di lîsteya berhemên dîrokî ya UNECOyê da ye. Piştê gerê ez li ser pêlikên derîyê paş ê Tac Mahalê rûniştim û min qasekî li çemê Yumnayê temaşe kir. Tav li ser pêlên wî yên aram diteyisî û çemî bi rengekî zivîn boyax dikir. Yumnayê ez bi xwe ra herikandim, birim heta pirsa destpêkê. Herikîm û çûm, heta rêberê me bang kir: „Haydê rabin em ê herin, dem temam!“ Fatehpur Sikri Li herêma Agrayê yek ji cîyên tûrîstîk jî Fatehpur Sikri ye. Bi 35 hezar niştecîyên xwe va bajarokekî biçûk e. 35 km li başûrê rojavayê Agrayê ye. Bi kela, dîwan û mizgeftên xwe va, (cama mescîd) di dawîya sedsala 16. an da, di dema dîktator Akbar da peytexta Moxulan bûye. Vê carê otobosa me berê xwe da Fatehpur Sikrîyê. Piştê saetek şûn da am hatine nav bajêr û ji wir jî em çûn kompleksa paytexta Moxulan. Îro ji xeynê xeyalet û tûrîstan kes tine li wê derê. Dîwar û avahîyên kelayê, mîna avahîyên din ên Hindistanê ji kevirên sor û bi mîmarîyeke nîv hindî hatine çêkirin. UNESCO vî kelayê jî hildaye lîsteya parastinê. Di nava kelayê da mezintir avahî bi navê Dîwanê khas, dîwana Akbarî ye. Wî li vir gelek fermanên dagirkirin, kuştin û talanê dayê. Li vir jî mîna kelaya Agrayê meydana kuştinê hebû. Meriv di binê lingên fîlan da dihatine perçiqandin. Akbar û wezîr û çeteyên xwe jî li jora dîwanê rûdiniştin, li înfazan temaşe dikirin û pê zewqên xwe yên sadîstîyê tatmîn dikirin. Paragamî dema behsa Moxulan dikir, hemû bêhişî û zulma îslamê ji destpêkê heya îro bi tevê tîran û turanên wan, li ber çavên min mîna fîlmên sînemeyê dîleyistin, li ser wan dîwarên kelaya Fatehpur Sikriyê, ku ji tîrêjên rojê mîna tendûr dişewitîn. Dîmenên xeyaletan, têr dikir ji bo xiravbûna ahenga dilê min. Serî li min gerîya û min nekarî zêde li nava wî kevnekelaya zulmê bimînim. Hema jê derketim. Min berê xwe da otobosê û çûm lê rûniştim, heta ku gurub ji gera wê kelazulmê vegerîya. Yaîpur-Fortamber û siwarê fîlan Piştê nîv saetan her kes hat li cîyê xwe yê otobosê rûnişt. Giselaya kulek, mîna min pir caran li dawîyê hat. Bi hatina wê ra şofêr gaz da otobosê û em derketin ser rêya Yaîpurê. Car şoşe, car otoban me rê nîvî kir. Paragamî di derbarê Jaîpur û Fortambera wî da agahdarîyan dida me. Kelekela nîvroyê bû. Min her nîv setê carek şûşeyeke ava sar vedixwar. Baş ku di otobosê da klîma û ava sar hebûn. Yan na di nava çend saetan da em dê hişk bûbana ji german. Piştê dawîya axaftina wî, min ji Pragramî tika kir, ku muzîka hindî û heke hebe strana "Avareyî" ku demek pir meşhûr bû, di boksên otobosê da bi me bide guhdarî kirin. Paragam çû ba şofêr û vegerîya got: "Oho ew stran pir kevin bûye şofêr ew nedît. Li şûna wê em ê yeke din guhdarî bikin." Pêra şofêr dengê muzîkê da nava otobosê. Muzîka hindî ji bo me bû mîna medîtasyonê. Kêfa me hemûyan hat. Melodîyên hindî xweş û nerm in. Muzîka wan jî mîna kultura wan rengîn û dewlemend e. Berîya ku em nêzîkê bajarê Yaîpurê bin, me li ber loqanteyeke li ser rê, saetek bêhnvedanek da. Pir zehmet e ku meriv ji bo pêdîvîyên xwe tuwaleteke paqij bibîne li kêleke wan loqanteyan. Baş bû ku ew loqante di nava dar û zevîyan da bû. Her yek ji me şeqitî binê darekî. Xwe da taldeyekî û wisa pêdivîyên xwe bi cî anî. Em li baxçeya loqanteyê rûniştin û me xwarinên orjînal ên bi baharat ên hindî xwarin. Hemû Hindîyên ku li maseyên der û dora me rûniştibûn, bi dest û lepan ketibûn nav xwarinê dixwarin. Garson ji me ra çetel û kevçîyan anîbûn. Me nihêrî, ku Hindî wisa bi îştah dixwin, me jî kevçîyan danî alîyekî bi destan ew xwarin. Ji bilî Lisaya ku xwe wek "keybanûya" Hamburgê dihesiband. Hin ji hevalên gurubê ditirsîyan ku bi van xwarinan nexweş bikevin, lê tiştekî bi kesî nebû. Piştê xwarinê ez li parka ser rê hinekî gerîyam. Parq bi kamyon û minîbosên neqişandî tije bûn. Şofêrên wan xwe dabûn taldeya sîyên qamyonan, bêhna xwe vedidan. Hin ji wan jî bêxem mîna qelînek di bin tavê da wirda wêda dipekîyan. Ez çûme cem wan. Bi tarzankî min hewil da bi wan ra têkilîyê dayînim. Dema min dest bi gotina peyivên me yên hevbeş kirin, "yek-du..pênc, nan-penêr" felan gelek kêfa wan hat. Me bi hev ra gelek foto jî kişandin. Di gel ewqas zehmetîyên jîyanê jî, ken ji rûyên wan kêm nedibû. Dema ez ber bi otobosê da hatim, zarokên tazî û qelyayî disa dor li min pêçandin. "Baba pere, baba pere!" Wîlevîla wan bû. Hinav li min hat xarê. Çiqas pereyên hûr di bêrikên min da hebûn, min da wan û tawilê ez gîhîştim otobosê. Sê saet piştê wê bêhndanê, me xwe gîhand Yaîpûrê, paytexta Racaistanê. Klaus tam di vê kêlîyê da mêşa ku nîv saet bû ew aciz dikir, bi pirtûka di destê xwe da mêşê bi camê otobosê va zeliqand û raunda dawî qezenç kir. Racaistan yek ji eyaletên dewlemend a Hindistanê ye. 69 mîlyon Hîndî li vê eyaletê dijîn û zimanê fermî hindî ye. Baharat û hevrîşimên bikalîte li Racaistanê tên hilberîn. Xelk bi çandinî û ajalvanîyê didebire. Industurî jî van salên dawîyê pêş da çûye. Taybetî jî kanên wê yên mermerê gelek navdar in. Racaistan bi Pakistanê ra bi tixûb e. Di navbera wan da bi rengê xwe yê sorepembe çola Tahar dirêj dibe. Bajarên wê yên ku ji alîyê niştecîyan va di navbera mîlyon û pêncî hezarê da ne ev in: Yaîpur (3 mîl.), Marwar (2,5 mîl.), Mewar (1,9 mîl), Bikaner (1.1 mîl), Alwar, Kota, Bharatpur, Tonk, Dahipur, Dungarpur, Banswara, Sîrohî, Bundî, Karaulî, Yhalawar, Kîshangarh, Yaisalmer, Pratapgahr û Sahpura. Ev eyalet jî mîna yên din deryaya ziman, reng û olan e. Paytext Yaîpur jî her wisa. Daneser li vî bajarî îndûstrîya tekstîlê jî li pêş e. Koşk û avahîyên mûze û şanoyê bajêr dixemilînin. Otobosa me berîya ku em biçin otêlê li ber koşka Hawa Mahal (koşka bayê) ku sembola Yaîpûrê ye sekinî. Maharaca Sawai Pratap Singh di sala 1799 an da koşkê daye avakirin. Koşk bi mîmarîya xwe ya taybet û bi rengê xwe yê porteqalî gelek xweşik û zerîf hatîye avakirin. Piştê gera koşkê û kişandina fotoyan, em çûn otêlê. Em ew roj pir westî bûn. Sibe jî pir cî hebûn, ku me ew bidîta. Di ser da jî em ê siwarê fîlan bûna. Bi vê heyecanê em hatin otêlê. Derengîya êvarê bû. Bê ewiqîn çûm odeya xwe, yekser binê dûşê. Bi xwedirêjkirina nav nîvînê ra hema di xew ra çûm. Sibe piştê taştêyê, em derketin gera nav bajêr. Qerebalixeke gurr hebû li çarşî û bazarê. Li vir jî ji piranîya peya tuktuk û motorsiqlêtan meriv nikaribû gav biavêta. Piştê gera nava çarşîyê em li otobosê siwar bûn, çûn dîtina koşka Yan Mahal. Ev koşk li ser giraveke gola li kêleka bajêr e. Ji bo racayê wê demê hatîye avakirin. Bi zerafeta xwe dişibe werdekeke narîn a li ser avê. Ev koşk niha wek oteleke lûks di xizmetê da ye. Yaîpur 300 km li başûrê rojavayê Delhîyê ye.                                                                                                                                                                      Didome