Me Dozdar, welatperwer û Mirovekî Hêja wenda kir! 10:10 26.05.2019 Parêzer HACİ AKYOL: Parêzer Haci Akyol, bi pêjna dengê lingên dîktatorîya leşkerî ya 1980ê re hat li Amedê bicîh bû. Bi serkêşîya pêşnîyarîya Av. Şerafettin Kaya û dozdarên sîyasî yên doza Kurd û Kurdistanê, divêtî bi vekirina ofîsek parêzerî ya dozên siyasî hebû. Dewleta tirk a xwînxwar û sitemkar, roj bi roj, qefle bi qefle girtîyên siyasî li zîndanên Amedê komdikir. Bi şîweyek profesyonel, parastina van girtîyên siyasî erkekî kurdistanî bû. Yek ji milmilaneya vî erkî jî Parêzer Hacî Akyol bû. Armanca bicîh buna Parêzer. Haci Akyol a li Amedê bi parêzerên dilsoz re, parastin û milbimilaneya dozên siyasî yên Kurdistanê bû. Destpêkê bi Parêzer Şerafetîn Kaya, Parêzer Mahmut Bilgili re ofîsa parêzerîyê li Amedê vekirin û dest bi parastina dozên siyasî yên Kurdistanê kirin. Piştî ku dîktatorîya eskerî dest danî ser hikim, desteserdana ser vê ofîsa Parêzerî jî zêde bû. Damezirînerê Ofîsê Parêzer Şerafetîn Kaya bû. Parêzer Şerafetîn Kaya û Parêzer Mahmut Bilgili hatin girtin. Di dîroka Kurdistanê de ew roj, rojên reş bûn. Di zîndanên Amedê de îşkence, asaq, kujtin û zilmek mezin dimeşîya. Parastina girtîyan di dadgehê û di zîndanê de şopandina rewşa wan karekî ne hêsan bû. Di wan rojan de, li ezmanên Amedê û bi gelemperî li Kurdistanê, çivîkên Kurdistanê jî bitirs li ezmanên Amedê difirîyan. Dadgerî, li ser esasên leşkerî, bibû şirîkê artêşa dagirker. Tehdîdên leşker û dadgeran hevûdû temam dikir. Dozgerîya hiqûq bandor û parêzerî karekî ne hêsan bû. Her parêzer, di bin tehdîdên girtin û kujtinê de dozên siyasî dişopand û diparast. Piştî girtina van herdû parêzeran, Parêzer Haci Akyol, bi Parêzer Cimşîd Bilek û çend hevalên din re ev berpirsîyarî girtin ser xwe û di şertên zor de dozdarên Doza Kurd û Kurdistanê parastin. Parêzer Hacî Akyol û hevalên wî, pir caran hatin binçav kirin û raserî zilmê bûn. Lê ji parêzerîya xwe, dilsozîya xwe tawîz nedan dijminên xwe. Parêzer Hacî Akyol, mirovekî diltenik, dilsoz û bi qasî vê diltenikî, dilsozûya xwe jî parêzereki hêja, kurdperwer û welaktparêz bû. Parêzer Hacî Akyol, di doza Kurdistanê de xwedî kedek hêja ye. Bê hesab, bû parêzerê bi hezaran girtîyên doza Kurdistanê. Hemû girtîyên salên 1980î yên zîndana 5 Nemro şahidê fedakarî, dilsozî û çalakvanîya Parêzer Hacî Akyol in. Em girtîyên zindana Amedê her deyndarê Parêzer Haci Akyol ê hêja yê doza Kurd û Kurdistanê ne. Serê miletê Kurd û girtîyên zîndana Amedê sax be. Ez êşa wendakirina vî hêjeyî, taybet bi kurê wî yê hêja Akin Basrî Akyol û xuşk û birayên wî re parvedikim. Serê me, serê dozdarên doza Kurdistanê sax be. 25.05.2019