Hunermend Gokhan Aslan 12:45 15.08.2019 Di qirnê 21. de, li ser xaka Kurdistanê, carnan dibe sembolên olan, dibe deqek û tê ser anîya jinên Kurdistanê. Carnan ji ola Zerdûşî, carnan ji ola Êzdîtî , carnan ji ola Cihûyan, carnan jî dibe sembolên ola Yêsûs. Ji kevirekî, ji korzîbirek Kurdistanê sembolek bi ruh dibe û di hunera Gokhan Aslanî da carek din derdikeve ber me. Pêl û bahozên di hest û ramanên hunermend Gokhan Aslanî de, bi hunera wî, bi hêrs daketîne ser tuwalê. Carnan bûne Kubîst, carnan Suprematîst, Surrealîst û carnan jî bûye realîstekî rastîya Civakî û derketiye ber me. Hunermend Gokhan Aslan, Xewn û xeyalên ku li pişt perda dîrokê mane, bi hêza hunera xwe dinirxîne û carek din derdixe ronaya tavê. Bandora van pêlên hunerî yek bi yek bibandor di hunera Gokhan Aslanî da xuya dikin. Di dewsa firçeya hunermendê me da, şopa derbên kaotîk û cîhana hunermend a melankolî jî bi şêweyek dîyar derdikeve pêşberî me. Gokhan Aslan, di hunera xwe ya wênekarî û peykersazîyê da pir cûre bicûre malzeme bikaranîye û bi rêmanek nerînî fîgurên xwe yên nedîtbar re, bi rengan re jî rastîyek civakî bi awirên tûj dardixe ber me. Di qirnê 21. de, li ser xaka Kurdistanê, carnan dibe sembolên olan, dibe deqek û tê ser anîya jinên Kurdistanê. Carnan ji ola Zerdûşî, carnan ji ola Êzdîtî , carnan ji ola Cihûyan, carnan jî dibe sembolên ola Yêsûs. Ji kevirekî, ji korzîbirek Kurdistanê sembolek bi ruh dibe û di hunera Gokhan Aslanî da carek din derdikeve ber me, bi awirên tûj re. Di tabloyên xwe de, 21 şahrestanîyên Kurdistanê nexşandîye û wek şaheserekî kûfar dîyarî me kurdan dike van sembolan. Her fîgûrek pêkersazîya hunermend Gokhan Aslanî, hestek mirovên Kurd, awirek kevnar bi ruh dike û datîne ber me. Bi vê bandora kevnar, modernîzmê şîrove dike û bi van fîgurên xwe re deformîze dike û bi neştera hunerê ra dihone. Hunermend Gokhan Aslan, di hunera xwe de wek ku bikar anîye; bi wê bawer e ku huner, bi xwedîkirina hêjayîyên demkî-herêmî dikare derkeve qada zanistîya gerdûnî. Hunermend bi vî hestî jî dibe mînakek ji me ra. Hunermend Gokhan Aslan, ji 2010an û vir de li Bajarokê Bismil ku bi ser Amedê ve girêdayîye, Atolya hunerê ya bi navê Bismilgerm meşandîye. Ji 2018an û vir de jî li Amedê, Atolya Germ a Hunerê vekirîye û xebatên xwe li Amedê didomîne. Gokhan Aslan: Li Amedê hatîye dinê. Dibistana serete û ya navîn li Amedê kuta kirîye. Perwerdeya xwe ya akademîk li Unîversîteya Enkara-Gazî, beşa Hunerkarîya Bedewî temamkirî ye. Di 2005an de yekem car atolya xwe ya Germ vekirîye û kar û xebatên xwe yên hunerkarî li wir domkirî ye. Hunermend Gokhan Aslan, bi rolekî aktîf xwepêşedanên hunerî meşandîye û dimeşîne. Çalakîya yekem li Unîversîta Gazî ya Enkerê bi navê „Xwepêndana wênekarîya pircûre“ lidar xistîye. Bi sirê: 2000 pêşangeheke hunerî ya Zanîngeha Enqereyê, Gazi 2005 Şaredariya Amedê Mêvan mala pêşangeheke hunerî 2006 pêşangeheke hunerî ya Amedê Art kolanan 2009 Amed Çarling pêşangeheke hunerî şexsî 2009 ya Amedê Kolana Hunerê li ser 12 Îlonê, pêşangeheke peyker têgehî 2010 pirtûka Amed TUYAP'a pêşangeheke hunerî şexsî adîl 2010 Amed `The Dark Night pêşangehê de tevlihev li Breaking Dawn ' 2010 li Stenbolê pêşangeha Solo ji Fair Hunerê ya Stenbolê Hemdem 2010 Pêşangeha Amed Fuara Bazirganî Solo 2010 Paintings Stenbolê Kurdish Kava Personal li Salona Pêşandanê 2011 Amed Bismil germ art şexsî de pêşangeheke hunerî gallerî 2012 Siverek Adar pêşangeha 8'emîn gumrikê, pêşangeheke hunerî şexsî 2012 Bismilgermart pêşangeha kurtaj 2013 pêşangehên Baku North North Amed Art Gallerî 2013 Amed Art Gallerî pêşangeha solo 2014 Bismilê Nûjîn Women detemir Home li Salona Pêşandanê 2015 Pêşangeha Amed Kurdistan Art Gallerî 2015 Pêşangeha Navneteweyî ya TUYAP'ê li Stenbolê 2018 Paintings Elenî Helbest Home Personal 2018 German Retrospective pêşangeha Atolyeya Hunerê 14.08.2019 Şeyhmûs Ozzengîn