BER BI TARÎTÎYA ÎŞKENCEYÊ 08:14 17.01.2020 Ji bona pirtûka min a li ser zindana Amedê ( BER Bİ TARİTÎYA ÎŞKENCEYÊ) hatibû nivîsandin, li Avusturyayê min hêjayî xelatê dîtin. Mijara xelatê; di zindanê da jiyana insanan bû. Di bin îşkenceyê da tebat û xwesteka jîyana însanan bû. Rojane 24 demjimêr jîyana insanan di bin îşkenceyê da bû. Min ji girtina xwe û heya derketina xwe ya ji zindanê ( du sal) bi bîr anî û bîranîna xwe nivîsand. Mixabin û pirr mixabin min pirtûka xwe bi zimanê biyanî, bi tirkî nivîsand. Wê demê ji bona nivîsa pirtûkê bi zimanê kurdî, min xwe têr nedidît û min bi tirkî nivîsand. Enstîtuya Kurdî ya Parisê pirtûka min li ser malpera xwe weşand. Serokê Komeleya Yekîtîya Însanê Dunyayê li Viyana/Avusturyayê M. Zeki Metin, Kurdekî ji Meletê/ Pertekê ye. Pirtûka min dixwîne û pêşnîyarê komeleyê dike. Ev komele her sal du xelat didin du insanan; yek jin û yek jî mêr. Rêveberîya Komeleyê, îsal (2019) min û jinek bi navê Hanna Jaff, ji Amerîkayê hêjayê xelatê dîtin. Min û Hanna Jaff xelata xwe girt. Jîyan caharna bi nişkegavîyan (surprîzan) der dikeve pêşberî mirovan. Di vê mijarê da ez ê nişkegavîya jîyanê ji we ra bînim ziman.                                                                                         (Wê dom bike)