XEWNDANK 01:40 13.05.2020 Xewn I Van xewnan serê wê xwaribûn, heyat jê re nehiştibûn. Mesela wê û xewnan bi bavê re despêkiribû. Carekê bavê wê yê go berî niha bi çend sala miribû hatibû xewna wê, nûr ji wechê wî dibariya, parîk nan xistibû destê wê û jê re gotibû: “Ev tiberika Mala Şêx e, ha ji te re vî nanî bide Rihanê. Go bixwe wê di derbekê de rehet bibe.” Wê jî dirahişte nan û bi lez diçû, dida Rihanê. Lê dema li xwe dizîvirî, bavê xwe li ti derî nedidît. Li her derî lê digeriya, leqayî kê dibû ji wan dipirsî… Çiqasî dibakire bavê xwe dengê wê dernediket. Hê wilo ji xewê şiyar dibû. Hengî di nav livîna de kêferat kiribû di nav xweydanê de mabû. Ji kesî re behsa xewna xwe nekiribû, lê dilê wê jî hîîç ne rehet bû. Piştî çend rojan telefona wê lêxist, xwîşka wê ya mezin bû. Wextê navê xwîşka xwe dît hema dilê wê go tirk, telefona xwe bi tirs vekir. Xwîşka wê digiriya: “Bebeka Rihanê ji ber çû.” Xewn II Ji esirkî ve li wê kafeyê bûm, çaxê ez hatim hê ti kes nehatibûyê. Pey re min dît jinek hat û çû û li ser maseke ber şibakê rûnişt. Hinekî adiz xuya dikir, awirên xwe vedabûn û tiştin dinivîsandin. Carina serê xwe radikir û li derve dinerî û serê kêliyê jî li saeta bi dîwêr ve dinerî. Li hêviya hineka bû gelo an tenê dixwest wext derbas bike? Yeke porxelek û kurisandî jî hat, çû li cem wê jinika ber şibakê rûnişt. Bi kelecanî bû, ji kêliya go hatibû diştexilî. Devê wê kêliyekê jî neketibû hev. Bi qasî go dengê wê dihate min behsa xewnên xwe dikir. Digot : “ Berî niha bi heftîkê pitika jinbira min jiber çû. Min berî hingî di xew de bavê xwe dîtibû û parîk nan…” Mahdê min tirş bû. Ji nişka ve diya min hate bîra min. Hema go çavê wê diketin ser hev xewn didîtin û hemû xewnên xwe jî ji min re digotin. Mixê min biribû bi xewnên xwe. Gelek caran min lê guhdarî jî nedikir. Lê dîse jî dev ji gotina xewnên xwe bernedida. Di ber xwe de digot: “Xwedê ser xêrê binivîse.” Carina di nîvê civatê de dest bi xewnên xwe dikir, min jî digo qey tiştekî rast e. Carekê ez ji mektebê hatibûm, betilî û kerixî bûm. Dîse ji xwendevanine xwe adiz bûbûm(Dinya jî hengî germ bû, xûrxûra xweydanê bû). Min nedixwest ti kes tengi min bide. Xêratin li min anî, ez rûniştim. Ji min re got: -Îro zarokên jinxala te Şikriya hatin vir. Min kir û nekir neketine hindirû. -Jinxalam Şikriya kî ye? -Xwiha jinapa te Etiya, lê. -Wa! Çima hatibûn vir? -Kengî hatine vir? -Te got ew hatine. - Ji kûûû, min ew di xew de dîtin. -… Gelek caran di wechê wê de min xeyal û rastî tevlîhev dikirin. … … Teqez min li vê stranê guhdarî kiriye lê li kû? Lê ew jinika ber şibakê çima wilo veciniqî? Tu dibê qey bi vê stranê ji xew şiyar bû û heman kêliyê awira wê li saeta bi dîwêr ve ket: 07:48. Xewn III Wê sibê giraniyek li ser laşê wê hebû, hîç nedixwest ji nav ciha derkeve. Çavê xwe bel kir, pêşî li saetê nerî, hê zû bû. Lê ev bûbû demeke dîrêj go di heman saetê de çavên wê bel dibûn. Ti mane nedida vê meselê. Li şibaka xwe ya go perde li ber e nerî. Ji ber go dinya şilî bû her der tarî bû hê. Hîletê wê ji rojên wilo diçû. Lihêfa xwe ya qesebî kişande ser serê xwe û çavên xwe miç kirin. Bi alarma saetê veciniqî. Her çiqa saet du-sê caran taloq kiribe jî xew ji ser çavê wê çûbû êdî. Rabû, pişta xwe da dîwêr û rûnişt. Rahişte berçavka xwe ya li ser qomîdînê û li nûçeya nerî. Şevê din dîse pîrika xwe di xewê de dîtibû. Ji zû de nedihate xewna wê, Xwedê ser xêrê binivîse, dikir û nedikir xewna wê nedihate bîra wê. Her go pîrika xwe ya go berî niha bi şeş salan miribû di xew de didît, piştî go şiyar dibû pora xwe dikire du kezî û dihunand. Terîşk û merîşk lê girêdidan. Wê sibehê jî pora xwe kire kezî û hunand. Bi vê meselê nizanîbû bê bi kê û çawa despêkiribû. Diya wê û pîrika wê dema pêşiyên xwe yên jinên mirî di xew de didîtin, wê rojê porên xwe dikirin du keziyên hunandî û bi miherk û terîşkên rengo rengo dixemilandin keziyên xwe. Pîrikê ev mîrate ji dê re û dê jî ji keçê re hiştibû, lê gelo kê ji pîrikê re hiştibû? -dank “-Seyda, dev ji van berde, ez van tiştên go tu dixwînî hemûyan zanim. Tê bi qedrê Xwedêkî wê Qûranê bigirî û benta Şakiro ji min re deynê ser. -Temam, Mele Mihemed. Devê Qûrana Pîroz girt, ew maç kir, danî ser eniya xwe, xiste qewlikê wê û bi dîwer ve kir. Devê qotiya go bent tê de ne vekir: “Karapêtê Xaco, Aram Tîgran, Eyşe Şan… ha va ye Şakiro!” Rahişte bentê, pêl pişkoka çara kir, qelpaxa teybê vebû. Bent xistiyê û pêl pişkoka duyem kir. Bent zîvirî û hey zîvirî…Dengê Şakiro li mezelê olan dida… Ew bûbû heft meh bi vê mîratê ketibû. Pêşî li lingê wî derketibû, hino hino xwe li hemû laşê wî gerandibû. Lê ti tiştî bi qasî guhê wî ew neêşandibû. Kwînerek di guhê wî de derketibû. Roj bi roj guhê wî girantir dibû. Wî her tişt bi guhê xwe dikir: bi guhê xwe his dikir, bi guhê xwe didît, bi guhê xwe diştexilî… Ji ber wê jî wexta guhê wî ji dest çû kerr, kor û lal bûbû…” Par havînî dema diçûme Amedê min ev çîrok di telefona xwe de nivîsîbû. Lê min bi timametî jibîr kiribû… Ev jinika ha ya li devê derî çima wilo di bin baranê de sekiniye û şemsiya xwe ji ser xwe hilandiye? Hi ihi! Berê xwe zîvirand,dît go ez lê dinerim. Min hemanekê berê xwe da alîkî. Ber bi derî ve hat, çembilê derî girt, hinekî sekinî,tu dibê qey dudilî bû: bikeve hindirû an na… Bê çilo kete hindirû bayekî cemidî jî xwe li rûyê min xist, ez ji serî heta binî ricifîm. Hema xûrxûra avê bû jê dihate xwarê. Te pora wê guvaştiba teştek av jê derdiket. Erê, pora wê… Her du guliyên wê yên dirêj go digihane ser sîngên wê bi ta û terîşkan xemilandî bûn. Çima gelo? Çavên wê tije bûn, nizam ne giriyabû ne jî ji baranê wilo şil bûbûn? Çavê xwe li hindirû gerand, te digo qey li hineka digere. Min di bin çavan re lê dinerî, destên wê dilerizîn. Bi destên wê ve boyax hebû. Deng jê dernediket. Qederekê wilo li devê derî şipiya ma, piştre derket û çû. Bû dilopeke li ser camê û bi hêdî hêdî hate xwarê. Ew bû peşkek baranê, bariya û hey bariya. Min ew di wî halê wê de hişt û li derdora xwe nerî: li ser her maseyekê hinek hebûn tevlî çîrokên xwe… Min pişta xwe da paldankê, rahişte qedeha xwe ya çayê û qurtek jê da, guhê xwe bell kir û li dinyayê hishisand. Berfê (2019-2020)