Dengbêjekî Bêxweyî Keremê Kor 11:32 09.10.2020 Occo Mahabad Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî berî her tîştî rihê çandekê ye ku di dilê me de bi hunera xwe olan dide. Dengbêj dîrok e em bi saya wan serpêhatî û meseleyên dîrokî dizanin. Hûn dikarin gellek destan û efsaneyên Kurdan ji wan hîn bibin. Dengbêjî ne bi tenê gotina klaman in. Dengbêjî awêneya civakê ye rûyê me nîşanî me dide. Gava Keremê Kor were bîra min destana Heso û Nazê an jî meseleya Ehmedê Kello tên. Kerem wekî Xalê Ehmed qehremanê zarokatiya min bû. Bi dengê xwe yê kubar wekî hespekî rewanî bi çargavî hostatiya şêwe û awaza xwe radixist li ber zemanê me. Tucarî ji bîr nakim rojekê apê min Kinyas gazî xulamê xwe kir. Gotê: Here Keremê Kor û Xalê Ehmed bîne. Dawiya hefteyê her du dengbêjên dilgerm berê xwe dabûn civatê bi dengên xwe yên bêhempa mêvanên dîwanê sermest kiribûn. Her dengbêj berî destpêka şevbihêrkê hinek qala jiyan û serpêhatiyên xwe dikirin. Beg, axa û seyîdên hatî nêzîkî dengbêjan bûn. Her mêvan li gorî meqam, bi nav û dengên xwe rêz dibûn. Keremê Kor bi henekbazî û mizuriyekê klam digotin. Mêvanan şevên xwe bi şahînetiyeke mezin bi kêfxweşiyeke bêhempa derbas dikirin. Her xulkilandin bi gotinên "Can can can" dewam dikir. Ji bo ku dengbêjan hinekî bêhna xwe vedin û bi mêvanan re sihbet bikin navbera çay an jî qeyweyê dihatin dayîn. Welhasil piştî şeş saetên şûn de dîwana dengbêjan qediya herkes berê xwe dabû mala xwe. Apê min Kinyas got: Kerem te çend klam gotin. "11 klam begê min." Paşê vegeriya ji Xalê Ehmed pirsî: "Begê min bi tevahî 13 klam bûn. Berê xwe da xulamê xwe gotê: Ji Kerem re 11 mîh ji Ehmed re 13, bi saxî û silametî bibe malên wan. Di zemanê zartiya min de klamek mîhek bû qedr hebû qîmet hebû. Dengbêjan li heremê pêxas, belengaz û birçî nediman. Di dema Osmaniyan de Ermenî û Êzdiyên Kurd ku neyên qirkirin direviyan berê xwe didan Ermenistanê an jî parçeyên din yên Kurdistanê. Dîsa serhildêr, şervan û xelkê Kurdên Bakur jî carinan mecbûr diman direviyan parçeyên Başur, Rojhilat û Rojava. Malbata Kerem jî ji ber şertên zor û neyînî berê xwe didin Îranê. Hin Kurdên me sedema çûyîna malbata wî girêdayî bûyerên Serhildana Agiriyê dikin lê Serhildanên Agiriyê di navbera salên 1926 û 1930yan de diqewimin. Lê Keremê Kor di sala 1922yan de li Îranê tê dinyayê. Di zaroktiya wî de kal û bavê wî dimirin. Kerem di destê dê û apê xwe de bi xizanî û belengaziyê mezin dibe. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê apê wî Kerem hildide cem xwe vedigere Kurdistana Bakur di navçeya Başanê ya Îdirê bi cih dibe. Kerem di sala 1922yan de li Îranê ji dayik dibe. Navê wî yê fermî Kerem Kılıç e. Navê bavê wî Mehmet yê diya wî Xanim e. Kerem di biçûkatiya xwe de bala xwe dide dengbêjiyê. Hêdî hêdî ji aliyê Kurdan ve tê naskirin. Beg û axayên heremê wî gazî diwanên dengbêjan dikin. Kerem carinan tevlî dewatan dibe. Gellek dengbêjên wekî Bekîrê Îdirî, Kazo, Zahiro nas dike. Kerem zemanekî di navçeya Bergirî ya li Wanê dimîne. Di sala 1977an de ji navçeya Bergirî mala xwe bar dike li Bazîdê bi cih dibe. Bi navê Fatê û Kejê du jinên Keremê Kor hene. Fatê jina wî ya pêşî ye. Kerem heta mirina xwe bi jina xwe Kejê re dimîne. Rojên kalbûna Keremê Kor pirr dijwar derbas dibin. Ne zar û zêçên wî, ne jî xizmên wî lê xwedî dernakevin. Li dawiya emrê xwe li Bazîdê li ser erebeyekê kolan bi kolan ji bo nanê xwe yê rojane parsektiyê dikir. Kerem li sala 1997an di 75 saliya xwe de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin Keremê Kor jî wekî gellek dengbêjên din bi xizanî û bêxwedîtiyê dimire. Bifikirin ku dengbêjêkî Kurd yê bi nav û deng bi parsektiyê jiyana xwe didomîne wisa jî bi belengaziyê dimire. Sazî, dezgeh an jî dewlemendên kurdan lê xwedî dernakevin. Eşkere ye Kurdên me ji aliyê Neteweperestiyê ve pêş neketine. Kurd ziman, çand û welatê xwe naparêzin û hez nakin. Kurdên me ji xeynî Kurdbûnê bûne her tişt. Bûne Tirk, Ereb, Fars, Îngilîz lê nebûne Kurd. Bila kesekî ji me re çîrokan nebêje. Îro li Amedê hema beje merivekî nemaye ku hûn pê re Kurdî xeber bidin. Kurd bûne dijminê xwe. Lewma ez naheyirîm ku çima dengbêjên me wisa bi rebenî û bêçaretiyê dimirin, hurmet û rêz nabînin. Mixabin bi propaganda, ajîtasyon û gotinên sloganî karek nameşe û Kurd jî naguherin. Dixwazim nivîsa xwe bi Klama Heso û Nazê ku min ji devê Keremo Kor guhdar kiriye biqedînim. Hey li min li min rebenê Kesî nedî dewrê bedelê zemana Salox nedane, bav çewa rabe Keça bi mêr di mal de bide mêr e. Siwaro siwaro hey hey li min Ax were birîndaro Ax lo lo birîndaro Ezê bi diyarê Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê ketim ji xema dilê xwe re, dilê min bi ta ye kuro malxirabo bejna min bilind e ji te re pira li ser heft riyaye gulçîçeka dozdeh wara ye eva îro sê şev sê roj e di mala bavê min de xêlî li civiyane heft hezar qelenê min pênc çek xelata min e nexweşo birîndaro ka serê xwe Ez nizanim birînê te çewa ne nexweşo birîndaro qasekî serê xwe rake li xemla min meyze ke. Wele wayê du şahid Di navbera me de sekinîne Ez îro hatime xatirê xwe ji te bixwazim Ez nizanim birînên te çewa ne Siwaro hoy hoy li min Lê lê Nazê rebenê sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîla bi çemê Hesen Evdalê dikevim Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e Dilê min Evdalê Xwedê hêlina teyrê lal e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Bi vê gotina hanê te goştê canê min heland Kezeba min di nava min de kiriye parî parî Wele êşa min ji Xweda yê xêra ye Xwedê êşa te nede tu kurê camêra Du canik û du ciwana Heft sal ketibû canê min Nazê Ax were were birîndarê Erê Nazê te piçûkê li ber miradê Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê Li ser xalîyanê Birîndaro çima pê nekir miradê Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu giyayê binê min teze bike Birîndaro bila serê xwe deynê razê Nazê… Nazê Dibéje: Dewra dewra ha dewra Nexweşo birîndaro sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîla bi çemê Hesen Evdalê dikevim ji xema dilê xwe ra Nexweşo birîndaro dilê min hêlîna teyrê li etek e teyr firiyane refê qaz û qulingan teyrekî wa pir belek e ez qurbana te me gunhê xwe bi halê xwe neyne ezê çoka xwe deynim serê xwe li ser çoka min deyne de rabe rûnê destê xwe veke duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e hey hey li min de bi qûrban rabe emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin Xweda Xwedakî mezin e belkî êşa canê te li canê min peyde bike bila ez piştî Hesenê xwe ji kesî re nebim bermaliya teze siwaro hoy hoy li min ax were were birîndaro Heso dibêje: Lê lê Nazê rebenê sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîla bi çemê Hesen Evdalê dikevim Ji kula dilê xwe û te re tê bi gur e gur e Lê lê Nazê rebenê Dilê min hêlîna teyrê li sinirê Lê lê Nazê kulên dilê min giran e Xema dilê min li hundir e Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê Tê bi ser me ve gur e gur e Bes e Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Bi vê gotina hanê Çewa tu cuzan û meqesên berberan Bidî serê dil û cegerê min Ji xwe re bibirî Nazê… Ax were were birîndarê Erê Nazê te piçûkê li ber miradê Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê Li ser xaliyanê Birîndaro çima pê nekir miradê Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu giyayê binê min teze bike Birîndaro bila serê xwe deynê razê Nazê… Nazê dibêje: Dewra dewra ha dewra Nexweşo birîndaro sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîla bi çemê Hesen Evdalê dikevim bayê bi xerez e Îro ava geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê Tê bi ser me ve xwar û bi lez e Nexweşo birîndaro gunhê xwe bi halê xwe neyne ezê çoka xwe deynim serê xwe li ser çoka min deyne de rabe rûnê destê xwe veke duayê nexweşan li cem Rebê Alemê yek bi yek e hey hey li min de bi qurban rabe emê duayekî ji Rebê Alemê bixwazin Xweda Xwedakî mezin e belkî êşa canê te li canê min peyde bike bila ez piştî Hesenê xwe ji kesî re nebim bermaliya teze siwaro hoy hoy li min ax were were birîndaro ez îdî serê xwe girê nadim bi xelîya sor gevez e siwaro hoy hoy li min ax were were birîndaro Heso dibêje: Lê lê Nazê rebenê sibe ye Ezê bi diyarê Geliyê Zîla bi çemê Hesen Evdalê dikevim Ji kula dilê xwe û te re tev bi dar e Îro ava Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê Tê bi ser me ve bi mêl xwar e Belkî Xwedê axê min ji birayê min re nehêle Çewa bi gotina jina xwe dike Bi çembilê min digire Davêje Geliyê Zîla çemê Hesen Evdalê Hewar e li min hewar û gazî ye Li min firaz e Nazê tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Xwe berde keviya çemê Hesen Evdalê Ji min re bînî tasek ava sar e Ax were were birîndarê Erê Nazê te piçûkê li ber miradê Te çav reşê, bejin bilindê, gerden qazê Te sing spiyê belekê ji berfa çiyakê Li ser xaliyanê Birîndaro çima pê nekir miradê Lê lê Nazê, tu bi xatirê Xwedê bikî Tu hatî xatirê xwe ji min dixwazî Tu giyayê binê min teze bike Birîndaro bila serê xwe deynê razê Nazê …