Fabel û Riza Topalê Hulmanî! 05:40 25.10.2020 Fabel Çiye? Di wêjeya kurteçîrokan de fabel hin bi rêya helbestê û hin jî bi nivîserê, cîhekî serete digire. Fabel di mijara xwe de dîyalogên bi ajalan re wek çîrok tên nivîsandin. Dêwên meselokan, gîha, tiştên bêrûh dixe dewsa mirovan û bi rîya wan mijar têt şîrovekirin. Bi vê metodê mirov ji fabelan ramanan digire. Yanî hêlek fabel ya dersdêrîyê jî heye. Dîyalogên fabelan hin bi rîya helbestê û hin jî bi rîya nivîsarê derdikeve ber me û celebek ji wêjeyê ye. Naveroka peyva „fabl“ ji „fibula“ derketîye, Latînî ye û di maneya „çîrok“an de ye. Fabel kurt in û bi wate ne. Piranî ji bona zarok û ciwanan têr û tije dersên jîyanê ne. Bi gelemperî zeîfîya mirovan, xeletîyên wan û hêlên wan yên xerab, bi rêya axivtina ajalan û bi zimanekî ezop têt bikaranîn. Di wêjeya roj ava de mînaka yekem Ezop afirandîye û xwedî dîrokek B.Z. dihere heta sedsala 4 emîn e. Di wêjeya cîhanê de; Horatius, Plutharkos û Lukianosê Samsatî modelên Ezop bikar anîne. Di „Dema Navîn“ de Marie de France navekî herî lipêş e di vî warî de. Dûre, du heb helbestvanên İngîlîz wek Edmund Spenser û John Dryden jî berhemên hêja afirandine. Di sedsala 17 an de La Fontaine li ser pozbilindîya mirovan berhemên binav û deng afirandîye. Di sedsala 19 an de fabel pir bipêş ketîye û bala xwedevanan kişandîye. Di warê nivîsa fabelan de; Lewis Caroll, Kenneth Grahame, Rudyard Kipling, Beatrix Potter navên ku herî pir derdikevin ber me ne. Li Kurdistanê bi Kurdî fabel, di çîrok û metequlkande bi wêjeya devkî xwedî dîrokek kevnare û texmînî diçe heta berî Zayînê. Di çîrok û metequlkên kurdan de fabel cîhekî girîng digire. Kurdan bi rîya çîrok û metequlkan ev hêla wêjeyê di warê mînak û dersdayînê de pir baş bikar anîne. Di sedsala borî û sedsala nûha de gelek fabelên Kurdî derbasî warê nivîsê bûne. Hunermend, Sonet û Fabelnivîserê hêja Riza Topalê Hulmanî di vî warî de sê heb pirtûk dîyarî wêjeya Kurdî kiriye; „Pîrê û Rovî, Karda û Sefer û Kodkên Hirçê.“ Fabelên xwe ji çar beşan nivîsîye. Beşa 1. Danasîna cîh û lehengên Çîrokê. Beşa 2. Cîhê ku bûyer lê geş dibe û kilîd dibe. Beşa 3. Bûyer ber bi dawî de diçe û naverok derdikeve û beşa 4.an jî mesaja ku nivîskar bi zelalî dide xwendevanan. Riza T. Hulmanî, wek di warê Sonet an de, di vî warê Fabil an de jî xebatek hêja, têr û tije ders ji kurdan re afirandîye. Ezê li jê mînakek ji fabelên R. T. Hulmanî bidim we: Kerek Kême Li gundê Axdad Apê Mixdad; Cînaran dabûn Hazir kiribûn Ew heft ker, Bi heft ser. Palik û palas Cirik û werîs Da biçûna bo aşan, Rêk, gelî, tir û kaşan. Hemû ji malan anîn ber der, Hazir kiribûn ew gişt ker. Dihejmard û dihejmard Tevî ew çawalên ne ard. „digot:va kera me Lê belê ha kerek kême.“ Digot: „ma qey ez şaşim, Xewda me an xuhnaşim! Kanê êw kera paşîn? Dîsan hêjmard ser ta bin. Lê kanê ewê reşbeş Lê ewê pişt neqeş Lê kera doç qontoz Lê kera reng boz Kanê ew kera serçav tujî toz? Belê min hebû heft ker Yek ji mala mamê Sefer Ewê rengboz ji mala Rizgo Kera reşbelek ji mala Temo Kera şînboz ji mala Elo Wayan jî kera Delo Wendaye kera Xelo.“ Got: „Malmîrata keran, Hejmartin neket seran. Hejmard û hejmard Tevî tale çawalên ne ard. Digot: „Hin hin! ‚Lê kanê ew kera reş Yêk, du sê Çarpê Va kera mê Va yê nêr Ezê camêr.“ Digot: „Ahan Waye dîsan Şeş ker Tevî hefsar Cilik, palas û dar Ji kera sîwar Jê hat xwar. Hêjmard heft ker Heft ser Çar çim Çar sim. Apê Mixdad Ji gundê Axdad Bîr dikir tim car Kera ku jê dabû siwar Zîwar dibû şeş ker; Jê dihat xar heft ker. (8.8.1976)