Nirxandinek li ser Rojnameya Kurdistanê 12:41 08.01.2021 Rojnameya Kurdistanê (1898-1902) ku yekemîn rojnameya kurdan bû, di sala 1898an da, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve hatibû damezrandin û piştre ji aliyê birayê wî Evdirehman Bedirxan ve hatibû domandin. Lê mixabin, wekî qedera me kurdan û axa kurdistanê ji sedan sala ye ji qedexeyên neyaran, Rojnameya kurdistanê jî ber bayê vê qederê ket û her qedexe li ser bû. Hatina wê ji bo welat qedexe, xwendina wê qedexe. Banga vê rojnameyê zanist bû, her bang li gelê xwe dikir ku bixwînin û nas bikin daku di bin destên neyaran da nemînin û herwiha qenciyên zanistê. Gazinên ji desthilatdarên wê demê bi nameyên ji bo siltan û rexneyên li gel ji bo şiyar bin û nebin alîkarê vê zilmê û birakujiyê nekin, di rojnameyê de bibû mijara sereke. Îro em dikarin Analîza vê rojnameya Kurdistanê bi naveroka hemû hejmarên xwe, ku ji aliyê, Mamosteyê rêzdar û hêja, Ahmed Kanî ve hatiye analîzekirin bixwînin, bibînin û nas bikin. Mirov dikare gelek zanyariyan di derheqê serdema ku ev rojname hatiye damezrandin, çi ramyarî, çi wêjeyî be werbigre Em îro pir bi şans û bextewer in ku em rojnameya xwe ku beriya ji sedsalekê bêtir, derketibû, dîsa bibînin û nas bikin. Zor spasiyên me ji bo mamosteyê hêja, Ahmed Kanî li ser vê berhema giranbuha. Ronî Ahmed