Kurdbûn Cefa ye Lawikê Silîvî 09:02 19.01.2021 Cefa ye êşa evînê Dikele di bedena min da Mîna ewrên reş û tarî Ku brûska xwe ji esîman Di ber kezeba min de dixericand.. Min nedikuşt.. Lê ji kuştinê xirabtir dikir. Qaçikê giyana min Perçe perçe dibûn Û di qefesa dil de Birînek kûr vedikir.. Ew hîn jî nekewîyaye Ne hekîm û ne tixtor Nebûne derman.. Jiber ku êş û derd û elem û cefa ye Lawikê Silîvî.. Zor e, zehmet e kurdbûn.. Kurdbûn cefa ye! 26.11.2020, Cemal Bulut Têbinî: Min ev helbest ji bo kekê min î hêja, kurdê birûmet û qedirşînas lawê farqînî/silîvî Dr. Yekta Uzunoglu ku ev demek e, wext û çaxek pirr zor û zehmet derbas kiribû nivîsand. Zimanê Min Diz hatin.. Diz hatin Û xwe berdane kewara bedena min Hêdî hêdî cihê xwe çêkirin.. Di gewrîya min de asî bûn. Mîna kapûs xwe berdane ser dile min Zimanê min giranbû Tevizî.. Sekinî Hew gerrîya.. Min digot qey ez fetişim.. Bîna min çikîya.. Ji hewleriha Qîrrîyam… Nalîyam… Derneketin Dernakevin ji beden amin.. Kok vedane… Herbilîne din ava dil û hinavê min de.. Sebr û arama dil nema Tebatî pê nakeve.. Teqîya ji nişkê ve. Ez rabûme ser pîya Xirecir û heytehol Û sewta min çû esmanê hefta.. Min sond xwar Min got Ez ê we biqewtînim Hûn ê bicahinimin Ji bedena min. Ji ber ku Zimanê min gîyana min e.. Biqeşte, derkeve ji jîyana min Te kevtarr û pîs û mirrdar Bêbext û xwînxwar.. 17.01.2021, Cemal Bulut Bo vîdeoyê bitikînin: