Mamoste Qedrî 08:06 27.03.2021 Oxir be qedir bilindê Qedrî Gelo ev peyamek îlahî ye? Di hefteya newrozê da Hêja xemlandina Kurdî Li her alî daliqandî Min di Newrozê da bi deng Û di 24ê adarê da Bi nivîskî pêşnîyarî kî anî “Em di nav xwe û malbata xwe da Kurdî bikin zimanê fermî » Û min dîsa got «Heftê da rojek, tenê bi Kurdî biaxivin, Ew roj jî bila roja înê be» Duh roja înê bû Xebera dilovanîya te belavbû Ax û wax Dilê min şewitî Lê wek min xwestibû Roja înê, li ser navê te Nivîs, deng û awazên Kurdî Li her alî dinyayê belavbûn Bi Kurdî bihar şîn bû Disa îro 27ê adarê Şeva şevberatê Em xemgîn in Lê te bi dil xweşî û diayan oxir dikin Te ji bo Kurdî, çirayek geşkir Navê zanîngeha Artuqlîyê jî xweşkir Di rêça Kamuran û Celadet da Nevîyê Feqîyê Teyran û Ehmed ê Xanî Em êdin bi te ser bilindtirin Û ez jî soz didim Ez ê giranîyê bidim ser rêça te Ger qismet be bibim şagirtê te Tu qedir bilindî mamoste Qedrî Rihê te şad Cîhê te bihuşt be. 27.03.2021 Prz. Suphî Ozgen