Afganistan û metodên Emerîka! 09:14 21.08.2021 Tevgera îslamî, bi navê “Talîban“ê; di 1996an de hat ser hikim. Ji 1996an, heta 2001ê li ser piranîya axa Afganîstanê hikûmdarî kir. Di van salan de bi tevgera îslamî û tundrev, El-Qaîde re bû hevkar. Bi belafiran êrîşên li ser Qûleyên Emerîka de, carek din Talîban û El-Qaîde derketin ber me! Wek hêzên terora îslamî û tehdîdkar hatin ber neşterê. Ket rojeva gelek sazîyên navnetewî wek NATO, NY, YE û dewleta Emerîka. Talîban, di van salên hikimdarîya xwe de, hikmên şer‘î yên îslamî, bi şîrovekirinek pir sert bikar anî. Ji helwesta kujtin û ji holê rakirina muxalîfên xwe bigire, heta mafê jinê, perwerdeya zarokan, zewaca zarokên keçik û medyayê a wî welatî, tenê yekdengîyek îslamî li gor Şerîeta ku ew jê fêhm dikin meşand. Ev tecrûbeyek bû ji bona cîhanê. Nabe ku em bendê bin, ku wê Talîban çawa tevbigere! Bi sedan nimûne li ber destê me hene. Bi gelemperî, îdeolojîya Talîban û îdeolojîya hemû hêzên Îslamî yên sîyasî nêzî hevin. Di her welatekî de ferqên pir piçûk hene. Îslama sîyasî, li ser navê mezheba Şîe û Sûne, bi çendîn mînakan derketîye ber me. Li Îranê li ser navê Îslama şîe bû desthilatdar. Zilm û zordarîyek tundrev, hin li ser gelên di bin desthilatdarîya xwe de û hin li seranserê welatên misilman honand. Bi hêza çekdarî, bi metodên tundrev, raya giştî tehdîd kir û bandora xwe zêde kir. Di heman demê de tevgera EL-Qaîde, Talîban, Hizbûllah, Hamas jî girt bin baskê xwe û xwedî kir. Bi gelemperî îdeolojîya hemû tevgerên îslamî û Kodên wan yên şerîeta îslamî dişibin hev. Hemû tevgerên îslamî, li ser îdeolojîya îslamê; yek ol, yek îdeolojî û şeriatê diparêzin. Tiştên ku ji şerîetê jî fêhm dikin; bi metodên leşkerî, qedexekirina her mafê ku îdeolojîya wan qedexe dike bi xwe ye. Jin ji bona wan mal û xenîmet e. Di asta koletîyê de nêzî jinê dibe, ku li malê ji bona xwe bikar bînin. Hiqûqê îslamî, li cem wan metodên leşkerî ne û bi helwestek pir sert têt bikar anîn. Kujtin, dardakirin, ricim û seza li angora van hestan hatîye dîzayin kirin. Afganîstan, welatekî ku ev 50 sale di nav şer de ye. Li Afganîstanê, di van 50 salên borî de me dît ku Afganî ne bi helwestek netewî û niştimanî, bi îdeolojîyek îslamî, mezhebî û eşayîrî tevdigerin. Perçebûna vî gelî û şervanîya vî gelî li ser van herdû esasan ava bûye. Îdeolojîya îslamî bûye xerca hevgirtinê û hêla eşayîrî jî esasên perçebûnê avakirine. Yek hêla eşayîrî ku bibe îktîdar, an bi dagirkeran re têkildar be; hêla din şerekî dûr û dirêj dide ber xwe û bi dehan salan dimeşine. Piştgirîya lojîstîkî jî ji dahatên madeyên xoşberîn tedarik dike. Wek ku em dizanin, Afganîstan welatekî xwedî madeyên xoşber in. Sebeba şer û şervanîya Afganan a bi salên dûr û dirêj, li ser hebûn, bazar û parastina van madeyên xoşber hatîye avakirin. Ev madeyên xoşber hin di çêkirina dermanan de û hin jî ji hêla xoşberî de, çavkanîyek pir bûha û pir pere dike. Ev jî bala bezirganên cîhanê dikişîne. Ji ber hebûna vî madeyê xoşber, ti carî piştgirîyek leşkerî û lojîstîk ji Afganîstanê re nebûye pirsgirêk. Her pere û çek jê re hatîye. Di van 50 salên şer de, yê ku Afganîstan û şervanên Afganîstanê xwedî dike ev madeyên xoşber in. Hêzên navdewletî ku vê rastîyê jî dizanin, li gor berjewendîyên xwe nêzîkayî li pirsgirêkên Afganîstanê kirine û nehiştine ev pirsgirêk çareser bibin û dewletek milî a Afganan ava bibe. Nakokîyên civakî ji bona berjewendîyên xwe bi kar anîne. Rêveberên Hêza Talîban dibêjin; „em ê şerîeta îslamê bikar bînin“(!) Gelo îslam firotina madeyên xoşber helal dike ku Talîban, bi firotina madeyên xoşber, hukmê şerîetê bimeşîne? Karên narkotîkê, firotina madeyên xoşber sûcek mirovahîyê ye. Ti hiqûq û ti ol vê normal nabînin. Çawa cîhana îslamî, oldarên îslamê ji van tevgerên îslamî re van karan rewa dibînin? Çawa wê tevgerek wek Talîban ku hin bezirganîya madeyên xoşber bike, hêza terorê temsîl bike, bi metodên leşkerî tevbigere, hiqûqê îslamî bikar bîne û hin jî zarokên keçik perwerde bike? Li Îran zewaca zarokên 9 salî di kîjan ahlaq û yasayan de heye, ji xeynî îslama sîyasî. Talîban jî eynî zîhnîyete û nimûneyên Komara Îslamî a Îranê dişopîne. Di heman hewla xwe de Navê Afganistanê guhert û kir „Komara Îslamî ya Aganîstanê“! Di vir de ji bona mafê jinê tenê koletî heye, maf tune ye. Ev ne mumkûn e. Ola îslamê olek nêr e û mafê jinê tenê di hundurê malê de bi şerhî xizmetkarîya jinê ye. Zarokên keçik, divê perwerde nebin û di 9 salîya xwe û şûn de ji mêran re bibin kole. Talîban, tevgerek Leşkerî ya Îslamî ye. Şervanên Talîbanê, xwe wek „şervanên Xwedê" dibînin. Bi metodên leşkerî û bi darê zorê armanca wan, bicîh kirina hikmên Şerîatê ye. Avakirina hikûmdarîyek îslamî li seranserê cîhanê, xeyalên wan yên herî bipêş de ne. Ji ber wê jî, ji bona welatên ne misilman firotina madeyên xoşber û terora îslamî esas in. Talîban û hemû hêzên îslama sîyasî, li ser van esasan tevdigerin. Her çiqa Talîban niha bi helwestek nerm mesajên nerm bide jî, bi gelemperî armanca tevgera îslamî û bi taybetî jî a Talîbanê zelale. Ji bona lingên wê erdê bigirin nerm tevdigere. Ku lingên wan erd girt, wê rûwê veşartî eşkere bike. Li ber destê me tecrûbeyên hikûmdarîya Talîban, dîktatorîya îslamî a Îran, tevgera îslamî Hizbûllah, Hamas, İxwanên Muslîm, El-Qaîde, DAÎŞ û bi dehan tevgerên îslamî hene. Yek ji ya din tûndrewtir e. Karesatên van dewlet û tevgeran li ber çava ne. Emerîka, NATO, NY û YE li henber Talîbanê xetayên mezin kirin. Ji bona berjewendîyên xwe, 20 salan cîhan xapandin û her tişt radestî hêza Talîban a tûndrew kirin. Hêza Talîban û tevgerên îslamî, bi mesajên serkevtinên Tevgera Talîban mest bûne. Bi moral bûn û hişt ku bingeha geft û leftên din çêbibe, ku li pir welatên misilman bibin îktîdar û xwedî bandor. Xetayên Emerîka, nayê mana ku em, hebûna Talîban, DAÎŞ û Hamasê bipejirîn in! Generalê emerîkî Austîn Scott Mîller, kaosa Afganîstanê bi van gotinan şîrove dike: ”Wek Emerîka dibe ku me li Afganistanê her tişt çewt kiribe, lê me di sazkirina artêşa afganiyan de qed çewtî ne kiriye. Me ji 300 hezarekî artêşek pêk anî; me bi salan perwerde kir; me dinyayek pere lê xerc kir; me bi çek û cebilxaneyên herî pêşketî rapêça; me ser tije helîkopter û balafirên şer kirin; me mehane pere dida her leşkerî. Bi kurtî, çi tiştê ku ji artêşeke modern re diva bû me hemû bi cih anîbû. Lê mixabin vê artêşê çend saetekê jî li himberî 40-50 hezar Talîbanî şer nekir. Tew bi ser de kesên ku me ew kiribûn fermandar û general bi malbatên xwe ve bi helîkopter û balefirên me yên leşkerî reviyan Ozbekistan û her wekî din…!” Generalê Emerîkî dixwaze em bi van gotinan bên qanih kirin. Lê ne wilo ye. Emerîka û dewletên endamên NATO, li Afganîstanê ne tenê şikestin xwarin, wan sûcên mirovahî jî kirin. 20 salan li Afganîstanê bombe li wan çîyan barandin. Kevir nema ku bombe lê neket. Çawa piştî 20 salên êrîşkar, ne Emerîka û endamên NATO, lê Talîban ji vî şerî serkevtî derket? Bi çi heqî generalê Emerîkî dibêje; „..mixabin vê artêşê çend saetekê jî li himberî 40-50 hezar Talîbanî şer nekir!“ Emerîka û hevalbendên xwe bezirganîya madeyên xoşber kirin û bi van peran Artêşek, ku di bin bandora psîkolojîya Talîban de ava kirin. Îktîdarek ji xwe re li ser esasên gendelî û dîzîyê ava kirin, ku Afganên bi wan re dixebitin jî dengên xwe nekin. Ev jî bû sebeb ku, ew eşîrên Afgan yên bi Emerîka û hêzên NATO re dixebitîn, bê bawerî û bi hestên jikestî tevbigerin. Ez ji generalê Emerîkî dipirsim; ji van kesên moral jikestî, bê hêvî û armanc, artêşek şervan derdikeve? Generalê emerîkî, faktorên serkevtinên Talîban bi du faktoran datîne ber me. Qelsîya Hikûmetê û 300 hezar artêşa ku NATO û Emerîka perwerde kirîye ve girê dide. Xwe ji ber berpirsîyarîyê dikişîne. Lê ji bir dike ku yê ew îktîdara xwedî gendelî, diz û ew artêşa 300 hezar, ku „bi metodên modern hatîye perwerde kirin“, wan hilbijartîye. Wan hin ew artêş perwerde kirîye û hin jî bi wê îktîdarê re xebitî ne. Di nava 20 salan de hilbijêrên Emerîka berhem nedane û berpirsîyar NATO û Emerîka bi xwe ne. Çawa pisporên leşkerî yên Emerîkî, 20 salan di şer de psîkolojîya leşkerên Afganî nabîne? Çawa Emerîka 20 salan bi îktîdarek diz û xwedî gendelî re xebitîye û ev rastîya Afganîstanê nedîye ku bû sebebê serkevtinên hêzek tundrev? Çima Emerîka û NATO bi hestên netewî û niştimanî hikûmetek li Afganîstanê ava nekirin ku li Afganîstanê civatek netewî û hevgirtî derkeve holê? Çima Emerîka nebû alîkar ku ji Afganan re dewletek netewî û niştimanî bêt ava kirin? Afganîstan dikarî bi rêka vê dewletê xwe biparasta ji êrîşan! Dema ku dewletek netewî û niştimanî tine be, çima wê leşkerên Afganîstanê ji bona îktîdarên diz û xwedî gendelî şer bikin û bên kujtin? Em nikarin bêjin ku „Pisporên Emerîkî“ ev rastî ne didîtin. Tam di vir de divê em Emerîka û têkilîyên bi Emerîka re deynin ber neşterê: Emerîka li her welatê ku mudaxale lê kirîye, ji bona berjewendîyên xwe bi hêzek îktîdarê re tevgerîya ye û di avakirina dewletên netewî û niştimanperwerî de xetayên mezin kirîye. Li İraqê û li Başûrê Kurdistanê jî Emerîka ev xetayên mezin kir ku Îran li İraqê bibe desthilatdar. Hîşt ku Herêma Kurdistanê dest û lingên wê girêdayî bimîne ku mecbûrî Iraqê bibe. Îro her Kurd divê bipirse, gelo ku Emerîka Iraq û herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê terk bike, Wê İran, Tirkîye, Sûrîye û tevgera Îslamî çi bîne serê Kurdan? Gelo wê Emerîka ji bo me jî bêje; „me kir nekir Kurd nebûn yek û artêşek milî, niştimanî ava nekirin, ji ber wê destkevtinên xwe wenda kirin“(!) Dema ku metod xelet be, netîceyên rast nayên bidest xistin Metodên emerîka ji bona guhertinên cîddî û avakirina projeyên nû ne serkevtî ne û Emerîka xeletîyên mezin dike. Ji bona miletek ku bi hêza xwe bikaribe li ser ling bisekine, îdeolojîyek netewî û niştimanperwerî jê re lazime. Emerîka her ji avakirina vê rastîyê revîyaye. Tenê hêla leşkerî daye ber xwe û jibîr dike ku artêşek bê armanc wê serkevtinên wê vala bin. Divê şervan bi ramanên netewî û niştimanî bên perwerde kirin. Emerîka ji vê direve. Li Kurdistanê jî emerîka her bûye sebeba şikenandina hestên netewî yê miletê Kurd. Bi parastina nîrên koledarî yên li ser miletê Kurd vê armanca xwe tîne cîh. Her statûya ser kurdan meşrû dike û daxwaza dewletbûna kurdan wek tehlûke û sebeba têkçûna aramîya herêmê dide nîşan. Lê ev ne rastîya kurdan, xeletîya Emerîka bi xwe ye. 21.08.2021