Hevokên şevê 01:08 25.09.2021 Gulberojikên min sitûxwar in. Pelê wan ê dawîyê li ketinê ye. Ava guldanka gul çîçekên te miçîqî. Ew gulên te, dema ku hatin, jixwe bêreh û bêcan bûn û niha hin ji wan çilmisî, hin ji wan hişk bûne. Gula sor a di nîvê wan da şikestî ye. Bi kîjanê şa bim, yek û yek dikeve xarê. Şabûna bi gul û çîçekên hişkbûyî, mizdana bi laşekî mirî ye... Peyivên min bûne kevir, bêwate ne. Mit û lal im. Hez û êş? Heddê kê ye, bila ew vebêje! Û niha tu tozika min a kosmîk, bîst û yek mîlyon salên ronahîyê dûr î ji min... Ewdil Ararat Hellersdorf, 02.15, 7 îlon 2021