Baba Tahirê Uryan (935 - 1010) 06:29 29.04.2025 Baba Tahirê Ûryan; (jidayîkbûn, 935, Hemedan - mirin, 1010, Hemedan), Baba Tahirê Ûryan, fîlozof û derwîşekî Kurd ê sedsala 11’an e, ku bi zaravayê Lurî yê zimanê Kurdî helbest nivîsandiye. Li Hemedanê ji dayik bûye û jiyana xwe li wir derbas kiriye. Nasnavê wî “Ûryan” (bi wateya “rût” an “vekirî”) ji jiyaneke sofî û derwîşî tê, ku tê de ji xwestekên dinyayî dûr ketiye. Baba Tahir bi çarîniyên xwe yên bi navûdeng ve tête nasîn, ku bi gelemperî mijarên evîna îlahî, xweza û felsefeyê vedigirin. Helbestên wî di nav Yarsaniyan de wekî gotinên pîroz hatine parastin û bandoreke mezin li helbestvanên wekî Omer Xeyam, Mevlana û Ehmedê Xanî kiriye. Baba Tahirê Ûryan, bi zimanekî sade lê kûr, hestên mirovî û têgihiştina tasawufê aniye ziman. Tê gotin ku wî beşek ji pirtûka pîroz a Yarsaniyan, “Serencam Name”, jî nivîsandiye. Türbeya wî li Hemedanê ye û heta îro cihê ziyaretê ye.