Êvarên Westiyayî 04:55 10.05.2017 Demjimêr dîsa di demên herî bêdem da ye Bi tenê me, bêdeng im, dîwar jî bêdeng in Çend wêne hene di destê min da Ew jî bêdeng in Tu dikenî wisan dûr, wisan xalî Û ez digirîm, ku tu her dikeni Li kenê te dinêrim û digirîm Di hundirê min da xemgîniyek ji êvarê westiyayî ma ye Di zimanê min da hevokên bi te dest pê dikin Bêpêveber, bêkirde û heta tu bibêjî bibaneşîn Çend hevokên pirsê bi tene Bi qasê bêdengiyê bêbersiv Û bi qasê şaşiyên vegotinê serûbino bike… Demjimêr dîsa di demên herî westiyayî da ye Xulekjimêr dibeze, tîrik diqewirîne ew dema ku diherike û diçe Gotina “bisekine” belasebeb e, nasekine dinya Bi qasî hilmê, bi qasî avê hewcedarê te me Û haya te jî jê tune ye Haya te jê hebe jî, bi qasî tu fêm bikî ne evîndarî Erê ha, gul fêm nake ji halê bilbil Bilbil qêriya ye çi fêde Dost ji hal fêm nake, teselî bêlasebeb e Evînên min hemû li aliyekî tu li aliyekî Her gav heman pirs digere di ramanê min de Min ji te hez kir, ya jî ji te hezkirinê Nizanim… Ferat