Penaber 07:52 03.06.2017 Bi tiliya xwe gote wer Tika tika ez çûme ber Xwe zirzitand û bi lez Ev tu lalî an tu kerr? Ev tu çiyî ev tu kiyî Tu rȇwiye bi kude her? Ez im kurdim kurdiyo Tu dizanî ji min biqer Xwe lerizand bi tundî Bi peiyva kurdiyȇ qeşmer De rawest û ne live Bersiv bide an biner Tu çi kurdî kurdȇ çiyî Ez ne valame ji ter Ji çi ȇlȇ ji çi nihȇlȇ Çi dayik û bavik di ber? Ez pûnijîm di cih de Ez çi bibȇjim ji efser? Min xwe naskir di cih de Ez im ez im kotî nefer Min xwe nedî min xwedî Bi gotina de ha ji ter Belȇ belȇ efendimo Ez kurdekî me penaber Ez bi hest im lȇ çi bȇjim Ne mirovekim yekser Penaber im efendim Ne bi ser im ne bi ber Ez bi nav im ni binav Di ustȇmindiye cuher Ez bi nav im lȇ çi nav Ez mirovek xwlî ser Ez bi nav im lȇ çi nav Xweziya min yekî teter Bi zirzirim dixuya ye Li min negre brayȇ ker Ne bi rû me ne bi çav Ne ziman û ne xweser Bi kurdiyȇ dinasim Bi vȇ axa zȇrê zer Bi vȇ ava bihuştȇ Lȇ ji tîna nakim der Em birane wax gidî Biratiya dek û şer Di devȇ min de va xwezî Di dilȇ min de ha keser Beyanîme bi kurdî Ka hiner û ka huner? Bi çil melyonî dinasim Lȇ hemî bûne kenser Ka dijminȇ ku bi nav Em dijminȇ herî her Li min nȇrî ta çefilî Matmayî gote her Duhok -29 gulana 2014an Tȇbînî: Ev helbest e û ne helbest e, bibȇje helwesteke, bibȇje derbirîneke bȇ oxir e, bibȇje qȇrîneke di kûraya giyan de ye û jê dertê. Li gorî daxwaza mirovekî kurd yê penaber bi serȇ xwe hatiye nivîsîn, hingî rû li ser min daniye. Raste bi navȇ mine û wiha durȇz bûye dakû kula xwe eşkere bike. Tiştekî veşartî nemaye! B.M