Șivan Perwer û strana "Kîne em" 11:47 14.06.2017 Ev strana ku bi stayleke simfonî hatiye xwendin, di eslê xwe de, helbesta Cigerxwîn e, ku dîwana wî ya sisiyan ew ji xwe re kiriye adrês, di sala "1973yan" de hate çapkirin, ku di demek biroskdayî lihevketî xeternak belav bû ye, û deng da, û Șivan ji hêla tekane “Ez", derxist, û di hêla komê de xwe lê girt. Dibe ku helbesta Cigerxwîn bihiner be, lê ev hineriya ku di stranê de Șivan bi nav dike, bi wateya ku vejînek tê de peyde kiriye, ku awaza wî rolek mezin dileyize, dengê wî û laşheja wî bi stranê re. Yan din ku dîrokiye bikaranîna peyvan ku dibe beriya kesên ku bi “Rab" hatine nasîn ji derve ewî rê ji wan re vekiriye ku Șivan bi xwe jî li ser vê yekê diraweste di “Efsaneya Zindî" de, pirtûka Abdullah Incekan, (r: 74). Tevgera stranê gelek heye, deng gelek li hev dikeve, pêlên deryayê li hev ketine: Kîne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Şoreş û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goş, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahşê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paşverû, bi tizbî û xişt Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîşan Ket e bin destan! Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Şiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek şêr Serê xwe hildin Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em şer naxwazin, Divên wekhevî, Em paş ve naçin, Lê dijmin direvî! Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî êrîş bikin û bigrin Histu bişkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîne em? Bi rsatî, min gelek berxweda ku ez ê çawa rêveberiya wateya stranê bikim, helbet wek zanetiya xwe, ez ê çawa xwe nêzîktir bikim, ne bi mebesta: Ha ji we re, ev wateya stranê ye. Na, ev ne rêya mirovê wêjeyê an huneriyê ye, îca hewldana min li ser zemînekê ye: Gelo ez ê karibim dosataniyekê pê re deynim, daku çi kesê guhdar be wiha kar bike? Beriya axavtinek li ser “Kîne em", têbînek durist heye derbarî deng, mebest dengê Șivan, ku ne wek hev tê, yana ev stran di vir de dema ez dinirxînim, tê jihevberkirin bi hunerîya deng û xwelêberdanê, çimkî di cihna din hatiye xwendin bi lez, wek gelek stranên din, yanî di cihê ku vê yekê dibêjim li ser deng bal tê kişandin li ser wê nimûneya ber bi çav ku bi serbestiyê bi rengekî bêtir li ser deng dike û geş dike. Yanî, gelek diyare ku Șivan bi xwe ye, dema ji xwe re distrê, bi kesayetiya xwe, ev rewş diyar dike ku bi xwe re dide û destine û bêtir dide. Helbest hate nivîsandin û çû, û li gelek ciyan wê hatibe xwendin û çû, ta stran jî di dema xwe de kete ser lêvan, û bi wateyekê ew jî çû, ku mirov çi bibêje ew tiştê ku bûye wê bimîne, lê yaku dimîne ji mirov re wê çawa yek karibe xwe pê re bibîne, ku zîrekiya wî li gor rola xwe wî dapêş dike? Kurd, hîn ew kurd in, mebest ku ji hev neveqetehane, ku hîn bi heman kul û derd bi meraq roja dubarekirî, roja hêviya wan hemiyan e. Di hundirê stranê de nasanameya gelê kurd ya civakî û tekoşîniyê bi pêkhatiyên xwe, ku gelek peyv bi hev re daketine holê: Volkan,agir, pêt, dînamêt.., ew peyv in di bin giraniya hestan û zordariyê de hatiye nivîsandin, li gor dema xwe, ji milet re daku wî bihejîne, û ji hêleke din ve nameyeke ji dijminê milet bi xwe re ye, paşî nakokiyên dîrokê dest pê dikin, ku ev kurdên bi hezarên salan tevî kevintirîn hebûna wan ta niha nebûne xwedî cih, xwedî nasname, ku ewan bi xwe jî rolek negative listiye ku bûne alîkarê dijmin, û çavê wî li xwe vekirin, û ya din, yanî beramberî vê yeka xerab ku dijmin xwe nade ber tiştekî bi navê kurdan. Dibe, ev jî destek kurdan bi xwe tê de hebe, yanî ji lihevketina wan an ew dijmintiya wan xwe bi xwe, ku mirov mendehoş dimîne li ser vê yekê. "Kîne Em", pirsek vekiriye, ku li ser cûreyên herî baş û nebaş diyar dibe! Ji hêleke dinê ve, ev helbest, ku bi stranê tê nasîn, diyare ku xwe nuh dike eger kurdek tenê bimîne, li çi ciyî be jî, eger xwîna kurdayetiyê di damarê laşê wî de digere, wê jê re zengilek be û wî hişiyar bike. Di bikaranîna Șivan jê re de mirov radwestîne li ser çend xalan: Yek, ku tixûp ji afrandinê re tune ye, ku huner ne hevîre tê stran, daku lihevxîne ji hemî aliyan, na, ew afirmend bi xwe hevîrê huneriyê ye li ser destê xwe amade dike, bi xwîna dil û can, û bi agirê azariyê, û tirs, û cegerî, û bi serxwebûn û xwiyêbûna xwe “nanên dîrokî” diyar dike bo yên di bendewamiyê de ne. Ev ya han sîgortake vekirî jî dide mirovê xwe. Ya diduyan, ku kesê afirmend hêvî û bê hêviyê dighêne hev daku ba û agir bi hev re hevpeymanekê tomar bikin, yanî Șivan ketiye vê asoyê de. Ya sisiyan, ku gelek pêwîst e, ew dibe maka afrandinê, bi mebesta ku Șivan xwe di kaniya vê helbestê de dîtiye, û daye xwe, civakek li xwe pêçaye, diyar kiriye ku xwestiye xwe ji sînorê têlên tenbûr û dûrêzkirina gotinan û ta qewara laşê xweyî biyolocî dûr bixe, xwe ji wan rizagar bike, ku tiştek tenê bimîne. Ew e: dengek berdewam, li hev vedigere. Îca ez dikarim bi baweriyek xurt bibêjim: Eger Șivan ev stran tenê bixwenda, li ser asta istêtîka xwe, wê jê re bibûya semiyanek bê binî, zindî ta domahîka dunyayê. Duhok