Werin pera, herin pera 09:22 28.06.2017 Mirovekî ji ber kedera Gotiye min wa xweş bira Bo xatirê pêxembera Tu dizanî bi egera Diyarî bike ji wan dira Çend gotina li ser pera Min ji ber daye keram bera Ez hejiyam ji xwe û me ra Ez keniyam û di bera Pûnijî mam lê bi awira Min gotiyê bira bira Tevî ev cih li sengera Min xwe berda nav kesera Min gotiyê de binera Daxwaza te ser bivira Diyar nabe bi sed deftera Li min gotî de ha ji te ra Vê gotina bi bawera Werin pera herin pera Çi li vira çi li wira Bêjin pera bankin pera bixun pera vexun pera Razên pera rabin pera Bigrin pera dagrin pera Di ser te ra di bin te ra Li ser rêya li ser pira Li ser avê li ser gira Li kunjika li ser bêndera Li dervî mala li hundira Li her demê li her dera Ketî mejî wek agira Ji her rexî li te dizîvira Bê hedane bê oxira Ew ne dûrî ji kensera Li piraniyê van beşera Yê bi pere bextewera Di giyan de bûye xura Ma wek pera heye bira? Şêrîntirîn ji sed bira Ji bav û dê û yên di bera Diniya hemîi lê digera Şêr bi pera dibe kera Min bal kişand bi xebera: Hovê mirov bû qeysera Wek pilinga devdigera Hevirmêşê dike çekura Çi yê bi rûmet pê diafira Ma bê pera didebira? Pere ji welat şêrîntira Pere ji can bi nirxtira Eger tu bêjî ev çi vira Fermo bike bide bera Li ser mere û binya mera bê çi bi pera dibhira Bê kî bi pera ni le ser sera? Pera pera sed wax pera Bi hêza pera dem ji tera Ger ziqûm be ew şekira Ker û lal be ew dibira Dibêjinê bijî ji te ra Bi deng û deng û sîbera Gotinên te zêrê zera Ji hingivîn şîrîntira Ji goştê pezz pir xweş tira Ji tariyê re roniya çira Lê yê zane ew ji çira Xwedê daye ji bo şera Bê bergale û bê cira Bi gazine bi qirqira Ziman xira giyan xira Miriovekî pir qeşmera Erzantir e û erzantira Û erzantir e ji qundera Dibêjinê ev çi zira? Xwe bê deng ke ji ter çêtira Ji xwediyê pera ne hembera ew zanayê di ser xwera lê tu dikevî li ser zixira Em naxwazin van quncira An bide xwe ji vir hera An dê bidin ber kevira Derxîn pera û berde ttira Tu kes nabêje ji vir hera Bajo pera banke pera ji hemî tişta saxlemtira Ew guleye ew kembera Ew yaseya bi hêztira Wey kurdino xuşk û bira Ev çi rêyên dijî mera De binêrin li van dera Bi koletiya qeflê pera Em nagihên tu jêdera Duhok Têbîn : ev nivîsîn bi navê helbestê ye, ku hatiye weşandin li ser xwesteka dostekî nêzîkî min, ku jê re dibêjin “birayetiyan" bi erebî “uxwanîyat", li gorî civaka meyî ber fireh.