Nameyek ji Ehmedê Xanî ra 11:07 01.07.2017 Silav Seydayê min, Sê sed û bîst û du sal berî niha Cenabê te derdûkulên me xweş anîbûn ziman. Lê me, nevîyên te li pend û şîretên te guhdarî nekir. Te wê demê wiha gotibû: “Kurmanc-i ne pirr bê kemal in/Emma di yetîm û bêmecal in Filcumle ne cahil û nezan in/Belkî di sefîl û bêxudan in Ger dê hebûwa me jî xudanek/’alî keremek, letîfedanek ‘Ilm û huner û kemal û iz’an/Şi’r û xezel û kitêb û dîwan Ev cins-i biba li ba wî me’mûl/Ev new’i biba li nik wî meqbûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn/’Alî bikira li banê gerdûn Bînave ruha Melê Cizîrî/Pê hey bikira ‘Elyê Herîrî Keyfek we bida Feqîhê Teyran/Heta bi ebed bimaye heyran” Bi kurdîya îro Jan (DOST 2010:143-144-145) wiha şîrovekiriye: “Ne ku wêje li nav kurdan nîne/Lê bê derfet in û ew sêwî ne Bi giştî ne cahil û nezan in/Lê bextreş in û bêxwedan in Eger ku me jî xwedî hebûya/Ciwanmêrekî pirr zane bûya Huner û wêje zanîn û destan/Şi’r û xezel û kitêb û dîwan Hebûya qedrê wana li ba wî/Ev reng zanîn bipejiranda wî Min dê alaya helbest û şi’ran/Bilind bikira heta stêran Min dê vejanda canê Cizîrî/Pê sax bikira ‘Elyê Herîrî Şahîyek bida Feqîyê Teyran/Ku pê her û her bima sergerdan” Piştî van gotinan dîsa Cenabê te bersiv daye û gotiye: “Çibkim ku qewî kesad e bazar/Nîn in ji qumaş-i ra xerîdar” Belê Seydayê min me hinek ji nevîyên te hewl da ku em bazara sar germ bikin. Lê mixabin dijminên hov û xwînxwar wek lehî bi ser me da hatin û peykerê Cenabê te jî hilweşandin. Lê em sond dixwin ku em ê gotinên Cenabê te bînin cih; ema zû be ema dereng be ew nedîyar e. 01.07.2017 Şagirtê te Ahmed KANÎ