1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. “Ger doktor nexweş be, wê çawa karibe merivan rehabilîte bike?” Omer Dilsoz
“Ger doktor nexweş be, wê çawa karibe merivan rehabilîte bike?”                                                                                                     Omer Dilsoz,ger,doktor,nexweş,be,wê,çawa,karibe,merivan,rehabilîte,bike,omer,dilsoz

“Ger doktor nexweş be, wê çawa karibe merivan rehabilîte bike?” Omer Dilsoz

A+ A-

Ahmed KANÎ, nivîskarê hêja Amed Çeko Jîyan mêvanê me ye. Me zûda dengê wî nebihîztîye, em dixwazin dengê wî bibihîzin. Tu bi xêr hatî. Amed Çeko Jîyan, spas dikim mamoste. Di nava xêrê da bin. Ez wekî mêvan beşdar bûm. Bi kêfxweşî we guhdarî dikim. Di warê nirxandina wêjeyî da zêde ne şareza me. Omer Dilsoz dosteki min î qedîm e. We roman xwendîye dinirxînin, ez jî sûd ji we digirim. A. Kanî, baş e ku tu hatî û me dengê te bihîst.

Selahet xan mafê axaftinê girt: “Ez jî ji hemû hevalan ra dibêjim, şeva we xweş be. Bi rastî berê jî min hinek li ser romanê bi nivîskar ra sihbet kiribû. Lê dîsa jî tiştên nû ku ez ê di vê şêwrê da bi we û nivîskar ra pave bikim hene. Di serî da dixwazim bibêjim, tiştên ku Xecê anî zimên, ji sedî sed beşdar dibim. Roman heta rûpela 122yan nedihat xwendin. Ji ber ku monolog zêde bûn, ji ber ku nivîskar dixwest hemû tiştên di dilê doktor da vebêje êdî meriv aciz dibû. Zelaltî tune bû û meriv dikir nedikir nediherikî, ez wisa bejim. Di romanê da sê jin û sîya dayîkê hebû, dayîk ne wek karakter lê wek sî hebû. Gor doktor ji xeynê jinika porgijik hemû jî nebaş bûn. Her tim ji derdora xwe ra problem derdixin. Plana ji doktor ra çêdikirin. Ev jî bi jinê va gire dida. Nivîskar ji bo ku mêrek biparêze, dîya karakter, jina wî, xebatkara cem wî nebaş nişan daye. Tiştê ku min dît, karakter pir hatibû îdealîzekirin. Mînak Xecê got karakter bê îrade ye, rast e. Lê di rewşa jinika xebatkar da bo îdealîzekirina karakter doktor bi îrade xwe diparêze ji wê. Ev jî nîşan dide ku nivîskar xwestîye bibêje xebatkarê çi qasî wî tehrîk kir jî wî xwe ji dafikê parast. Yanî îdealîzekirina mêr pêk tê. Dixwaze bibêje çi qasî xebatkar bi ser min da hat jî min tiştek nekir. Di cihek romanê da karakter bo jinan dibêje gava bixwazin dilê yekî bi xwe bişewitînin gelek tiştan dikin, li wirê dibêje min jî kiriye. Di cihek (r.224) da, gava xwestîye îdealîzekirina mêrek bişikîne bi du gotinan hewl daye. Wek dibêje ez mêrekî qebe, xwedî hişmendîyek feodal im, di bin heşê min da tiştên nebaş hene û hwd. Piştê vê dîsa îdelaîzekirin didome, dibêje ez merivek baş bûm Xweda her tim min diparast. Dibe karakter ji xwe xwedî xisletên başî nebaşîyê ne, lê bi piranî nivîskar karakter îdealîze kiriye. Mesela qertel, wek metafor pir bala min kişand. Seyhan pirsî bû tiştê ji kargo hatibû çiye, ew qertelek ji camê bû. Ji deste doktor ketibû, şikiyabû. Di gelek cihan da jî karakter xwe dişibîne qertel, wek nukilê xwe nû dike û per û baskê xwe diweşîne û ji nû ve bi per û bask dibe. Yanî cihê tê da asê maye jî wek cihê ku lê ketîye înzîwayê, bi êş û zerpa ku dikişîne jî xwe ji nû ve diafirîne. Bi wê kargoya ku qertelê ji camê ye jî karakter xwe şibandîye wê sîparişê, yanî xwe wek sîparişa jina xwe nişan daye. Lê dîsa jî bi destê mêr hatîye şikandin. Yanî jina wî her çiqas wî wek tiştek çêkirî xwestibe jî nikarîye wî bi dest bixe û bi destê karakterê mêr hatîye ji holê rakirin. Ew qas ez dibêjim bese mamoste.” A. Kanî, siheta te xweş be. Te nirxandinên dewlemend kir. Belbî ji ber ku hûn û nivîskar wek hevjîn di malek da dijîn, carna nivîsên xwe bi we ra parve dike. Mamoste Selahet, na, mamoste bawer ke vê pirtûkê min jî bi we ra xwend. Belbî ew kêmanîya min be, lê min niha xwend. A. Kanî, Siheta we xweş be.
Ez dixwazim piştî van şîroveyan ji Seyîdxan Anter bipirsim, gelo pirsek ku hûn bi me ra parve bikin heye, an tune ye? Wek xuyaye hîn Kek Seyîdxan ne amade ye. Heta amade be ez dixwazim agahîyek parve bikim. Mamoste Amed Tîgrîs li min gerîya got ku ji ber problema teknîkî ez nikaribûm beşdar bibim, lê vê nîrxandina xwe ya li ser romanê jî ji min ra şand û xwest ku ez bi we û nivîskar ra parve bikim. Ev e:
“1. Destpêka romanê tevlîhev e. Mijar ne zalal e û bi lîstika peyvan teswîrên ecêb hene. Wisa meriv eciz dibe ku meriv dixwaze dev ji xwendina wê ber de.
2. Kronolojî tune, bi paş û pêş ve diçe û kaos çêdibe. Ev metodeke romanninîsandinê ye, lê jê re huner divê, hema hema hemû romanivîsên kurd dest bi vê metodê kirine ku alozîya kronolojik asta berhema wan dadixîne.
3. Hevwate li pey hevdu hatine rêzkirin wek: berz û bilindayî, tilî û pêçî, parçe-wesil, perde-poş, ta û ben, nezanî û cahilane, Xweza û siruşt…. Ev asta berhemên dadixîne.

4. Çend çaşîyên zanistî:
“Ez wekî atmosfera gerestêrkê ber bixwe ve dikêşim.” (r. 64) atmosfer mirov nakêşe erd mirov dikêşe.
5. Gerestêrk li dora stêrkê nagere, stêrk li dora gerekstêrkê digere.

Di rûpela 82an de dinîvîse ku di ola Zerdeşt de kesên ku gunehê wan tune bin di ateşgehan de tên şewtandin. Yên ku gunehkar bin hestîyên wan li cîyekî bilind li ber tavê tên hişkkirin. Di ola zerdeşt da mirov û heywan nayên şewtandin. Ji ber ku dema mirov bişewite don û xwelîya mirov dikeve nav ax, av, agir û bayê û ev elmentên pîroz in, qirêj û pîs dibin. Loma li ciyeke bilind laşê wan didin ber tavê heta goşt bi wan ve namînin wê demê hestîyan binax dikin. (r. 82)
6. Gilgamêş li ku Hekîmê Lokman li ku? Gilgamêş Gilgamêj gîyayê ciwantîyê dîtîye lê mar xwarîye û mar gênc bûye. Ev jî şaş e. Bi Çemê Zê ve tu têkilîya wê bûyerê tune ye.”
Nivîskar, Omer Dilsoz li ser meseleya Gilgamêş wiha got: “Ez paşê bi vê hesîyam, min sererast kiribû, di dosya ba min da wiha ye: Axirê dibêjim qet dûmayîkê min ‘ew tişt’ nebir malê. Çimkî nayê bîra min ku çûbim malê, belkî jî a rastî çûbim jî. Ji xwe qey ez jî neçûme û Gilgamêş jî dermanê nemirîyê peyda nekirîye. Ku kiribe jî ji nav lepên wî şiqitîye û ketîye nav avê, marî xwe lê daye û ciwanî û nemirî bûye para wî… nizanim! Heçku ev çîrçîrok bi awayekî dî ji bo Loqmanê Hekîm guh lê bûbe, axir wê jî nizanim. Her kî be, axir ev ê li gîyayê nemirîyê gerîyayî, belkî jî ew peyda kiribe lê di rê de ji dest wî şiqitîbe, ketibe avê û çemûçem çûbe. Mesele şiqitîn e, mîna tu li ser hisanî bizelî û ser movika pişta xwe bikevî. Çîroka min ev nebû; ketin. Û wiha ew berzeyên berzê, berzayên berze… Wekî şîrê dayîka Zê, çimkî heçî Zê bû, li gorî bîrewerîyên qedîm: Enkîdoyê reben, ketî ber xezeba Înanayê û nifirê gurçik lê simtî. Gilgamêş nizara wî digire û zêmaran davêje ser. Pê re pê re xwe ji bo gîyayê nemirîyê peyda bike xwe kêşaye girava pişt behra qîrê ya UtnapîşTim. Kî dizane, belkî jî gava ji Ur û Orokê derketî û wexta ku ji welatê Gûtîyan daveristiye ber bi welatê pişt behra qîrê, hingê qevdek gîyayê nemirîyê hilçinîye û di ber paxila xwe de veşartîye. Di rê de, li gavbihurkekê devê Zê ew qevda gîyayê banûkê ji ber paxila wî zelîyaye û bi nav fêrmiskên ava Zê de berze bûye. Ew berzeyên berzê, berzayên berze… Wekî şîrê dayîka Zê, çimkî heçî Zê bû li gorî bîrewerîyên qedîm: Enkîdoyê reben, ketî ber xezeba Înanayê û nifirê gurçik lê simtî... GilGamêş nihara wî digire û zêmaran davêje ser. Pê ra pê ra gava di dinyaya tarî de pê re diaxive û derbarê dinyaya dî de hin pê zanînên sehm dizane, biryar dide ku biçe gîyayê nemirîyê peyda bike xwe kêşaye girava pişt behra qîrê ya UtnapîşTîm. Kî dizane belkî jî gava ji Ur û Orokê derketî û wexta ku ji welatê Gûtîyan daveristiye ber bi welatê pişt behra qîrê, hingê qevdek gîyayê nemirîyê hilçinîye û di ber paxila xwe de veşartîye. Di rê de, li gavbihurkekê devê Zê ew qevda gîyayê banûkê ji ber paxila wî zelîyaye û bi nav fêrmiskên ava Zê de berze bûye.”
Ahmed Kanî, Seyîdxan Anter tu amade yî, kerem ke: “Mala we ava be piştî min we guhdarî kir, ez bêtir dixwazim vê romanê bixwînim. Meraqa min gelek ji vê romanê ra çê bû. Wek xuyaye kek Omer hinek felsefe jî kiriye nav vê romanê ku ev mijar gelek bala min dikişîne. Ez bêm Amedê ez ê bigirim û bixwînim. Eger nirxandinên min negihîjin we jî sedî sed ez ê binivîsim.”
Ahmed KANÎ, baş e, em ê jî nivîsa te li ser rojnameyên kurdî bi kêfxweşî bixwînin. Wek xuyaye tûra yekem a nirxandinên hevalan bi dawî bû. Ez ê jî bêyî ku gotinê hevalan dubare bikim, çend tişt parve bikim. Di serî da ez dixwazim li ser tarza vegêranê/vegotin rawestim. Bi min vegêr kesê yekem e. Yanî karakterê doktor e ku bi piranî vegêran ji monologan pêk tê. Di destpêka romanê da, şeş rûpel wek xewnereşkek heye. Di vê beşê da biryarek vebir a doktor heye: “Min biryar bû, ez ê vegerim. Biryara min jibirî bû, veger.” (r. 9) Ev destpêk xelekek li ber dawîya çîrokê ye ku karakterê doktor bîryara vegera ji çîya daye û bi karaktera jin a ku doktor navê “jinika porgijik” lê kiriye, ra vedigere. Ev tarzê sînemayê ku fîlm bi dîmenek dawî dest pê dike bo pirs û meraq di serê temaşevanan da bihêle. Ev roman jî bi xewnereşkek dest pê kiriye û bi flaşbekan çîroka karakterê doktor ji serî da vegotiye.
Li gorî min mijara romanê mijarek pir girîng e. Meriv kare bibêje ku zayendperestîya civakî ku bi awayê baviksalarî jî tê binavkirinê, hinek bûye mijar. Yanî bikaranîna jinika xebatkar ji alîyê hêzên dewletê ve, dibe mînaka ku carinan ev mijar di destê hin kesên niyet xirab da, li hember hin mêrên mixalifê desthilatê, wek çek tê bi kar anîn. Me bo şêwrekî xwe romana sîyasetmedarek kurd hilbijartibû, bêyî ku haya me ji dozek zayendî ya li hemberî wî hatibû vekirin, hebe. Dema em bi vê dozê hesîyan êdî wextê îptalkirina gotûbêjê nema bû. Piranîya hevalên koma xwendinê beşdarê gotûbêjê nebûn. Ji ber ku me nivîskar vexwendibû û me dixwest tenê berhemê binirxînin, me şêwra xwe pêk anî. Bi tevî ku em dizanin zayendperestîya baviksalarî nîrê koledarîyê ye li ser jinê, dîsa em dizanin ku desthilatdar û dewleta otoriter gelek caran hêla zayendî wek çek li hember opozîsyonê bi kar tîne.
Nivîskar, Omer Dilsoz mafê axaftinê girt: “Ez ji we hemûyan ra spas dikim. Bi rastî nirxandinên we hemûyan bo min girîng û sûdwer in. Min gelek sûd ji wan girt. Ji destpêka nivîskarîya xwe ve ye, ez guhê didim hemû rexneyan. Helbet ez di serê xwe da wan li bêjingê jî dixim. Her kes bi çavê xwe alîyek dibine û wî alîyê dibêje. Bêguman hemû jî bo min gelek gelek bi qîmet in. Ger kitêb bi xwe bi ziman bibûya, wê bi xwe bersiva pirsa bidaya, lê di kitêbê bi xwe da jî bersiva gelek pirsan heye. Her nivîskarê ku qelemê girtiye deste xwe, li gorî xwe tarzeke xwe heye. Ji berhemên serî bigire heta dinivîse bazeberek xwe heye. Yanî gav bi gav bi pêş dikeve. Baweriya min a jîyanê ew e ku ti valahî tune ye. Valahî bi xwe jî tiştek e. Hebûnek e, heyberek e. Ji ber wê jî tiştek xweş heye dibêjin, şeytan di hûrgilîyan da veşartîye. Tiştên girîng di detayan de ye, detay muhîm in. Edebîyata kurdî bo bigihîje asteke cîhanî xwe li detayan digire. Mesela min dît ku gelek hevalan van detayan dîtine, peyamên piçûk zevt kirine. Ez wiha bawer dikim, eger me nikaribiya bi rêya monologan xwe bigihînin alîyê xwe yê hundir, em ê teskin nebûna. Eger fikrên me zelal nebin, em sakîn nebin em ê bi ti awayî nikaribin dîyalogan deynin. Ji bo dîyalogên baş, berî van divê em monologên hundirîn ji xwe bi xwe ra bikin, muhasebeya xwe bi xwe ra bikin. Bawerîya min ev e, ji ber vê mesela van du-sê kitêbên min yên dawî, mesela Xecê behs kir, helbet tu helbestek jî binivîsî, ew ê çîrokek wê hebe: destpêk, kemilîn û biserhevehatin. Yanî lêkhatin. Roman jî wisa ye. Lê di edebiyata nû de, êdî ew ê em zanin, tarzê destanan, kronolojik yanî ji Ayê heta Zyê, êdî dor bi dor wisa nayên rêzkirin. Li şuna wê kêlîk in, dem in, ji deman pire ne. Yanî ji ev bazeber, ev pire çîrokek çê dikî. Kutetaya wan a giştî yek e, lê carina tu dibe qey ji hev cuda ne. Ez dibêm qey di kurdî da jî dem hatiye em vana biceribînin. Lê çi qasî bi serketîye, ne bi serketîye ew tiştekî din e. Erê hin kesan got, min nîşe girtîye, karakter pasif e. Karakter bi xwe xwe diparêze. Ez vê bejim, çend tebeqeyê wê, qatmanê wê hene, lê dawîyê li ser çîroka karakterê sereke, doktor têne dabeşkirin. Em vana jî di monologên wî da dişopînin, xêr û guneh li stûyê wî. Herê carna fikrê wî li hev tên, li hev nayên ew tiştek din e. Lê di dawîyê da dema em tabloya giştî dibinin, rismek din derdikeve. Pirsek hebû li ser peyva “xew ket dilê min” na, lê bi awayê “xewê dilê min girt” li Hekarîyê bi vî awayê tê gotin. Ev meseleyên ziman meseyên din in, ez di vê mijarê da gelek baldar im. Sevgul, mamoste di rûpela 98an da bi awayê “xewê havêt dile min” nivîsîye, bo vê min pirsî. Rast e, xew dikeve çavan, lê davêje dilan. Neyse ez nakevim niqaşa vê. Ez wiha bejim, doktor yekî esebî xuya dike. Bi xwe ra şer dike, bi derdora xwe ra şer dike. Bi hevjîna xwe ra şer dike. Bi sîya xwe ra şer dike. Bi hevalên xwe ra di nava xwe da şer dike. Yekî bêhuzûr e. Tu heta bêjî bêhuzûr e. Çima tu zanî? Herê di jîyanê da gihîştîye qonaxekê gelek armancên wî hatine cih jî. Lê sedemê bêhuzûrîya wî tiştên li bajêr çê dibin, ew teqîn û pevçûnên hene. Paşê, paşê lê hay dibe huzura wî têk daye. Ev hemû vedigerin destpêka çîroka wî. Di nava malbatê da, pevçûna dê û bavê wî, tabî em naxwazin karê Freud bigrin ser milê xwe, ev ne karê me ye. Lê ger em di çarçoveya wî da lê binêrin li dinyaya îroyî awayê zaroktîya însên gelek tesîr li jîyana meriv dike. Însan bi piranî ne kamil e. Mesela gelek ji me, em seqet hatine dinyayê. Dê û bav bi zimanek eşkere hezkirina xwe nîşanê zarokên xwe nedane. Erê îstîsna hene, lê ji ber ku ev jî heye ji bo nivîskarekî malzeme ye. Çima nivîskar vê nenivîsin. Yanî ev însanê seqet ger bibe doktor jî rihê wî nerihet e. Wê nikaribe xwe tedawî bike. Wê nikaribe şexsîyeteke rûniştî kamil di xwe da ava bike. Çimkî nava wî vala ye. Birçî ye, birçîyê şefqetê ye, birçîyê hezjêkirinê ye. Birçîyê pûtepêdanê, paxav pêdanê ye. Mesela çima malbatê wî, wî daye xwendin? Belbî gelek kes lê hay nebûbin. Ji ber ku apên wî malê bavê wî jê girtine, heqê wî nedanê; bavê jî hewl daye ku bi doktorkirina kurê xwe tiştên xwe yên kêm ku nikarî bijî bi dest bixe. Ev hemû li kurê xwe bar dike û han dide ku derxe pêş. Bêyî ku wî bikemilîne dibêje, ha ha ha, dê bike, dê bi ser bikeve û bi rihek vala wî dike doktor. Erê etîketek wî çê dibe, lê nabe însanek kamil. Ji ber vê jî gava bûyerek piçûk, wek hevalan gotî, bûyerek vala, piçûk gava hat sere wî, ew têk çû. Ev valabûna wî ji kêmanîya hezkirina ku dê û bavê wî nikaribûne bidinê tê, çimkî kal û pîra wî jî nedabûne wan, yanî bav û dîya wî. Wek zincîrekî em hemû seqet hatine. Dema dibêjim em, behsa em ên nava romanê dikim. Ne em ên derveyê vê romanê. Wê dema ku hezkirin nedîbe çi dibe, dibe yekî agresîv, dema bûyerek piçûk ya ruhî lê çê dibe nikare ragire, xwe li dîwaran dide. Belkî ew meseleyên çê bûn, meseleyên wisa mezin nîn in ku ev însan acizîyek ew qasî mezin nişan bide. Lê di rastîya xwe xwe da, ji ber ku di zaroktîya xwe da zarokek birçîyê hezjêkirinê ye, nekemilî ye. Ew nizane wê çawa ji însanan hez bike.
Romannûs nêçîrvanê çîrokan e. Karakterê doktor em hemû ne. Em hemû birçîyê hezjêkirinê ne. Ji hev heznakin. Ji hev didexisin. Em dibinin dema yek dikarekî da biserkeve. Yên din wî teqlîd dikin. Navek wek Ehmedanî heye, yê din li hember wî Xasehmedanî saz dike. Min xwest tabloyê nişan bidim. Analîzê ji xwendevanan ra hişt. Hin dibêjin romannûsên kurd li dora heman tiştan derin, tên. Bi min ev ne rast e. Me hê “ç”ya çîrokê xelas nekiriye. Ez di romanên xwe da ji rêwîtîya hundirîn hez dikim. An hewcenake em ji gerdûn û stêrkan behs bikin. Yanî hundirê meriv jî gerdûnek bêdawî ye. Divê em meseleya mêr û jinan bi gul, gulçik û hêlên sîyasî na; bi hêla hundirîn bixemilînin. Hin hevalan got ziman giran e, ez nizanim ji vir pê va çawa sivik bikim. Peyva “sergêr” bi wateya dominant e. Mejiyê ne zelal hat rexnekirin. Mejiyê ne zelal ji xwe ne zelal e. Ku zelal be çima bê nivîsîn? Ez jî pirsê, bi pirse bibersivînim.
Xecê Daşxin, di mesela jinê da em wek jin hesas in. Tiştê ku karakterê te afirandiye, jin bi xwe ye. Di hemû guhertinên karakterê te da jin kartêker in. We bi tenê probleman daxilê nav romanê kiriye. Ger nivîskar bo dema bê nenivîse wê bi kêrî çi bê, ger karakterê te tiştek li civatê zêde neke? Omer Dilsoz, pirsek qelew hat. Helbet pêşbînî di romanê da hene. Çi hatiye rexnekirin, mînak muhafazakarî hatîye rexnekirin. Ev ne muhafazakarîya mutedeyînî bi tenê ye. Di warê pêşbînîyê da gelek mînakên wek girava Yaşar Kemla û dinyaya Muratxan Mungan afirandî hene. Di romana Gêjevang da ev heye. Lê vê romanê vê mesele zêde li xwe negirtîye. Mesela hevoka dawîn ya romanê gelek peyaman dihewîne. Ger rêber û doktor nexweş bin, çimkî doktor bi xwe nexweş e, wê civat çawa rehabilîte bibe. Ruhê doktor bi pirsgirêk e. Ya dî tilî bi xwe mor e. Çûna tilîyê bi xwe tunebûn e.
Bêjeya “bêşî” bi wateya di nava daristanan da, warê bi avî ye. Wek dilê însan e. Mesela jinê wek dafîkek e. Ne zêde polîtîze kiriye. Gava polîtîze dibe xera dibe. Hin caran tê polîtîzekirin. Xecê, ji ber ku karakterê te zêde li ser sekinîye, em li sere disekinin. Karakterê te zêde bi jinan ra mijûl e. Ahmed Kanî, Xecê xan nivîskar bi tenê tebloyê nişan daye. Ji ber wê neketîye hûngilîyan. Xecê daşxin, ger em nêrîna civatê rasterast têxin edebiyatê em ê çi sûd jê bigirin? Nivîskar, bersiva Xecê di nava pirse da heye. Tenê şahidîya civatê na, lê projeksiyon daye ser civatê.

Ahmed Kanî, ger pirs nemabin, em ê civîna xwe bi dawî bikin. Sevgul, wek gotina dawî ez dixwazim bibêjim ku bêrihîya karakter di çîroka pêlavê da der tê. Hevok wiha ye, ez bi nigê xwe nediçûm, pêlavê min dibir. Bi vê hevokê em karin bibêjin ku karakter bi pey ruh ketiye. Nivîskar, mala we hemûyan ava be, min gelek sûd ji we girt. Bi xatirê we hemûyan. A. Kanî, civîna me li virê bi dawî bû.
Deşîfrasyon: Ahmed KANÎ