1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Daxuyanîya Komxebata Destpêka Nû
Daxuyanîya Komxebata Destpêka Nû,daxuyanîya,komxebata,destpêka,nû

Daxuyanîya Komxebata Destpêka Nû

A+ A-

24-25ê Gulanê li Amedê komxebateka Destpêka Nû hebû. Em jî vexwendî bûn. Roja yekem em wek çavdêr beşdar bûn. Ji ber ku piranîya rêberên komxebatê bi tirkî axivîn, em roja duyem beşdar nebûn. Ev jî daxuyanîya komxebatê ye:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re;

Di komxebata ku me di 24-25ê Gulanê de li Amedê bi dûrişma "Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf " li dar xist, rewşa heyî ya Siyaseta Kurd û pêvajoya heyî ya ku di navbera Dewlet û Îmralîyê de li Bakurê Kurdistanê tê meşandin hat nirxandin û pêwistîyên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin hat nîqaşkirin.

Hin partî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn, ku sekreterya wê Destpêka Nû bû.

Beşdarên komxebatê du rojan nerîn û pêşniyazên xwe anîn zimên.

Helwesta giştî ya ku di dema xebata du rojan de derket holê ev e; Pêşniyaz hat kirin ku di vê pêvajoya heyî de, partî, kom û kesên Kurd yên ku ji bo mafên bingehîn yên gelê Kurd têdikoşin, bi hev re tevbigerin û ev hevkarî veguhere avakirina hêzek siyasî ya hevpar ya netewî û demokratîk ku her beşek ji siyaseta Kurd karibe tê de beşdar bibe.

Di komxebatê de, ji ber giringî û hestiyarîya mijarê, biryara dawîn nehat girtin û pêwistî hat dîtin ku ji bo kamilbûn û têgihiştina rewşa heyî û beşdarîya girseyek berfirehtir, çêtir e di demek nêzîk de komxebatek din bê lidarxistin.

Wê dîroka vê komxebata nû di demek nêzîk de ji raya giştî re bê ragihandin.

DESTPÊKA NÛ”