1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Rekorên Kurdan di Guinnessê da..
Rekorên Kurdan di Guinnessê da..,rekorên,kurdan,di,guinnessê,da

Rekorên Kurdan di Guinnessê da..

A+ A-

Ne ji dîyarîyên xwezayî bin, cîhê me di pirtûka rekoran a Guinnesê da wê tinebe.


Yek ji van Zaro Axayê Motkîyî ye. (Bedlîs) (1774-1931) Ew 157-160 sal jîya ye û wek merivê herî jîdirêj di Guinnessê da cî girtîye. Karkerî û paletîyê kirîye û li Stenbolê mirîye. 13 car zewicîye. 36 zar û nevîyên wî hene. Li gorî Zaro Axayî, ew bi pîvaz, savar û dewî mezin bûye. Wî cixare nekişandîye, alkol û qehweyê venexwarîye. Di salên dawî yên jîyê xwe da çûye Îtalya, Îngilistan û USAyê. Li ser bedena wî lêkolîn hatine çêkirin; gelo çima ewqas dirêj jîyaye?


Li gorî gotinan, Zaro Axayê ku 11 paşayên osmanî dîtine, dema ku dimire, nevîçirçirikek wî dibêje: "Wax li min pepûkê! Kalikê min bi têra xwe jîyanê nedît!"


Zaro Axayê esil Kurd ê ji bakûrê Kurdistanê, mixabin li ser navê "Tirkîyeyê" hildane pirtûka rekoran, çimkî temsîla Kurdistanê di cîhanê da, di nava miletan da tineye. (!)


Siltan Kosemê Kurd (2 mêtro 51 santîm) mirovê herî bejindirêj ê cîhanê ye. Siltan ji Dêrika Mêrdînê ye. Destê wî 27,5 cm., pêyê wî 36,5 cm. ye. Pêlavê wî 60 nimro ye. Ew jî bi vê rekorê di Guinnessê da ye û bi têra xwe li cîhanê digere, kêf kêfa wî ye. Navê Kosemî jî her wisa bi navê "Tirkîyeyê" di pirtûkê da ye.

Afşîn Qedirzade jî wek mirovê herî bejinkin ê cîhanê di Guinnessê da cîhê xwe girtîye. (65,34 cm.) Afşîn 20 salî û ji Rojhilatê Kurdistanê, ji gundê Bukanê ye. Giranîya Avşînê me jî, 6,5 kg. e. Avşîn dibêje; ew hez ji têlefona destî dike, lê têlefon ji bo wî hinek giran e.
Avşîn jî bi navê Îranê di Guinnessê da ye.

Û her ev e halê me; mendelekirî, bi navê xelkê û belawela!

E. Ararat
23.12.2022