1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Dagirkirina Tarîtiyê
Dagirkirina Tarîtiyê,dagirkirina,tarîtiyê

Dagirkirina Tarîtiyê

A+ A-

Nûtirîn romana nivîskar Bextiyar Elî bi sernavê “Dagirkirina Tarîtîyê” di demeke nêzîk de, dê li ber destê xwendevanan be.

Sehneya bûyeran Tirkiyeyê ye û dema qewimîna piraniya bûyeran salên 1945-1979 e, an ku serdema piştî cenga cîhanî ya duyemîn heya em digihin ser derbeya leşkerî û faşîst a Kenan Evren.

Roman vegêrrana jiyana malbata Tariq Akansu ye ku profesorekî zanîngeha Enqerê ye. Akansu kemalîstekî radîkal e dixwaze Tirkiyeyê bo qonaxa piştî şerê cîhanî amade bike. Sala 1945an digihe bajarê Amedê û li wir dijî.

Di romanê de hin karakterên dîrokî yên rastîn tev li hin karakterên xeyalî dibin û bi hev re qala cîhana bixof dikin ku neteweperestên tirk di sedsala bîstan de ava kirin.

Roman rêwîtîyeke dirêj e di dîroka nû ya Tirkiyeyê de û li cem aliyên tarî û bixwîn ên wê dîrokê disekine. Bi kûrtî ruhê dagirkerên Kurdistanê û xewn û tirsên wan rave dike.

Roman ji 722 rûpelan pêk tê û di demeke nêzîk de ji aliyê Navenda Rewşenbîrî ya Rehendê ve tê çap û belavkirin. Besam Mistefa


Bêjeyên Miftehî