
Washington Times: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Xelata Aştîyê ya Nobelê heq dike
Ji alîyê Rachel Avrahama ku analîstek lêkolînên mediyayê ya Navenda Lêkolînên Polîtîk ya Rojhilata Nêzîk e, di rojnameya Washington Timesê da, 6ê Sibata 2018, bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nûçeyek belav kir. Rachel Avraham nivîskara pirtûka bi navê “Women and Jihad/Jin û Cîhad”ê ye. Di vê nûçeyê da balê kişand ser rola wî ya di aştîya herêmê da û pisporîya wî ya dîplomasîyê.
Nivîskarê malpera me, www.rojnameyakurdistan.com, Îbrahîm Guçluyî, ev linka nivîsa wî ye: http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/Xelata_A%C5%9Ft%C3%AEy%C3%AA_ya_Nobel%C3%AA_maf%C3%AA_Ne%C3%A7%C3%AErvan_Barzan%C3%AE_ ku balê kişandiye ser vê mijarê ye.
Dema me vê gotarê xwend, kelecanek me girt. Em jî fikirîn ku li ser vê babetê hinek lêkolîn bikin û mijarê bêtir derxin pêş. Lê dema em gihîştin çavkanîya rojnameya Washington Timesê ku li jêrê ye, medît ku nûçeya du sal du meh berê ye. Yanî 6ê Sibata 2018an wek 6ê Nîsana 2020an hatîye aktuelkirin. Ev nûçe ji aliyê du malperên kurdan ve, ya bi tirkî nerinaazad.org û ya bi kurdî jî rojevakurd.comê ve, hatîye aktuelkirin.
Mixabin dîplomasî û nûçegîhanîya me kurdan, bi taybetî jî kurdên Bakurê Kurdistanê hê jî pir lewaz e. Min xwest ez di varî da xebatên (lêkolînên) serokatîya Herêma Kurdistanê jî fêr bibim. Min dît ku wan jî vê aktuelkirina du sal û du meh derengmayî wek nivîskarê me Îbrahîm Guçluyî şopandîye.
Amadekar: Ahmed KANÎ
Çavkanî: https://www.washingtontimes.com/news/2018/feb/6/nichevan-barzani-deserves-the-nobel-peace-prize/
https://www.nerinaazad.org/tr/news/kurdistan/bashur/washington-times-kurdistan-baskani-nobel-baris-odulunu-hak-ediyor
https://rojevakurd.com/the-washington-times-seroke-kurdistane-hejayi-nobela-astiye/