1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Lêkolîn û Guman 1
Lêkolîn û Guman 1,lêkolîn,û,guman,1

Lêkolîn û Guman 1

Ez dixwazim di serê de li ser têgeha lêkolînê û pêwendîya wê bi gumanê re rawestim. Mebesta min ji lêkolînê xebatên zanistî ne. Xebatên zanistî ti carî wek rastîyek ku nayên guhertin nîn in. Her dem li alîyek wan gumanek, geloyek lêpirsînî radiweste. Wek ku nivîskarê Guman-1ê jî gotiye zanîn her dem diguhere. Wî jî zanînên di teza xwe ya doktorayê de li gorî zanînên nû guhartîye. (Aydogan. 2013: 8) Ez ê hewil bidim ku di vê nivîsa xwe de bi navê Lêkolîn û Gumanê nivîsek li ser pirtûka Îbrahîm Seydo Aydoganî ya bi navê Guman-1, Zimanê Kurdî ku di sala 2013an de ji nava weşanên Lîsê der çûbû, binivîsim

A+ A-

Ez dixwazim di serê de li ser têgeha lêkolînê û pêwendîya wê bi gumanê re rawestim. Mebesta min ji lêkolînê xebatên zanistî ne. Xebatên zanistî ti carî wek rastîyek ku nayên guhertin nîn in. Her dem li alîyek wan gumanek, geloyek lêpirsînî radiweste. Wek ku nivîskarê Guman-1ê jî gotiye zanîn her dem diguhere. Wî jî zanînên di teza xwe ya doktorayê de li gorî zanînên nû guhartîye. (Aydogan. 2013: 8) Ez ê hewil bidim ku di vê nivîsa xwe de bi navê Lêkolîn û Gumanê nivîsek li ser pirtûka Îbrahîm Seydo Aydoganî ya bi navê Guman-1, Zimanê Kurdî ku di sala 2013an de ji nava weşanên Lîsê der çûbû, binivîsim.

Di binê navê pirtûka ku me li jorê nivîsî de wek bin nav wiha hatîye nivîsîn: Demsazî, Hevoksazî, Watesazî û Gotar. Meriv kare bibêje ku ev bin nav jî hinek kurteya naveroka pirtûkê ye. Pirtûk jî ji sê beşên bi navê 1- Rêziman û Demnasî, 2- Mijarên Kurmancî û 3- Gumanê pêk tê. Nivîskarê pirtûkê gotarên xwe yên ku di sê beşên pirtûkê de anîye cem hev, di hevoka yekem a pêşgotinê de parastîye, û gotiye ku dê gelek kes bi meraq li pirtûka min binêrin û tênegihîjin. (Aydogan. 2013: 7) Meriv kare bibêje ku bi vî awayî nivîsîn, pir bi navê pirtûkê û nivîskarek nefspiçûk nakeve. Mebesta min li vir awayê gotinê ye. Di nivîsên xwe yên rexneyî de divê meriv bi pîvana çawa nivîsên xwe dinirxîne wisa yên kesên din jî binirxîne. Wek mînak pirtûka xwe bi hevoka: “Ev berhemek zanistî û akademîk e.” pasinandîye. Mebesta min ne ew e ku ev pirtûk ne zanistî û akademîk e. Mebesta min ew e ku meriv bi xwe pesnê xwe nade. Wek bav û kalên me gotiye “Pesin dayî, di dewsa wara de mayî”.

Ev pirtûka hêja ji gotarên lêkolîna li ser mijarên cuda yên zimanî pêk hatîye. Nivîskar balê dikişîne ser teza xwe ya ku di sala 2006an de, li ser ‘demnasîya zimanê kurdî di romanên kurdî de’ û dibêje ku gotarên Gumanê ji gelek hêlan ve wek mijara tezê di cihê xwe de nemane, guherîne ku guherîn jî bi demê re xwe dispêre zanînên ku diguherin. Taybetmendîya gumanê jî ji xwe ev e. Ti tiştek di cihê xwe de ranaweste, her di nava guherînê de ye. Hin zanînên ku rast tên hesibandin bi demê re çewtîya wan dertê holê. Mînaka Galîleo ku ji alîyê dadgeha engizîsyonê ve bi li hember dêrê derketinê tê tawanbar kirin, balkêş e. Rayedarên dêrê di pend û felsefeya Xristîyanî de dinivîsin ku Dinya rast e û di cihê xwe de rawestîye lê roj û heyv li dora wê diçin û tên. Gelîleo selimand ku Dinya glover e û li dora rojê dizivire. Mebesta me ji vê mînakê ew e ku her dem zanîn diguhere û bi saya vê guherînê zanist bi pêş dikeve.

Êdî ez bi rihetê dikarim pesnê vê pirtûk û nivîskarê wê bidim. Min bi xwe ji xwendina wê gelek sûd girt. Bi taybetî jî ji gotara wî ya bi navê “RÊZIMANÊN KURDÎ Û TERMÎNOLOJIYA WAN YA ZIMANNASÎYÊ” di xebata min a bi navê “Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî” de xwedî bandoreke pir mezin e. Me hemû tabloyên ku bi kedek mezin ya Îbrahîm Seydo Aydoganî hatine amadekirin di pirtûka xwe de bi cih kirin. Ez li virê spasiya wî dikim. Di vê gotarê de li ser tunebûna termînolojîyek hevpar a rêzimana kurdîya Kurmancî tê rawestin. Wek sedemên vê kêmasîyê li ser heşt xalan hatiye rawestin:
1- Tunebûna perwerdeya bi kurdîya kurmancî hevpar di vê mijarê de
2- Tunebûna sazîyeka di vê mijarê de desthilatdar û helwesta çareserkirina kêşeyê ji alîyê kesan ve rewşê aloztir dike,
3- Rêzimanên kurdî bêtir di binê bandora zimanên bîyanîde têne nivîsîn,
4- Lêkolînerên kurdî hev naşopînin, ji ber vê jî karek zanistî nayê kirin,
5- Lêkolîner bi bandora partîyên sîyasî dûrê hev dikevin,
6- Ji ber sedemên jorê termînolojîya kesî li ser termînolojîya giştî zal bûye,
7- Ev rewş rê li ber hev famkirina zimannasan digire,
8- Wek riya çareserîyê bi lezgînî avakirina Dezgeheke Zimanê Kurdî tê pêşniyaz kirin. (Aydogan. 2013. 46)

Meriv kare bibêje ku di şeş gotarên din ên beşa Rêziman û Demnasîyê de, ji xeynê gotara bi navê ‘Di romana kumancî de ergatîf’ê hemû li ser demnasîyê ne.

Beşa duyem ji mijarên cur be cur ên kurmancî; wek zimanê malper û rojnameyên kurdî, dîwana zimên, navê mehên 30 rojî, pirsgirêkên wergerê, efsaneyên alfabeya kurdî û Erebê Şemo pêk tê.

Beşa sêyem a ku pirtûkê navê wê girtîye ji du gotaran pêk tê. Yek li ser pêwendîya avakirina neteweyan bi wêjeyê re radiweste. Ya dî jî li ser rola neyînîya zarava û alfabeyan radiweste.

Me bi vê nivîsa xwe xwest em balê bikişînin ser girîngîya xebatên zanistî û xwendina van berheman. Bi hêvîya ku bala çend zimanhezên kurdî bikişîne, em ji zimannasan re serkeftin dixwazin.

10.04.2017


Gotinên miftehî :