1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. 121 SAL PAŞÊ ROŞEK PÊŞ KET
121 SAL PAŞÊ ROŞEK PÊŞ KET,121,sal,paşê,roşek,pêş,ket

121 SAL PAŞÊ ROŞEK PÊŞ KET

A+ A-

Di 121em salvegera derketina Rojnameya Kurdistanê de, hat ragihandin ku derkettina rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana 1898an de nîn e, di 21ê Nîsana wê salê de bûye.

Li Amedê, di 27ê Nîsana 2019an de, li hola Odeya Bazirganiyê, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî û Kurdistan-24 TVyê ve, konferansek bi navê “Di Salvegera 121emîn a Rojnameya KURDISTANê de Rewşa Medya û Çapemeniya Kurdî” hat li dar xistin. Ji zankoyên Başûrê Kurdistanê Dr. Hêrîş Resûl, Dr. Rezwan Badînî, Dr. Megded Sapan û Fuad Elî beşdar bûn. Ji Bakûrê Kurdistanê jî Dr. Ekrem Onen û Seîd Veroj jî axaftvan bûn.

Di destpêka konferansê de, Dr. Megded Sapan li ser dîroka rojnamegerîya kurdî rawestiya û got ku divê kurd li ser dîroka rojnamegerî rawestin. Di berdewama axaftina xwe de got ku cara ewil Marûf Xeznedar dîroka derketina rojnameya Kurdistanê 22yê Nîsanê diyarkiriye, piştî wî Dr. Kemal Fuad jî heman rojê pejirandiye. Lê li gora lêkolînên xwe yên li ser wê rojê dîtiye ku li ser rojnameyê roja pêncşemê nivîsîye û ew roj jî 21ê Nîsanê ye. 22yê Nîsana 1898an tê roja înê, lewra 21ê Nîsanê roja derketina rojnameya Kurdistanê ye. Dr. Fuad Elî jî li ser pêvajoya akademiya kurdî ya ragihandinê rawestiya. Dr. Adnan Yusif jî li ser yasaya çapemeniya medyaya kurdî rawestiya.

Dr. Ekrem Onen jî li ser pêvajoya radyoyên kurdî rawestiya û balê kişand ser radyoyên bi kurdî ku ji aliyê biyanîyan ve hatine sazkirin. Bi gotinek rûsan a ku li ser artêşê gotine “ger hûn artêşa xwe xwedî nekin, hûn dê artêşa biyanîyan xwedî bikin” yanî ger kurd çapemeniya xwe xurt nekin, dê çapemeniyên biyanî cihê wan tijî bikin.

Bo vîdeoya konferansê bitikîne.

 


Bêjeyên Miftehî