1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. CERVANTES: Projeya 1001 Berhemî
CERVANTES: Projeya 1001 Berhemî,cervantes,projeya,1001,berhemî

CERVANTES: Projeya 1001 Berhemî

A+ A-

Weşanxaneya Lîsê projeya wergerandina 1001 berhemên cîhanî bo kurdî bi navê Cervantes da dest pê kirin. Berhema yekem bi jimara 1001î “Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingerîyê” ye.

Roja 26ê Îlonê li 6. Fuara Pirtûkan a Amedê Panelek bi navê “Cervantes: Deriyê Wêjeya Cîhanî ku li Kurdî Vedibe” hebû. Panelîst Salih Agir Qoserî û Fexriye Adsay bûn. Di panelê de Salih Agir Qoserî li ser girîngiya wergerê rawestiya. Di pêşkêşa xwe de li ser cureyên teoriya wergerê rawestiya. Fexriye Adsay di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser helwesta Tuyapê ya li hember zimanê kurdî û got ku ev helwest jî cureyek polîtîkaya asîmîlasyonê ye, divê bê protestokirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de agahiyên balkêş di derbarê Cervantes: Projeya wergera 1001 berhemî de da.

Bo guhdarîkrinê Vîdeoya Panelê bitikîne


Bêjeyên Miftehî