SIRA SERKEFTINÊ
Roja 21ê Kanûnê(21.12.2025), li navenda Sûrê ya bajarê dêrîn, mekanek bi navê “Avesta Culture”ê hat vekirin. Xwedîyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah KESKÎN, di axaftina vekirinê da peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwend û jê ra spasîya dîyarîkirina du Tabloyên hunermendên navdar ên Kurdistanê, kir.
Dema em çîroka Weşanxaneya Avestayê dibihîzin ku ew di sala 1995an da vebûye. Ji hezarî zêdetir pirtûkên li ser ziman, dîrok û çanda kurdan çap kiriye. Niha jî di navbera Derîyê Nû û Derîyê Mêrdînê da, li nêzîkê mizgefta ‘Erebşêxê, mekanek gewre bi navê “Avesta Culture”ê vekirîye. Di axaftina xwe da got ku dê ev mekân bibe cihê her cure çalakîyên çanda kudî û derîyê me ji hemû kurdan ra vekirîye. Di vî mekanî da dê pirtûkxaneyek bi navê “Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan”, mîrê zimanê kurdî vere vekirin.
Em dixwazin li vêderê kevanekek vekin û pirsek bikin. Gelo sira serkeftina rêwîtîya Evdila û malbata wî ya bo ziman, wêje û çanda kurdî çi ye? Bi qasî ku em wî û malbata wî dinasîn ew, karê xwe bi evîneka domdar û bi biryar dimeşînin. Em di xebata wan a pîroz da, ji wan ra serkeftina pêşengîya vekirina zanîngehek kurdî li navenda bajarê me yê dêrîn, dixwazin.
Ahmed KANÎ
