1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. ROJÊN WÊJEYA KURDÎ LI ALMANYAYÊ
ROJÊN WÊJEYA KURDÎ LI ALMANYAYÊ,rojên,wêjeya,kurdî,li,almanyayê

ROJÊN WÊJEYA KURDÎ LI ALMANYAYÊ

A+ A-

Belawelabûn rastiyeke jiyana me Kurdan e. Lewre ev yek di nava PENa Kurd de jî heye. Armanceke me ya din jî cebirandina vê belawelabûnê ye. Em dixwazin rewşenbîrên Kurd êdî ne tenê di malên xwe de bimînin û binivîsînin. Em dixwazin karibin têsîrê li ser jiyana Kurdî bikin. Her wiha di cîhana navneteweyî de jî bi rola xwe ya edebî rabin.

Navenda PENa Kurd wê Tebaxa îsal li Elmanyayê Rojên wêjeya Kurdî li dar bixe. Rojên wêjeyê di navbera rojên 03.08 – 05.08 de li bajarê Elmanya Braunschweigê bi navê “Nirxandina Îslama Siyasî di Eyneya Wêjeya Kurdî de” bi rê ve biçe. Ev çalakî wê malovaniya 40 nivîskar, helbestvan û weşangerên Kurd ên ji çar perçeyên Kurdistan, Ewrûpa, Qefqasyayê bike.
Ji komîteye amadekar, helbestvan Xiyasedin Zaroj Stêrk merama PENa Kurd a bi lidarxistina van çalakiyan, naveroka bernameyê û xebatên din ên PENa Kurd vegotin. Stêrk diyar kir ku armanca wan berî her tiştî hevnasîna endamên PENa Kurd e û got: “Em dixwazin ev çalakî ne tenê hin endamên me lê hemû endamên me bihewîne. Lewre herçî dikare xwe bigihînin cihê çalakiyê vexwendî ye. Armanca me ew e ku ji Kurdistan, Ewrûpa, Qefqasya û cihên din ên Kurd lê dijîn 40 nivîskar, helbestvan, weşanger û hwd. werin tevlî rojên me bibin.“

Çima Îslam?

Stêrk anî ziman ku mijara wan a nîqaşê rola Îslamê ya di jiyana Kurd de ye û wiha peyivî: “Mijara me Îslama siyasî û nirxandin, tevçûna wê ya di wêjeya Kurdî de ye. Ji ber ku têsîra Îslama siyasî li ser jiyana Kurdî xurt e. Her wiha ev yek mijareke aktûel e û têsîra xwe pêşî li ser Rojhilatanavîn piştre li ser cîhanê heye. Bêguman dewsa wê ya di dîroka Kurd û Kurdsitanê de jî heye ku me ev mijar hilbijart.“

Ji her derê nivîskar û weşanger tevlî dibin

Li ser kesên ku wê beşdarî çalakiyan bin Stêrk îşaret bi pirrbûn û cihêrengiya beşdaran kir û got: “Ew kesên ku Kurd in û li ser edebiyata Kurdî dixebitin endamên me ne. Em dixwazin ev çalakî ne tenê hin endamên me lê hemû endamên me bihewîne. Lewre herçî dikare xwe bigihîne cihê çalakiyê vexwendî ye. Armanca me ew e ku ji Kurdistan, Ewrûpa, Qefqasya û cihên din ên Kurd lê dijîn 40 nivîskar, helbestvan, weşanger û hwd. werin tevlî rojên me bibin. Lê belê ji niha ve hejmara kesên ku dixwazin werin ji 40î boriye. Weke mînak ez hinekan bêjim: Prof. Dr. Celîlê Celîl, Eskerê Boyîk, Prof Dr. Bedirxan Sindî yê Başûr, Mizgîn Hesko, Yildiz Çakar, Prof. Dr Kinyazê Ibrahîm, Dr. Bêrîvan Doskî, Dr. Zerdeşt Haco, ji Başûrê Efrîqayê endamekî me bi navê xwe Welat, Dilşad Xoşnav, Çîmen Mûrat, Şefîq Botî, Fergîn Melîk Aykoç, Abdulkadir Ulumaskan, Fatma Savci, Salihê Kevirbirî, Şêxmûs Sefer û hwd. Mixabin ji ber problemên wîzeyê hatina hin endamên me yên ji Rojhilatê Kurdistanê heta niha jî ne diyar e. Lê Nazarî Darkorî wê ji Rojhilat were û tevlî çalakiyan bibe.“

Sê rojên xweş û geş

Stêrk li ser çawaniya birêveçûna çalakiyê jî got: “Roja pêşî ji saet 2yan û pê de em dixwazin dest bi çalakiyên xwe bikin. Vekirin ew ê bi muzikê dest pê bike. Ev muzîk ewê helbestên ku bûne stran be. Wek nimûne ji helbestên Feqiyê Teyren, Melayê Cizîrî ên bûne stran wê Sebahattîn Xoceyê ji Bakur bistrîne. Piştî muzîkê ewê hevnasîn dest pê bike. Her kes wê xwe bide naskirin û li ser kar û barên xwe wê agahiyan parve bike. Roja diduyan jî wek sê beşan hatiye organîzekirin. Nivîskar bi dilê xwe ne yên ku dixwazin ewê li ser rewşa dawî ya edebiyata Kurdî fikr û pêşniyarên xwe vebêjin. Her wiha wê semînera me ya li ser mijara îslamê piştî vê dest pê bike.“

Bila bibe wesîleya hevnasînê di nava endamên me de

Stêrk anî zimên ku ew weke PENa Kurd dixwazin bi vê mijarê di edebiyata Kurdî de geşedanekê bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Armanca me ya sereke ew e ku rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd mijara ku me daye ber xwe, ji xwe re ciddî bigirin û di edebiyata xwe de bi kar bînin. Da ku têsîreke erênî li ser edebiyata Kurdî bikin. Wek ku tê zanîn gelek rewşenbîrên Kurd tenê navên hev dizanin. Em dixwazin ev yek bibe wesîleya hevnasînê di nava endamên me de. Belawelabûn rastiyeke jiyana me Kurdan e. Lewre ev yek di nava PENa Kurd de jî heye. Armanceke me ya din jî cebirandina vê belawelabûnê ye. Em dixwazin rewşenbîrên Kurd êdî ne tenê di malên xwe de bimînin û binivîsînin. Em dixwazin karibin têsîrê li ser jiyana Kurdî bikin. Her wiha di cîhana navneteweyî de jî bi rola xwe ya edebî rabin.“

Li Kurdistanê jî bi heman xurtiyê

Stêrk diyar kir ku ew dixwazin ev çalakî bibin destpêkeke nû û wiha axivî: “Armanca me ew e ku ev xebat bibê destpêka xebatên cihêreng û nû. Beriya ku navenda me biçe Amedê me her wextî çalakiyên cihê li dar dixistin. Lê piştî ku me navend bar kir, bivênevê xebatên me hinekî kêm bûn. Em niha hewl didin ev yek bibe destpêkeke nû û ji niha û şûnve her sal herî kêm sê yan jî çar caran çalakiyên bi vî rengî li dar bixin. Bêguman li Kurdistanê jî emê bi heman bawerî û xurtbûnê xebatên xwe bimeşînin. Çalakbûna me wê qewet û hêza rewşenbîriya Kurd jî derxîne holê. Xebatên me ji fikrên siyasî wê de bi netewebûnê ve elaqedar in. Lewma herkesî dihewîne.“

Di jiyana me de her şer û dagirker hene

Li ser rola wêjaya Kurdî jî Stêrk anî zimên ku wêjeya Kurdî di jiyana Kurd de ne xwedan têsîreke xurt e û got: “Mixabin hêza edebiyata me niha ne xwedî têsîr e. Weke ku li ber çavan e di jiyana me de her şer û dagirker hene. Şertên şênber ên ji bo afirandina edebiyateke xurt li Kurdistanê pirr û li ber çavan in. Lê belê şertên razbêr ne li cihê xwe ne. Ev şertên sûbjektîf jî girêdayî hunera mirovên ku hunerê dihûnine. Weke ku tê zanîn rewşenbîrî di pêvajoyan de kamil dibe. Zincîra şaristaniya jiyana Kurd gelek caran hatiye qutkirin. Ji ber ku pêvajo hatiye birîn rewşenbirîtiya me jî nekemilî ye. Her cara ku serî hildaye dijminan ew ser çewisandiye. Lewre derfet nehîştiye wezîfeya xwe weke ya alemê bi cih bîne.”

Gava derûdor xwe lê kerr bike

Li ser xebatên PENa Kurd jî Stêrk anî zimên ku ew her di nav hewldanan de ne û got: “Xebatên me her çaxî hene. Carina kêm carinan jî zêde ne. Helbet di vir de bi qasî rola me rola derûdorê jî muhîm e. Gava kesek bi berz biqîre lê derûdor xwe lê kerr bike ev yek bêfêde dimîne. Em wek PEN a Kurd helbet endamê PENa Navneteweyî ne. Li gel karê xwe yên rûtîn PENa Navneteweyî bala xwe dide ser nivîskar û rewşenbîrên bi zilmê re rûbirûne. Lewre xebatên me roleke xwe ya girîng heye ji bo raya giştî ya navneteweyî. Ez dikarim bêjim ku PENa Kurd yek ji PENên herî bi çalak e. Ji ber ku pirsgirêkên me gelek in. Her wextî hin ji endamên me ya dikevin hepsan yan jî bi awayekî din li rastî zilmê tên. Lewma em mecbûr in bi zîrekî tevbigerin. Da ku hikûmetên zordest bi awayekî fermî ji hêla raya giştî ve werin şermezarkirin.”

Zaroj Stêrk kî ye

Xiyasedin Zaroj Stêrk ji Serheda Bakurê Kurdistanê ye û li Amedê mezin bûye. Di salên 70’yî de têsîre kurdayetiyê lê bûye. Lewre di ciwaniya xwe de, di nav Şoreşgerên Demokrat de cihê xwe girtiye. Di komelaya mafên mirovan de li Amedê bi awayekî çalak xebat meşandine. Di salên 90’î de ji ber zilm û zexta dewleta Tirk neçar maye ku ji welêt derkeve. Ji destpêka 1991ê ve li Elmanyayê dijî. Ji bo perwerdeya Kurdî li Hamburga Elmanyayê bê dayîn bi hevalên xwe re xebat meşandine ku di encamê de dersên Kurdî li dibistanan hatine dayîn. Her wiha demeke dirêj serokatiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê kiriye û niha jî endamekî vê komelê yê çalak e. Xebatên xwe yên li ser pedagojiya dibistana bilind bi zaningeha Zurihê re ji bo amadekirina materyalên ji bo dersên Kurdî didomîne. Li aliyê din helbestên wî yên bi Kurdî hene û di saziyên sivîl ên Elman de jî cihê xwe digire.

Têbinî: Ev nûçe ji aliyê Argeş Kehnîhejîrî ve hatiye amade kirin û di Navenda Nûçeyan de hatiye weşandin. Em spasiya Mamoste Xiyasedîn dikin ku nûçeyê ji malpera me re jî şandîye.

28.06.2018