1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Wateya Guhertina Herfan jibo Kurdan
Wateya Guhertina Herfan jibo Kurdan,wateya,guhertina,herfan,jibo,kurdan

Wateya Guhertina Herfan jibo Kurdan

A+ A-

Îsmaîl BEŞÎKCÎ

Berhema M. Malmîsanijî ya bi navê ‘Rêxistênê Kurdan ên îstîklalxwaz berî 1925an’ (Vate, Stenbol 2020) derket.

Ev xebata ku bingeha xwe ji dokumentan digire, berevajî zanîna berbelav, nişan dide ku kurd piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, di 1920an da, di nava xebateke sîyasî ya pir mezin da ne. Rêxistinên ku behsa wan tê kirin ev in:
1. Cem’îyeta Îstîxlasa (rizgarîya) Kurdistanê
Cem’îyeta Îstîxlasa Kurdistanê di 1917ê da hatîye avakirin. Di nava damezrînerê wê da kesên wek Simko, Seyîd Taha, Seyîd Abdullahê kurê Seyîd Abdulqadîr hene. (r.37-39)
Niştîmanperwerên wek Kamil Bedirxan, Abdurezaq Bedirxan bo serxwebûna Kurdistanê bi Rûsyayê ra hevdîtin pêk tînin. Di vê çarçoveyê da Nûrî Dêrsimî, Elîşêrê Koçgîrî di nava xebateke pir mezin da ne. Hinek kurdên Dêrsimî bo otonomîya Kurdistanê ji Çarê Rûsî ra têlgraf şandine.
2. Komîteya Îstîqlalê (Serxwebûnê) ya Kurd
Komîteya Îstîqlalê ya Kurd, li Qahîreyê, di 1918ê da hatîye avakirin. Di nava vê rêxistinê da Sureyya Bedirxan, di nava hewldanên pir mezin da ye. Serokê Komîteyê Mardînîzade Muhammed Arif Paşayê (1852-1920) parêzgerê kevin ê Şamê û ji endamên Şûraya Dewletê ye. Sektererê wê jî Sureyya Bedirxan e. Di nava belgeyên taybet ên Mevlanzade Rifatî da, navê damezrînerên komîteyê jî hene. Di salên 1917-1918an da, Sureyya Bedirxan li Qahîreyê weşana rojnameya Kurdistanê didomîne. Rojname berjewendîya kurdan diparêze, ji 15 rojan carek dertê. (r.43) Rojname li ser hev maf û azadîya kurdan bo hêzên Ewropî bibîr tîne.
3. Cemiyeta Te’alî ya Kurdistanê
Cemiyeta Te’alî ya Kurdistanê di 17ê Kanûna 1918ê da, li Stenbolê hatîye avakirin. Li qadên wek Diyarbekir, Xarpêt, Xinis, Dêrik, Koçgirî, Xozat, Bedlîs, Erzirom, Wan, Sêrt, Mûş, Bazîd, Erebgir, Xerzan 19 şaxên wê hebûne.
Memduh Selîmê ku di gelek rêxistinê kurdan da rêvebertî kirîye, pêvajo û daxwazên kurdan wiha pêşkêş dike: Kurdan ji demek pir qedîm ve bi armanca wek netewek jîyankirin, bi parastina binyada xwe ya netewî jîyankirin, bi bextewarî û di bin îdareyek ku ji rihê wan tê da jîyankirine. Divê bi zelalî bê zanîn ku tu îdareyek bi rihê kurdan ra nelihevkirî, dê nikaribe li Kurdistanê payedar bibe. Di çarenûsa kurdan da ancax dê daxwazê kurdan pêk bên. Dê kurd bijîn û serbilind bin.’ (r. 25-26)
Di dema raperîna Koçgirîyê da, li herêmê, ji alîyê kurdan ve hinek danezan hatin belavkirin. Ya herî girîng ji van danezanan, ya bi îmzeya ‘Hikûmeta Miweqed/demkî ya Kurd’ e. (r.77) Ev danezan avabûna Hikûmeta Kurd radigihîne, didezanîn ku dê di çarçoveya Prensîbên Wilsonî da, bo Kurdistanek otonom, girêdayê dewleta Osmanî xebat bê kirin. Ev yek ji danezanên girîng ên Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ye.
4. Firqeya Milet a Kurd
Li ser Firqeya Milet a kurd, di 19ê Tîrmeha 1919ê da, hin nûçe di çapemenîya Osmanî da hene. Kesên niştîmanperwer ên wek Memduh Selîm (nûnerê firqeyê ye), Hîzanîzade Kemal Fevzî, Babanzade Ezîz, Necmedîn Huseyin di vê firqeyê da cih digirin. (r.87)
5. Firqeya Demokrat a Kurd
Di heqê Firqeya Demokrat a Kurd da, ji Tebaxa 1919ê ve hin nûçe di çapemenîya Osmanî û rojnameya Jinê da cih girtine. Ji rêveberên Firqeya Demokrat a Kurd Abdulaziz Yamulki dixwaze ku maf û azadîya kurdan di çarçoveya prensîbên Wilsonî da, bêne garantî kirinê. (r.89 vd.)
6. Cemîyeta Teşkîlata İçtîma‘î ya Kurd (1920)
Damezrînerên Cemîyeta Teşkîlata İçtîma‘î ya Kurd ev in: Emin Ali Bedirxan, Ferîd Bedirxan, Şukrî Baban, Fuad Baban, Dr. Abdullah Cewdet, Dr. Şukrî Mehmed, Kemal Fevzi Bedlîsî, Ekrem Cemil Paşa, Necmedîn Huseyin Kerkûkî, Mevlanzade Rifat, Memduh Selîm. Serokê Cemiyetê Emin Ali Bedirxan, sekreterê wê Memduh Selîm e. Serxwebûna Kurdistanê li gora Prensîbên Wilsonî tê plankirin. Di tevna van peywendîyan da, bi taybetî alîkarî ji Brîtanyaya Mezin tê xwestin. Ala Kurd ya kesk, sor û spî û li navê roja zer, ji alîyê Cemîyeta Teşkîlata İçtîma‘î ya Kurd ve hatîye pêşnumakirin.
7. Komîteya Îstîklal (serxwebûn) û Îstîxlasê (rizgarîyê) ya Kurdistanê
Em, Komîteya Îstîklal û Îstîxlasê ya Kurdistanê, ji belavoka ku tê zanîn ku piştî berxwedana 1925an a bi serokatîya Şeyx Seîdî, hatîye nivîsîn, fêr dibin. Li binê vê belavokê îmzeya bi awayê ‘Navenda Giştî ya Komîteya Îstîklal û Îstîxlasê ya Kurdistanê’ hebû. (r.101-102)
Komîteya Îstîklal û Îstîxlasê ya Kurdistanê hewl dida ku bi rayedarên Yekîtîya Sovyetan ra peywendî ava bike. Belgeyek girîng a li ser van peywendîyan a ku ji 10 bendên biryar û mercên rêxistinê pêkhatî ji alîyê Xalid Begê Cîbranî ve bo Konsolosê Erziromê yê Yekîtîya Sovyetan, Pavloskiyî ra tê pêşkêşkirin. Di ev 10 bendên ku behsa wan hatî kirin da, agahî derbarê Kurdistanê da tên dayîn, cexta serxwebûna Kurd/Kurdistanê tê kirin.
Şaxên Komîteya Îstîklal û Îstîxlasê ya Kurdistanê li qadên wek Stenbol, Qers, Bazîd, Melezgirt, Gimgim, Xinis, Mûş, Bedlîs, Wan, Sêrt, Şirnex, Cizîr, Diyarbekir, Mêrdîn, Xerpêt, Erzîncan, Dêrsimê hebûn.
Ji endamên komîteya navenda rêxistinê Kemal Fevziyê Bedlîsî, di 23yê Çirîya Paşî ya 1923yê da, nameyek Simkoyî digihîne konsolosê Yekîtîya Sovyetan ê Ormiyeyê. Di vê hevdîtinê da Kemal Fevzi, ji Yekîtîya Sovyetan, bo Kurdan alîkarî dixwaze. Hewl dide ku fêr bibe dê alîkarî bikin an nekin.

Di wan rojan da, Wezareta Karêderve yê Yekîtîya Sovyetan, di agahîyek ku ji nûnertîyên Enqere û Tehranê ra şandîye da dide xuyakirin ku ew, daweya kurdan wek meseleyek navnetewî nabînin. Dide zanîn ku dana xweserîyê bo Kurdistanê red dikin. Dibêje, ‘ger Tirkiye xweserîyê bide Kurdistanê, dê bibe geşedanek li dijî berjewendîyên me.’ (r. 109-112)


Lêkoler, nivîskar Malmîsanij ev agahî, bi çavkanî nîşandana lêkolîna Dr. Afrasyab Hewramanî ya li ser Şoreşa Şeyx Seîdê Pîranî, dide.
Li virê helwesta li dijî kurdan a rêveberîya Yekîtîya Sovyetan bala meriv dikişîne. Rêveberên Yekîtîya Sovyetan, di salên 1910an da, behsa mafê dîyarkirina dahatûya xwe ya neteweyan dikirin. Lê di salên 1923yan da, meseleya Kurd/Kurdistanê, êdî wek meseyek navneteweyî jî qebûl nakin. Lê di rastîyê da, jiber dabeşbûn, parçebûn û parvekirina wê di navbera Britanyaya mezin (Iraq), Frensa (Sûriye), Tirkiye û Îranê da, bi awayek zelal xuyaye ku meseleyek navnetewî ye.
Piştê Şerê Yekem ê Cîhanî, di 1920an da, gelek rewşenbîrên kurd ên wek Memduh Selîm, Kemal Fevzî, Emin Ali Bedirxan, Sureyya Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ekrem Cemil Paşa, Kadri Cemil Paşa, Mevlanzade Rifat, Liceli Ahmed Ramiz, Dr. Mehmed Şukrî, Elîşêr, Nûrî Dêrsimî, Xalidê Cibranî… bo Kurd û Kurdistanê di nava hewldanek pir mezin da tên dîtin. Her çi qasî li Stenbolê bixebitin jî dîyar e hewl didin ku bi Kurdistanê ra, bi gel ra peywendî ava bikin.
***
Bi tevî ku di weşanên wek Jîn, Kurdistan, Serbestî, Sedayê da ev daxwazên Kurd/Kurdistanê hatine zimên jî lê li Lozanê Kurdler/Kurdistan hatin dabeşkirin, parçekirin parvekirin. Piştî vê, înkara kurdan û kurdî bû polîtîkayek esasî ya dewletê. Dihat parastin ku her kesê di nava sînorê Komara nû ya Tirkiyeyê da dijî tirk e, zimanek bi navê kurdî tüne ye.


Guhartina Herfan


Bi rastî wek ku di xebata ‘Rêxistinên Îstîklalxwaz ên Kurdan Berî 1925an’ a Malmîsanijî da jî tê dîtin, di çaryeka ewil a sedsala bîstemîn da, li nava kurdan xebatên civakî, sîyasî û çandî yên berfireh hene. Şopandina van xebatan di sazîyên weşanê yên wek rojnameya Kurdistan, Kurd Teawun û Teraqî, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Serbestî, Seda û hwd. da, di rêxistinên Cemiyeta Teawun û Teraqîya Kurd, Hêwî Kurd da û di 7 rêxistinên ku li jorê navê wan derbas bû da pêkan e.
Li gor qen’eta min, guherîna herfan di pêvajoya înkar û îmhayê da bûye rêyek girîng bo astengkirina nifşên nû yên kurdan ku negihîjin ev xebatên hatine kirinê.
Berê ez difikirîm ku guhertina herfan bi hevahengîya dünyaya modern ra eleqedar e. Lê dema ku peywendîyên li jorê hatin dîyarkirin bibin mijara gotinê bi rehetî dikare bê gotin ku guhertina herfan, di plana ewil da, bi kurdan ra, bi asimilasyona kurdan ra eleqedar e.


Înqilaba herfan a 1ê Çiriya paşîn a 1928ê, bo tirkan û bo kurdan ji hev pir cêwaz e. Dikare bê gotin ku tirk bi guhertina herfan bi dünya modern ra bi awayek rehettir ketine rêya lihevkirinê. Bo kurdan jî tê wateya afirandina zemînek bo redkirina ziman û çanda kurdî, bi darê zorê jîyana kurdan di nava ziman û çanda tirkî da.
Bi guhertina herfan rabirdû wek bi kêrek bê qetandinê ye. Dîyar e ji 1928an, ya rast kurdên ku di dema Komarê da hatine dunyayê dê nikaribin bibin xwedîyê ti agahîyek rast di heqê dîroka kurdan da.

Piştî 1928an, ya rast piştî Komarê agahîyên ji zarokê kurdan ra tê dayîn jî bi awayê ku ew tirk in, bi navê zimanê kurdî jî zimanek tune ye. Ev agahî bi awayek organîzekirî ji alîyê rêveberîya giştî ve, ji alîyê leşker û polîsan ve, ji alîyê medya, dibistan, unîversîteyan ve, ji alîyê darazê ve tê dayîn. Bi guhertina herfan ra hişê zarokê kurdan wek kaxizek spî ye. Li dibistanê çi bê gotin ew dê bê qeydkirin. Ronakbîrên kurdan ên ku dê agahîyên rast bidin jî ya di pevçûnan da hatine kuştin ya di hepsan da ne ya îlegal dijîn ya jî penaber in. Nifşê kurd ên di pêvajoya guhertina herfan da mezin bûne dîyar e ku dê nikaribin xwe bigihîjînin agahîyên rast ên ku li jorê mamoste Malmîsanijî behs kiribû.

Di Rejîma 12ê Adarê da, danişînên ku di Mehkemeya Leşkerî ya Fermandarîya Awarte ya Diyarbekirê da hatin kirin, derfeta derbaskirina neqebek girîng pêk anîn. Di wan rojan da kurd nexwedî agahîyên di vê nivîsê da hatî pêşkêşkirin bûn. Wek mînak di metnên bersiva îdî’anameyê da ev agahî nayên dîtin. Ez wê demê 32-33 salî bûm. Dr. Tarik Ziya Ekinci û hevalên wî 40-46 salî bûn. Girtiyên wek Musa Anter, Şukru Ramanî, Çeto Akgul, Halil Axa, Hurşit Axa ku îro ( Tebax 2020) tevan jî rehmet kiriye jî hebûn. Pêgirtiyên Komela Çanda Şoreşger a Rojhilat(DDKO), li dor 18-22 salî bûn. Bi temenê xwe zarokên biçûktir xwendekarên lîseyê, dibistana navîn jî bi îdîaya endamtîya DDKOyê ku hatibûn anîn jî hebûn.

Mamosteyên wek Mehmed Emin Bozarslan, Malmîsanij di nava salên 1970yan da, dest bi xebata li ser karê medya û rêxistinîya kurdan ê di çaryeka ewil a sedsala 20. da kirine, her ku çûye ev xebat bi hûrgilî heta roja me hatîye. Dikare bê gotin ku Seîdd Veroj jî nivîskar-lêkolerê vê pêvajoyê ye.