1. Tekst

  2. Gotar

  3. Xecê Daşxin
  4. 99 Morîkên Belavbûyî
99 Morîkên Belavbûyî,99,morîkên,belavbûyî

99 Morîkên Belavbûyî

A+ A-

Bêwelatîbûn mirineka li ser piya ye. Xeca SERHEDÎ

Helîm Yûsiv di sala 1967î da li rojavayê Kurdistanê û bajarê Amûdê tê rûyê dinê. Li Helebê beşa hiqûqê dixwîne. Ji ber rejîmê sala 2000î da bi awayekî qaçaxî berê xwe dide Elmanyayê, hêjî li wir dijî. Pirtûkên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî çap bûne. Di nava berhemên wî da çîrok, roman û lêkolîn hene. Çîroka wî ya yekemin bi Erebî hatiye nivîsandin û xelata Yekitiya Nivîskarên Ereb jî girtiye. Pirtûka wî ya çîrokan ya yekemin Mêrê Avis e (1991) Erebî hatiye nivîsandinê û pişt ra Kurdî çap bûye. Helîm Yûsiv 4 roman, 5 çîrok û pirtûkeka lêkolînê nivîsîye.

Berhemên nivîskar:
Sobarto (roman)
Tirsa Bêdiran (roman)
Gava Ku Masî Tî Dibin (roman)
99 morîkên belavbûyî (roman)
Mêrê Avis (çîrok)
Jinên Qatên Bilind (çîrok)
Mirî Ranazin (çîrok)
Memê Bê Zîn (çîrok)
Ausleng Beg (çîrok )
Romana Kurdî (lêkolîn)
Pirtûka wî ya yekemin ya Kurdî Mirî Ranazin e.

Di edebiyata dinê da li ser her peyv, mijar û hestî tarz û teknikên cuda va gelek berhem hatine afirandinê. Lê gava meriv edebiyata dinê û ya Kurdî dide ber hev, dibîne ku edebiyata Kurdî da valahî û windabûneka mezin heye. Bo wî her nivîskarekî Kurd barekî ji barê nivîskarên dinê zêdetir hildide hustiyê xwe. Nivîskarên mîna Helîm Yûsiv berhemên xwe yên di asta dinê da, teknîkên nûjen û cuda va wî valahî û windabûyinê tije dikin.

Romana nivîskar ya dawî 99 morîkên belavbûyi navê xwe semboleka rojhilatî ji tizbiyê digre. Belavbûna tizbiyê jî çîroka naverokê ye. Roman têbîniyeka nivîskar va dest pê dike, meriv ji wî fam dike ku çavkaniya çîroka romanê bîranîn û defterek e. Lê xemilandin û guhertinên nivîskar va bûye çîroka Azad û ya merivên penaber. Morîka yekem û ya dawî qala heman tiştî dike. Çîrok di nav wî xeleqê da diherike. Her çiqas tizbiya reş 99 morîk jî bibe em piştî bûyera morîka 59 an nizanin ji ber ku Azadê dest bi tizbî 59 saliya xwe da tê kuştinê û tizbî belav dibe.

Roman ne tenê çîroka serleheng çîroka Azad e, çîroka penaberiyê û çîroka dîroka nêz ya rojavayê Kurdistanê ye jî. Ji xwe mijar û alegoriyên nivîskar berhemên wî da xwe derd û kulên Kurdan va girêdidin. Li gorî Helîm Yûsiv nabe qelema nivîskarekî, gava zarokên wî zimanî bên kuştinê, welatê nivîskar bê talankirinê bêalî bimîne û tenê bikeve xema wêjeyê. Qe nebe gere kevirekî bikaribe bavêje aliyê dijmin, mîna Edward Seîd helwestekî nivîskar jî bibe.

Bûyerên romanê li Amûdê dest pê dikin û li Elmanyayê temam/dewam dikin. Di wê rê ya dûr da mijara dagirkeriyê, ziman, penaberî, necîbûn, evîn, biyanîbûn, windabûn û tekiliyên merivan tê vekolandinê. Lê nivîskar wan mijara bi awayekî klasîk na teknîkên nûjen û Helîm Yûsivvarî va dinivîsîne. Jiyana Azad di nav realîzma efsûnî da, di nav alegoriyên curbicur da tê li ber me. Xwîner jî di nav romanê da bi nivîskar ra dimeşe, watedayinê nû dibe para xwîner jî. Nivîskar dixwaze bêje hin gotin û peyvên min hemlê wateyên din in jî, mînak marên ku li welatê Azad dertên û her roj hejmar, jehr û hêza wan zêde dibin temsiliyeta îqtidar û belavbûna îqtidarê dike. Ew alegori di romana Sobartoyê da jî xwe di şiklê kulîyan da nîşan dikir ( kesên nêzî îqtidarê hemû dibûn kulî ). Mar li hemberî herkesî nîn in, mînak êrîşê maran dijî wan kesên “nankor” zêdetir in. Hin kesan dikujin, hin kesan vedidin û ew kes bi zorê xwe ji mirinê difilitînin, hin kesan ditirsînin, hin kesan jî jehr dikin dihêlin bo zarokên wan jî bên jehr kirinê û her malekî da marekî îqtidarê/merivekî îqtidarê çêbibe. Em wê alegoriyê da felsefeya rejimên dîktator baştir dibînin. Hin ciyan da jî nivîskar alegoriyên Kurdewarî bi kar aniye. Mînak gava ku Azad wêneyê serokê dagirkeran yê li ser poster dibîne, marên li ser milê wî jî dibîne. Xelk ji wan maran gelekî ditirse. Ew mar carna jî zimanê gel dixwe. Di wî alegoriyê da nivîskar silav dide çîroka Dehaq:

Di nav çîrokên karektera da nivîskar jiyana zihmet û sînorê jiyana xeyalî bi realîzma efsûnî va nêzî hev dike. Pir caran meriv fam nake ku kîjan xeyali ye, kîjan rasti ye. Mînak, balindeya reş dikeve nav tabloyên Azad jî. Dîtinên Azad yê diya wî di şiklê balindeya reş da û wî balindeyê ra parvekirina derdên wî jî heta dawiya pirtûkê di nav realîzma efsûnî da cî digre. Li gorî Azad hezkirin balindeyekî reş î mezin e û li serê çiyayên dil her gav bilind û bilind difire. Her baskek di destê aliyekî, kesekî da ye û ji bilî her du kesan tu hêz nikare wî balindeyê ji jor bîne xwarê.

Karakterên romanê yên penaber gelemperî nexweş û nîvco ne, hinek aliyê fizikî hinek jî aliyê derûnî va nexweş in. Mînak Muxtar, Ehmedê Kerkûkî, Berhem, Bawer, keçika biçûk, Hemoyê Êzdî. Lê karakterên Alman li gorî wan saxlemtir û xweşiktirin, mînak Sandra, Krîstîn, Herr Konig. Di wî parvekirinê da jî Helîm qedera welatên wêranbûyi (Kurdistan, Suriye, Fîlîstîn ) dike qedera meriv û bedena merivan. Welatek birîndar bibe, hemwelatiyên wî jî birîndar û nexweş dibin. Karakterên nexweş pir caran dizanin ku nexweşiyên wan bi cî û warên wan va girêdayine.

Azad him li Amûdê him jî li Almanyayê ne azad e. Li Amûdê di bin zora rejîmê da bû, gava hat Almanyayê jî kete binê siya pergala mezin. Li Amûdê bênasname û bêziman bû, mixabin li Almanyayê jî bênasname û bêziman e. Di nav her du pergalan da jî rola “ewê din “ da ye. Ji ber ku bêrûmet /bêdewlet e. Her du pergal jî dixwazin wî wekî xwe bikin. Marên aligirên rejîmê bes bo wî li her derê, her saziyê da jehra xwe berî hinava merivan dikin. Bo wî rewşî du vebijêrk hene, li Amûdê yan asimîlebûyin yan mirin li Almanyayê jî yan entegrebûyin yan jî weger. Eynî mesele di çîroka Berlîn Bêçav e da jî derbas dibe. Leheng tê Almanyayê jî qedexe, sînor, polês û zihmetiya dibîne. Entegrebûyin li gorî nivîskar, her çendî tê wateya jiyana bi hev ra, lê dîsa jî wate kullek dimîne, ji ber ku mebest ew bû: ew xelkên nû ku dest ji civaka xwe berdidin û tên welatên Ewropayê divê di nav vê civaka nû da entegre bibin (r. 90). Yanê gere dev ji xwebûna xwe berdin, bibin wekî wan. Lê ew kesên em çîrokên wan dixwînin guhertina wan berî entegrebûyînê zêdetir berve kal û bavê wan dibe.

Pirtûkên Helîm Yûsiv da mirin û zayîn di nav jiyanê da gelekî nêzî hev in. Mirin çûyineka bi dawî nîne, diya Azad miriye lê neçûye. Zayîn jî hertim hêvî û dilxweşî nîne, dayîkbûna xwe wekî barekî dibîne ji ber ku sedema mirina diya wî, hatina Azad bû. Ew bar gava bi Sandrayê va diçin nexweşxanê û êşên Sandrayê dest pê dikin jî tê dikeve dilê Azad, difikire lê ku Sandra jî bimire/bi hatina bebeka xwe ra. Lê sînorê mirin û jiyanê qasî dûrbûna Azad û balindeya reş e. Azad li Amûdê gava yek bimire hertim diçe li goristana Şermolayê. Bawer dike ku kesê mirî diçe ba diya wî, diya wî dê pirsa Azad bike, ji ber wî xwe nêzî nûmiriya dike.

Di vê romanê da jî erotîzm û tekiliyên cinsî wekî romanên Helîm Yûsiv yên din gelekî cî girtiye. Zêdeqalkirina erotîzmê wekî detayeka romanê nîne. Mînak romana Sobartoyê da erotîzm, ensest, homoseksuelî heta zoofiliyê jî mijarên sereke bûn. Di romana 99 morîkên belavbûyi da jî Yasîn pedofili ye.

Welat, di berhemên Helîm Yûsiv da di karakteren jin da jîn dide, di vê romanê da Berîvan, di Sobartoyê da Belqis bû. Berivan sa Azad ne tenê evînek e, di rastiya xwe da perçeyê axa Azad yê li wir mayî temsîl dike. Bi hatina Berivanê va tiştên ku Azad hestpêdike mezinbûna wateya welat e. Azad çiqas ji Berivanê hazkiribe jî nagihêje mirazê xwe. Ne xortaniya xwe da ne jî kaltiya xwe da. Ew trajediya Kurdekî penaber e û dûrbûn û bidestnexistina rûmet/welat e. Berîvan him evîna Azad e him jî welatê Azad e. Gava ji Yasîn ra qaldike Yasîn baweriya xwe bi wê evînê ra nayine û xiyanetê li hevalê xwe yê dil bi evîn dike. Ew xiyanet dişibe xiyaneta Kurdan ya navxweyi. Xiyaneteka din jî di romana Sobartoyê da tê serê Silêman. Kurtasiya romanê ez dikarim bêjim min di wî risteyê da dît “welat her du baskên mirov in” (r. 115)

Bêwelatîbûn mirineka li ser piya ye.


Gotinên miftehî :