1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. Aştiyago û Dîrok
Aştiyago û Dîrok,aştiyago,û,dîrok

Aştiyago û Dîrok

A+ A-

Berî ku em dest bi nirxandina romana dîrokî ya bi navê Aştiyago bikin, em dixwazin li ser rola edebiyatê di vegotina dîrokê da hinek agahî bidin. Em karin bi pirsek ji pirtûka “Edebiyat, Rexne û Destpêka Teoriyê”(1) dest pê bikin. Pirs ev e: “Peywendiya di navbera tekstek edebî û dîrokê da çi ye? Bi wateyek giştî, rexnegiran çar bersiv ji vê pirsê ra dîtine:

1. Tekstên edebî ne girêdayê demeke dîyar in, gerdûnî ne û di ser dîrokê ra ne: Peywenda wan a dîrokî ya afirandin û têgihîştina wan ti bandor li ser xebata edebî ya ku xwedî rêbaz û cîhana taybet a ji hêla estetîkê ve serbixwe ye, nake.
2. Peywendiya dîrokê ya xebatek edebî, yanî mercên ku tê da hatiye afirandin; bi îzahek maqûl a xwe ra di nava hev da ye: Tekst di nava peywendîya dîrokîyek dîyar da tê hilberîn ancax di çarçoveya taybetîya edebî da ji vê peywendê cuda dimîne.
3. Xebatên edebî dikarin alîkarîya têgihîştina me ya dema ku ew tên nivîsîn bikin: Bi taybetî tekstên realîst, temsîla xeyalî ya kêlî, bûyer an jî serdemên dîyar ên dîrokî pêşkêş dikin.
4. Tekstên edebî bi gotar (discourse) û binyadên retorîk ên din ra pêwendîdar in: Dibin parçeyek dîroka ku hê di asta nivîsandinê da ye.”
Ev çar ekolên edebiyat û dîrokê, ekolên cuda yên rexneyê karakterîze dikin. Ya yekem bi “Rexneya Nû” tê bi nav kirin. Ya duyem rexneya felsefî an “backround” e. Ya sêyem meyla wê li ser girêdana bi zanîna dîroka nerêtî ve heye. Ya çarem meriv kare bibêje “Dîrokgerîya Nû” ye.

Piştî vê kurte agahîyê em karin çend çavkaniyên li ser dîroka medan û romana Aştiyago hinek berawird bikin. Berhemek bi navê “Ji Keyatîyên Mezin î Rojhilata Antik Keyatîya MEDYA” ji aliyê Prof. (Ev bernavê Prof. hinek gumanê dixe ser berhemê) George Rawlinson ve bi îngilîzî hatiye nivîsîn.(2) Di beşa bi navê “Têbinîyên wergêr” da efsaneyek wek ku Aştiyago, goştê kurê serfermandarê xwe Herpago pê daye xwarin, lewma wî bi Aştiyago ra xîyanet kiriye û di şer da alîkariya persan kiriye. (Rawlinson, 2006, 207). Heman mijar di pirtûka nivîskar Selim Çurukkaya ya bi navê “APO’NUN AYETLERİ-Beyrut Günlüğü” da jî hatiye nivîsîn. (Çurukkaya, 2005, 149)

Dema em romana “Serwerê Med AŞTIYAGO”ya ku ji yazdeh beşan pêk hatiye dixwînin bi honak û sêwrandinek edebî kesayeta Aştiyago baştir dinasin. Bi kurtî em karin çîroka Aştiyago û Alyanîsê wiha pêşkêş bikin:

Di hevoka pêşîn da, vegêranê çîrokê Pîr Zero wiha tê şayesandin, Kelekî (kalekî) li dor heştê salî, li hespekî pîr siwar, seyekî pîrê jar li pey, mîna ji cîhanê su ketibe, bi axîna giyanê xwe ve berê xwe dabe bayê felekê, di wê şiverêya dev û devê çemê newala kutûrê re ber bi Rojhilat ve bi awayekî likumîn diçûn. Piştî vê şayesandinê Pîr Zero, hespê wî û se bi êrîşa çar guran ra rû bi rû dimînin. Seyê Pîr Zero, bo paraztina wî û hespê bi guran ra dikeve şerek giran. Heta ku şivanên ji dûr ve tên hawara wan hesp û gur bi êrîşa guran can didin. Lê Pîr Zero ji xwe da çûye. Gundî wî dibin gund. Li wirê rûspîyek wî nasdike. Gundî gelek rûmet didin Pîr Zeroyê dengbêjê Aştiyago (Bi Memê Alan tê berawird kirin) ye. Çîroka wî û Alyanîsê (Bi Zîna Zêdan tê berawird kirin) wek destana Memê Alan pêşkêş dike. Vegêrana çîrokê bi zewaca keça Aştiyago Menda û Kambîsê Persî dest pê dike. Aştiyago bi vê zewaca kefneşopî ditengije û diçe şerê Lîdyayîyan. Şerek dijwar di navbera wan da pêk tê. Paşê roj tê girtin. Her du alî jî vê bûyerê wek karesatek dinirxînin û peymana aştîyê destnîşan dikin. Wek nîşana wefadariyê Alyanîsa keça Keyê Lîdyayîyan bi Aştiyago ra dizewicînin. Ji vê zewacê kurek bi navê Key Xusro û Keçek bi navê Xormed tên dinyayê. Ji Keyê persan Kambîs û Mendayê jî kurek bi navê kuroş çê dibe. Herpagoyê serfermandarê medan zavê persan e. Bi Pasuwaya xwîşka Kambîs ra zewicîye. Kurek û keçek wan jî heye. Kurê wan ji aliyê Kambîs va tê kuştin. Herpago dixwaze keça wî bi kurê Aştiyago ra bizewice. Lê kurê Aştiyago vê zewacê napejirîne û ji aliyê Kuroşê Kambîs ve tê kuştin. Herpago jî jiber ku zewaca bi keça wî ra red kiriye, ji vê kuştinê ra çavê xwe digire û serfermandarê din Medhêz jî bi mirinê ra rû bi rû dihêle.

Keça wî Herpaye bi Kuroş ra dizewice. Ew piştî vê zewacê êdî bi persan ra dibe yek û artêşa medan têk diçe. Alyanîs û Aştiyago di rêyên nepenî ra ji Qesra Rojê direvin. Aştiyago, Alyanîsê dişîne mala bavê wê. Ew jî bo ku artêşa medan ji nûve birêxe dikeve nava hewildanê. Lê bi ser nakeve. Qesra Rojê ketiye destê Kuroş. Aştiyago û malbata xwe yek bi yek tên kuştin. Kurek ji Xormedyayê bi navê GAUMADA difilite. Kambîs li nêçîrê dimire lê Kuroj ji alîyê Tamrîsa (keça Medhêz) serwera Massegetan ve tê kuştin.

(1) Andrew Bennett & Nicholas Royle, Edebiyat, Eleştirî ve Kurama Giriş, Wer. Deniz Tekin, Weşanên Ayrinti, Stenbol 2018 (r. 152-153)

(2)Prof. George Rawlinson, Eski Doğu’nun Büyük Krallıklarında MEDYA Krallığı, Wer. Nadire Işık, Weşaên DOZ, Stenbol Gulan 2006


Gotinên miftehî :