1. Tekst

  2. Gotar

  3. Lokman Polat
  4. BI KURDÎ PIRTÛKA PEDAGOJIYÊ
BI KURDÎ  PIRTÛKA PEDAGOJIYÊ,bi,kurdî,pirtûka,pedagojiyê

BI KURDÎ PIRTÛKA PEDAGOJIYÊ

A+ A-

Ji bo ku li Bakurê Kurdistanê kurd desthilatdar ne bûne û dewleta kurdan tune bûye, lewre jî kurd ji gelek tiştan bêpar mane. Kar û xebatên ku niha têne kirin, pirên wan destpêk in. Hinek pirtûkên li ser hinek mijaran weke destpêkê yên yekemîn û pêngavên pêşîn in. Pirtûkên li ser felsefeyê, pedagojiyê, bi kurdî siyaset, nirxandinên edebî û hwd pirtûkên destpêkê ne. Ev destpêk ji bo kar û xebatên pey xwe pêngav in, ji bo pêşerojê çavkanî ne.

Hetanî niha li Bakurê Kurdistanê û herweha li Ewropayê bi kurdî li ser pedagojiyê pirtûk nehatine weşandin. Pirtûka yekem a li ser pedagojiyê, ji alîyê mamosteyê dibîstanê Maruf Yilmaz ve hate weşandin. Navê pirtûkê ”PEDAGOJÎ – Çend Têbinî Li Ser Pedagojî, Felsefe û Teoriyên Cuda – ” ye. Pirtûk di nav weşanên ”Weşanxaneya Jîndanê” de li Stockholmê di meha dawîn a sala 2007an de derketiye.

Pirtûka pedagojiyê 82 rûpel e. Berga pirtûkê rengîn û xweşik e. Tonên rengê berga pirtûkê kesk, sor û zer e. Ev jî rengên netewî yên kurdan e. Naveroka pirtûkê cûrbecur û dewlemend e. Li ser gelek mijarên balkêş ên pedagojiyê beşên cûda hene. Di bin sernavên nozdeh xalan de mijarên zanîstî hatine ravekirin.

Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz bi kurtepêşgotinek hedef û armanca pirtûkê dide diyarkirin û piştê pêşgotinê bi mesela ”zanyarî, felsefe û strukturalîzmê” dest pê dike. Dîtinên fîlozofên ewropî û pisporên strukturalîzmê tîne zimanî. Li ser sîstema ziman radiweste û mînakên zanîstî pêşkêşê xwendevanan dike. Di bin sernivîsa ”rasyonalîzm”ê de jî teoriya zanîstiyê û metodên zanîst bi mînakên berbiçav pêşkêş dike.

Di beşa sernivîsa ”Ziman û Nivîskarî” de dîtinên Ferdînand de Saussure yên lîngvîst tê qalkirin. Rêziman – gramatîk - , qaîde û qodên ziman, sembol û sîstema ziman, rasttêgihîştin û teoriya zanîstî di derbarê ziman de bi şêweyeke îlmî/zanîstî têne şîrovekirin û çardeh kategoriyên ziman hatine rêzkirin.

Beşeke pirtûkê jî li ser ”zimanê zikmakî li Swêdê” ye. Di vê beşê de jî li ser mirovhezî û demokrasiya dewleta Swêdê, mafdayina netewî û demokratîk ya kêmneteweyan, dayina heqên demokratîk ên Samernan ku li Bakurê Swêdê dijîn û polîtîka dewleta Swêdê ya di derbarê maf û azadiya gelan de, hatiye nirxandin.

Di beşa ”pedagojî û teorî”yê de teoriya pedagojiyê bi berfirehî tê qalkirin. Çar teoriyên ku ji alîyê çar kesên zanîst ve hatine pêşkêşkirin, tê şîrovekirin. Ev herçar teorî, teoriya kamilbûnê ya Arnold Gesell, teoriya psîkoanalîzê ya Sigmund Freud, teoriya havirdorê ya Skînner û teoriya nûjen ya Jean Pîaget e.

Beşa pirtûkê ya bi sernavê ”zarok çawan hînî zimanê zikmakî dibe?”, beşeke girîng e û ji bo perwerdeya zarokan û ji bo mamosteyan mijareke bi feyde ye. Mamoste dikarin ji zanîna vê mijarê gelek sûd wergirin û bi şêweyeke zanîstî zarokan perwerde bikin. Sernivîsa ”pirsgirêkên zarok û ciwanên kurd” li Swêdê balkêşiyeke girîng e ji bo malbatên kurd ên xwedî zarok ên li Swêdê.

Di vê pirtûka pedagojiyê de nivîskar li ser teoriya ku niha li cîhanê bûye wek mode, anku teoriya ”paşnûjen – postmoderntiyê” jî, rawestiye. Di derbarê perwerdekirina zarokan û zanîstiya pedagojîk de dîtinên postmodernîstan çi ne? Pratîk û estetîka perwerdeyê çawan dibe? Û modelên pedagojiyê yên sereke çi ne? Hatine qalkirin. Pedagog ew kesê ku zarokan perwerde dike, ye. Pedagojî û teorî çawan tê fêrkirin? Metodên pedagojîk weke kompîturê –datayê – kevn dibe. Divê teoriya pedagojiyê xwe nû bike. Lewre jî di vê hêlê de metodên nû pêk tên. Di pirtûkê de çar teoriyên pedagojiyê hene. Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz teoriya nûjen a Jean Pîaget rast dibîne û diparêze.

Di beşa ”pêvajoya xwendin û nivîsînê” de jî metodên curbecur ên derbarê mijarê hatine nirxandin. Pedagojî û stîl, stîla deng bi alîkariya guh, stîla dîtinê, stîla hareketê yekoyek hatine şîrovekirin. Di pirtûkê de gotareke girîng li ser ”21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî” hatiye nivîsîn. Nivîskar di vê gotarê de girîngiya vê rojê tîne zimanî.

Beşa ”zarokkuştinê” û ”biryarên dîrokî di derbarê mafên zarokan de” jî beşeke balkêş e û divê ji alîyê her însanî û bi taybetî ji alîyê mamosteyan ve bê zanîn. Di vê beşê de, bi destê ”Jîtem”ê çawa zarokên kurd hatine kuştin wek mînak hatiye qalkirin. Di dema Hîtler de zarokên cihûyan û di dema komara Tirkiyê a kemalîst de zarokên kurdan hatine qetilkirin.

Beşa dawîyê ya pirtûkê li ser mijara ” Sufîzma Naqşîbendî û Îslam”ê ye. Naqşîbendî peyveke Îranî / Kurdî ye. Sufîzm jî cara ewil li cih û warê Aryanan derketiye holê. Hinek kesên nezan sufîzmê bi Bediullzeman Saîdê Kurdî didine destpêkirin. Lêbelê beriya Saîdê Kurdî jî sufîzm hebûye. Kurdên navdar û gelek serokên kurdan ên netewî Naqşîbendî bûne. Pêşewayê tarîqeta Naqşîbendiyan Mewlana Xalid El Kurdî ji bo belavkirina vê tarîqetê gelek xebat kiriye. Xelkê Endonezyayê bi xêra Mewlana Xalid El Kurdî û kesên xebatkarên tarîqeta Neqşîbendî bûne misilman.

Di vê beşa ” Sufîzma Neqşîbendî û Îslam”ê de, ”terîqeta Neqşîbendî”, ”Sufîzm û Îslamîzma Tirk li Navenda Asya” , ”Despotîzm” , ”Îslamîzma Sîyasî” û ”Fethullah Gulen” tê qalkirin û kirinên Fethullah Gulen tê rexnekirin. Nivîskarê pirtûkê Maruf Yilmaz dibêje : ”Fethullah Gulen çav berdaye Başûrê Kurdistanê jî. Li herêma Kerkûkê û li Erbîlê dibîstanên tirkî vekiriye.” Digel rexnekirina tevgera Fethullah Gulen, rexne li Îslamîzma sîyasî, bi taybetî jî li Hizbullah û Wahabîzmê jî tê girtin û tê diyarkirin ku ”Wahabîzm” bûye îdeolojiya fermî ya dewleta Arebîstana Si’ûdî.

Ji bo nivîs dirêj nebe û bi hêsanî were xwendin, loma min bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê kir û kurtedanasîna wê pêşkêşê xwendevanên kurd kir. Ez hêvîdarim ku pirtûkên weha yên li ser pedagojiyê, felsefeyê, perwerdeyê û nirxandinên edebiyatê werin weşandin.


Gotinên miftehî :