Bêdengî,bêdengî

Bêdengî

A+ A-

Gelo bi rastî em çar parçe ne an hezar?
Zimanê me yek e an hezar?
Em bajarî ne an gundî?
Em çima ew qasî bê deng in?

Di pirtûka Şeva Dawî da, bêdengiya bîst salan di deh şevan da tê vegotin. Nivîskar di romanê da teknika monologê bikartîne. Lehengên wî Dîno, Reşê û Xalo ne. Di romanê da cî li hemberî Reşê ye û cîyekê wek bihuştê ye. Ev bihuşt ji dojehê dûr e û warê Dîno ye. Dîno kesekî paqij û hemberî qirêjîyê ye. Têkçûyîna pergalê dibîne û ji xwe ra jîyanek tenê û tazî ava dike. Em dizanin ku Reşê wek metaforek tê bikaranîn û di mejîyê Dîno da xeyalek e. Carinan dibe welat, carinan dibe alek û carinan jî dibe dayîkek.

Dîno, hisaba bîst salan wêdetir hisaba emrekî, welatekî, cîhanekê û hezkirinekê tenê dide Reşê. “Ez ê hesêb bidim ne kesekî din, ne tiştekî din, tenê tu, ez ê, ez ê hesêb tenê bidim te û hew… tenê tu û ne tiştekî din…” Di destpêka romanê da, berîya gund valakirinê di berx, gur û şêrî da temsîlîyeta mirovan diafirîne. Berx xwedîyê malê, gur jî temsîlîyeta dizan dike. “kurê min, mîna guran xwarinê bixwe ku mîna şêran mezin bibî.” “Tew tew, ax lê lê, lê lê mîna guran bixwim ku bibim mîna şêran...”

Di romananê da gur temsîlîyeta serdestan berx jî a bindestan dike. Em dizanin ku berx wekî guran bixwe jî nabe şêr. Gur û şêr ne di qalibekê da ne. Dîs berîya gund valakirinê zimanê berxan tê qedexekirin û asimilasyona çandê dest pê dike. Bi gel wan bûyeran bîr û bawerîya her tiştî diguhere. Pêşîyê ziman, paştirê jî gund yanî ax û welat, Reşê di destê berxan da der tê. Bêdengîya berxikan dest pê dike…

Monologên Dîno û Reşê heya şeva dawî berdevam dikin… Dîno dişibîna guran napejirîne. “Çawa armanceke mirov wê hebe ku ew bişibe neyarê xwe. Bişibe hov û devbixwînan”
Zimanê berxan aliyê guran ve tê guherandin. Piştî ziman diguhere Dîno vîya heqaretek mezin dibîne û ji xwe ra jîyanek ji guran îzole ava dike. Her tim Reşê temaşe dike û gel dipeyîve. Peyivandineke evînî…

Nivîskar di romanê da pir mijaran pêşkeşî xwîneran dike. Xweza, ziman, welat, çand, bîr… Dîno her tim dûv van mijaran diçe û li heqîqetê digere. Dîno ji Reşê (welat) dûr dikeve, ji ber ku Reşê ji aliyê guran ve hatîye qirêj kirin. Li Reşa xwe ya berî êrîşa guran digere û wê di nava dilê xwe da diparêze, vedişêre… Di romanê da çîrokên wek Pepûk jî cî digrin. Û xayîntîya birayan tê pêş çavên me. Kurmê darê ji darê ye… Dîno gazinên xwe ji berxên ku derbasî guran dibin dike. Heza Dîno ew e ku berx serî rakin. Û Reşê rizgar bikin.

Di honandina romanê da pir mînakên li dûv şopa heqîqetê derin, cî digrin. Wek Qala Hellac, Hemedan, Bab Tahirê Uryan ü Sûhawerdî û bab Îshak…

Dîno jî di romanê da xwendevanê pirtûkan e û wek feylezofekî ye, feylezofek durî welat û tazî…

Feylezof Dîno di romanê de qala dîstopya û ûtopyayê dike. Dîstopya li bajêr ûtopya jî li gund derbas dibe. Xwîner di dîstopyayê da wêneyê pêşerojê, di ûtopyayê da jî wêneyê paşerojê xeyal dike. Lehengê dîstopyayê Xalo ye. Xalo û malbata wî di jîyana bajêr da, ji alîyê aborî ve pûç dibin. Ji ber ku gundî ne, karê ku bikin ji wan re tune ye. Bûk dere, keç tê winda kirin. Lawekî wî tê kuştin. Lawê din jî diçe welatekî bîyanî. Rast hatina Xalo û Dîno di virê da girîng e. Ji ber ku Xalo jiber dîstopyayê direve û berê xwe dide gund, yanî ûtopyayê. Ûtopyaya Dîno, welatê Dîno…

Qirêja dîstopyayê çiqas xurt be jî mirovahî vedigere ser şopa ûtopyayê, heqîqetê. Ji romanê ev peyam tê standin. Wekî din di romanê da binê tunebûn û bêdengîyê gelekî tê xêz kirin.

Qêra bêdengîyê gelekê dorpêç dike. Lal dibe. Kerbûna gelekî Reşê û Dîno bêkes dihêle.

“Yekem azmûna ku li ser vê axê hatî kirin, azmûna hişbûnê ye”

“Berê em parçeyek bûn, piştre bûn çar, a niha gelo tu dizanî em bûne çend parçe?”

“Erê mirvahî di aliyê afirandinê de, di aliyê alavên teknîkî de gelekî bi pêş ketiye. Lê tenê di aliyê teknîkî de gelekî bi pêş ketiye. Lê tenê di aliyê teknîkî de, tenê teknîk bi pêş ketiye, lê mirovahî, ez dibêm qey mirovahî li cihê ku bi pêş bikeve, li gorî min bi paş de maye, bi paş de çûye bi paş de diçe.”

Di dawîya romanê de Şeva Dawî Dîno hemû bûyerên ku bi serê wan da tên wek şanoyek dihesibîne. Şanoyek wek motemotek e. Di Şeva Dehan da yanî Şewa Dawî zelal nayê qedandin.

Ez bawerim ku nivîskar di virê da xwedî derkeftina li ûtopyayê an jî li distopyayê ji xwendevanan ra dihêle…

Nirxandina pirtûka Şeva Dawî ya Welat DILKEN

Ayşe KURAN


Gotinên miftehî :