1. Tekst

  2. Gotar

  3. Amed TİGRİS
  4. Bêjenasiya gotina Kurd
Bêjenasiya gotina Kurd,bêjenasiya,gotina,kurd

Bêjenasiya gotina Kurd

A+ A-

Hemû dîroknas hemfikir in ku kurd ji 5 hezar salan ve li ser axa xwe dijîn. Axa Kurd ji destpêkê ve di navbera Gola Hezarê, gola Wanê, çiyayên Zagrosan, çemên Tîgra (Dîcle/ Tîgrîs) û Feradê jiyane.(1) Nîştîmana Kurdan a kevnare û pîroz ev der e. Lê, ez ê di vê nivîsa xwe de, ne li ser dîroka Kurd û Kurdistanê, bi tenê li ser bêjenasiya (etîmolojiya) peyva Kurd rawestim ka wateya vê gotinê çi ye?

Hûrîyan ji xwe re gotine Hûradî. Di zimanê Hûriyan de gotina Hûradî tê wateya şervan, çalakvan. Wek tê zanîn Hûrî, Mîtanî, Sûbarî, Kasî û Hatî (Hîtîtî) bavûkalên kurdan in. Koka van hemûyan ezbedan (eşîran) yek e û her yek eşîreke nimandiye. Hinek bêjenas (etîmolog) dibêjin gotina xurt (hêz) ku îro hîn di kurdî de tê bikaranîn, ji horediya Hûriyan werar têperiye û vê forma nû girtiye. Cîranên Kurdan ên wê demê jî li gor formasyona zimanê xwe van navên jêrîn li Kurdan kirine.

Li ser bêjenasiya peyva kurd çend teorî hene ku ji derî çend cihêtiyên biçûk hemû ji aliyê naverok û wate ve nêzîkî hev in. Di pehlevî de kerd, di hatî de kard, grekî (yunanî) de kardia û di latînî de jî crdo e ku hema hema di van hemû zimanan de tê ev peyv tê wateya mêrxas, cesûr û bawerdar.(2) Du gotinên pêşiyên Kurdan hene ku ji wê demê ve heta îro di nav Kurdan de wek soz û peyman in:
“Sozê mêrê berê.Yê mêran soz e, ne toz e.”

Di zimanê sanskrît de gotina Kurd tê wateya çalakvan, lezgîn ku ew jî ji gotinên mêrxas û cesûr ne dûr e û di heman wateyê de ye.
Di zimanê Sumeriyan de kur navê çiya ye. Piştre ji peyva kur di wateya welat de jî bi kar anîne. Ji welatê xwe re jî di wateya welatê mezin de Kurgal gotine. Kur Zagrosî ne û her ku keys dîtine êrîş birine ser Kurgalê (Sumeran) û dagîr kirine. Kur bûye mijara helbest û mîtolojiya Sumeran jî. Herweha Sumeriyan ji Kurê re welatê Miriyan jî gotine. Xwedawend Înnana li welatê Kurê di nav mij û moran û qeşayê de derketiye serûveneke bive û mezin. Îro jî bi zaravayê dimilî (zazakî) û soranî ji çiya re koy dibêjin.(3) Di zaravayê kurmancî de peyva koy wenda bûye û bi tenê di navê ajelên kovî de ango ajelên çiyayî de maye. Wekî pezkovî, gakovî, pisîka kovî, mirovê kovî. Yd.

Di serdema Sumeran de Kurd li derdora çiyayê Zagrosan bûne û loma Sumeriyan ji wan re di wateya mirovên çiyayî de Kur an Kurt-tî gotine.
Xesenephon di artêşa Kîrosê grekî de fermandar û nivîskarekî bi nav û deng bû. Bz. di sala 401ê de artêşa grekî ji Îranê bi paş ve vedigere û dixwazin di nav Kurdistanê de bigehîn Derya Reş û ji wir jî herin Kostantînpolîsê (îstanbula îroyîn) û ji wir jî herin welatê xwe Yunanistanê. Di çiyayê Kurdistanê re têdiperin. Li herêma Botan li çiyan asê dibin û rê dernaxin. Li wir rastî gundiyên şervan û çalak tên. Gundiyên herêmê tîravêjên herî jêhatî ne. Di navbera artêşa Yunan û xelkê binecî de şerên dijwar diqewimin. Xesenephon di pirtûka xwe ya Vegera Dehhezaran ( Anabasîs) de behsa wê herêmê, gelê binecî û şervaniya wan dike. Ji wan re Kardûxî dibêje.
Gelo çima gelên wê demê gotina Kurd weha cuda wekî Kur, Horadî, Hûr, Hor, Kard, Kardîa, Kir, Kerd, Crdo, Korîo-s, Kotî, Kûtî, Gûtî, Kardo, Kardûx. yd. gotine û nivîsandine? Her çiqas koka van gotinan yek be jî, du sedemên girîng û bingehîn hene ku navê weha cuda li Kurdan kirine. Ji wan herdu sedeman yek jê ew e ku heta salên 750-725an ên bz. tîpên dengdêr (vokal) nehatibûn dîtin. Wê demê bi tenê tîpên dengdar (konsonant) hebûn.
Xwendina Pîktogram û Hîeratî sumerî û Hîeroglîf û Hîeratîyên misrî gelek zehmet bûn. Hîn îro jî di tîpên erebî de alozî û sergêjiyên dengdêran hene. Di wê demê de, berhem bi tenê bi dengdar û sembolan dihat nivîsandin. Ji derî tîpên dengêr di tîpên dendar de jî alozî û sergêjiyên mezin hebûn. Alfabeyeke giştî tune bû. Her gelî an fermanrewayî li gorî xwe dinivîsand û li gorî awayê zimanê xwe nav li gelê din dikirin.

Gotina kurmanc jî gotineke hevdudaniye ango ji du gotina pêk hatiye. Di zimanê Hurî de gotina kir tê wateya azad, serbest. Man jî tê wateya mirov. Hîn îro jî ewropî ji mirov re man dibêjin. Kir û man dibin yek gotin û dibe mirovê azad.
Di pehlewî de gotina korios tê wateya şerker û manus jî tê wateya mirov ango zilam. Herdu gotin dibin yek û dibe kurmanc. Kurmanc tê wateya lehengê ku mirov dikare pê bawer bike, pişt pê girê bide.(4) 

(1)Navê çem ne Dîcle ye Tîgra ye. Ji ber ku tîj û tîk tê vî navî lê kirine. Ewropî jî Tîgrîs dibêjin. Tîgrîs jî, ji gotina Tîgra tê. Yunaniyan Tîgra li gor fofrmasyona zimanê xwe guhertine û TîgrÎs gotine. Ewropî jî gotina Tîgrîs ji yunanan girtiye û îro jî dibêjin Tîgrîs.

(2)Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü, Weşanên İnstîtûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanist, r.379

(3)Samuel Noah Kramer, Sümer Mitolojisi, Kabalcı Yayınları, s. 142

(4)Her çiqas durê aqil be û efsane be jî dîtineke din jî heye ku li Kurdistan, Îran û Hînistana antîk li gorî ola aryanî ya kevn navê ferîşteyeke (melekeke) Kurmanhal hebûye. Kesên ku bi wî ferîşteyî bawer kirine re Kurmanc gotine


Amed Tîgrîs
10.07.2017 Stockholm

Referens
Alf Henrikson & Björn Berg, Alla Tider en Världenshistoria, Borås-1995
Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü, Weşanên İnstîtûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanist
Samuel Noah Kramer, Sümer Mitolojisi, Kabalcı Yayınları2001
Samuel Noah Kramer, Tarih Sümer’de Başlar, Kabalcı Yayınları 1999
Rodney Castleden’ År För År När hände vad i världshistorien’ Bokförlaget Trevi södertälje-1996
Thomas R. P. Mielke, Înnana, Yurt Kitap-Yayın, Ankara-2000
Amed Tîgrîs, Perwerdeya bi zimanê dayikê û Pirzimaniya Fermî, Weşanên Apec, 2009
Ekrem Cemîl Paşa, Dîroka Kurdistanê bi kurtebirî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê, 1995
Xerzî Xerdan, Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I, PDF


Gotinên miftehî :