1. Tekst

  2. Ger

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. Cybrus, Dagirkerîya Tirkan û Damarên Qutkirî!
Cybrus, Dagirkerîya Tirkan û Damarên Qutkirî!,cybrus,dagirkerîya,tirkan,û,damarên,qutkirî

Cybrus, Dagirkerîya Tirkan û Damarên Qutkirî!

A+ A-

Cybrus (Kibrîs), giravek di derya sipî de ye. Dişibe masîyekî gewdegiran di orta deryayê de. Li bakurê wê Tirkîye, rojhilatê wê Surîye û Libnan, li Başûrê wê jî İsraîl, Misir; Li rojavayê wê jî girava Girît û Yewnanîstan heye.
Peyva Cybrus wekî peyva Îngilîzî ye, forma Latînî ya Yewnanî ye, Kȳros, ji Parsa kevnî yê. Li gorî nivîsnameyên navê Elamite Kuraş, Babylonian Ku (r)-raş/-ra-ş û kwrş. Forma Farisî ya navê Korosh e. Peyva Kuraş di vateya wek yekî “ku xemgîn dike” de ye.
Cybrus, berê kolonîya Birîtanîya Mezin bû. Piştî ku li henber dagirkerîya Îngilîzan serhildana netewî destpêkir û îngilîz bi şert û mercan dolivgerîya giravê teslîmî rûniştînerên giravê kir. Bi destpêka şerê duyemîn yê cîhanê re, her ku hêza Îngilîzan li ser giravê kêm bû, av bi devê dagirkerên Tirk ket û hêzên xwe yên paramilîter dor bidor kişand giravê. Berî ku Tirkîye û hêzên wê yên paramilîter herêmê tevlihev bikin; di navbera gelên giravê de hevkarî, têkilîyek germ hebû. Bi hev re di nav aşitîyek hevbeş de jîyan dikirin. Wek bira li ser vê girava perçak mercan, bi hev re jîyan dikirin..
Runiştînerên giravê bi yewnanî dipeyivin. Giravek Grêckîya ye. Beşek piçûk di dema Osmanîyan de musilman û hinek bi tîrkî dipeyivîn li bakurê giravê hatine bicîh kirin. Hebûna vê beşê, ji tirkan re bûye pergalek ji sebebên dagirkerîya giravê. Ji ber wê jî her hebûna tirkên misilman li giravê bûye bingeha tevlihevî û çalakîyên paramilîtêrî ji dewleta tirk re.
Di havîna 1974 an de tirkan bakurê girava Cybrusê dagirkir. Pir xwîn rijand. Bi hezaran Rûmên ku esîr girtin kuştin û wenda kirin. Dest danîn ser malên wan, dest dirêjî keç û jinên wan kirin. Ji tirkî nifûsek anîn û li ser mal û milkê rûman bicîh kirin. Ev her karê tirkane. Ganîmetên şer li hinek kesên xwe parkirine ku bibin fedaîyên nijadperestîya wan. Di eslê xwe de misilmanên giravê jî dewleta tirk nedixwestin û hîn îro jî bi çavekî dagirkerî li dewleta tirk dinêrin.
Tirkan, ev masîyê nazdar ku di orta derya sipê de şewqê dide, bi şûr û mertalan perçe kir. Şûr li orta wê xist û wek Bakurê Cybrus û Başûrê Cybrus ji hev cûda kir. Beşê bakur ket bin dagirkerîya tirkan. Tirkan wir wek herêmek defakto ji xwe re bikar tîne û kir cîhê paqijkirina perayên reş, qumar û xizmetkarîya fuhûşa van karên reş. Dagikirina tirkan û ketina wan a bakurê Cybrus, wek ku neşterek li dil keve, her bixwîne. Bi hatina tirkan re qedexe jî hatîye giravê.
Gelê Cybrus gelekî germ, mêvanperwer û dilpak e. Ew çanda Anatoulia ji sînga wan difûre.
Ez di 06.03.2018 an de ji Almanya/Hamburg li balefirê siwarbûm. Pêşî belafira me çû Warşowa û piştî saetekê jî em li belafirek din siwarbûn û me berê xwe da girava Cybrusê. Sibê saet 02.55 an de em li bajarê Larnaka daketin. Di kontrolê de min hinek sekinandin. Ev her bi serê min de tê. Pasaporta penaberî her bela ye û ez jî ji belayê hez dikim. Polisên Cybrus bi Yunanî;
“tu ji bo çi hatîye?
Nasên te li vir hene?
Tu dikarî edresa cîhê ku lê bimînî bidî?
Li otêlê te cîh veqetandîye?”
Min bersîva wan da û got hevalê min li vir heye. Niha jî li vir li benda mine. Navê wî Rony Kaya ye.
Nemroya telefona Rony ji min xwestin. Min nemra telefonê da wan û telefonî Rony kirin. Rony derket telefonê û got “ew mêvanê min e, ez niha liber derî li benda wî me.”
Polîsê kontrolê muhra xwe li pasaportê xist û bi paş de dan min û gotin; “Tu kurd î” min got erê. Bi sipasîya xwe re gotin; “keremke derbas be”!
Min û Rony me hevdû dît. Piştî hinbêzkirin û germaya bi dawîanîna hesretek dirêj, em li seyara Rony siwarbûn. Rony li Nikosia (Lefkosia) rûdiniş. Kathejmêr sisê û nîvê berdestê sibê bû û em herdû jî bêxew bûn. Berê seyara me ket Nîkosia. Piştî nêzî nivkathejmêrê em li kuça ku mala Rony lê sekinîn..Me seyare park kir û em derbasî hundir bûn. Me cilê xwe ji xwe kir û em ketin xewê..
Serê sibê me taştîya xwe xwar û li gor ku Rony di serê xwe de program çêkirîye em birê ketin. Nifusa Başûrê Cybrus 800 hezare. Lê havînan ji ber geştiyarîyê pir bilind dibe. Çend bajarên Cybrusê hene. Yê mayî hemû gund û navçe ne. Bajarên mezin Nikosia, Larnaka, Limassol û Paphos e.
Me Latsia derbas kir û em derbasî Kornos bûn..Dûre bi sirê Aradipou, Oraklini, Paralimni ve Agia Napa. Li çepê me sînorê tirkan wek birînek ku di nav têlên bistirî û bixwînde xuya dikir. Deveren ku wek axa parastinê hiştine, gundên xirbe dagirkerîya tirkan li vê girava delal wek nexşeyek gemar derdixist ber me. Xwezayek xweş, behrek paqij û zelal bi pêlên behrê re kefek sipî xwe davêt hinbêza vê fezayê. Tiştê ku tenê mirovan xemgîn dikir, hatina artêş û hêzên tirkan yên paramilîter e ku di dilê her kevir, dar, gul û çîçekek vê deverê de nefretek çandîye.
Hîn şop û wargehên İngilîzan jî hene. Piştî ku Îngîlîzan dolivgerîya giravê ji xelkê giravê re hiştîye, li wir maye. Bingehên leşkerî û hinek deverên stratejîk ku ji bona kontrola Rojhilata Navîn û derdorê ji xwe re bike, didest xwe de hiştîye. Xeynî têlên tirkan, hinek cîh jê jî, Rony digot; “evder di destê Îgilîzan de ye”(!)
Aradîpou, Pia, Paralimni ve Agio Napa; cîhên wek xewnan li ser mirovan xwedî têsîrin. Xwezayek kîbar, dengî çivîkan û pêlên deryayê hevûdû temam dikin. Deryayê di devera Pia de ji xwe re mexelek di nav reşayê de çêkirîye. Dişibe heyvek çaderojî. Qiraxên deryayê bi qûmek hûr û birqîn derdikeve ber mirov ku hema xwe li ser dirêj bike.
Wargehên geştîyarîyê nû, bi şiklekî berfireh tên avakirin. Rony ji min re digot; “karê avahîyan niha bipiranî didestê rûsan de ye”(!)
Bû dereng û em di nav hinek gundên din re vegerîyan. Me roja xwe ya yekem bi vê gerê derbas kir. 7ê Adarê, li giravê 23 pile germ hebû. Ez ji bakurê Elmanya çûbûm û roja ku ez ji Hamburg derketim -7 pile bû. Têrîjên rojê di camên seyarê re em di nav xwêdanê dihişt.
Dîtira rojê hinek dostên Cybrusî ji min re panelek amade kiribûn. Mijar; “Rojhilata Navîn û rewşa Kurdistan” bû. Wê êvarê Rony min dawetî restorantek piçûk û şêrîn kir. Me şerab a Cybrus û Sublakia (kebabê şîşê) xwar. Adeta restorantê wan her bi meze û selatê destpê dike. Me têra xwe sohbet kir û şeraba xwe vexwar. Em hatin mal û ketin xew.
Bi sibehek xweş û zînde em rabûn ser xwe. Me xewa xwe baş girtibû. Piştî taştê Rony got; “panel saet di 18.00an de ye. Em ê îro herin devera Limassol û derdorên wê. Di vegerê de em karin riya xwe bi nav Larnaka jî bixin.” Rêberê min Rony bû. Min got; tu dizanî, rêber tu yî.
Em li seyarê siwar bûn û bi rê ketin. Rasterast em çûn Larnaka. Bajarekî xweş, geş û wargehê geşteyarîyê ye. Pêlên germaya rojê û deryayê di nav vî bajarê şêrîn de wek du ewîndaran hevûdû hinbêz dikin. Bêhna havînê, şopa geştegerî, wargehên keştî û çanda bahrê hevûdû li vî bajarî temam dikin. Hêjayê dîtinê ye.
Em têra xwe li Larnaka û derdorên wê gerîyan û li dor kathejmêr 17.00an vegerîyan Latsia û derbasî Nikosia bûn û çûn cîhê civînê.
Min werger ji Kurdî-Yewnanî xwestibû. Mixabin bi Kurdî wergêr nedîtibûn. Ji tirkî-Yewnanî vergêrek dîtibûn. Tirkekî serê wî tevlihev û biryara bi Ruman re jiyanê dabû. Tirkîya wî jî nebaş bû. Lê em mecbûr man, ti çareserîyek din tinebû. Yên ku civîn amade kiribûn hêzek çep yên Cybrus bi navê Grûba Gotina Sosyalîst bû. Mirovên germ, mêvanperwer û dostên kurdan bûn. Rewşa Kurdistan, têkoşîna miletê Kurd pir meraq dikirin. Bûyerên Rojhilata Navîn, rewşa şerê li Sûrîye, Efrîn û dagirkerîya tirkan; Rewşa Başûrê Kurdistanê û bandora referandûmê meraq dikirin. Li ser ling bi berpirsiyarê komê û amadekarê panelê re min hinek sohbet kir. Di derheqa panelê de daxwaz û pêşniyarîyên min girtin. Bi wêne, danasîna Kurdistan û nivîsên min bi diya amade kiribûn. Berî ku civîn destpê bike ev program meşandin. Li gor programê minê 45 deqîqe gotin pêşkêş bikira û paşê emê derbasî pirsan bibûna. Ji ber ku mijar berfireh û rewşa Kurdistan jî pir germ bû; panel nêzî sê kathejmêran dom kir. Ji pirsgirêka Kurdistanê, Dîtina min a hêvîya dewletbûna kurdan û heta êrîşên tirkan û rewşa Sûrîyeyê Pir mijar hatin pirsîn. Min li gor xwe bibersîv û nerînên xwe pirsên wan bersîvandin û agahî dan wan. Panelek xweş, têr û balkêşandinek hevpa derket holê. Daxwazên her kesê ku pirs dikir, serkevtina netewa Kurd û Kurdistanê bû. Di serê her hevoka xwe de ev tanîn ziman. Şeraba Cyrus Îkramî me kirin û her dilgermîya xwe ji me re nîşan dan.
Piştî ku civîn qedîya, me bi hev re sipasîyên xwe ji hev re pêşkêş kirin û ji min re gotin: “dilê me bi we re ye. Em pir sipas dikin ku te ev derfet ji me re çêkir ku em li ser pirsgirêka Kurdistan kûr kûr bibin xwedî agahî. Bi rastî piştî vê civînê em hayîbûn ku, em pir hindik kurdan û têkoşîna wan nas dikin. Emê li ber xwe bidin ku alîkarê vê têkoşînê bin!”
Em ji hev qetîyan û me berê xwe da cîhekî xwarinê. Me xwarina xwe xwar. Ez û Rony çûn malê. Serê sibê em ê derketina rêwîtîyek dirêj. Ji serê giravê heta serîyê din emê biçûna. Li navçeya Polis Chrysochous dostek me hebû. Rê seranser 173 Km. bû. Emê qirax bi qiraxên deryayê, navçe bi navçe biçûna. Hin ger, hin zîyaret bû. Hedefa me navçeya Polis Chrystochous bû. Lê di armanca dîtina me de Limassol, Paphos û pir navçeyên din jî hebûn.
Giravek têr şênayî, bi darê zeytûna, hinaran, bihîvan, Mûzan, portakal û lêmonan xemilandî ye. Ji hêla kelûperan de dewlemend û xwezayî ye. Hemû berhemên wê xwezayî (bio) ne. Bi rûnê zeytê, penêr, şerab, Ouzo û vexwarinek bi navê Zîvana (45pile) pir meşhur e. Bi rastî jî kesên ku vedixwin ji zîvanayê derdikevin.
Bingehek avakirina avahîyan û wargehên geştegerîya nû destpê kirîye. Têra xwe xwedî derfetên bezirganî ye. Niha sê grûbên bezirganî di herêmê de kar dikin. Rus ji hêla avahîyan de, Çîn bi cil û caw û tiştên elektronîk ve û Îsraîl jî di hêla bezirganî de li giravê bicîh bûye. Giravek stratejîk e. Ji wir hin Rojhilata Navîn û hin jî tirkîye têt kontrol kirin. Îngilîz û Îsraîl di vî warî de xwedî bingehin li giravê. Mixabin Kurd jî ji ber ku bêdewletin, ew li vê girava delal penaber in. Piranî kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan li wir wek grûbek piçûk bicîh bûne. Kurdên Bakur pir hindikin. Ji Başûr û Rojhilatê Kurdistan li kesekî rast nehatim.
Qiraxên deryayê bi qûmek hûr destpê dike û pişta xwe dide çîya. Çîyayên wê wek gerdenên tije mercan xwe bi ser deryayê de xwar dikin. Wek ku derya dibêje, “derkeve serê van çîya û li min temaşe bike”, ewqes hevûdû temam dike. Ji hêla ajalên deryayê de dewlemend e. Xwarina masîyan û berhemên piçûk yên deryayê di restorantên wê de meze ne. Bi goştê bizinên ku li çîyê bi gîhayên xwezayî tên xwedî kirin û kebabê ser komirê navdare. Gelek ku pir ji goşt hez dike, mêvanperwer û çavtêr e.
Rony berê seyara xwe da Kornos û em daketin Tochni û me xwe gîhand qiraxên deryayê. Pareklisia wek mirêkek ku li ber avê bi tava rojê bibirqîne derket ber me. Û avek zelal bi pêlên hûr hûr re derket û em pêşewazî kirin. Mirov xwezîya xwe bi van mirovên ku li vir dijî tîne. Bi saxîya xwe li ser giravek xweş, jiyanek taybet û şên, bê sitres nabe para her kesî. Eger ew nîjadperestî û destbixwînîya tirkan dirêjî vê giravê nebûya, ez dikarim bêjim ev girav wê wargehek ceneta mirovatîyê bûya.
Mixabin tirkan xencerek li vî dilê pak, germ, dildar û mêvanperwer xistîye û xwîna wê rijandîye ser dara Zeytûnê, rijandîye ser vê ava deryaya wek xalîyekî neqşîn. Her ku çav li darên zeytûnan diketim Efrîn û barbarîya tirkan dihat berçavê min. Min nalet li wan dikir. Dema ku mirov wan gundên wêran, wî dilê têlkirî dibîne, nifiran li tirkan dibarîne. Nijadperestî bûye para vî miletê barbar û her cîhê ku destê wan gîhayîye wan wêderê lewitandine. Bi nijadperestî, çi ku ne a wan be bûne dijminê wê û her mejûyê qedexekirinê bi xwe re anîne. Her karê pîs bûye karesatên wan. Devera ku tirkan dagirkirîye, kirine cîhê Qûmar, paqijkirina perên reş û fuhûşa xwe. Çiqa paramilîter, qatîl û kujerên tirk hebin, li bakurê giravê kom kirine.
Em derbasî nav Limassol bûn û ketin qiraxa deryayê. Nava bajêr bi Hotêl û wargehên geştegerîyê xemilandî; pirbûna restorand bar û kafeeyên wê îşareta ku havînî li vî bajarî çi jiyan a rojê û şevê heye dide nasîn. Bi keştîyên taybet û keştîyên gerê, bi warên avjenî û biqûm, wek bajarekî şahreza û dewlemend derdikeve ber mirovan.
Ji Lîmassol û heta Episkopî wek ku mirovek rûnê û lingê xwe dirêj bike, reşayî dirêjî nava deryayê dibe. Li ser vê dirêjaya lingê reşayê golek bi navê Asomatos heye. Xemla wê û restorantên derdorê wek pêsîran li kêlekê dimînin.
Em derbasî navçeya Pissourî bûn. Û ji wir jî çûn deverên ku Aphrodît lê pêl axa giravê kirîye, ketîye avê û lê jiyaye. Ji wir jî me xwe gîhand Kouklia û derbasî Paphos bûn. Du belafirgeh li giravê hene, yek li Larnaka û a din jî li Paphos e.
Paphos bajarekî xwedî wargehek kevnar e. Bi parkên kufar, muzeyên servekirî navdare. Ji antîk thetiran bigire heta parka xwe a Archaeologî (arkeologî) wek bajarekî muzeyek servekirî ye. Ji hêla Mûzan de meşhûr û navdar e.
Em ji Paphos derbasî Chloraka bûn û ji wir jî çûn Peyia. Dever bi carek bexçên mûzan, rez û zeytûn, darên bihîvan e. Navbera Paphos û Polis Chrystochous 37 km.ye. Piştî demek kurt em gihîştin Polis Chrysochous. Em ê çar rojan mêvanê vê navçeyê bin.
Mala ku emê herin li cem wan bibin mêvan û li wir bimînin mala Andreas e. Birêz Andreas bi emir li dor 75-80 salî xuya dikir. Niha kar û barên malbatê keça wî Kalomîra Stulianou dimeşîne. Jinik serkêş, seroka malbatê û wek şêreka çalak, wek qîza milîtanekî berxwedanê karûbarê malbatê îdare dike û dimeşîne.
Em bi seyarê liber derîyê wan sekinîn. Li benda me bûn. Kesên malbatê bigermî daketin pêşîya me û wek ku em sedsal e hevûdû nas dikin, em hinbêz kirin. Birêz Andreas cilên xwe yê fermî li xwe kiribûn û bi wî emrê xwe qirewata xwe girêdabû, biken û kêfxweş xwe berda pêşîya me û em hinbêz kirin. Peyva yekem ku ji devê wî derket; “xwe xerîb nehesibînin. Kurd birayên me ne. Em ji kurdan pir hez dikin!”
Andreas, têkoşerekî kevn e. Pir salan di nav Partîya Komunîst a Cybrusê de kar kirîye. Hîn jî endamê wan e. Serpêhatî û çalekîyên xwe bi sebir û bi şêweyek balkêş tanî ziman. Mirov bi kathejmêran ji sohbeta wî têr nabe. Bahsa berxwedana li henber İngilîzan dikir û digot; “ez endamê partîya Komunîst bûm. Lê roja ku rizgariya Cybrusê hat rojevê, partîya Komunist nexwest ku di nav şerê netewî de cîh bigire. Min lêxist û çûm cem hêzên rizgarîxwaz. Min ji wan re got, ez dixwazim bi we re di nav şerê rizgarîya Cybrusê de cîh bigirim.”(!) û dom dikir: “AOKA ji min re got tu Komunist î û hevalên te di nav vî şerî de cîh nagirin, tu çima dixwazî?” Dibê min ji wan re got: “Erê ez komunîst im lê ev welat yê min e jî. Ez dixwazim di şerê rizgarîya welatê xwe de cîh bigirim, li henber dagirkeran şer bikim, ma ev ne mafê mine?”
Andreas mala xwe hin kirîye bingeha civînên partîya Komunîst û hin jî kirîye xeşîma veşartina çek û teqemenîyên AOKA. Li min vedigerand û digot; “Li odeyek min civîna komunîstan hebû û li ode û cîhên din jî çek û teqemenîyên AOKA hebûn. Ev ji min re pir zahmet bû lê ji bona rizgarîya welatê xwe û serfirazîya miletê xwe divê min ev zahmetî bigirtana ser xwe li vê navçeyê.”
Andreas, nêzî 40 salî li vê navçeyê keyetî jî kirîye û herkes bi hurmet ji ber radibû. Dema em bi keçên wî re diçûn gundan û li cîhekî, kafeyekê rûdiniştin ku kahweyekê vexwin, xwedîyê kahwê bi kêfxweşî pêşewazî li me dikir û li hal û Xatirê bavê wan dipirsî. Perê kahweyan jî ji me nedigirtin. Ku me dixwest ku pera bidin jî digotin; “ma ne şerm e ku em pera ji mêvanên Andreas bigirin.”(!)
Wê rojê Kalomira mêvanperwerîyek xweş pêşewazî me kir. Hemû malbat komkir û me wek Kurd da nasîn. Li bexçe girîl çêkir û sofrak têr û tije ji me re amade kir. Em bi malbatê re bi hev re li sofrê rûniştin. Pêşî Zîvana îkramî me kirin û Andreasê têkoşer rabû ser pîya û ji bona dostanîya Kurd û Rûman îskan bilind kir. Ez jî rabûm ser pîya û me îskan rakir. Heta nîvê şevê, bi sohbetek xweş û jidil me şevbihêrka xwe derbas kir. Apartmenhotêla wan hebû û mifta Daîrakê dan Rony. Ez û Rony li seyarê suwarbûn û çûn Apartmenhotêlê. Daîra me paqij, amadekirî û her divêtî lê hatibûn dayîn. Em westîyayî bûn. Me cilên xwe guhert û em ketin nav livînan.
Serê sibê bi dengî çivîk û çirçirkan em şîyar bûn. Hîn me duşa xwe negirtibû Kalomîra li me gerîya û got; “taştê amade ye, werin em bihev re taştê bikin!”
Li ser rîya xwe em çûn firnekê ku hinek tişt bikirin û destvala neçin. Em derbasî firnê bûn..Cûre cûre tiştên şêranî, nan û kilorîk hebûn..Wek şemborekên binavik bigire heta pir tiştên bi hevîr ku tên çêkirin..Firnek bi berheman pir dewlemend bû..Me hinek tiştên bi penêr, bi zeytûn, bi spînak girtin û dagerîyan mala Kalomîra û Andreas..
Penêr û zeytûn, pastirma û rûnê nîvişk ji wan re ji gundan dihat. Pir bitam û xwedî bêhnek xweş bûn. Biharatên wan piranî ji gîhayên çîyê dihatin berhevkirin. Çaya wan ya çîyê bû. Piştî taştêyek dewlemend û pir qelebalix em ji mal derketin. Polis Chrysochous navçeyek ku sê hêlên wê çîya û hêlek wê deryaye. Wek pêsîrekê di nava van çîyan de ji xwe re guherek çêkirîye. Hêla wê a rojhilat wek pozekî çîyan dorpêç kirîye. Navçeyê pala xwe daye hêla din û bakurê wê jî wek balîfekê li kêlekê dimîne. Bi şiweyek kurt Polis Chrysochous dişibe dasa paleyê di nav hinbêza reşayaya giravê de.
Roja yekem programa me Hêla rojava, ew pozê ku xwe dirêjî navavê kirîye bû. Em pêşî çûn Latsi û hinek din bi jorde çûn û gîhan deverek ku Aphrodît ew wek hemam bikar anîye. Avek xweşik ji tahtan dinisilî û ewdek liber..Cîhê geştîgeran bû. Pir kes hatibûn dîtina wê û sûret ji xwe re dikişandin. Me jî çend sûret kişand. Paşê em ji wir derketin û Piçek di nav xwezayê de çûn li dêrek piçûk û kevnar rasthatin. Kalomira bahsa 800 sal emrê vê dêrê dikir. Li çepê me dever pêş me kir û got; “evder Parka Panisula ya netewî ye. Li vir kes nikare bikevirekî jî bilîze û ji cîhê wî bileqîne. Em mecbûrin xwezaya welatê xwe biparêzin ji ber ku ji me re pir girînge.”(!)
Di deverên dervê Parka Netewî de rê çêkiribûn û geştîyar bi motoran digerîyan. Xwezayek parastî, şêrîn, hewak xweş û derya li jêr wek xalîçeyekî bêpîvan xuya dikir. Gul û çîçekên reng bi reng serê xwe bilind kiribûn...
Kalomira nêzî çîçekekê bû û bala min kişand, got; “tu dibîne bê ev çîçek bejna wê zeîf û nazdare. Lê li vir bayekî dijwar heye, lê bi înad liber xwe dide û liser ling dimîne. Roja ku mêrê min mir, ez bi şeş zarokên hûr re mam tenê. Bêçar bûm û min nizanî ez ê çibikim. Rojek ez bi vî çîyayî de hilkişîyam û li vê çîçekê rast hatim. Bayekî li sînga wê dixist, ditewîya vî alî, wî alî, lê ji koka xwe nediqetîya û liber xwe dida. Min di ber xwe de got ev dersek başe ji min re. Divê ez jî piştî mirina mêrê xwe li ser ling bimînim û warê xwe biparêzim. Piştî ku ji vê xwezayê min ev ders girt, li mal vegerîyam û min ji nû ve dest bi jiyanê kir. Hemû kar û barê malbatê girt ser xwe û ji zarokên xwe re hin bûm bav û hin bûm dê.”
Jinên Kurdistan bi heft-heşt zarokan ku jinbî dimnin û çawa xwedî li zarokên xwe derdikevin, mêr nakin, dibin sermiyandara malbatê hatin bîra min. Di ber xwe de vebişirîm û min got em û we pir dişibin hev. Em herdû milet jî ji xwezaya van çîyan hêza xwe digirin.
Berêvarkî em vegerîyan Polis Chrysochous. Me Kalomîra li mal danî û got; em ê hinek dakevin ber deryayê, ji xwe re bigerin. Paşîyê em telefonî hev dikin.
Min û Rony seyare girt û em daketin qiraxa deryayê. Me tûrek dirêj avêt. Cîhên melevanîyê, restorant û warên keştîyan, havîngeha geştîyan yek bi yek kontrol kir. Qiraxên avê bi qûmek hûr û paqij û bingehên geştiyarî, lê vala xuya dikirin. Hîn havînê destpê nekiribû. Pir hindik kes diketin avê. Piranî kal û pîrên Ewrûpa, yên bi malbatî li qiraxên deryayê tûr davêtin. Çend kalên Elman li me rast hatin û “hello” ji me re gotin. Min bi Elmanî li wan vegerand û got; ev 20 sal e ez li welatê we me, yekî ku min nasneke, lê rast nehatime ku silav li min kirîye! Hûn çawa hînî vê bûne? Yê kal li min vegerand û got; “li vir adet wilo ye” û em herdû bihev re kenîyan..
Rûmên Cybrus te nas bike neke, ku di ber te re derbas bû miheqeq silavê li te dike. Ev çandek wan a taybet e. Ev silav dibe sebeb ji têkilî û nasîna mirovan bi hevre jî. Ev adet li Kurdistanê jî heye. Nas be, nenas be, herkes silavê li hev dike. Kesê ku silavê neke û diber komek mirov re derbas be, pir şerm têt dîtin. Wek kesekî dinyanedîtî ye!
Piştî hinek gerê Kalomira telefon kir û got; “niha hun birçî bûne. Werin mal em xwarinê amade dikin.
Ez û Rony vegerîyan mal. Masî amade kiribûn. Min jî xwest ku selatê çêkim..Bi kêfxweşî kêr, text û kelepûr, şênayî dan min. Min jî selatek xweş hûrkir. Em li ser xwarinê rûniştin. Me dît ku Mêrek kamera bi wîre û hilkişîya hewşê û hat cem me. Ew bi me dan naskirin. Panicos Chrysanthou. Hunermendekî sînema ye. Nav bi min xerib nehat. Paşê min fêhm kir ku têkilîya Panicos bi kurdan re heye. Dema ku Hunermendê Kurd û hêja Yilmaz Guney ji zîndanê direve, ji bona operasyona derketina Yilmaz Guney a derve; yek xort û jinek ku li Nikosia bûne alîkar û li Cybrus bi tevahî girav nasdikirin, ew ciwanê ku bûye alîkar Panicos Chrysanthou bi xwe ye. Me li ser reva Yılmaz Guney, rewşa kurdan û êrîşên tirkan hinek sohbet kir. Panicos got; “ez bi kurdan re di şîrketa film a Berlin Mîtos de 10 salan xebitîme”(!) Pir sîmayên kurdan nasdikir û xwe nêzî kurdan didît.
Dîtira Rojê, emê ji alîyê rastê ve heta hidûdê ku tirkan dagirkirîye biçûna. Serê sibê, piştî taştê, ez, Rony, Kalomîra û xuşka wê Kristîna bi rê ketin.
Rê di ber qiraxa deryayê re; hêlek me çîya û hêla din derya, qiraxên biqûm û warên geştiyarîyê bûn. Pêşî em gîhan Argaka û bi rêzê carnan dinav çîyan re û carnan di qiraxên deryayê re; Gialia, Agia Maria Chrysochous, Nea Dimmata û Pomos Pachyammos re derbas bûn. Yek ji yên xweştir ku hêjaye mirov bibîne. Di serê çîyayê Pomos Pachyammos de em sekinîn. Ji wir pêve çûn qedexe bû. Ji ber ku hidûdê dagirkerîya tirkan destpê dikir. Radar xuya dikir. Lewhak ku “li vir sûret û vîdeokişandin qedexe ye”(!) hebû. Erebak polîsan jî li kêleka rê sekinî bû. Lê min têra xwe sûrek kişand. Cîhekî bilind û derya di bin lingê me de bû. Derya wek eyneyek mezin ku tu berê wê bide ezmanê şîn xuya dikir. Li jêr li qiraxên deryayê wek nuqtên piçûk masîgir xuya dikirin. Carek din birîna perçebûn û dagirkerîyê ji kezeba min de xwîn bû. Min keserek kûr kişand û carek din lanet li tirkan û kirinên wan anî. Ewqes teresin ku bûne simbola barbarî, hovitî û qedexeyan.
Min ji hidûdê alî din ku di bin dagirkerîya tirkan deye, yê giravê ji Paralimni û heta Pachyammos ez gerîyam. Di ber qiraxên deryayê re gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar em gerîyan. Gerek xweş, balkêş, xwezayek şêrîn û xelkekî dilgerm, mêvanperwer û dost bû. Rêhevalê min hêja, zane û têra xwe devernas bû..
18.03.2018