1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Bessam Mistefa
  4. Da em Palo ji bîr nekin
Da em Palo ji bîr nekin,da,em,palo,ji,bîr,nekin

Da em Palo ji bîr nekin

A+ A-

Di roja 09.05.2018an de, salvegera 27an a koça dawî ya helbestvan û zimanzanê Kurd yê mezin Mela Ehmedê Palo derbas bû. Ne ecêb bû ku li ser hemû astan, bîranîna wî bêdeng û bêguhdan derbas bû. Çimkî mirovên mîna Palo rast û dirust, ne tenê di dinyaya xwe de, lê belê heta di hundirê gora xwe ya reş û tarî de jî, têne piştguhkirin û jibîrkirin.

Wek ronakbîr û kedkarên rasteqîn, Paloyê xwediyê keda mezin û xizmeta giranbuha ji Wêje û Edebiyata Kurdî re, ti carî neda dû navdarî û navûdengiyê û di rewş û şert û mercên herî zehmet û dijwar de, di nav sêwîtî, bêxwedîtî û hejariya malik xirab de, berhemên pir hêja û mezin kirin mal û milkê wêje û dîroka gelê xwe.

Seydayê Palo di ziman de derya bû. Ji bilî Kurdî, wî bi Erebî, Tirkî û Farsî jî zanîbû. Li kêleka zaravaya Kurmancî, bi Zazakî û Soranî jî zanîbû. Lewma zimanê wî di nava xwe de sihrbaziyeke cihêreng hildigire û xwînerên xwe vedixwîne wê behra kûr û dûr û arezûya dîtina durr û gewherên veşartî li ba wan gurr dike. Kurdiya Palo ewqasî şîrîn û rewan e ku mirov bi xwe re dibe nav deşt û zozanên Kurdistanê. Herwiha bi kûrî û watedariya xwe hemû êş û derdên miletê Kurd vedihewîne.

Pêkan e Mela Ehmedê Palo wek helbestvanekî Kurd ê klasîk bê hejmartin. Herwiha hin caran bêhna mezinên me yên klasîk wekî Xanî, Cizîrî û Feqiyê Teyran jê tê. Lê diyar e, tevî hemû xalên hevbeş di navbera wî û kesên navborî de, Palo xwedî felsefeyeke taybet e. Ez dikarim bê dudilî bêjim ku Palo bi rengekî ji rengan naşibe tu kesî. Palo tenê dişibe Palo. Bikaranîna wî ya zimên cuda û taybet e. Binyata ristên wî yên şiîrî û hevoksaziya wî pir cuda ye. Muzîkeke ecêb di nav xêzên wî de heye ku bi awayekî nepenî dîlaneke Kurmancî ya giran lidar dixe. Ez bi xwe gelek caran dema helbestên Palo dixwînim, ditirsim xwîn di zengelorka min re biavêje û wek rebenekî bê perr û bask di nav behra zimanê wî yê sosret de li ber pêlan herim! Qeyik û belema rizgarkirinê jî tenê zimanê wî yê Kurdî yê şîrîn û bedew e.

Bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê ye û yek ji navçeyên Mezrayê ye. Seydayê Palo ku ji ber zulm û zordestiya neyarên gelê Kurd ji Paloya xwe koçber bû, rastî zehmetî û dijwariyên bêhejmar û bêmînak hat. Heta di dawî de Binxet bû û li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hêwirî. Lê seyda her û her bêriya cîwarê bav û kalên xwe dikir û di nav agirê bêrîkirina bêrehm û dûrketina neçarî de dişewitî û helbestên tije hest ku hêsiran ji çavên mirov dibarînin afirand.

Yek ji van helbestên wî yên ku kezeba mirov dişewitînin û kela girî dixin qirika mirov, helbesta wî ya bi navê “Dîtina Palo Daxwaza Min e” ku sala 1960î hûnand û wiha têde dibêje: “Cih û warê min î Palo. Ji bona min tu hêlîn î. Bi vî rengî nedî halo. Ji bo çavê mi dûr bînî. Tu daxwaza dil û can î. Dikim nakim te nabînim. Divoka canê heyranî. Gul û reyhan û nesrîn î. Di qeyda dijminê bedkar. Nedî xweşî vejîndarî. Di benda xayin û bêzar. Demek sor û reş û şînî. Di çola bend û evdal î. Perîşanî belengazî. Di tola şûr û mertalî. Qe carek xweşî nabînî. Di gola dijmin û canî. Di hepsa agir û kînî. Cih û warê birîndar î. Tenê bê rûmet û jîn î.”

Seydayê Palo gelek berhemên giranbuha li pey xwe hîştin, lê mixabin heta niha tenê du berhemên wî yên çapkirî hene ku herdu jî heyf û xebînet bi şaştiyên çapê û çewtiyên cuda cuda mişt û dagirtî ne: Dîwana Dewr û Gera Kurdistanê û pirtûka li ser zimanê Kurdî bi navê Rêzimana Kurdî.

Ji xêra Xwedê re, beriya çend rojan kurê Seydayê Palo, Rêzan Palo mizgîniya xêrê da min ku biryar e di demeke nêzîk de du berhemên Palo ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve li Bakurê Kurdistanê bêne çapkirin ku ew jî dîwana wî ya berê çapkirî Dewr û Gera Kurdistanê ye û herwiha destana wî ya şiîrî ya neçapkirî Civîna Nemiran e. Wek gelek hezkerên peyva kurdî ya resen û şîrîn, ez ji niha ve li benda derketina van herdu kitêbên Seydayê Palo me ku heye rê li ber çapkirin û belavkirina hemû berhemên wî yên din ku hîn nehatine çapkirin veke.



Civîna Nemiran

Destana şiîrî ya Civîna Nemiran yek ji berhemên herî balkêş û mezin e di dîroka Edebiyata Kurdî ya klasîk de. Civîna Nemiran ji deh hezar malikên şiîrî pêk tê û bi zimanekî zelal û hevgirtî û bihêz hatiye nivîsandin. Seydayê Palo bi vê berhema xwe hewl dide berhemeke wek pirtûka fîlozof û nivîskarê Ereb yê navdar Ebûl Ala el Meirî ya bi navê (Rîsalet el Xufranê) li kitêbxaneya Kurdî zêde bike.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Kasî Yûsiv ku yek ji hogirên Palo ye û li ser şopa wî ya helbestî û felsefî dimeşe, wiha behsa vê bûyerê dike û dibêje: “Carekê çavê Palo bi pirtûka Ebûl Ala el Meirî ya bi navê “Rîsalet el Xufranê” dikeve û li wî te`in tê, xîreta neteweyî li wî dide çawa ku pirtûkeke wek vê pirtûkê di pirtûkxaneya Kurdî de nîne. Lewma wî bi himeteke mezin û di demeke ne pir dirêj de li ser şêwaza pirtûka el Meirî, destana “Civîna Nemiran” afirand.”

Palo di Civîna Nemiran de wek melevanekî jîr û jêhatî di nav deryaya êş û xeman de melevaniyê dike, çîrok û serpêhatiya jiyana xwe ya taybet û jiyana miletê xwe yê belengaz tîne ziman û bi zimanekî mîna bejna êşên wî bilind û cadûger dibe bêjerê derd û kulan. Di Civîna Nemiran de, Palo dibêje: “Ji bunyad û ji kokê. Kurd e ji dil Pehlewî. Ji daxwaz û divokê. Têde nake berberî. Dilpaqijî dibîne. Riya jîn û xebatê. Ber û mêwe diçîne. Dibistana felatê. Riya ku wî daye ser. Riya welatperwerî. Naxwaze jê here der. Daku bigihî rêberî. Ji Palo ne ji banî. Şax û xerzik vedane. Ji Kurdak û ji Manî. Ji Maj û Mûj xuya ne. Di zozanê bela ne. Ji lew nav in bi Zaza. Di ser lat û çiya ne. Rengê piling û baza. Di nav baran û berfê. Tevde li ser çiya bûn. Arê dijmin çawa tê. Li ber dest û piya bûn. Ji Palo derketim der. Ber bi Swêrek berêmin. Di kortal û ber û der. Di mala yar û dijmin.”

Mela Ehmedê Palo kî ye?

Mele Ehmedê Palo sala 1920an li gundê Sêraçûr yê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Hîn zarokekî 3 salî bû, sêwî ma û jiyaneke pir zehmet û tije kul û keser û derdên jiyanê derbas kir. Piştre Palo demekê li gundê Weysîkê şivantî kir û berê xwe da Binxetê, li gundê Xeznayê ma û hate Amûdê û dûre li bajarê Qmişlo bicih bû.


Gotinên miftehî :