1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Ahmed Kanî
  4. Dewleta Cihûyan, Pêşnumaya Rizgarîya Cihûyan e
Dewleta Cihûyan, Pêşnumaya Rizgarîya Cihûyan e,dewleta,cihûyan,pêşnumaya,rizgarîya,cihûyan,e

Dewleta Cihûyan, Pêşnumaya Rizgarîya Cihûyan e

A+ A-

Di sala 2021ê da, dîyarîya herî hêja ku bo min hatî kirin pirtûka (150 rûpel) bi navê “Dewleta Cihûyan” a Theodor Herzl e ku mamosteya hêja Fexrîye Adsay ji îngilîzî wergerand kurdîya kurmancî. Pirtûk di nava weşanên Avesta da, di serê sala 2021ê da der çû. Min berê bi zimanê tirkî (110 rûpel) ev pirtûk xwendibû, lê tehma ku min ji zimanê kurdî girt tirkîya wê neda bû min.

Pirtûk, bi destpêka ku ji alîyê Louis Lipsky ve hatîye nivîsîn dest pê dike. Ew di vê nivîsa xwe da, pêvajoya nivîsandina berhema bi navê “Dewleta Cihûyan” û atmosfera ku bi çend deh salan berî wê ronesansa cihûyan hatibû jîyîn, dinirxîne. Ev nivîs bi qasî neh rûpelî ye, lê meriv kare bibêje ku bi awayek zelal puxteya naveroka pirtûkê jî pêk anîye.

Nivîsa duyem, ji alîyê Alex Bein ve bi ser navê “Theodor Herzl, BIYOGRAFIYEK li ser bingeha berhemê”, hatîye pêşkêş kirin. Ev nivîs, bi jidayîkbûna Theodor Herzl dest pê dike, lê gav bi gav tekoşîna wî ya bo rizgarîya cihûyan li ber çavê xwîneran radixîne. Meriv kare bibêje ku ev nivîsa ji 39 rûpelan pêk hatî, bi qasî Dewleta Cihûyan a wek pêşnumaya rizgarîya cihûyan e, ne girîng be jî dîsa projeksîyonek girîng e li ser tekoşîn û jîyana Theodor Herzl. Beşek ji vê nivîsê ku dema nivîsa pirtûkê wek wehîyek ji Xweda hatî tê pênasekirin, li ser bergê dawî hatîye bi cih kirin.

Piştî ev du nivîsên giranbiha, berhema bi navê “Dewleta Cihûyan”, li ser pêşgotina nivîskar a çar rûpelî û şeş (1- Destpêk, 2- Meseleya Cihûyan, 3- Şîrketa Cihûyan, 4- Komên Lokal, 5- Civaka Cihûyan û Dewleta Cihûyan, 6- Encam, li ser hev 86 rûpel e.) beşên teorîya dewletsazkirina cihûyan tê dabeş kirin. Di dawîya pirtûkê da çavkanî bi qasî du rûpel û Kronolojîya jîyana Theodor Herzlî bi qasî sê rûpel hatîye dayîn.

Wek encam ez karim bibêjim ku cihûyan ev pêşnumaya rizgarîya xwe ji du alîyan ve baş şopandîye. Alîyek wê birêxistina neteweya cihû li ser hişmendî û bawerîyek xurt a bi navê Komeleya Cihûyan e. Alîyê din ê ku li cem me kurdan bi qasî ku meriv kare bibêje tune ye, lewaz e alîyê aborî bi navê Şîrketa Cihûyan hatîye sazkirin.