1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Di Heqê Têmûrê Xelîl da…
Di Heqê Têmûrê Xelîl da…,di,heqê,têmûrê,xelîl,da

Di Heqê Têmûrê Xelîl da…

A+ A-

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Pirtûka Zeri İnançê ya Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî /Erivan Radyosunda Kürt Sesi nêzîkê salek berê weşandibû.

Têmûrê Xelîl, wek tê zanîn li Swêdê dijî, ji kurdê Êrîvanê ye, bi awayek mezin hêrîşê vê pirtûkê kiriye. Bi awayek pir mezin hêrîşê bo Zeri İnança ku pirtûkê bo weşanê amadekiriye, bo Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ku pirtûkê weşandîye, bo Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, bo Îsmaîl Beşîkcîyî, bo Cesîmê Celîl, bo zarokên wî Prof. Dr. Ordîxanê Celîl, Prof. Dr. Celîlê Celil, Cemîla Celîl û Zîna Celîl kiriye. Ji ber ku bi Zeri İnançê re hevpeyvîn kiriye hêrîşê Agosê jî kiriye.

Zeri İnançê di 20ê Adara 2017an de bersiva tawanbarên li ser pirtûkê ya Têmûrê Xelîlî daye, di derbarê naveroka pirtûkê de, agahîyên ber fireh daye.

Têgehên ku Têmûrê Xelîl bikar tîne, bi awayê qet’î ne têgehên zanistê, sîyasetê ne. Ne têgehên çapemenîyê ne. Di dema hêrîşê de, têgehên ku bi exlaqê zanistê re, bi ezlaqê weşangerîyê re qet li hev nakin, bikar tîne. Heqaretê, bêrûmetkirinê, piçûkxistinê wek rêyek hilberîna zanînê hilbijartîye. Û vê bi zanîn dike. Dinivîse ku pirtûk, zanînên di pirtûkê de, ji serî heta binî çewt in, pirtûkek e ku divê bê îmhakirin, divê bê tunekirin. Têmûrê Xelîl dikirpîne ku keda bavê wî û dîya wî di Radyoya Êrîvanê de, pirtir mezin bûye, lê qet behsa wan nehatiye kirin.

Pirtûk, bi nivîsên ku berê li cihên cuda weşîyane re li ser hev ji neh nivîsan pêk tê. Di vê pirtûkê de bes çar nivîsên nû hene. Nivîsa yekem pêşgotina Zeri İnançê ye. Nivîsa duyem a ku Zîna Celîl bo pirtûkê nivîsîye û tê de bîranînên xwe yên li ser radyoya Êrîvanê di dema ku zarokek 7-8 salî bûye vegotîye. Nivîsa sêyem hevpeyvîna Zeri İnançê bi Celîlê Celîl re ye. Nivîsa çarem jî nivîsek Îsmaîl Beşîkcî ye ku di dawîya pirtûkê de, li ser pirtûkê nivîsîye. Nivîsên din hemû, ji xwe di demên borî de, di weşanên cuda de hatine weşîn.

Celîlê Celîl, çi di vê hevpeyvînê de, çi di nivîsên wî yên di pirtûkê de be, behsa Xelîlê Çaçan (Muradov)ê bavêTêmûrê Xelîl û Eznîva Reşîd a dîya wî jî dike. Di nivîsên din ên di pirtûkê de jî behsa wan û keda wan tê kirin. Ji alîyê din ve ev pirtûk behsa serdema avakirina beşa kurdî ya Radyoya Êrîvanê, sala 1955an dike. Bav û dîya Têmûrê Xelîlî jî jixwe di vê radyoyê de, piştî sala 1957an dest bi xebatê kirine. Bi tevî vê jî di nivîsên cuda de behsa wan hatiye kirin.

Li gor qen’eta min esas aciziya Têmûrê Xelîlî ev e. Têmûrê Xelîl, ji Cesîmê Celîl û zarokên wî, bi kurtî ji malbata Celîlan dibe’ece. Ev be’ecandin êdî vegerîyaye dijmintîyê. Rêzgitina sazîyek cidî wek Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) ji keda malbata Cesîmê Celîl re, nirxandina vê û ragihandina vê bo rayagiştî ya kurdan, Têmûrê Xelîl pir aciz kiriye. Ji ber vê ye ku bi tevî piranîya van nivîsan berê di kovar, malper û weşanên kurdî yên cuda de hatibûn weşandin jî ti bertek nîşan neda bû, lê bo pirtûka ku ji alîyê WÎBê ve hatîye weşandin dibêje "Divê ev pirtûka ku seranser bi zanînên çewt tijîye bê îmha kirin, neyê firotin…" Wekî din dibêje "firotina vê pirtûkê tawan e."

Xizmeta malbata Celîlan bo çanda kurdan, bo edebîyat, bo muzîk, bi giştî bo folklora kurdan, rastîyeke e ku her kesê eleqedarê vê mijarê dizane. Enstîtuya Kurdolojiyê ya li Viyanayê ev demeke bi sernavê Zargotina Kurda, berhemên kelepûra zargotina çanda kurd dicivîne û diweşîne. Zargotina Kurda ya ku wek 25-26 berg hatîye plan kirin heta îro pênc berg hatîye weşandin. Têmûrê Xelîl jî hewil dide vana hemûyan tune bike.

Helbet azadîya derbirînê, rexneya azad pir girîng e. Lê zimanê Têmûrê Xelîlî, hîç ne ev ziman e. Ne zimanê çapemenîyê ye. Ne zimanek e ku bi exlaqê zanistê re, bi exlaqê çapemenîyê re, bi reftara rewşenbîr re li hev kirî ye. Zimanek e ku bi heqaret, bi nizimxistin, piçûkkirin tijî ye. Têmûrê Xelîl, bo çi zimanek wiha bikar tîne? Ji ber ku nikare ramanên xwe bi têgehên zanistê, sîyasetê vebêje, ji ber ku dê nikaribe hestên xwe yên dexesîyê bi vî awayî tetmîn bike, pêwîstî bi xwe spartina zimaneke wiha dibîne. Kesên ku hewil didin ramanên xwe bi têgehên zanistê, sîyasetê vebêjin heqaret li muxatabên xwe nakin, bo nizimxistin û piçûkxisitina wan nig navêjin. Bi têgehên zanistê, sîyasetê wan rexne dikin.
Divê ev jî bê diyarkirin ku lazim e, kesê ji welatê xwe, ji civata xwe dûrketîne, merivê li welatek din dijîn hinek mitewazî bin. Lê tew kurd bin… Li cihê ku pêwendîyên germ bi kesên wek xwe kurd ku li welatê din dijîn re çê bike, li hember wan çêkirina dijmintîyê, têgihîştînek wisa ye ku bi hêsanî nayî famkirin.
Pêwîstî bi parvekirina van pêwendî û geşedanan bo rayagiştî hatîye dîtin.

Îsmaîl Beşîkcî

16 Çotmeh 2017


Gotinên miftehî :