Du Kurd,du,kurd

Du Kurd

A+ A-

Di dîroka kurd/Kurdistanê de, di çaryeka ewil a sed sala bîstan de, du nav girîng in. Divê bo kurdan zanîna bi van du navan, Evdirezaq Bedirxan (1864-1918) û Evdilselam Barzanîyê(1868-1914) II. û zanîna bi ramanên wan û kirinên wan girîng be.

Di nivîsa berî vê de, bi sûdgirtina ji nivîsa Prof. Dr. Kadrî Yildirmî jî hinek agahî di derheqê raman û kirinên Evdilselam Barzanî de hatibûn dayîn.
Pirtûkek bi navê Otobiyografya Evdirezaq Bedirxanî heye. Wergera vê pirtûkê ji rûsî bo kurdî Prof. Dr. Celîlê Celîl kiriye. Ji kurdî bo tirkî jî Hesen Cunî kiriye. (Weşanên Perî, Mijdar 2000, Stenbol) Alîyek pirtûkê bi tirkî, alîyek jî bi kurdî ye. Her beşek ji wan 78 rûpel e.

Di vê pirtûkê de, du nivîsên Evdirezaq Bedirxanî hene. Di van nivîsan de, hin nirxandinên li ser salên 1910-1916an hene. Celîl Xoce dîyar dike ku di dema xebata xwe ya li ser arşîvên Rûs li van dokumanan rast hatîye.

Celîl Xoce di pêşgotina vê pirtûkê de dikirpîne ku Evdirezaq Bedirxan şarezayek pir alî ye. Karînên wî, bi awayê him dîplomat, him ronakbîr, him şoreşgerê netewî rêz dike. Dîyar dike ku di heqê Evdirezak Bedirxanî de, di arşîvên Rûs de dokumanên girîng hene. Pêşniyaz dike ku kurd van dokumanan binirxînin, li ser raman û kirinên Evdirezaq Bedirxanî xebat bikin.
Evdirezaq Bedirxan li Stenbolê perwedeyek taybet dîtîye. Yek ji mamosteyên wî yê taybet Hecî Qadirê Koyî ye.(1817-1897) ku Celadet Bedirxan wî wek Xanîyê duyem bi nav kiriye. Evdirezaq Bedirxan, ji kesayeta Hecî Qadirê Koyî ya welatperwer, netewperwer bandor girtiye. Ev mijar di pirtûka Kadrî Xoce ya Xanîyê Duyem de, (Weşanên Avesta, 2016, Stenbol) bi awayek berfireh cih girtiye. Alîyek pirtûkê kurdî, alîyek jî tirkî ye.

Di dema perwerdeya taybet de, ji bilî zimanê kurdî yê dayîkê, zimanên wek tirkî, fransî, farsî, erebî jî fêr bûye. Feqet, ji ber nakokîya Siltan Evdilhemîd a bi Bedirxanîyên ku doza kurd/Kurdistanê diajon re nikaribîye biçe Ewropayê lê perwerde bibe. Di Wezareta karê Derve de wezîfe girtiye. Li Rûsyayê û Îranê li balyozxaneyan xebitîye.

Evdirezaq Bedirxan, têgihîştiye ku mafê kurdan ê ji kurdbûna wan, ji netewbûna wan tê heye û ev maf hatine xesbkirin, bo bidestxistina van mafan ketiye nava tekoşînek mezin. Keseke ku bo avakirina Kurdistana serbixwe xebitîye. Bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re projeyên xwe yên di mijara Kurdistana serbixwe de axiviye. Bo ku di vê mijarê de piştgirîya Rûsan bigire hewlên mezin daye.

Li gor derfetên xwe, alfabe, rêzimana kurdî amade kiriye. Di sala 1913an de, li bajarê Xoyê yê Rojhilat, bo zarokên kurdan xwendingeh vekirîye. Xwendingeha sekuler. Xwendingehek ku bi zimanê kurdî perwerde dide, di destpêka Şerê Yekem ê Cîhanî de belav bûye.

Ev hemû karvedan, dewlet, Îtîhadvan pir nerhet kirine. Tîma sûîqastê ketîye pey Evdirezak Badirxanî. Di 1918an de, ji alîyê sîxurên dewletê ve li Tîflîsê hate desteserkirin. Ji wirê tînin Stenbolê, îdam dikin.

Di nava Şêx Evdiselam Barzanî û Evdirezak Bedirxan da şibandinek girîng heye. Her du jî welatperwer in, neteweperwerên kurd in. Bo mafên kurd/Kudistanê hewildan kirine.

Welatperwerî, neteweperwerîya Evdiselam Barzanî ji malbat, eşîr û medreseya Barzan tê. Welatperwerî, neteweperwerîya Evdirezak Bedirxan jî ji malbat, perwerdeya taybet, ji îlhama ku ji Hecî Qadirê Koyî girtîye tê. Rewşeke ku her du dişibin hev jî di salên pir nêzî hev de ji alîyê dewletê ve ji alîyê Îtîhadvanan ve hatina îdamkirina wan e.

Ciwanên kurd ên nivîskar, ronakbîr, akademîsyen û hwd. êdî ji nêzîk ve bi rabirdûya dîrokî, binyada civakî, ziman, çand, huner, muzîk, wêne û hwd. ên kurdan, Kurdistanê re eleqedar dibin. Tê dîtin ku di van mijaran de xebatên birûmet jî têne kirin. Li ser Evdiselam Barzanîyê II. Evdirezaq Bedirxan, Medereseya Barzan, mijarên weha jî xebatkirin girîng e. Bikar anîna arşîvên Osmanî, Îngilîz bo Evdiselam Barzanî; arşîvên Rûs bo Evdirezak Bedirxan dê sûdwer bin.

Divê bi çavê kurdan li Evdirezaq Badirxan, Evdiselam Barzanî bê nêrîn. Wek mînak nivîskarên tirk ên dijberê kurdan bo Evdirezaq Bedirxan dibêjin ‘Sîxurê Rûsan’ e. Wî piçûk dikin. Îdama wî wek serfirazîya tirkan dinirxînin. Helbukî hemû xebata Evdirezaq Bedirxan bo kurdan e. Di nava hewildana bidestxistina mafê kurdan ê ji kurdbûna wan tê, de ye. Sedema bingehîn a pêwendî danîna bi dîplomatê Rûsan re, bi Wezareta Derve ya Rûsan re ev e.

Cihûyek Theodor Herzl (1860-1904)

Ez di vê nivîsê de pêwîstî bi behskirina ji cihûyek ku hemdemê Evdirezaq Bedixan û Evdiselam Barzanî ye û ji raman, hest û kirinên Theodor Herzlî dibînim.

Theodor Herzl rojnamevanek e. Li Vîyanayê perwerdeya hiqûqê dîtîye. Bo avakirina dewleta cihûyan hewl dide. Di 1896an da pirtûkek bi navê Dewleta Cihûyan weşandîye.

Theodor Herzl, di 1890an da, li hemû qadên ku cihû lê dijîn, bi karsazên cihû re, hevdîtinan pêk anîye. Ev hevdîtinan li ser hev dike. Jixwe ew rojnamevan e. Di van hevdîtinan da, him bo peydakirina xakê ji dewleta cihûyan a ku dê bê avakirin pere dixwaze, him jî ji wan re gotinên pir girîng dibêje. Herzl, ji karsazên cihû re vanan dibêje: Ti rûmetek vê dewlemendîya we nîne. Eger dewletek we tunebe, hûn dê bibînin ku vê dewlemendîya bi carek ji destê we der tê. Ji ber vê bo ku hûn nigek zûtir bibin xwedî dewlet bixebitin…

Theodor Herzl hewil daye ku vê bi caran ji karsazên cihû re bibêje. Hinek karsazên cihû êdî ji van hevdîtinan nerhet bûne. Hin kesên ku ji Herzlî re gotine ‘em naxwazin te bibînin, carek dî neyê virê’ jî hebûne. Lê, her dema ku Herzl derfet dîtiye li ser hev van gotinan ji wan re gotîye: Eger dewleteke we tunebe ti rûmeteke vê dewlemendîya we tune ye.

Em bala xwe bidin dîrok, serdema ku ev gotin hatine gotinê. Theodor Herzl, di sala 1904an da wefat kiriye. Hê li holê Hîtler filan tune ye… Bnr. Bîranînên Theodor Herzlê Damezrînerê Sîyonîzmê, Wer. Ergun Goze, Weşanên Bogaziçiyê, çapa 2. 2002, Stenbol

Theodor Herzl piştî ku pirtûka Dewleta Cihûyan di 1896an de weşand, di 1897an de, li bajarê Baselê yê Swîstrê civandina Kongreya Cihû ya Dinyayê pêk anî. Serok hat hilbijartin. Di wê kongreyê de, Herzl vê got: Min di serê xwe de dewleta cihûyan ava kir. Dê berî 50 salî wek fî’lî jî ava bibe. Divê bal li ser pêşbînîya Theodor Herzlî jî be.

Theodor Herzl, di 1896 û 1898an de du caran Stenbolê zîyaret kir. Sêyemîn hatina wî ya Stenbolê 1901 e. Di vê navê de bi Siltan Evdilhemîd re hevdîtin pêk anî. Bo dewleta cihûyan xakê ji welatê Osmanî xwest. Bo vê pereyek pir mezin jî teklîf kir. Ne rast e ku Siltan Evdilhemîd, Herzl qewrandîye. Ev hevdîtin bû. Siltan Evdilhamîd, ji Herzlî re got ‘ne li cihek lê belawela hûn dikarin li Mezopotamyayê bicih bibin’. Herzl teklîfê nepejirand. Xaka hatî soz dayîn, dîyarê Ken’an, Filîstîna îroyîn dihanî zimên.

Theodor Herzl, paşê, bi Wezîrê Kolonîyan yê Brîtanya Mezin Chemberlein re hevdîtin kir. Chemberlein jê re li Afrîkayê, Uganda teklîf kir. Herzl nepejirand. Uganda di wê serdemê de kolonîya Îngilîzan bû.

Divê li Theodor Herzlî, ne bi çavê erebên dij cihû an Îslamê, bi çavê chûyan bê nêrîn. Cihû, ji welatê xwe bi fişarê, bi zilmê hatine qewirandin, lê, 2000 sal e cihûyan vê jibîr nekiriye. Bi xwesteka vegera virê dijîn. Sûd di hinek nêrîna li vê rabirdûyê de heye.

Romayê di sala 73yê BZ. da, dîyarê Ken’an. Filistîna îroyîn dagir kir. Di wê serdemê de li virê cihû dijîyan. Cihûyan desthilatdarîya Romayê nepejirand li hember Romayê li ser hev raperîn kir. Di encamê da Romayê sala 70 ya PZ, bi zorê, bi zilmê cihû, ji dîyarê Ken’an derxistin. Cihû li çaralîyê dinyayê belav bûn.

Divê li berî 73yê BZyê jî bê nêrîn. Divê meriv Pêxember Îbrahîm, Îshaq, Yeqûb, Yûsif, Fîr’ewn, paşê jî Pêxember Mûsa, hatina deh fermana li çiyayê Sîna bo Mûsayî bîne bîra xwe. Paşê jî Pêxeamber Dawid, Pêxember Silêman, ji alîyê Silêman ve, li dîyarê Ken’an avakirina dewleta cihûyan bibîr bîne.

Di 722yê BZyê de, Şahê Aşûran Salmanasarê V. dîyarê Ken’an dagir kir. Dewleta Cihûyan wek Bakur, Başûr bû du beş. Împaratorê Aşûran beşek ji cihûyan sirgûnê Babîlê beşek jî sirgûnê xaka Kurdistana îro kir. Di 586ê BZyê da, Şahê Babîlê Nabukadnezar, hêrîşê dîyarê Ken’an kir. Dîsa beşek cihûyan sirgûnê Babîlê û xaka Kurdistanê kir. Divê van jî bînin bîra xwe.
Karvedanek bi ermenîyan re eleqedar

Di 1908an de, Siltan Evdilhemîd, ji pos hat dûrxistin. Îtîhadvan dest danîn ser post. Bi qasî salek li Osmanî nava ermenî û Îtîhadvanan xweş bû.

Dirûşmeyên wekhevî, azadî, biratî, ‘edaletê hatin bihîstin. A di vê serdemê de, karsazek ermenîyê ji Xarpêtê, nameyek ji kurê xwe re nivîsî. Di wê nameyê de ji kurê xwe re digot “êdî li Osmanî her tişt baş bûye, tu jî paş vegere…” Ev karsazê ermenî kurê xwe bo perwerdeyê şandibû Brîtanyayê, Liverpolê. Kurê wî perwerdeya xwe xelas kiribû lê li wirê mabû. Li Liverpolê bûbû xwedî Otêl, dewlemend bûbû.

Kurê wî li ser daxwaza bavê vedigere Xarpêtê. Hebûna xwe ya li Liverpolê, pereyên xwe bi rêya bankayê, dişîne Xarpêtê. Feqet, rewşa sîyasî Osmanî di nava salek de xerabû. Fişarên li ser gelên ne tirk, wek Rûm, Ermenî, Kurdan… zêde dibin

Rojên ku Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê dike… Şevek zengilê derê vî kurê ku li Xarpêtê dijî lê dide. Kur derî vedike… Li hemberê wî sê kes hene. Sê kesên bi navê midûrê bankayê, polîs, cendirme ne. Di dest wan de kaxizek heye. Jê tê xwestin ku kaxiz îmze bike. Kur îmze nake. Di kaxizê de îfadeyek bi awayê ’ew kesên ku navê wan li jêr e, dikarin ji hesabê min ê bankê pere bikişînin’ heye. Kur li ber derî dikujin. Bi zorê bi jina wî didin îmzekirin û diçin. Teodor Herzl ji karsazên cihû re çi gotibû ‘eger dewleteke we tunebe, ti qîmeteke vê dewlemendîya we tune ye. Di kêlîyek de ji destê we difire dihere’

Ev bûyer di nivîsa Ermenî û Kurdan de… bêtir bi hûrgilî hatibû vegotin. Em dîyar bikin ku ev bûyer jî ji layê Prof. Dr. Baskin Oranî ve hatîye vegotin. Bîranînên Tehcîrê yê Zarokê bi navê “ M.K”, 1915 û Paşê, Weşanên Îletişim, Çapa Berfirehkirî, 2008, Stenbol, r.18

Di 2014an de Çi Bûn?

Di Hezîrana 2014an de, DAIŞê Mûsilê desteser kir. Dema em li arşîva Wan rojan dinêrin, nûçeyên wiha dibînin… Piştî Mûsilê, dê DAIŞ ber bi Bexdadê ve bimeşe… Lê wisa nebû, DAIŞ ber bi Bexdadê ve nemeşîya, hêrîşê Kurdistanê kir. Li Şengalê li ser Kurdên Êzîdî jenosaydê pêk anî. Hêrîşa ber bi Hewlêrê ve da dest pê kirin… A di wan rojan de em rastê van nûçeyan jî dihatin: Karsazên kurd ji Hewlêrê direvin. Hin karsazên ku malbata xwe li siwareyan siwar dikin, hin tiştên xwe yên biha digrin ba xwe û ji Hewlêrê direvin…

Ev nûçeyek pir behêtkar e. Ev karsazên kurd xwedî mal, siware, ax, atolye, dikan û hwd. ne. Çima wan naparêzin, çima bi şer hewil nadin wan biparêzin? Îhtîmal heye ku ev karsaz pere, micewheran û hwd. jî bi xwe re dibin. Gelo bêbertîl dayîna hinan, bêyî ji destçûnê dikarin biparêzin û di dergehan re derbas bikin?

Em bêjin, ji Bexdadê karsazek ereb diçe Fransayê, Parisê. Li cem wî jî pere an micewher û hwd. hene. Li dergeh bi kêşeyek girîng re rû bi rû ma. Demek ev hatin desteserkirin. Dewleta Iraqê dikare bo vî karsazî bibe alîkar. Bêyî ku bixisire dikare kêşeyan çareser bike. Li hember kêşeyên wiha kî dê karsazên kurd biparêze?

Carek dî Qet na…

Cihû di salên 1930an da, 1940’an da li Ewropayê, jenosayda pir mezin jiyîn. Şeş milyon cihûyên ku li Almanya, Fransa, Polonya, Awusturya, Macaristan, Romanyayê û hwd. dijîyan ji layê rejîma Naziyan ve bi jenosaydê hatin tunekirin. Jar-dewlemend, jin-mêr, kal-xort şeş milyon cihû… Piştî Şerê Duyem ê Dinyayê, piştî hilweşîna rejîma Naziyan û xwekuştina Hîtlerî, cihûyan got Carek Dî Qet Nabe. Ev tê wateya ku cihû ji nişka ve tûşî jenosaydê bûne, bo ku carek dî bi operasyonek wiha re rû bi rû nebin, dê her cure tedbîran bigirin. Heta ku Devleta Îsraîlê hebe dê cihû bi operasyonek wiha re rû bi rû nemînin.

Em li kurdan binêrin. Enfal, jenosayd bû. Lûtkeya jenosaydê 16ê Adara 1988an Helebce bûye. Li Helebceyê bi carekî ji 6 hezaran bêtir kurd bi gazên jehrê fetisîne. Ji 1983yan ve, ceribandina kîjan gazên bi jehr bêtir dikuje, bêtir kuştinên girseyî pêk tîne li gundê kurdan, li ser mehkûmên li zîndanan hatîye sepandin. Di van ceribandinan de Kurdistan bûye laboratiwar. Jimara kurdên ku di van ceribandinên di navbera 1983-1988an de hatine kuştin pir pir ji şeş hezarî zêdetir e. Jenosaydên ku li ser demê û mekanan hatine belavkirin… Ji wê rojê heta îro, li Helebce û derdora wê hê jî zarokên seqet tên dinê. Piştî jîyanek kurt dimirin. Hejarê Şamil, bi palpiştîya daneyên Rêxistina Tendirustê ya Dinyayê di nivîseke xwe de dîyar dike ku jimara kesên ku ji wê rojê de mirine ji 45 hezaran zêdetir in. Bi tevî vê, negotina hinek kurdan a Carek Dî Qet Nabe, hê jî behskirina hinek kurdan ji yekîtîya Iraqê pir behêtkar e.

Birazîyê Sedam Husên, Parêzgerê leşkerî yê Kurdistanê Elî Hesen el Mecîd (1941-2010) wiha digot: Em ê bi dehan Helebce xerakin. Em ê vê gelê paşvemayî bi tevayî ji holê rakin, em ê koka van paşverûyan, xulamê emperyalîstan ziwa bikin. Çekên me, gazên me jî hene, fermanberên me jî. Her tiştê me amade… Ev banda ku Hesen el Mecîdî axivîye, di 2003yan de, dema midaxeleya DYAyê, li Buroyên Partîya Baesê ku ji alîyê pêşmergeyan ve hatibûn desteserkirin hat dîtin. Dihat gotin ku 18 ton dokumanên li van buroyan hatine desteserkirin bo DYAyê hatine şandin. Ev band jî di nava wan dokumanan da peyda bûne. Bi tevî hemû van ve, hê jî negotina hinek kurdan, Carek Dî Qet Nabe, hê jî behsa yekîtîya Iraqê ji alîyê wan ve balkêş e.

Biryargeha Ewlehîyê ya Navendî ya Silêmanîyê niha wek muze tê bikar anîn. Li virê kirinên ku Sedam Husên anîye serê kurdan bi hemû zindîtîya xwe dertên ber çavan. Hê jî behskirina ji yekîtîya Iraqê tê çi wateyê? “Jûrên Qirêjkirina Şerefa Jinan” ên li Biryargeha Ewlehiyê ya Nevendî ya Silêmanîyê û girtîgehên wek wê çi zû têne jibîr kirin? Sedam Husên vê wezîfeyê dabûne kê?

Hegel (1770-1831) di xebata Felsefeya Dîrokê da, dikirpîne ku dewlet ji dîrokê ders nagirin. Dibêje “Dewlet ji dîrokê ders nagirin.” Ev, bo rêxistinan jî wiha ye. Dema ku em li karvedanên dîrokî yên ji dema Hegel heta roja me bûne binêrin em dibînin ku ev raman jî bêtir tê piştraskirin. Bi tevî vê, divê bibîranîna li ser hev ya rabirdûyê girîng be.
Pêwîst e li virê vê mijarê jî bînin rojevê. Gelo xerabîyê merivên xerab dikin? Na. Xerabîyê merivên normal dikin. Merivên normal dema xerabîyê dikin, ji wan re merivê xerab tê gotin. Ger îro Serokwezîrê berê yê Iraqê, Serokê Partîya Dewa Îslamî, Cîgirê Serokkomar, Nûrî Malîkî (d. 1950) bê ser kar, Iraqê wek serdema Sedam Husên bihêz, kurdan bêhêz bibîne, dikare bi kurdan jenosayd jî tê de, her cure xerabîyê bike. Çunkî, kesek e ku bi awakî pir zêde li dijî kurdan, li dijî Barzanî ye. Yek tişt heye ku kare vê asteng bike ew jî rûbirûbûna rabirdûyê ye. Serkirdeyên Iraqê vê rûbirûbûnê nekirine.

Divê li virê bal bo daxuyanîyek Serok Mesûd Barzanî bê kişandin. Di daxuyanîyek ku du meh berê Mesûd Barzanî kiribû de, gotinek bi awayê ‘ger Malîkî bibe Serokwezîr, ez ê Kurdistana serbixwe îlan bikim” got. Vê di rewşeke tehdîdê de got. Li gor qen’eta min ev daxuyanîyek bêtalih e. Divê jiber ku Kurdistana serbixwe mafê kurdan ê siruştî ye bê parastin. Ne ku wek alavê tehdîdê Kurdistana serbixwe bê bikar anîn…

Em hewil didin dîyar bikin ku xerabî ji alîyê merivên normal ve tê kirin. Em zîndanên tirkan ên 1990an bifikirin. Endamê rêxistinan li ser hev behsa êşkenceyên ku li sazîyê ewlehîyan li wan dihat kirin, dikirin. Ewlehîyê, dozgerîyê, dadgehîyê dadgeran rexne, tawanbar dikirin. Di heqê vanan de îlana tawanbarîyê jî dikirin. Feqet, rêhevalên xwe înfaz kirin, avêtina cesedê li ber derê qawîşê jî tê de, ji her cure êşkencekirinê hîç dûr nediketin. Êşkenceyên ku li sazîyên ewlehîyê fêr dibûn bi qasî karibûn li rêhevalên xwe dikirin. Bi gotina “Tu çima di lêpirsînê de axivî, te çima rêxistinê çi kir û dê çi bike vegot, te çima navê kesan da… tu sîxûr î û hwd.” ev êşkence hatin sepandin. Rêxistin li ser hev dewletê vedixwînin rûbirûbûna bi dîroka xwe re, lê ew bi xwe bi rabirdûya xwe re rû bi rû nabin.

Hereketa Maû Maû ya li Kenyayê

Berawirdkirina karvedanên li Kurdistanê û Kenyayê jî agahîyên pir girîng didin me. Ez ê hewil bidim vê biceribînim. Berî Kenyayê, sûd bi kurtî di nêrîna li kolonîzekirina Afrîkayê de heye.

Ji sedsala 16. bi şûn de dest bi kolonîzekirina Afrîkayê hat kirin. Pêşî Hollandayî, paşê, Îspanyolî, Portekîzî, paştir, Îngilîzî, Fransiz, Belçîkayî, wek dawî jî di çaryeka dawîn ya sedsala 19an de Alman, Îtalyan bo Afrîkayê kolonî şandin qadên ku dagirkirin dest bi kolonîzekirina wan kirin.

Di 1885an de ev rewşa fi’îlî, fermî bû. Bi peymanek ku Brîtanyaya Mezin, Fransa, Îspanya, Portekîz, Almanya, Îtalya, Belçîka di nava xwe de pêk anîn, Afrîkayê, kolonîyên Afrîkayê parve kirin. Ji vê peymanê re peymana Berlînê tê gotin.

Helbet sînor pir girîng in. Piştî Şerê Duyem ê Dinyayê, di 1960an da, kolonîyan li ser van sînoran serxebûn bi dest xistine. Bi tenê di 1990an da sînorê Erîtreyê di encama Tekoşîna Rizgarîya Neteweyî da, bi awayê cudabûna Eritreyê ji Hebeşîstanê guherîn pêk hat. Di 2011an de jî di encama rapirsînek ku hat kirin de, Sûdana Başûr ji Sûdanê cuda bû. Di 1960an da Kongo ( Zaîre ) piştî ku ji Belçîkayê serbixwe bû şerê navxweyî dest pê kirîye, Kongo, wek Kongo Kînşasa, Kongo Leopoldville bûye du beş… Hemû kolonîyên din ên Afrîkayê, sînorên wan wek ku di 1885an de hatibû xêzkirin man.

Divê mesela sînoran mijarek bîne bîra kurdan. Kurdistan kolonî jî nîne. Çunkî navê kurdan, navê Kurdistanê nayê naskirin. Li kolonîyên klasîk welatên ku sîrorên wan ku berê hatine xêzkirin hene. Kolonî, di asteke pir nizim de be jî statuyek e. Wekmînak, tê gotin Kenya kolonîya Îngilîz e. Kurdistan, dabeş bûye, parçe bûye, parve bûye, rastîya gel û welat nehatîye pejirandin. Bêstatu ye. Her parçe, xaka dewleta ku wî parçeyê kirîye nava sînorê xwe tê hesibandin.

Li Afrîkayê bi tenê li çar welatan bi rêya tekoşîna çekdarî serxwebûn hat bidest xistin. Tekoşîna Rizgarîya Netewî ya Cezayîrê 1954-1961, Tekoşînên Rizgarîyên Netewî Gine Bissau, Angola û Mozambik kolonîyên Portekizê… 1973-1975 Kolonîyên din ên Afrîkayê di encama hevdîtinên destûrî de serxwebûnê karkirin. Me rewşa Eritre û Sudana Başûr jî li jorê dîyarkiribû.

Li Kenyayê jî hevdîtinên destûrî hatin rojevê. Lê di dema van hevdîtinan de rewşên ku tundîtîyê bipêş xistin jî bûn. Niştecihên ku bi derxistina dengên Maû Maû bi rewşa girseyên mezin numayîşkirina wan ji alîyê îngilîzan ve bi bikar anîna tundê xebat dihat kirin da bê tepeser kirin. Dema niştecihan jî bertek nîşan dida tundî berz dibû. Ev bi kêşaya xakê re bi kêşeya çewlika spî re eleqedar bû. Lîderê Tevgera Rizgarîya netewî ya Kenyayê Jumo Kenyatta (1891-1978) di vê mijarê de wiha dibê: Spî hatin welatê me. Dema spî hatin welatê me di destê wan de Mizgîn(Încîl) hebû, xaka me ya me bû, me xakê bikar dianî. Me fêrî lava/duakirinê kirin. Gotin çavên xwe bigirin lava bikin. Me çavê xwe girt lava kir… Evê gelek ajot. Dema me çavê xwe vekir me dît ku Mizgîna wan di destê me de ye, xaka me di destê spîyan, îngilîzan de ye…

Birîtanyayê, li Kenyayê çewlîkên pir fireh avakirine. Îngilîz xwedî çewlîkan e. Niştecih li çewlikan wek kedkar, wek dîlan dixebitin. Li Kenyayê ronakbîr, di 1950yan de, bo vê rewşê têgihîştine. Bo ku xakê bi dest bixin tekoşînek mezin dane detpêkirin. Bo desteserkirina çewlîkan, bo îngilîzan biqewirînin numayîşên mezin dikin. Girse, bi pîyên pêxwas, bi dengên Maû Maû, bi meşên gav bazdanî numayîş dikin. Maû Maû, di zimanê Kiyukî de, tê maneya bêjeya ûma ûma ku derkeve derkeve ye, di zimanê leyîstika zarokan de, awayê maû maû girtîye… Dikare bi awayê ku ji îngilîzan re tê gotin ji çewlîkan derkeve, ji Kenyayê derkeve here, bê şîrovekirin… Bnr. Baskin Oran, Az Gelişmiş Ülke Milliyetçiliği, Kara Afrika Modeli, Weşanxaneya Bilgiyê, Çapa 3. Enqere, Çile 1997 r.149-153

Maû Maû, di 1950yan de, li Tirkiyeyê, wek yamyaman dihat şîrovekirin. Yamyamên ku merivan davêjin sîtilên tije ava kelandî dipijînin dixwin… Herhal, bo piçûkxistin, berovajîkirina tekoşîna rizgarîya netewî wiha tê kirin.

Di Rêvebirina Herêmî ya Kurdistanê de, hin kurd jî numayîş dikin. Lê ew bi gotina mûçe mûçe numayîş dikin. Netewek neserbixwe, bêyî ku serxwebûnê bifikire, bêyî ji xwe re bike derd, bi gotina mûçe mûçe numayîşkirina wê behêtkar e. Bo domandina jîyanê xwarin xwarin helbet girîng e. Lê dema ku ev bikeve pêşîya her tiştî serxwebûna welat û netewê hîç nefikirîn, ne ramîna statuyê tê wateya hîç tênegihîştina demê. Ev jî heye. Şerê bi DAIŞê re diajo. Rewşa pêwîstiyên pêşmerge, rewşa amûrûalavên şer. Nêzîkî du milyona aware hene. Şer pêwîst kirîye ku bi sed hezaran meriv cih-warên xwe biterkînin. Pêrê vanan xwe avêtine Kurdistanê… Ji alîyê din ve bihayê neftê daketîye, dahatuya neftê kêm bûye.

Beşdarîya malbata netewên dinyayê, bûna neferek yeksan ê malbata netewên dinyayê, ne rewşek e ku tune bê hesibandin, ji dest bê revandinê. Bûna kurdan jî endamek yeksan ê malbata netewên dinyayê li wirê bihêle, kurd endamek malbata netewên dinyayê jî nîne. Kurdên ku nifûsa wan ji 50 milyonî jî zêdetir e, hê li Rojhilata nêzîk, li Rojhilta Navîn, têne dehfdan, têne pîskirin. Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê jî statuyek e, lê dema ku malbata netewan ya dinyayê bê rojevê têr nake.

Li virê divê li ser vê mijarê jî bê rawestin. Dema ku dabeşbûn, parçebûn û parvebûna welatek, netewek bê rojevê ez wek kesek wiha difikirîm: Li virê herhal wê tevgera netewî zûtir bi pêş bike ve.

Wiha nabe. Li kêleka dabeşbûna erdnîgarîyê, dabeşbûna partîyên sîyasî, rêxistinan jî pê re tê. Dema ku dewlet kurdên nav xwe tepeser dikin, bo ku bi giştî kurdan bi paş bixînin, bi hin rêxistinên kurdê parçeyên din re pêwendîyên sext/xurt çêdikin. Rêya nelihevîya nava rêxistinan kûrtir berfirehtirkirinê dişopînin. Em dibînin ku ev polîtîka bi bandortir e. Ev li hember biserketina doza netewî jî dibe asteng, ji serkeftinê bidûr dixe. Li gor qe’eta min beşek girîng a kurdan, ne di ferqa dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê jî de ye. Jiber vê jî li hember helwestên antî-Kurd a dewletên ku kurdan, Kurdistanê dabeş, parçe û parve kirine, li hember lîstikên wan ên di van mijaran de, serkeftin pêk nayê.

Me li jorê dîyar kir ku tekoşîna çekdarî li kolonîyên Portekizê, Gine Bissau, Angola û Mozambikê di nava 2-3 salan da encam bi dest xistiye. Li Bakur, ji 1984an ve, demek ji 30 salî zêdetir e, tekoşîna gerîla heye. Divê têgihîştin, famkirina ku çima hê jî ev tekoşîn bi ser neketîye, çima ew qas dirêj ajotîye girîng be. Bi tevî ku tecrubeyek vê tekoşînê ya li parçeyên din ên Kurdistanê hatîye jîyîn jî heye. Dikare bê gotin ku ev tekoşîn 200 sal e diajo. Divê neyê jibîrkirin ku di vî midetê de, operasyonên wek jenosaydê jî hatine jiyîn.

Divê Kurdistan neşibe Dubaîyê, bişibe Îsraîlê.

Divê Kurdistan, ne wek Dubaî, ne wek welatên li Kendavê bes xwedî neft, xwedî hatina rantê ne. Divê welatek be ku li hilberînê bifikire, xebitandin, ked bipêş bikve. Di vê mijarê de, şopandina çotkarî û karsazîya Îsraîlê girîng e.

Em Kendava Akabeyê ya li Deryaya Sor bifikirin. Ji Kendava Akabeyê ber bi Deryaspî sînorek dirêj dibe. Ev sînorê Misir-Xazeyê ye. Yek jî ji Kendava Akabeyê ber bi jor sînorê Îsraîl-Urdunê dirêş dibe. Xaka li her du alîyên vî sînorî jî çol in. Xaka ku li aliyê Urdunê jî dimîne çol e, ya li alîyê Îsraîl dimîne jî çol e. Feqet, Îsraîlê li vê çolê mûcîzeyek pêk anîye. Li gor qe’eta min divê hinek ev bê nirxandin. Dema hûn di googleyê ‘mûcîzeya Îsraîlê ya li çolê’ binivîsin, hûn bi wêneyan vê pêvajoyê dişopînin.

Ji sînorên ku li alîyê Îsraîlê dimînin re Arava tê gotin. Li ser vê xakê Îsraîlê bi hezaran panelên rojê avakirine. Bi vejena ku tê hilberîn ava şor ji xwê tê paqijkirin. Û ev av di hilberîna zîreatê de tê bikar anîn. Li vê herêmê Kibutzên ku kooperatîfê hilberîna dewletê ne û Moşavên ku kooperatîfên li ser milkîyeta kesan dixebitin hene. Li vê herêmê her cure sewze û mêwe têne hilberîn. Û ev berhem her roj bo bazarên Ewropayê têne îxrac kirin. Di salên dawî de, bo hin bazarên ereban jî îxracatê dest pê kiriye. Li Îsraîlê ji sedî % 4ê nifûsê li vê herêmê di hilberîna keştûkalê de dixebite.

Dikare bê gotinê ku dîtinên wiha nikarin bandor li kurdên her mûçe dipên bike. Lê divê ev jî bê kirpandin. Dibe ku dîtinên wiha li ser beşek pir piçûk a civatê bandor bike. Em bibêjin ji sedî % 1, % nîv, ji 200 kesî kesek dikare li ser van dîtinan serê xwe biêşîne, projeyan çê bike. Li civatan kesên ku guherînên bingehîn diafirînin jî piranîya nifûsê nînin, ev komên piçûk in. Divê ev jî neyê jibîr kirin.

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :