1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ewdil Ararat
  4. Du çeşîd millet
Du çeşîd millet,du,çeşîd,millet

Du çeşîd millet

A+ A-

Millet jî mîna mirovan enwayê çeşîdên wan hene.
Ji alîyê kifşekirina çarenivîsa xwe va millet du çeşîd in.
Yek: Milletên ku bi xwe şertên serxwebûna xwe diafirînin û dîrokê dinivîsin.
Du: Yên ku şertên polîtîkaya navdewletî ji wan ra li hev tên û dîrok wan dinivîse.
Yên ji çeşîda yekem ji mêj va serbixwe û dewlet in. Ji bajarvanî heta zanistê bûne pêşengê gelek pêşketinan. Ew bi vê rola xwe bûne sûdwer û serwer.
Yên duyem her benî û bindest mane. Li bendê ne, ku derfetek ji wan ra çêbe, hin şert li hev bên, hingî xwe bigihînin azadîyê.

Em Kurd ji çeşîdê duyem in.
Di ser da rewşa Kurdan di nava vê çeşîdê da jî cîyê seyr û balkêşîyê ye.
Dema monarşîya osmanî û di salên hilşîna wê da, di demên rizîn û têkçûnên dîktatorîyên Tirk, Faris û Ereban da, Kurd herçiqas berdelên giran dabin, têkoşîyabin jî, serok û partîyên wan nekarîne derfetên nevdewletî, firsendên dîrokî ku hinek derketibûn holê, di rêya serxwebûn û dewletbûna xwe da bi kar bînin. Daxwazên wan ên herî li jor; ji Tirk, Ereb û Farisan ra serxwebûn û demokrasî, ji Kurdan ra "otonomî" bû. Carinan dev ji vê "otonomîyê" jî berdidan û didan dû daxwazên herî pûç û bêpûte. Mîna rewşa bakûrê Kurdistanê, ya îroyîn.Ev jî bû sedemê dirêjbûna jîyên dewletên totalîter ên Tirk, Faris û Ereban. Bû sedemê komkujî, êş û trajedîya Kurdan. Hertim gunehê xistin sitûyê dewletên rojavayî. Gotin, "soz dan me, bi cî neanîn!"

Divê careke din bi bîr bînim: Di nava polîtîka û dîplomasîya navdewletî da "soz û dost" tine. Berjewendîyên dewletan hene. Bi hostatî bikaranîna vê dîplomasîyê heye.
Milletekî ku li dor berjewendîyên xwe yên neteweyî yekîtîya xwe pêk anîbe, dikare di vê qada navdewletî da cîyê xwe bigire.
Ji vê jî girîngtir milletekî ku xwedîyê parlamento, demokrasî, perwerde, artêş, sazî û partîyên neteweyî be, dikare di vê qadê da xwedî gotin be.
Milletekî ku xwedîyê dîplomat û kadroyên şareza be, dikare wan eyarên zirav ên siyaset û diplomasîya navdewletî ji bo berjewendîya milletê xwe bi kar bîne.
Gelek derfetên dîrokî ji dest hatin berdan.

Divîyabû heta niha deh Kurdistan ava bûbûya. Bi taybet li başûr ev pêngava serxwebûnê pêwîst bû berê 10-15 sal bihata avêtin.
Hem jî bê referandûm.
Meriv ji milletekî di bin dagirkerîya Tirk, Ereb û Farisan da rizyayî, dipirse; "Tu serxwebûn, azadî û dewletê dixwezî?"
Heke parlamento vîna milletî be, vîyabû biryara serxwebûnê bida. Çend sal in bêxebat e, girtî ye parlamento. Biqasî dizanim, artêşeke neteweyî hîn pêk nehatîye! Ev û gelek kêmasîyên din min diramînin, ditirsînin.
Naxwezim careke din rondik di çavên min da biqerisin, şabûn di gewrîya min da bimiçiqe!
Nebû! Niha derfeteke zêrîn derketîye holê.

Di 25ê îlona îsal da wê li başûrê welêt referandûm were çêkirin. Hemin em nikarin hemû welatê xwe bi hev ra rizgar bikin! Yek gundekî Kurdistanê jî ji dagirkeran rizgar bibe, hemû parçeyên Kurdistanê bêku bêje "lê, Lêbelê" divê bê şert destekê bidîyê.

SERXWEBÛN HEMA!
Hela ji xwe ra li vê helwesta dewleta Almanyayê binihêrin: Du caran dunyayê şewitandine, ji bo referanduma li başûr, wezareta wan a derva dibêje; "Wê bibe lîstina bi êgir!" Tu carek here welatê xwe ji metirsîyên Tirk û Ereban, ji terora wan a îslamîst biparêze! Paşê bipeyîve!
Mafê we nîne hun bi qedera milletê Kurd bilîzin.

Bi referandûmê ra roja serxwebûnê jî vîyabû kifşe biba.
Piştê referandûmê, herî dereng di nava mehekê da divê serxwebûn were ragihandin. Pêvajoya ragihandinê çiqas dirêj be, wê ewqas fersend bikeve destên dagirkeran.
Bi taybet Tirk û Farisan ku ji niha da agir ketîye nava wan û li pey hezar hîlle û dalavêreyê ne. Tirsa min ew e; biryara gel bi dagirkeran ra were bazarkirin!
Ragihandina dewleta başûrê Kurdistanê, wê ji parçeyên din ra jî bibe aqil û çirûskekê. Bi taybet belkî aqil û ferasetekê bide PKKê û hêzên pêva girêdayî, ku xwe ji îdolojî, psîkolojî û tîmên kûr ên biyanî bişon, paqij bikin. Ji wê rêya xwe ya bêyom derên. Zûtirîn dem bikevin rêya pak a serxwebûna Kurdistanê.
Min hîç hêvî ji wan nîne, lê dîsa jî belkîyekî ye.
Hîç dewletek, miletek mafê wan nîne, bi qedera milletê Kurd bilîze.
Kurd jî hîç ne xwedî maf in, qedera xwe, paşeroja xwe bidin lîstin.
Piştê referandumê bi xwebawerî hema ragihandina serxwebûnê, helbet wê hemû pirsgirêkan bi carekî çareser neke. Lê di pîleyekî girîng da wê li hember wan lîstikan bibe asteng. Wê bibe cîyê moral û serbilindîyê.

Heke rêveberî bi hesteke neteweyî tevbigere, parçeyan meke fedayê parçeyê!
Ez dê gotina xwe careke din dubare bikim: Heta Tirk û Faris di Kurdistanê da dagirker bin, ewlehîya azadî û serxwebûna parçeyên din nîne. Pakt û hevkarîyên wan ên Ereban û yên bi kurmên darê ra dê her berdewam bin.
Dawîanîna li dagirkerîya Tirk û Farisan, erkên Kurdên wan parçeyan e. Heke Kurdên bakûr û rojhilat wan erkên xwe bi cî neyînin, serxwebûna başûr jî dê hertim di bin gef û metirsîyê da be.

Binihêrin, Îran bi çeteyên Heşda şeîbî, bi birrîna avê di nava lîstikan da ye.
Her çiqas ew hêzên rojavayê Kurdistanê armanceke wan a serxwebûnê tinebe jî, Tirk hêrişê wan dikin. Amadeyîyê dagirkirina Efrînê dikin. Ew ê hêrîşê jî bikin. Sirf bila parçeyên Kurdistanê negihîjin hev.
Mîna xencerekî zengarî çikîyane di zikê Kurdistanê da. Min qet quman nîne: Ku Tirk piştê referandumê derîyên gumrûkan girtin, bila rêveberîya başûr mîna berê meke hewar, nebêje; "qûtê me hat birîn!"

Serxwebûn û rûmet dîsa nebin qurbanîyên qûtan!
Li hember her cure dagirkerîyê gelek tişt hene, ku bên kirin.
Lêbelê li hember metirsîyên li dijê serxwebûnê du tedbîrên lezgîn hene:
Hişmendî û artêşa neteweyî. Taybetî jî hema damezirandina artêşa ezmanî û kirîna balafirên şer. Hun nikarin bêjin em feqîr in, nikarin balafiran bikirin!

Ewqas pereyên petrolê diçin kuderê?
Hun dikarin dewletekê nîşanê min bidin ku hêza wê ya ezmanî tinebe?
Nivîs û analîzên çapemenîya kurdî yên li ser referandumê dişopînim, ne têrker in. Ji analîzan bêhtir hîs û şabûn dertên pêş.
Şabûn ji bo serxwebûn û azadîyê tiştekî gelek normal e.
Lêbelê em dereng mane! Ji şabûnê zêdetir tişt hene, ku em bikin.
Min sondek heye: Heta alaya Kurdistanê li New Yorkê di nava alayên milletan da li ba nebe, Ez ê neçim Kurdistanê.
Heta hemû parçeyên Kurdistanê negihîjin serxwebûnê, Kurd projeyên mezin neafirînin, ez dê şa nebim, ne coş im.

Berlîn, 10.07.2017
Ewdil Ararat


Gotinên miftehî :