1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Amed TİGRİS
  4. Dubarekirina Gotinên Hevwate
Dubarekirina Gotinên Hevwate,dubarekirina,gotinên,hevwate

Dubarekirina Gotinên Hevwate

A+ A-

Mirov di gelek nivîsarên kurdî de, li du hevdu rêzkirina gotinên hevwate (sînonîm) dibîne. Bikaranîna rêzkirina gotinên hevwate her ku diçe di nav nivîskarên kurd de belav dibe. Mirov dibêje qey ev bûye mode û bi hevdu re ketine pêşbirikê, ka kî bêtir hevwatan bi kar bîne. Ez dixwazim li ser vê mijarê kurt be jî rawestim, ka başî û xerabiyên vê mijarê çi ne? Gelo di qada navnetewî de, zimanzan, wêjenas û nivîskar li vê mijarê çawa dinêrin û çawa dinirxînin. Û dîsa di vê mijarê de rewşa nivîskar, zimanzan û wêjenasên me kurdan çi ne û çawan in?

Ewropî di zanista wêjeyê de, ji vê yekê re tautology dibêjin. Li du hev rêzkirin an jî dubarekirina gotinên hevwate ast û hêjabûna berhemê dixe. Zehmetbûn û bargiraniya (hemaliya) nivîskar girantir û bêtir dike. Zêde cî digre û dema mirov bila heq dikuje. Ez ji ber hinek sedeman naxwazim di vê mijarê de, ji berhem nivîskarên kurd mînak bidim. Ez ê du mînakên bê nav û nîşan li jêr rêz bikim; ka em li van her du mînakan bi awayekî hurgulî binêrin û piştre şirove bikin.

Mînak 1

”Ma gelo em kurd ê heta kengî bên xapandin?”

Di vê hevoka jorîn de ”gelo” û ”ma” du gotinên pirsyarî yên hevwate ne. Yanî maneya herduyan jî yek e û herdu jî gotinên pirsê ne. Hewce nîne ku mirov ”ma” û ”gelo” li du hev binivîse. Yek ji wan bes e.

Mînak 2

”Keçikeke rind, xweşik û delal e.”

Ev hers ê gotin rind, xweşik û delal rengdêrên hevwate ne. Weke ku mirov sê car li peyî hev bibêje; rind, rind û rind an xweşik, xweşik û xweşik an jî delal, delal û delal. Ev dubare û sêbaraya hevwateyan li peyî hev di warê tautologyê de, li Ewropa kêmasiyeke mezin e. Mîrat û bermayînên sed salên 17, 18 û 19an in. Yê me kurdan ji bo ku zimanê me yê nivîsê heta îro qedexekirî maye, ev metoda kevn ji me re xweş û bi cazîbe tê. Hinek nivîskarên me dibêjin ku ”rêzkirina rengdêran an hevwateyan nivîsê xurtir û xweştir dike.” Ya yekemîn, haya van kesên weha ji wêje û rastnivîsa zanistî tune ye û di bin bandora zimanê devkî yê kurdî de mane. Di zimanê axaftinê de çend rengdêr an çend gotinên hevwate li peyî hev tên rêzkirin. Lê divê neyê ji bîrkirin ku ji zimanê axaftinê re rêbaz û qanûnên gramerî tune ne. Mirov bi awayekî azad û bê rêbaz û bê tixûb dipeyîve. Lêbelê zimanê nivîsê xwedî rêbaz û qanûnan e. Hinek kes hîn jî rikokî dikin û van hevwateyan li dû hev rêz dikin. Zanistî bi rikokî nabe, bi rêbaz û qanûnan dibe. Heke hûn dîsa bêjin, ”belê li peyhev rêzkirina hevwateyan baştir xweştir û hêztire,” wê demê ne du, ne sê hemû hevwateyan li du hev rêz bikin, dê super bibe:

Rind, xweşik, delal, xweşkok, spehî, fîn, berdil, beng, xoşewîst, bedew, dîlber, ciwan, çeleng, şox, şeng, xasek, qeşeng …

Xweşiktir û xurtira hevwateyan ne di heman hevokê de li du hev rêzkirin e, berevajî vê, di hevokên cuda cuda de bikaranîna hevwatan e . Nivîskarên ku di piraniya hevokên xwe de hevwateyan li peyî hev bi kar bînin, hêjabûna asta berhemên wan dikeve. Nivîskarê ku gotinên hevwate di hevokên cuda cuda de, bi kar bînin asta berhemên wan bêtir baş û bilind dibe. Pîvana karanîna hevwateyan di wêjenasiyê de weha tê pejrandin.

28 Gulan 2017 /Amed

Amed Tîgrîs


Gotinên miftehî :