1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Gelek ku Kêfa Dijminên Xwe Tîne…
Gelek ku Kêfa Dijminên Xwe Tîne…,gelek,ku,kêfa,dijminên,xwe,tîne

Gelek ku Kêfa Dijminên Xwe Tîne…

A+ A-

Divê navê pir rasttirîn ê vî sernivîsê wiha bûya: Gelek ku kêfa dijminên xwe tîne, Xwe bi xwe belengaz dike, Gelê xwe dike nava êşên bêsînor, Dostên xwe yên ku pir kêm in, di nava xeman de digevizîne…

Ev derbirînek e ku gelê kurd pênase dike… Bêguman hemû gelê kurd nagire nava xwe. Lê hevkarîya bi dijmin re ya ku hinek ji malbata Talabanîyî pêk anîne, encamên neyînî yên ku hemû gelê kurd, hemû Kurdistanê xemgîn kiriye, derxistîye holê.

Di dîrokê de, bo gelê kurd, têgehên wek ‘gelek egît’, ‘gelek leheng’ ‘gelek ku çavê xwe ji şêr nakute’ tên bikar anîn. Reftarên kurdan bi wesfên wiha têne zimên. Dema kurd, di xizmeta geleke din de, wek mînak, di xizmeta gelek ku wan dîl girtîye de bixebitin, ku şûrê gelek wan dorpêç kiriye hilînin, ev wesif bo wan rast in. Lê ku bo xwe dest bi şer kiribin, helwesta hevkarîya bi dijmin re, anîna kêfa dijmin bêtir tê dîtin.

Peymana Nihênî bi Heşda Şe’bî re

Pavel Talabanîyê kurê mezin î Celal Talabanîyî, birazîyên wî, ji malbataTalabanîyî çend kesên din, çend roj berî 16ê Çotmeha 2017an, bi Qasim Silêmanîyê rêberê Heşda Şe’bî re peymanek veşarî îmze kirin. Li gor peymanê dema ku Heşda Şe’bî û hêzên Iraqê hêrîşê Kerkûkê kirin, dê hêzên ku birazîyên Pavel Talabanîyî fermandarên wan in, bi lez ji bereyê vekişin, bo dijmin Kerkûk, dê bête radest kirin… Ya 16ê Çotmehê pêk hat ev e. Kerkûka bajarê kurdan bo dijmin hatîye radestkirin. Jenosayda Halebceyê, Enfal, Baregeha Ewlehîyê ya Navenda Silêmanîyê… hemû hatine jibîrkirin… Hê jî yekîtîya Iraqê tê paraztin. 17ê Çotmeha 2017an, roja duyem a radestkirina Kerkûkê bo hêzên dijmin, bo Heşda Şe’bî; rêberê Heşda Şe’bî, ji kê ra spasî dikir?
Ji nêzîk ve tê zanîn ku Heşdi Şe’bî rêxistinek dijminê kurda ye. Li ser hev hatina Qasim Silêmanîyê rêberê Heşda Şe’bî, bo Silêmaniyê, ji alîyê malbata Talabanîyî ve mazûvanîkirina wî, jixwe pêvajoyek biguman bû. Çend meh berê, birina Celal Talabanîyî bo Tehranê jî wisa…

Pavel Talabanî, piştî ku Kerkûkê radestî dijmin kir, axaftinek wiha ‘Ez nikaribûm bibûma parêzvanê nefta hatî dizîn…’, dike. Têgeha ‘Nefta hatî dizîn’, têgeheke ku ji alîyê hikûmeta Iraqê ve tê bikar anîn. Hikûmeta Iraqê, xwedî derketina kurdan li dewlemendîyên xwe, bi vî awayî dinirxîne. Welatê te hat dizîn, nasnameya te hat dizîn. Ya rasttir, bi zora çekan hat xesb kirin. Li cihê ku welat, nasname hatine xesb kirin çi rûmeta neftê heye?

Ew qasî dijmintîya gelê xwe, aşiqbûna dijminê xwe ancax bi perwerdê pêk tê. Divê pêvajoyên perwerdeya Talabanîyan bê lêkolînkirin. Gelo Pavel Talabanî perwerdeyek çawa girtîye? Taha Yasîn Remezanê ku wek kesê yekem î Sedam Husên dihat dîtin jî kurdek bû. Jenosayda kurdan, Enfalê organîze dikir. Bo vê bi ‘Elî Mecîdî re di nava pêwendîyê de bû. Gelo di nava wî û Pavel Talabanîyî da cudahî heye? Îro kurd li bajarên wek Xurmatû yên kurdan, yanî li qadên ku ji Kurdistanê hatine qetandin, bi qetlî’amên Heşda Şe’bî re rû bi rû ne. Kurd qetlî’amek mezin û berfireh a mezhebî dijîn. Sedema vê, radestkirina Kerkûkê di 16ê Çotmehê de, bo Heşda Şe’bî û bo hêzên Iraqê ye.

Roja ku Kerkûk, radestê dijmin hat kirin, Şêx Cafer Mistefayê yek ji fermandaran jî wiha digot. ‘Eger me şer bikira, dê ewlehîya jiyana bi hezaran pêşmerge biketa xeterê…’ Eger bo Iraqê, bo ereban şer pêwîst ba, mirina bi hezaran pêşmerge qet nedibû kêşe… Şêx Cafer Mistefa gotina ‘fermana paşvekişînê min da. Agahîya Mesûd Barzanî ji vê tune bû’ jî îhmal nekir.

Dîmena televîzyonê ya roja 15ê Çotmehê, wiha bû. Li hember ekranê, Serok Mesûd Barzanî rûdinê. Li alîyek Hêro Talabanî, li alîyê dî Fuad Masûmê Serokkomarê Iraqê û Qosret Resûl rûdinên. Daxuyanîya ‘ji Referandûmê veger nîn e’ tê kirin.

Çend roj berê dîsa heman dîmen di televîzyonan da… Serok Mesûd Barzanî, Parêzgerê Kerkûê Necmedîn Kerîm, Qosret Resûl daxuyanîyên wisa didin. Dikirpînin ku dê li hember hêrîşên dijmin, her bihust xaka Kerkûkê bê paraztin. Fermandarên bereyê Kemal Kerkûkî, Mihemed Hecî Mehmûd û hwd. daxuyanîyên wiha didin. Dibêjin ku dê Kerkûk bihust bi bihust bê paraztin. Haya ti kesî ji peymana veşartî tune ye…

Divê helwesta Hêro Talabanîyê ya ku di daxuyanîya ‘ji Referandûmê veger tune’ de, li cem Serok Mesûd Barzanî rûdinê, çawa bê nirxandin?’ Him bi Qasim Silêmanê rêberê Heşda Şe’bî re peyman him li cem Serok Mesûd Barzanî rûniştin… Gelo ev senaryoyek çend alî ye, polîsê baş, polîsê nebaş e?

Dikare bê ramîn ku li virê di nava planên radestkirina Kerkûkê de, senaryoyek dî jî heye. Bi radestkirina Kerkûkê bo Heşda Şe’bi û hêzên Iraqê re, birakujî jî hatîye plankirin. Bêguman pêknehatina vê pir baş e. Kî kare bibêje ger roja 16ê Çotmehê pêşmergeyên serxwebûnxwaz, bi kurdên serxwebûnxwaz re li hember pêvajoya radestkirina Kerkûkê berxwe bidana, dê kurdên hevkarê dijmin, bi Heşda Şe’bî re nebûna yek û li hember pêşmerge û kurdên serxwebûnxwaz şer nekirana?

Bêguman divê saznekirina artêşek navendî ji pêşmergeyên partîyan, bibe mijarek girîng a rexnekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê. Tê fam kirin ku Wezareta Pêşmergeyan di mijara pêwirdarkirina fermandaran de, lêkolîn û nirxandinek baldar nekiriye. Ji ber van hêlan jî divê Wezareta Pêşmergeyan bê rexnekirin.
Miheqeq divê mueyîdeyek hevkarîya bi dijmin re, di dema şer de hebe. Nehatina rojevê ya mueyîdeyek wiha jî metirsîdar e.

Hejandina Şûrê Dijminan

Bi meyzandina geşedanên dawî re, em difikirîn ku êdî kurd bo xwe şer dikin, gihîştine hişmendîyek wisa ku dizanin hilgirtina çekên dijmin bêşerefî ye. Lê 16ê Çotmeha 2017an nîşan da ku ev ne wisa ye. Hin kesên malbata Talabanîyî, lekeyek reş li dîroka Kurdistanê xistin. Di heman demê de, li dîroka malbata xwe jî lekeyek ku nayê paqijkirin dan.

Ewladên kurd ên ciwan ku gihîştine hişmendîya prensîba nirxa herî girîng azadî, serxwebûn e, ewladên kurdên ciwan ên ku gihîştine hişmendîya kêfa dijmin li xwe anîn, bi mirina gel e, nifşên kurd ên ciwan ku dizanin hilgirtina çekên dijmin bêşerefî ye, dê karibin lekeya yekem paqijkin û kurdan, Kurdistanê beşdarê malbata netewên dinyayê, wek endamek yeksan ê malbata netewên dinyayê tomar bikin. Lê, dê hin kesên malbata Talabanîyî nikaribin lekeya li dîroka malbatê dane, paqij bikin.

Ji 1975an Ta 2017an

Îro, Kurdistan birîndar e. Kurdistan bi giranî birîndar e. Rewş, ji têkçûna 1975an pir girantir e. Di 1975an de, bi rûdana nîzama dijî kurd a navnetewî re têkçûnek pêk hatibû. Bi arastekirina Tirkiyeyê jî li Cezayîrê, Mihemed Riza Pehlewî ( 1919-1980) Şahê Îranê û Sedam Husên (1937-2006) lîderê Iraqê hanîbûn ba hev. Hêzên wek DYA, Yekîtîya Sovyetan, Brîtanya, Fransa, Cezayîrê vê civînê teşwîq kiribûn, destek kiribûn. Wê demê, di lidarxistina vê civînê de roleke pir mezin a Bulent Ecevit (1925-2006) Serokê Giştî yê CHPê, pêk hatibû.

Iraqê mafên xwe yê li ser Şetul’erebê dewrê Îranê kiribû.

Îranê jî derîyê riya alîkarîya kurdan girtibû. Ev, bo kurdan hilweşîn bû. Lewra alîkarîya bo kurdan, bes di vî derî re dihat.

Îro di encama hevkarîya bi dijmin re ya beşek endamên ji malbata Talabanîyî, hilweşînek pêk hat. Bêguman ev, rewşek pir girantir derdixe holê.
Bo dîyardeya Cezayîrê jî li virê pêwîstî bi dana daxuyanîyek, der tê holê. Cezayîrê, di navbera 1954-1961î da, li hember Fransayê tekoşîna rizgarîya netewî meşandibû. Li Cezayîrê anîna ber hev ya Sedam Husênê lîderê Iraqê û Mihemed Riza Pehlewîyê Şahê Îranê, dihat wateya serjêkirina kurdan, Kurdistanê.

Dema ku bo Cezayîrê pêşniyaza civîneka dê ev du lîderên ku li ser Kurdistanê fişardikirin, bihanîya ber hev hatkirin, ma pêwîst nebû ku Cezayîrê wiha bigota? ‘Me bi tekoşîna rizgarîya netewî serxwebûna xwe bi dest xist. Mafê kurdan jî heye tekoşînek wiha bikin, mafê kurdan jî heye dewletek serbixwe ava bikin.’ Lê wiha ne bû. Cezayîrê negot ‘em ê ji karek wiha biqirêj re, mazûvanî nekin.’ Cezayîrê jî bi dewletên emperyal, kolonyalîst re hereket kir. Serokwezîrê Cezayîrê yê wê demê Huari Bumedyen (1932-1975) bû ku yek ji lîderên şerê rizgarîya netewî bû.

Pêvajoyek wiha di 1999an da, li Kenyayê pêk hat. Kenyayê jî di 1950yan de, li hember Brîtanyaya Mezin bi tekoşîna rizgarîya netewî serxwebûnê bi dest xistibû. Lê li Kenyayê jî zarokê Jumo Kenyattayî ( 1891-1978) jî mazûvanîya radestkirina lîderê PKKê Evdila Ocalanî bo Tirkiyeyê kiribûn. Negotibûn ‘em ê mazûvanîyê bo vê karê biqirêj nekin.’

Dema ku kurd/Kurdistan tên rojevê, dewletên wek Cezayîr, Kenya ku li hember hêzên emperyal û kolonyalîst tekoşîn meşandine jî dibin hevkarê hêzên kolonyalîst û emperyal. Haydarbûna kurdan ji van pêwendîyan jî girîng e

Piştî radestkirina Kerkûkê bo dijminan û destpêkirina hêrîşa Heşda Şe’bî û artêşa Iraqê bo Kurdistanê, divê lê bê nêrîn ka ev pêvajo li cem hin kurdên ku li Ewropayê dijîn jî çawa tê nirxandin.

Kesên ku Dibêjin ma me Ngotibû…

Hin ji van kurdên ku ji welatê xwe hatine sigûnkirin, hatine mecbûrkirin ku li bîyanîyê bijîn, li jîyana sirgûnê ne, bêyî ku behsa hevkarîya bi dijmin re ya hin endamên malbatê bikin, bes nivîsên ku Serok Mesûd Barzanî tawanbar, rexne dikin, dinivîsin. ‘Eşîret e, axa ye, feodal e, mêtinkar e, hov e, gendelî, bêrêtî û hwd. Bi vî awayî, bi gotina ma me negotibû, me bi caran hişyarî da û hwd. hest û ramanên xwe î dijî kurd jî der xistine holê. Hinek ji vanan radestkirina Kerkûkê bo Heşda Şe’bî, bo hêzên dijmin bi kêfxweşî pêşwazî kirine.

Serok Mesûd Barzanî, bi astengkirina civîna kongreya netewî jî tê tawanbarkirin û rexne kirin. Di vê mijarê de pêwîstî bi daxuyanîyek kurt heye. Tê zanîn ku alîyê PKK/KCKê ku Serok Mesûd Barzanî bi astengkirina civîna kongreya netewî tawanbar dikin, xwedî dîtinên wek ‘em li hember dewleta kurd a serbixwe ne’, ‘Dewlet xerab e. Dewlet amraza fişarê ye. Em piştgirên Tirkiyeya demokratîk, Iraqa demokratîk, yekîtîya Iraqê, Sûriyeya demokratîk, Îrana demokratîk in…’ ne. Tê zanîn ku xwedî dîtina ‘em ê hemû Rojhilata navîn demokratîk bikin, Kêşeya kurd jî em ê bi vî awayî çareser bikin…’ ne. Hatina ber hev a kesên ku dewleta kurd a serbixwe dixwazin û kesên ku li hember wê ne, di heman kongreyê de bêwate ye. Ev ne pêşniyazek binîyeta baş e. Ev pêşniyazek e ku bi piranîya delegeyan dixwaze serxwebûnxwazan dîl bigire, bêbandor bike.

Di vê mijarê de balêkişandina ser van pêwendîyan girîngtir e. Di bingeha xwe de, yên ku li hember dewleta kurd a serbixwe ne, dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê ne. Dewletên ku dixwazin kurdan, Kurdistanê bi hevkarî birêve bibin. Ji vê hêlê ve gotinên ‘em li hember dewleta kurd a serbixwe ne’, ji berdevkîya van dewletan pê ve ne tiştek din e.

Vegotina 'dewlet xerab e’ jî wiha ye. Ev, bes, dirûşmeyek e ku bo dewleta kurd a muhtemel tê berzkirin. An na, kesên xwedî vê dîtinê, ti carî, wek mînak, li hember Iraqa ku jenosayda kurdan/Kurdistanê kirine rexneyek, protestoyek nekirine. Ji ber vê dirûşmeya ‘dewlet xerab e’ jî dirûşmeyek e ku xizmeta berjewendîyê dewletên ku bi hevkarî kurdan/Kurdistanê birêve dibin, dike. Ji nêzîk ve tê zanîn kesên ku vê dîtinê diparêzin, wek mînak piştgirîya dewleta serbixwe ya ‘erebê Filistînê dikin, vê pêvajoyê teşwîq dikin.

Yekîtîya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Pêwîst e li virê nirxandinek li ser YEyê bê kirin. Di 16ê Adara 1988an de, rejîma Sedam Husên, li Halebceyê, li hember kurdan gaza bijehr bikar anî. Ji şeş hezarî bêtir kurd, di demek pir kurt de, bi gazên bijehr fetisîn. Bi hezaran meriv birîndar bûn.

Lê di mijara tawana ku li hember merivatîyê hatibû kirin de, li ti cihekî dinyayê bertekek pêk nehat. Ne li Parisê, ne li Londonê, ne li Romayê, ne li Berlinê, ne li Washingtonê, ne li Moskovayê bertekek çênebû. Ji xeynî Tel Avivê li ti cihek dinyayê, meşa xwepêşandanê û hwd. pêk nehat, protesto nehatin kirin.

Rejîma Sedam Husên seranserê havîna 1988an, mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê, jenosayda Enfalê meşand. 20ê Tebaxa 1988an dîroka dawîhatina şerê Îran-Iraqê ku heşt salan ajotibû, bû. Piştî vê Enfal bi awakî mezintir hatîye meşandin. Bi sedan çal hatine kolan, her carê 75 kes ji kurdan hatine gulebarankirin û di van çalan de hatine bicihkiri. Helbet demokrasîyên Rojava, DYA, Yekîtîya Sovyetan, dewletên wek Tirkiye, Îran, Sûriyê vê dizanibûn. Lê polîtîkaya piştgirîya Iraqê rê li ber van jenosaydan jî vekir.

Ger dewletên demokratîk ên Rojava, dengê xwe li hember jenosayda ku di 16ê Adara 1988an de, li Halebceyê pêk hat berz bikirana, dê Sedam Husên bikaribîya seranserê mehên havîn û payîza 1988an ev cînayetên girseyî ku gihîştin asta jenosaydê bikira?

Lê îja îro dewletên YEyê li hember pêvajoya referandûma kurdan bê’eleqe mane. Vê pêvajoya demokratîk nasnakin. Encama ji sedî % 93yan nasnakin. Bi gotina ‘em piştgirîya yekîtîya Iraqê dikin’ jenosaydên ku li hember merivatîyê tawan in jî dipejirînin. Gelo cêwazîyek demokrasîya gerdûnî heye? Cêwazîyek bi awayê ‘dikare li Kurdistanê demokrasî bikar neyê, Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrîye bi awayê ku dixwazin dikarin kurdan, Kurdistanê bi rê ve bibin, her cure mueyîdeyên îdarî û cezayî dikarin bisepînin, bi qetlî’am û jenosaydan dikarin bi rê ve bibin’ heye? Gelo li vê cêwazîyê Katalanî jî hatin zêdekirin?

Gelo têgihîştineka enternasyonala umethez bi awayê ‘Hemû gelên Îslamê dikarin dewletên xwe î serbixwe ava bikin, kurd ne tê da…’ heye? Di Qu’anê da ayetek bi awayê ‘Hemû miletên Îslamê dikarin dewletên xwe ava bikin, kurd qet nikarin…’ heye?

YEya ku bi gotina Yekîtîya Iraqê piştgirîya dewleta otorîter, mezhebî, jenosaydkar, nijadperest dike, daxwazên demokratîk ên kurdan nasnake, ji lidarxistina xelatên aştî û azadîya derbirînê yên Andrey Sakharovî jî paş ve namîne. Ev ji îstîsmarkirina Andrey Sakharovî (1921-1989) pê ve ne tiştek dî ye.

Andrey Sakharovî, bi awayek ber fireh jenosayda kurdan lêkolaye, gihîştîye hişmendîya ku neheqîya dîrokî li kurdan tê kirin, hest bi êşên ku kurd jîyane kiriye, hewil dida ku kêşeya kurd, kêşeya Kurdistanê bibe rojeva Netewên Yekbûyî.

Mirina wî destûr neda ku ev proje bikeve merîyetê. Ev êşên ku bi kurdan didin jiyîn, ne xema YEyê ye…

Divê YEya ku li hember Kurdistana demokratîk, piştgirîya dewleta otorîter, nijadperest, mezhebî, jenosaydkar dike, xelatên Sedam Husên li dar bixe. Bo karkirina van xelatan, dê ji Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyê, ji Ewropayê ew qasî berendam pir bin ku YE dikare di hilbijatina yekemîn, duyemîn, sêyemîn de gelek zehmetê bikişîne. Lê divê YE, van zehmetîyan jî bigire ser milê xwe û xelatên Sedam Husênî li dar bixe. Bi vî awayê, dê navê Andrey Sakharovî î xweşik jî ji îstîsmarê rizgar bibe…

Di 14-15ê Çotmehê de, serok Trump behsa ambargo û mueyîdeyên li ser Îranê dikir. Bi gotina ‘me Heşda Şe’bî kiriye lîsteya mueyîdeyan’ dengê xwe berz dikir. Di 16ê Çotmehê de, hat dîtin ku li hember Kurdistanê, bi Îranê re ye. Piştgiriya Iraqê piştgiriya Heşda Şe’bî, ya Îranê ye. DYA, li hember Kurdistanê, bi cihgirtina li cem Îranê, ambargoya ku li hember Îranê ragihandibû, wê bi xwe hilweşand. Heşda Şe’bî, bi çekên DYAyê ku bo şerê DAIŞê dabû Iraqê hêrîşê kurdan, Kurdistanê dike. DYAyê, ev çekên giran daye Iraqê, Heşda Şe’bî lê, nedaye kurdan.

Di dema 20-25 salên dawîn de, nêzîkî 30 dewletên nû ava bûn. Yekîtîya Sovyetan ji hev ket. 15 dewletên nû jê derketin. Yugoslavya belav bû 7 dewlet çê bûn. Çekoslovakya di nava xwe de bû du beş. Erître serbixwe bû. Sûdana Başûr bi referandûmek ji Sûdanê veqetîya. Tîmûra Rojhilat ku li hember Endonezyayê tekoşîn dimeşand serbixwe bû. Filistînê, li Netewên Yekbûyî, statuya dewleta çavdêr, bidest xist. Komara Tirk a Bakurê Kibrisê, ji zûda dewlet e. Ev hemû li dinyayê, bi awayek siruştî hatine pêşwazî kirin. Lê dema dor tê ser Kurdistanê, erdhij çêdibe. Iraq, dewletek pir ‘pîroz’ e...

Alîyê Tirkiyeyê

Radestkirina Kerkûkê bo Heşda Şe’bî ya dijminê kurdan û hêzên Iraqê li Tirkiyeyê, li cem dewlet û civatê, di çapemenîyê da, bi kêfxweşî, bi îfadeyên coşbar hat pêşwazî kirin. Dihat gotin ‘hedê Barzanî hat dayîn.’ Daxuyanîyên wek ‘Kuteda li Barzanîyî hat xistin’, ‘Kutedayek dî bo Barzanîyî…’, ‘kutedayek jî ji wê de hat Barzanîyî…’, 'Barzanî ji cihek ku qet nedipa jî kutedayek xwar’ li pey hev, bi awayek coşebar dihatin rêzkirin. Nûçeyên wiha di medyaya mihafazakar de, ya lîberal de, ya çepgir de jî hatin dîtin. Biratîya Umetê, biratîya Îslamê, biratîya gelan wiha dibe… Hâl ev e ku ji nêzîk ve tê zanîn, bidestxistina mafek piçûk a kurdan, Kurdistanê çawa alîyê tirkan di xemgînîyê de dinixumîne. Awayê biratîya tirkan wiha dibe, wiha tê jîyîn. Biratîya ‘em wek goşt û neynûk yek in’, biratîya ‘em di şîn û şahîyê de yek in…’ wiha tê jîyîn. Biratîya ‘kesê ku ji me pirtir ji birayên me î kurdên li Dîyarbekirê, li Rojhilatê hez bike tune ye’ wiha dibe, wiha tê jîyîn.

Encam

Helbet Referandûm pêwîst bû; beşdarîya ji sedî % 72, ji sedî % 93 dengê erê jî derxist holê ku çi qasî pêwîst bû. Ger beşdarîyek ji sedî % 70 kêmtir bûya, dengê erê li dora ji sedî % 51-52 bûya jî dîsa referandûm derbasdar bû, ancax, dê pêşîya propagandayek bi awayê ‘gelê kurd serxwebûnê naxwaze’ jî vebibûya. Niha jî ti behsa van encaman nayê kirin. Weka ku ti dîyardeyek wiha tune be, helwest tê girtin.

Dê çawa ji vê arîşeyê bê derketin? Misoger nifşek kurd ê ku dizane jîyana bi hevkarîya dijminan bê jîyîn, ne ti jîyan e, dê xwe nîşan bide. Misoger dê nifşek kurd derkeve holê ku bizane jîyana bi hilgirtina çekên dijmin, şerefa kurdan di qada navnetewî de dişikîne. Ev nifşê nû, dê di polîtîkaya kurd/Kurdistanê de, kerîgertir be.

Li virê bêyî ku pêwira min be, ez pêwîstî bi balkişandina ser mijarek, dibînim. Di vê pêvajoyê de, kesê herî kurd, Mesûd Barzanî ye. Kesê herî rep radiweste, kesê herî li ser xwe serok Mesûd Barzanî ye. Navê li ber şepeyê Mesud Barzanî ye. Ne veşartiye ku gelek planên sûîqastan tên amade kirin. Divê serok Barzanî bê parastin. Bêguman ev planên wisa her hebûne. Lêbelê di dema me de bêtir hene. Wek kesê duwemîn divê Qosret Resul bê parastin. Parêgerê kerkûkê Necmettin Kerim, kesê sêyemîn e ku divê bê parastin.

Werger: Ahmed KANÎ