1. Tekst

  2. Gotar

  3. İsmail Beşikçi
  4. Hevalên Taxê-II ‘Mala Meriv Zimanê Meriv e…’
Hevalên Taxê-II ‘Mala Meriv Zimanê Meriv e…’,hevalên,taxê,ii,mala,meriv,zimanê,meriv,e

Hevalên Taxê-II ‘Mala Meriv Zimanê Meriv e…’

A+ A-

Pirtûkek nivîskara Frensî Barbara Cassinê, bi navê Nostaljî (wer. Şeçil Kivrak, Kolektif Kitap, 2018) heye. Navê duyem ê pirtûkê bi awayê, Meriv Kengê Li Mala Xwe ye? hatiye lêkirin. Nivîskar di vê pirtûkê de pirsekî pir girîng dipirse. Penaberên ku bi sedemên cur be cur ji welatê xwe pengizîne hatine, li çar alîyê dinyayê belav bûne, bi li ber çavan girtina pirsên ku di dergehê sînoran de rû bi rû bûne, piçûkxistin, qebûlnekirina ziman, çand û awayê jiyana wan pirsa ‘Meriv Kengê Li Mala Xwe ye?’ dipirse. Bersiva ku nivîskar daye ev e. Qada ku ziman, çand, xizmên meriv têne qebûl kirin, ev ziman û çand lê tê jiyîn, meriv kêm nayê dîtin ew der welatê meriv e…

Ev xebata nivîskara Frensî, Barbara Cassinê ya bi navê Nostaljî, bo gelên ku zimanê wan hê jî di binê fişarên pir mezin de ye, bo ku zimanê xwe bidin qebûl kirin di nava hewildanên pir mezin de ne pir girîng, pir hêja ye.

Pirsa Kurdan, Pirsa Filistîniyan

Di nivîsa bi navê Strana Selahattin Demirtaşî de, hatibû gotin kêşeyên kurd û Filistîn du kêşe ne ku li Rojhilata Navîn, li cografyayên pir nêzîkî hev in. Danberheva van kêşeyan dê zanîna me dewlemend û zêde bike jî hatibû gotin.
Di nivîsê de rawêjek hatibû zimên. Rwêjek bi awayê bi zimanê îbranî nivîsîna helbestan, çêkirina stranan ji aliyê Serokê Rêxistina Rizgarîya Filistînê Yasser Arafatî an yek ji rêveberên RRFê ve dê encamên çawa biafiranda… Ez diramim ku dê di bêtir pêşdebirina vê rawêjê de sûd hebe.

Yasser Arafat an rêveberek RRFê, bi zimanê îbranî helbest nanivîse, stran çê nake. Dikare li ser du sedemên girîng ên vê bê rawestin. Wek yekem wijdanê wî dest nade. Dê bibiêje, ez çima zimanê dewletek ku ew qas zilmê li me dike bikar bînim? Sedemê duyem dikare ev be. Ji % 99 bikar nayne. Em bibêjin ji % yek an ji % nîv pêk hat… Wê demê dizane ku dê ji raya giştî ya ereban bertekek pir tund bibîne, dîsa bikar nayne… Di her du rewşan de jî zimanê îbranî bikar nayne…

Li ba kurdan pêvajo qet wiha nabe. Bi tirkî axaftin, nivîsandin ji kesan re mezinatîyek, prestîjek dabîn dike. Ji ber vê, tirkînûs, li cihê rexneyê ji wan re çepik tên lêdan. Ev ji bîyanîbûna gel a li hember zimanê xwe yê rastîn pê ve ne tiştekî dî ye. Di vê pêvajoyê de, wezîfeya ronakbîran, ya sîyasetmedarên kurd astengkirina vê biyanîbûnê ye… Dîyare ku ev reftar li gor filistinîyan pir cêwaz e.

Di vê xalê de berawirdkirina jiyînên ku di cografyayên berfirehtir de ne, bi kurdan, Kurdistanê re girîng dibe. Wek mînak li Afrîkayê kolonyalîstî wek bedenî tê famkirin. Hêzên emperyal û kolonyalîst, ruh û zîhna merivên afrîkayî dîl negirtine. Dikare bê gotin ku ruh û zihîn afrîkayî mane. Kurdistan kolonî jî nîne. Pergala kolonî ya nav dewletî, di piranîya merivên kurd de hilweşîna ruhî û zîhînî pêk anîye. Ji alîkî ve derbên giran ên ku ji tirkan xwarine, ji alîkî ve derbên giran ên ku ji ereban xwarine, ji alîkî ve derbên giran ên ku ji farsan xwarine, di binyada ruhî û zîhnî ya kurdan de dejenerasyonek mezin pêk anîye. Kolonyalîstî heta şaneyên herî piçûk ên ruh û zîhna beşek girîng a merivên kurd nifûz kiriye. Dikare bê gotin ku kolonyalîstiyek ruhî û zîhnî serwer bûye. Lê piraniyek mezin a kurdan di ferqa vê de jî nîn in.

Bêguman ev birînek pir giran e. Enternasyonala sosyalist jî enternasyonala umethez jî vê birîna giran derman nake. Çareya tekane ya rizgarbûna ji vê, bi awayek zanyarî xwedîderketina li zimanê kurdî ye. Bi zimanê kurdî jiyîn e. Perwedekirina zarokên kurd ên dîyarkerên dahatuyê ye. Astengkirina bîyanîbûna zarokên kurd bo kurdî ye.
Li Rojhilata navîn di navbera kêşeya kurd û kêşeya filistîn de ferqên pir mezin hene. Em dikarin bi vî awayî çendan ji wan bînin zimên. Îsraîl bi pêşengîya Netewên Yekbûyî di 1948an de hatiye ava kirin. Ji dema ku dewlata îsraîl ava bû ve erebî li gel îbranî zimanê fermî ye. Erebî ji du zimanên fermî yên li Îsraîlê yek e. Zimanê kurdî jî bi tevî ew qas bedêlên giran ên tên jiyîn, tên dayîn hê jî wek ziman nehatiye nasîn û qebûl kirin. Ji 30 salî zidetir tekoşînek gerîla heye. Bêguman berî vê jî tekoşîn hebû. Ew ên ku salên 1970yan, 1960an, 1930an, 1920an, berî Şerê Cîhanî î Yekem, dema şer, piştî şer hatine jiyîn hene. Heta, hemû sedsalek 19. heye. Bi tevî van hemû bedelên giran, li holê encamek cidî tune ye. Kurd, miletek e ku dengê wê dîroka wê ji holê hatiye rakirin…

Ferqeke dî ya pir girîng jî helwesta Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bo filistînî û kurdan bi xwe ye. Wek mînak ger di dema operasyonên Îsraîlê li ser Xezzeyê de, pozê filistînîek bi xwîn bibe, Serokwezîr, niha jî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bo vê bertek nîşan dide. Bo kurdan jî kurdên hemwelatiyê wî jî tê de, polîtîkayek fişarê ya pir giran disepîne. Li ser gelê sivîl jî ezîyet tê kirin. Mafên ku bo filistînîyan, bo Misilmanên dî dixwaze bo kurdan rewa nabîne.
Tê dîtin ku li ser kurdan şerek psîkolojîk jî tê meşandin. Bi piçûkxistina kurdan ji hêla psîkolojîk ve kurd tên têkbirin. Ev ji pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê, ji dagirkirina Efrînê ve bi vî awayî dewam dike. Bêguman rabirdûyeke vê helwestê ya ku pir pir diçe demên kevin heye. Li gor qen’eta min, di vê rewşê de beşdarîya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya merasîma sondxwarina Serokkomarîya Recep Tayyip Erdoganî rast nebû.

Tê çavdêrîkirin ku teorîya fizîkê ya hevgirtinî, di sîyaseta tirkan de nayê jiyîn. Ji alîyekî ve TRT Kurdî heye, ji alîyê dî ve jî hê jî li dadgehan bilêvkirina ‘zimanê nayê famkirin’, di zeptên parlamentoyê de jî bilêvkirina (x)ê heye. Hin axaftinên bi kurdî ku li parlamentoyê têne kirin, wek (x)ê derbasê zebtan dibin. Dîyar e ku ev ferq pir girîng in.

Rexne, Rexneya Azad

Ji nivîsa berî vê ya Strana Selahattin Demirtaşî re gelek rexne, îtîraz hatin. Ji vê nivîsê re, belbî, zêdetir rexne, îtîraz werin. Ji vê alîyê ve divê li ser vê mijarê bê rawestin.
Rexne sazîyek pir girîng a civata demokratîk, jiyana ramanê ye. Azadiya derbirînê, rexneya azad, du hoyên esasî, mayînde yên zanist û demokrasîyê ne. Hoyên girîng ên azadîya çapemeniyê, hunerê û hwd. dîsa rexneya azad û azadiya derbirînê ne. Civatên ku ji rexneyê re girtî ne, civatên demokratîk nîn in. Geşedana van civatan jî zehmet e. Kesên ji rexneyê re girtî bin, kesên demokratîk nîn in. Bi pê vekirina rengdêra ‘demokratîk’ li serê her gotinê demokratîkbûn pêk nayê. Rexne, rexneya azad esas e. Eger hûn bi raya giştî re dîtinek par ve dikin, divê ku hûn rexnehatina ji vê dîtinê re jî li ber çavan bigirin. Divê ji vê re amade bin. Helbet erênîbûna rexneyê girîng e.
Rexne sazîyek pir girîng e ku jiyana ramanê bipêş dixe û dewlemend dike. Ji vê hêlê ve hebûna rexneyê di derbarê nivîsek an pirtûkek de girîng e.

Piştî vê destpêka kurt, divê li rexneyên bo nivîsa Strana Selahattin Demirtaşî hatine kirin, bê nêrîn. Beşek ji van rexneyan bi awayê ‘niha dema nivîsên bi vî awayî nin e’, ‘hê zû ye bo van nivîsan…’ e. Rexne, îtîraz û bibîrxistinên wiha 55 sal e têne kirin. Berê jî dema li ser kurdan, zimanê kurdî û hwd. nivîsek, pirtûkek û hwd. der diket, di cih de nivîsên wiha dihatin rojevê. Di 8-10 salên dawî de gotinên klîşe hene. Ev gotinên klîşe tên bikar anîn. ‘Manîdar’ yek ji wan e. Di rexneya nivîsa nav borî de jî ev gotina klîşe tê bikar anîn. ‘Di vê dema ku HDP ew qas di nava tekoşîna azadîyê de ye, nivîsîna nivîsek bi vî awayî ‘manîdar’ e, tê gotin. ‘Di dema ku Selahattin Demirtaş di girtîgehê de tekoşîna azadîyê dide de, nivîsîna vê nivîsê manîdar e’ tê gotin. Halbûku, di nivîsê de gelek mijar hene. Di rexneyan de behsa van mijarên bingehîn jî nayê kirin.

Tanil Bora, di serê sala 2018an de, pirtûkek bi navê ‘Zamanin Kelimeleri’ weşand. Navê duyem ê pirtûkê, ‘Yeni Tirkiye’nin Siyasi Dili’ bû. (Weşanên Birikimê, Stenbol) Xebateke li ser gotinên klîşe ku li jorê hatibûn behs kirinê. Tanil Bora, di nava gotinên klîşe de, behsa bêjeya ‘manîdar’ jî dike.

Mamosteyek me yê hêja, ji min re rexneya Rodi Bazî şand. Belbî, rexneyên wek vê jî hebin. Min nedît. Rodi Baz bi behskirina ji huneremndên wek Yilmaz Guney, Yaşar Kemal, Ahmet Arif, Cemal Sureyayî dibêje ku wan jî bi tirkî dinivîsand. Bi tirkî nivîsandina van nivîskaran, bi kurdî na, bi tirkî nivîsîna kurdan meşrû’ nake. Bi kurdî nenivîsîna van nivîskaran, tirkî nîvîsîna wan û kurdî nenivîsîna wan meşrû’ nake. Bi tevî vê jî ew nivîskar in, hunermend in. Tu partîyek siyasî yî. Helbet divê helwesta te ji helwesta nivîskarek, hunermendek divê cuda be.

Ya ji vana girîngtir ev e. Ev nivîskarên bi tirkî dinivîsin, berhemên van nivîskaran, di çarçoveya edebiyata tirkî de têne nirxandin. Çunkî edebiyat hunerek bi ziman re eleqedar e. Hunereke ku bi bikaranîna ziman a ciwankarîyê re, bi rêzkirina peyvan a ciwankariyê re eleqedar e. Hûn bi kîjan zimanî dinivîsin tê wateya edebiyata wî zimanî dikin. Bi zimanê tirkî edebiyata kurdî nabe. Edebiyata kurdî ancax edebiyateke ku bi zimanê kurdî tê kirinê ye.
Wergera ji tirkî bo kurdî û zimanên dî, wergera ji zimanên dî bo tirkî bo kurdî helbet çalakîyek pir girîng e.
Îro gelek kurd hene ku bi zimanê tirkî dinivîsin. Li derdora edebiyata tirkan têra xwe eleqe dîtin an nedîtina wan mijarek cuda ye.

Em nivîskarek alman ku li Londonê rûdinê bifikirin. Ev alman dê bi îngilîzî an bi almanî binivîse qet ne girîng e. Lê azadîya kurdek ku li Stenbolê rûdinê tune ye ku bibêje ez bi tirkî jî binivîsîm dibe, bi kurdî jî binivîsim dibe. Ev nivîskarê kurd berî her tiştî hest bi pêwîstîya ahenga bi polîtîkaya dewletê re dike, bi tirkî dinivîse. Metirsiya li virê ne metirsiya ‘ger ez bi kurdî binivîsim ancax 5-10 kes dixwînin, ger bi tirkî binivîsim hezar kes, hezar û pênc sed kes belbî jî zêdetir dixwînin…’, metirsîya pêwîstîya ahenga bi polîtîkaya deewletê re ye. Bi kurdî nivîsîn, weşan jî ancax karek e ku nivîskarê kurd ê pêwîstîya berxwedana li hember vê polîtîkaya dewletê dirame, hîs dike, dê bike. Çunkî ev nivîskarê kurd dizane ku hedefa vê polîtîkaya dewletê asîmîlasyon e. Her cure xetere digre berçavan bi kurdî dinivîse, diweşîne… Di nava van xetereyan de qebûlkirina ‘ancax 5-10 kes min dixwînin…’ jî heye. Helwesta nivîskarê kurd Fuad Onenî helwestek pir balkêş e.

Rodi Baz dibêje ku dewletên Amerîkaya Latîn jî zimanê xwe yê herêmî na, zimanên spanyolî, portekizî wek zimanê fermî bikar tînin. Ji ber ku bi ziman re eleqedar e, divê li vê dîtinê jî bê nêrîn. Li gor qen’eta min li virê kêmanî û çewtîya zanînê jî heye. Ji Simon Bolivar (1783-1830), ji San Martin ( 1778-1850) ve ye, li Amerîkaya Latîn li hember Spanyayê kesên tekoşîna rizgariya netewî, tekoşîna serxwebûnê didin jî spanyolî ne.
Em dikarin vê wiha rave bikin. Ji çaryeka pêşîn a sed sala 16. ve spanyolî, portekîzîyan Amerîkaya Latîn dagir kirine. Di dema vê dagirkirinê de, şaristanîyên wek Astek, Maya, Înka hilweşandine, gelê herêmê bi jenosaydan hatine îmha kirin. Ji niştecîyên herêmî nifûsek pir kêm maye. Li Amerîkaya Latîn a îro beşek pir mezin a nifûsê spanyolî ne. Ji çaryeka pêşîn a sed sala 19. vir ve kesên ku tekoşîna serxwebûnê ya li hember Spanyayê didin jî spanyolî ne. Divê li ber çavan bê girtin ku beşek ji nijada spanyolî bipêşxisitna zewaca bi gelê herêmê re nijadek dureh jî afirandî ye. Bi tevî van hemîyan jî gelên herêmê ku nifûsa wan pir kêm maye, bo zimanê xwe bi lez alfabeyan jî amade dikin.

Rodi Baz diyar dike ku piraniya dewletên Afrîka jî zimanên îngilîzî, frensî, portekîzî wek zimanê fermî bikar tînin. Ji ber ku bi ziman re eleqedar e, sûd di nêrînek bi kurtî de, bo vê dîtinê jî heye. Dikare di vê mijarê de ev jî bêne gotin: Îro bi hezaran pirtûk bi zimanên îngilîzî, frensî, portekîzî û hwd. hene ku Afrîkayê, tekoşîna rizgariya netewî ya li Afrîkayê vedibêjin. Dikare bê gotin ku ‘bi qasî pirtûkxaneyek dagirin pirtûk pir in…’ Lê vana wek edebiyata Afrîkayê qebûl kirin ne rast e. Divê ev wek bin beşek edebiyatên îngilîz, fransiz, portekîzî ku Afrîkayê vedibêjin, bêne nirxandin.

Bi zimanê îngilîzî edebiyata Kenyayê nabe, bi zimanê frensî edebiyata Senegalê nabe. Bi zimanê portekîzî edebiyata Mozambîk, Angolayê nabe. Edebiyata Kenya, edebiyata Senegal, edebiyata Mozambîk, Angolayê edebiyatên ku bi zimanên herêmî têne kirinê ne. Çunkî edebiyat hunera bi ziman re eleqedar e. Hunereke ku bi rêzkirina bêjeyan a ciwankarîyê re eleqedar e.
Em wiha biramin. Bila Afrîka parzemînek be ku xwe dijî… Em bêjin hollandîyan, paşê portekîzîyan, spanyolan, paşê îngilîzan, fransizan, paşê jî almanan, îtalîyan û hwd. Afrîkayê dagir nekirine. Li Afrîkayê kolonyalîstî û hwd. tune. Afrîka xwe dijî… Em wiha biramin. Muhtemelen dê edebiyatek hebe… Muhtemelen edebiyatek devkî… Bi demê re edebiyata nivîskî jî dikare bipêş ketibe. A ha edebiyata Afrîkayê ev e… Tê dîtin ku îro li herêmên cuda yên Afrîkayê edebiyatên herêmî jî bi pêş dikevin.
Ji zimanên wek îngilîzî, frensî, portekîzî bo zimanên herêmî, ji zimanên herêmî bo van zimanan werger, çalakîyek girîng a edebî ye.

Bîrewerîya Cêwazîyê…

Mamosteyekî me î hêja, bo nivîsa Strana Selahattin Demirtaşî, nîşeyek kurt ê rexneyî şand. Di vî nîşeyî de wiha dibêje. ‘Eger li cihek bîrewerîya cêwazîyê pêk hatibe, êdî li wirê asîmîlasyon pêk nayê’… Di nirxandina vê rexneyê de jî sûd heye.
Leyla Zana, di 1991an de, di dema sondxwarina parlamenterîyê de, piştî teksta sondê xwend, hevokek bi kurdî bi awayê ‘Min ev sond bo biratî û yekîtîya gelên tirk û kurd xwend.’ Bikar anî. Li gor qen’eta min, ev çalakîya yekem e ku kurdan li parlamentoya tirkan nîşan dide. Leyla Zana mebûsên dî ji ber gotinên bi vî awayî ji deh salan zêdetir di girtîgehê de hatine girtin.

Piştî hilbijartina giştî ya 24ê Hezîrana 2018an, xwendina teksta sondê bi melhefa spî ya Remziye Tosunê, mebûsa HDPê ya Diyarbekirê çalakîyek nû ye ku kurdan li parlamentoya tirkan nîşan dide. Ev, cêwazîyan jî tînin zimên. Vê çalakîya Remziye Tosunê li gor qen’eta min hêja ye. Tê zanîn di dema Şerê Xendekan 2015 de li Sûrê wek herkesî dewletê xwest ku Remziye Tosun jî ji mala xwe derkeve lê ew her li mala xwe ma, ji ber vê sedemê hat zîndanî kirin.

Parastina cêwazîyan girîng e. Hûn dê van cêwazîyan çawa biparêzin? Helbet cêwazîya herî girîng ziman e. Eger hûn bi kurdî neaxivin, bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin, hûn wan hînê kurdî nekin, bo hînbûn, axaftina kurdî hûn ji wan re hoyên berhemdar dabîn nekin, hûn ê çawa van cêwazîyan biparêzin?

Malbatek ku gundê wê hatiye şewitandin-hilweşîn, hewil daye ku li kavilên Stenbolê di jiyanê de bimîne, hûn biramin. Pêwendî di vê malbatê de wiha pêk tên. Bav bi bavê xwe re bi kurdî diaxive. Bi zarok û nevîyên xwe re bi tirkî diaxive. Bapir ji ber ku bi tirkî nizane, nevî jiber ku bi kurdî nizanin, nevî bi bapîrên xwe re, bapîr bi nevîyên xwe re nikarin bipeyivin. Bi demê re kal û pîr ji mecbûrî ji nevîyên xwe tirkî fêr dibin. Pêvajoyek wiha li bajarên wek Diyarbekir, Batman, Wanê jî tê jiyîn. Di civata kevneşopî ya kurdan de zarok ji bapîrên xwe bi guhdarîkirina xebroşkên kurdî re mezin dibin. Li diyarên wek Stenbolê jî bapîrên ku hewil didin li nevîyên xwe mêze bikin, ji ber ku nikarin bi wan re biaxivin, mecbûr dimînin ku ji wan tirkî fêr bibin.

Di van hoyên ku eleqeya kal-pîran a fêrkirina kurdî bo nevîyan kêm dibe de, hûn dê çawa cêwazîyên xwe biparêzin? Wê demê, divê peywira partîyên siyasî yên kurd ew be ku eleqeya bo kurdî zêde bikin.

Di vê pêvajoyê de tê dîtin ku nostaljîyek zarokan bo Kurdistanê tune ye. Bi tevî hoyên giran ên jiyanê, piçûkxistinan jî zarok bajarên mezin tercîh dikin. Bav di nava daxwaza ji çend sala carek çûna gund û bajarê xwe de ye. Kal jî daxwaza piştî mirinê, birina cenazeyê xwe bo gundê xwe tîne zimên. Dîyare ku hemû barê penaberiyê jin dikêşin. Tê dîtin bo ku bi derdor re di ahengê de bin, zehmetiyên pir mezin dijîn.

Başûr, Kurdî, Bîra Neteweyî

Wiha tê gotin. Helbet ziman girîng e. Li Başûr, ji bexçê zarokan ta zankoyan perwerde bi kurdî ye, li daîreyên hikûmetê, li şaredarîyan kurdî tê axaftin. Lê li wirê jî bîra neteweyî pir lewaz e. Di heqê Kurdistanê de, di heqê perçeyên dî yên Kurdistanê de, agahîyên berbiçav tune ne. Eleqeya bo tekoşîna li perçeyên dî dimeşe lewaz e… Bûyera 16ê Çotmeha 2017an nîşaneyek pir girîng a lewazîya bîra neteweyî ye.

Di van rexneyan de payek pir mezin a mafdarîyê heye… Helbet zimanê dayîkê esas e, dev jê nayê berdan, lê hewildana bo bipêşxistina bîra neteweyî jî girîng e. Wek mînak, bi tevî ew qas tekoşîna pêşmerge, gerîlatîyê jî bo çi hê jî kurd di nava ze’afên mezin de ne û ji hev re xiyanetê dikin. Bo çi berjewendiyên giştî yên Kurdistanê, di ser berjewendiyên partîya xwe re nagirin. Bîrewerîya di van mijaran de pir girîng e. Ancax ku kurd di van mijaran de xwedî hişmend bin, dikarin ji ze’afên xwe rizgar bibin. Wê demê, vê pêşniyazê bi vî awayî rastkirin baştir e: Zimanê dayîkê esas e, bê wî nabe, lê ne bes e…

Li virê ez dixwazim nirxandinek piçûk di mijara xiyaneta 16ê Çotmehê de bikim. Di dîroka kurdan, Kurdistanê de, kurdan xiyanetên pir mezin bi hev re kirine. Xiyaneta 16ê Çotmeha 2017an hinek cuda ye. 16ê Çotmeha 2017an, çewtîyek pir mezin a YNKê, Talabaniyan e. YNK, Talabaniyan, serkeftin, fedakarîyên xwe yên pir mezin bi 16ê Oktobirê lekedar kirine. Mixabin dê dîrok bo YNKê, boTalabaniyan vê jî tomar bike.

Di vê pêvajoyê de gelo çewtîya PDKê, ya Serok Mesûd Barzanî tune ye? Serok Mesûd Barzanî ji ber ku sibeha 16ê Oktobirê, bi gotina ‘ez diçim bereya şer, kî Kurdistanê dixwaze bila bi min re were…’ neçûye bereya şer, dikare bê rexnekirin. Divê bê rexnekirin. Lê ev jî pir zelal e. Di pêvajoya referandûmê de, yê ku helwesta herî rast meşand Serok Mesûd Barzanî ye, yê herş kurdî, herî Kurdistanî Serok Mesûd Barzanî ye.

Divê kurd vê baş têbigihîjin. Bi dijminahî kirina bo Serok Mesûd Barzanî, bo Barzanîyan, kurd nagihîjin ti cihek. Helbet Mesûd Barzanî, malbata Barzanîyan dikarin bêne rexnekirin, pêwendiyên wan ên civakî, siyasî, aborî bêne rexnekirin, lê dijminahîkirin bo Barzanîyan helwestek pir pir çewt e. Bi awayek ev tê wateya dijminahîya kurdan, Kurdistanê. Çunkî Serok Mesûd Barzanî bi hestên pir samîmî Kurdistana serbixwe diparêze, sîyasetmedarek kurd e ku parastina vê, wek mafek sirûştî yê kurdan, dibîne.

Werger: Ahmed KANÎ


NÛÇEYÊ ŞÎROVE BIKE

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.