Hevalên Taxê,hevalên,taxê

Hevalên Taxê

A+ A-

Li Enqereyê komeke me ya piçûk heye. Komeke ku ti angaşteke wê tune ye. Komeke ku ne di nava hewildana hin tiştan ji hev re bijin, de ye. Em hin caran bi 3-5 kesan, hin caran bi 6-7 kesan dicivin. Civînê me yên bi 2-3 kesan jî pêk hatine. Dema ku em wek 2 kesan rûniştine jî pêk hatîye. Em bûyerên civakî, sîyasî, çandî yên aktuel ku dihên heşê me diaxivin. Hin caran cihên em lê rûniştîne hevalên din jî tên, ew jî beşdariya axaftin û gengeşîyan dikin, bîr û boçûnên xwe dibêjin.

Ev heval li deverên Enqereyê yên ji hev pir cuda, pir dûr rûdinên. Bi hev re axaftina wan bêtirî ji xwedîbûna wan a heman hest, heman ramanan, ji karîna hatina ba hev a wan, ji hev guhdarîkirina wan tê. Di hin serdeman de, em pir tên ba hev. Di van civînan de xwarin û vexwarina me simîd (kulora bikuncî) û çay e…

Di yek ji van civînan de, hevalek me kêşeyek ku di nava kurdan de tê jiyîn lê qet nayê rojevê, nayê axaftinê, nayê gengeşekirin, ji bo ku neyê axaftin jî pûte pê tê dayîn, anî rojevê. Bi kurtî mijar ev bû.

Li der dora me gelek heval hene. Ew bi awayek çalak beşdarê tekoşîna şoreşger-demokratîk dibin. Lêpirsîn, binçavkirin, girtin, îşkence, zîndan û hwd. tê de bi liberçavgirtina her xetereyê, bi mildayîna van hemûyan tekoşînê dimeşînin. Lê zarokên xwe naxin vê tekoşînê, pûte pê didin ku zarokên xwe tevlê vê tekoşînê nekin. Bo ku malbatên xwe, xizanên xwe û hwd. tevlê vê tekoşînê nekin pûte pê didin. Herhal sedema vê bi kurtî ev e. Têgihîştina ‘me pir ezîyet, cefa kêşa, bila zarokên me jî ezîyet nebînin, cefa nekêşin…’ e. Rewşa yekem a ku hat zimên, rewşeke ku li ba kurdan pir hatiye jiyîn axaftin. Rewşa ku nayê axaftin, nayê gengeşîkirin jî ya duyem a ku hewil hat dayîn bê vegotin.

Li gora polîtîka asîmîlasyonê ya pir girîng a dewletê, li gora polîtîka asîmîlasyona kurdan bo tirkîtîyê, li gora serwerîya tirkan encamên pir girîng ên vê hene.
Beşdarîya tekoşînê bi awayek bê navber pêvajoyeke ku divê di berdewamîya bav-kur de, di berdewamîya bav-kur-nevî de jî bê şopandin, bê çavdêrî kirin. Ev pêwendî li ba tirkan cuda û li ba kurdan cuda tên jiyîn. Tê dîtin ku di vê mijarê de, di navbera Çetin Altan û zarokên wî de berdewamîyek heye. Tê dîtin ku di malbata Pinar Selekê de jî ev berdewamî, di navbera kal-kur (keç)-nevî de hatiye jiyîn, ev rewşeke kêmdîtî ye.
Fêrnekirina kurdî bo zarokên xwe, neafirandina mercên fêrbûn, axaftin, nivîsna kurdî bo zarokan a kurdên ku di tekoşîna demokratik-şoreşger de, her cure fişar, zulmê dijîn, ji hêla tekoşînê ve di navbera bav û kuran de qutbûnek diafirîne.

Tê dîtin ku îro zarokên beşek pir mezin ji rêvebrên partîyên siyasî yên kurdan, partiyên kurdî, Kurdistanî, sazîyên civaka sivîl ên kurdan kurdî nizanin, nikarin biaxivin. Ev rêxistin, di hin rojên girîng ên wek roja Zimanê Dayîkê ya Dinyayê, roja Çapemeniya Kurdî de, civînan li dar dixin. Di van civînan de, di heqê rûmeta van rojan de, di heqê çawa nirxandina kurdan a van rojan de bîr û rayên xwe dîyar dikin. Tê dîtin ku beşek mezin a van axaftinan jî bi kurdî têne kirin. Yanî em dikarin bibêjin di van civînan de giranî bi kurdî ye. Lê hevalên ku li van deran bi kurdî diaxivin, dema êvarê vedigerin mala xwe, bi hevjîn û zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ev pêvajoyeke ku pir bi rihetî dikare bê şopandin û dîtin.
Dema ku hevalê me û hevalên din vê kêşeya pir girîng dianîn rojevê, xwe tev lê dikirin bi gotina ‘ez di navê de’, bi gotina ‘em jî di navê de’ vedigotin. Ev nîşan dide ku li vê kêşeyê hay bûne. Ger li pêvajoyên civakî, siyasî û çandî yên wiha haybûn çê dibe, wek kêşe tê famkirin. Ger lêhaybûn çê nebe, ji xwe wek kêşeyek nayê fam kirin.

Ev pêvajo li cem PKKê bi awayek cuda tê jiyîn. Dema ku kurdek ji rêzê tev li PKKê dibe, bo beşdariya rêxistinê zor dide birayên xwe jî malbat, xizmên xwe jî dê û bavê xwe jî û hwd. Beşdarbûn an beşdar nebûna kesên pêwendî bi wan re danîye, mijarek din e. Rewşa giştî ev e. Lê PKK jî lê hay nebûye ku ev pêvajoyek pi girîng e li gora polîtîkaya asîmîlasyonê ya bingehîn a dewletê. Ji ber ku lê hay nebûye ev kêşeyek pir girîng e, bo PKKê kêşeyek wiha jî tune ye. Ji ber vê bi zimanê tirkî diaxive, dinivîse, hewil dide ku her kêşeya xwe bi zimanê tirkî vebêje. Hewil dide bo kesên bi tirkî nizanin, bo kesên bi qasî têr dike tirkî nizanin fêrî tirkî bike. Lê pêwîstîyek wek fêrkirina kurdî bo kesên ku bi kurdî nizanin, bo kesên ku bi qasî têr dike bi kurdî nizanin, hest nake. Bi taybetî şopandina vê pêvajoyê li ser PKKya salên 1970yan, 1980yan pêkan e. Helbet lêpirsîna çima PKK li vê kêşeya pir girîng hay nabe rewşeke pêwîst e.

Ez Huseyin Musa Sagniçî ji salên 1960an ve nas dikim. Dema întelligentcia tê gotin, ez her Kek Huseyinî bibîr tînim. Kek Huseyin bi hemû zarokên xwe kurdî daye fêrkirin. Bi hevjîna xwe re bi zarokên xwe re her dem bi kurdî axiviye. Li virê dîtina berdewamîya ku di navbera kal-kur (keç)- nevî de jiyîn, li Kurdistanê rewşek e ku kêm tê dîtin. Dîtina vê berdewamîyê di navbera Musa Anter û zarokên wî de, di navbera Abdurrahman Durre û zarokên wî de jî pêkan e. Lê dikare bê dîtin ku di nava kurdan de, ev pêwendî jî ne berbelav in.

Fonksîyona Zimanê Dayîkê

Ziman ne bes amûrek ragihandinê ye. Zamanê dayîkê li gora cih û demê dikare bibe xalek pir girîng a berxwedanê, dikare bibe tekoşîn bixwe. Di zelalkirina vê ramanê de sûd heye.
Em polîtîkaya dewletê ya kurd-Kurdistanê ku ji komarê ve ye tê şopandinê biramin. Bo vê li raporên nihênî yên ku dewletê daye amadekirinê nêrîn girîng e. Ji Plana Şarq Islahatê ve, raporê kurdan ên dewletê daye amade kirin hene. Hin burokratên ku di qatên bilind ên burokrasiya dewletê de cih girtine, li ser daxwaza dewletê diçin herêmê lêkolîn dikin û raporan amade kirine. Bingeha van raporan li ser esasa asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê ye. Divê em çi bikin, polîtîkayek çawa bişopînîn ku kurd bo tirkîtîyê asîmîle bibin… Kurdî bê ji bîr kirin, li herêmê zimanê tirk bê serwer kirin…

Bi awayê girseyên mezin sirgûnkirina kurdan, bo Anatoliya Navîn, herêmên Anatoliya Rojava Trakyayê, pir ji nêzîk ve bi polîtîkaya asîmîlasyonê, sepandia wê re eleqedar e. Payîna dewletê ji polîtîkaya sirgûnê ev e: Dema kesek, malbatek, ji cih-warê xwe bê dûr xistin, ji rehê xwe bê hilqetandin bo diyarên dûr bê avêtin, bo qadên ku lê zimanê serwer, çanda serwer tê jiyîn bê sirgûn kirin; beşek pir girîng a kêşeyê ji bo dewletê tê çareser kirinê. Dewlet difikire ku 3-4 nifş paşê, 5 nifş paşê, dê asîmîlasyon pêk were. Vê payîna dewletê, payîneke ku dikare bikeve jiyanê. Pêşiyê zarokên neviyan, li pey nevî, bi demê re bav dest bi asîmîlebûnê dikin. Hestê kalan ê li ser Kurdistanê jî êdî ji gotina ‘dema ez mirim min bibin Kurdistanê, li gundê min bin ax bikin’ wê de ne tişkî ye.

Haybûna li vê pêvajoyê pir girîng e. Di sirgûnan de, li ser mijarek bi îsrar tê rawestin. Li Rojava, li Anatoliya Navîn, li Trakyayê, divê kurdên ku li gundekî bêne bicih kirin, ji % dehê nifûsa giştî ya gund, li hin cihan jî ji % 5an derbas nebûna wan bi baldarî tê şopandin. Ev sepandinên li ser ku dê çawa asîmîlasyon pêk bê ne.

Piştî kudateya 27ê Gulana 1960an, di vê mijarê de hewildanek nû ya dewletê jî pêk hat. Dibistanên Seretayî î Leylî î Herêmî geşedanek pir nû bû. Bo ku li herêmên kurdan û li qadên dî ku kurd lê dijîn ev dibistan bêne sazkirin hewildanek pir mezin hate dayîn. Perwerdekirina zarokên kurdan bi ziman û çanda tirkan, jibîrkirindana kurdî bo dibistanan armancek pir girîng, pir mezin bû. Ji beşên Tarîx, Sosyolojî, Antropolojî, Etnolojî, Zanistên Siyasî, Aborî, Hiqûq û hwd. ên Zankoyan, ji mamosteyên li van beşan rapor hatin xwestinê… Di van mijaran de profesoran rapor amade kirin. Ev rapor wê demê pir nihênî dihatin girtin, di çapemeniyê de der nediketin. Em van pêwendîyan pir dereng hîn bûn. Piştî ku tekoşîna kurdan berfireh û mezin bû, piştî ku ev pêwendî êdî nikaribûn bihatana veşartin, em bi van pêwendîyan hesiyan. Li Tirkiyeyê alîyekî wiha yê Zanistên Civakî jî heye. Li ser vî alîyê Zanistên Civakî yên li Tirkiyeyê zêde nehatîye rawestin. Li gor qeneta min qet nehatiye rawestin. Mijarên wek dewlet, ji Zanistên Civakî çi dipê, ev payîn bi têgihîştina zanista gerdûnî re çiqas li hev dike, îdeolojî çi ye, îdeolojiya fermî çi ye, helbet mijarên pir girîng in.

Dewleta tirk dibêje ‘em alfabeyek çawa amade bikin ku hêsantir zarokên kurd, bi awayek berfirehtir fêrî tirkî bikin?’ Piştî 27ê Gulanê di vê mijarê de hwildanek girîng pêk hat. Di vê mijarê de ji zankoyan ji saziyên eleqedar hat xwestin ku rapor amade bikin.
Em jiyana nivîskarên kurd ên ku îro bi tirkî dinivîsin bişopînin. Beşek mezin ji wan dibêjin ku dema dest bi dibistanê kirine yek peyvek bi tirkî nizanibûne. Dema behsa jiyana xwe ya li dibistanê dikin, dibêjin ku axaftina bi kurdî hatibû qedexe kirin, xwendekarên ku bi kurdî diaxivîn ji aliyê mamoste ve dihatin seza kirin. Dikirpînin ku kurdî bi gotina zimanek prematîv e, tê piçûkxistin, kesên bi kurdî diaxivin jî têne piçûkxistin. Dibêjin ku malbat têne tehqîr kirin û piçûkxistin. Di beşek pir mezin a van nivîskaran de bîranînên bi vî awayî hene… Ev hemû têne wateya ji bîrêbirina kurdî, dev jê berdandina kurdî, hakimkirina zimanê serwer. Li hember polîtîkayek, sepandinek wiha çi pêwîste bê kirin. Li hember polîtîkayek, sepandinek wiha çawa reftar tê kirin?

Em salên 1930an bifikirin. Dewletê li kurdên ku li sûkê, bazarê bi kurdî diaxivîn sezayê pereyan dibirî. Serê bêjeya kurdî ku diaxivîn ji wan sezayê pere digirt. Pir diyar e ku dewlet, bo tirkî serwer bike, kurdî bide ji bîr kirin di nava hewildanek mezin de bûye.

Polîtîkaya asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, piştî Komarê bi awayek pir bibiryar hatiye sepandin. Bê guman rehên vê polîtîkayê ku xwe dispêrin Cemîyeta Îtîhad Teraqiyê jî hebûn. Heta meriv dikare vê bibe bigihijîne Osmanîyên Nû, ta Namik Kemal.

Wê demê li hember van polîtîka, sepandinên dewletê berxwedan, girîng dibe. Vê berxwedanê ancax, hûn bi axaftin û nivîsandina kurdî dikarin dabîn bikin. Bi tevî van hemû fişaran, bêrûmetkirinan, piçûkkirinan kesek ku bi kurdî diaxivive kesek berxwedêr e. Çunkî ev kes, ev kurd, pêvajoyek ku dewlet qet kirina wê pêkanîna wê naxwaze dijî. Nebûye weka ku dewletê gotiye bibe, weka ku dewletê xwestiye, wek xwe maye. Li gor qeneta min pêwîstiya vî kesî bi gotina ‘ez ber xwe didim’ jî bi daxuyanîyên wiha kirinê jî tune ye, çunkî ew di nava berxwedanek mezin de ye.

Lê ger hin kesên ku bi tirkî diaxivin, dinivîsin, her roj, her saet behsa berxwedanê bikin jî, têgehên wek ‘berxwedan zêde dibe’ ‘sala berxwedanê’ bikar bînin jî, ew ne di nava berxwedanê de ne. Çunkî ew di mijarek ku bo dewletê pir eslî ye, nebûne wek ku dewletê xwestiye bibin. Helbet ji salên 1980yan ve berxwedanek heye. Lê ger zimanê dayîkê neyê parastin, neyê jiyîn, armanca vê berxwedanê çi ye?

Halbûku, bi salan berê, girîngiya zimanê dayîkê bihata zanîn, tekoşînek bi zimanê dayîkê, herî kêmtekoşînek ji zimanê dayîkê re rêzdar dest pê bikira îro bidestxistina encamên bêtir erênî dikaribû pêkan bibûya. Divîyabû piştî hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîran 2015an, piştî 80 parlamenter derketin tekoşînek bi vî awayî bihata meşandin.

Divê li ser aliyê psîkolojîk ê vê pêvajoyê jî bê rawestin. Eger, kes, malbat, ne di ferqa qedexeyên kurdî de bin, ne di ferqa pêvajoya asîmîlasyonê de bin, dikarin kurdî wek ‘barek ku jiyana wan zehmet dike’ qebûl bikin. Û dê hewil bidin ku ji vî barî rizgar bibin. Bin çav kirin, girtin, gund şewitandin, sirgûn û hwd. Bi rizgarbûna ji vî barî dikarin jiyanek ji van operasyonan dûr bixwazin. Ev jî dê encamek ku asîmîlasyonê berfirehtir, lezgîntir biafirîne. Helbet di vê pêvajoyê de, divê peywira rewşenbîran, partîyê sîyasî yên kurdan, ew bi xwe kurdî bijîn û di mijara zimanê dayîkê de hişyakirina gel be. Rexnekirina helwesta dewletê ya red, înkar û îmhayê be. Di vê pêvajoyê de, helbet jiyana wan bi xwe jî bi kurdî pir girîng e.    DIDOME

Werger: Ahmed KANÎ


Gotinên miftehî :