1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ahmed Kanî
  4. James Joyce û Ciwanmerd Kulek
James Joyce û Ciwanmerd Kulek,james,joyce,û,ciwanmerd,kulek

James Joyce û Ciwanmerd Kulek

A+ A-

Ev bû du hefte ye ku ez pêra nagihîjim navîsên xwe binivîsim. Ji ber ku min mala xwe barkir. Ez dixwazim li virê gotina pêşiyan a ku dibêje “ Malbarkirin malxirakirin e.” dubare bikim. Bi rastî jî gotinên pêşiyan ji tecrubeyên bav û kalan der bûne û li serad, bêjing û moxilan ketine bûne wek zêrên zerên ku divê ji bin axê bêne derxistin.

Ev sernivîsa min a li jorê ji kûderê derket ku ez dixwazim bi kurtî binivîsim? Vê hefteyê di “Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê” de me pirtûka James Joyce a bi navê “Çîrokên Dubliniyan” ku ji aliyê Ciwanmerd Kulek ve ji Îngilîzî hatiye wergerandin, xwend û nirxand. Li ser James Joyceê ku di dawiya sed sala nozdehan û serê sed sala bîstan de jiyaye, gelek gotar û tezên akademîk hatine nivîsîn. James Joyce, nivîskarê sereke yê wêjeya modernîst, bi gelek astengiyan re jî rû bi rû maye. Wek mînak pirtûka wî ya “Çîrokên Dubliniyan” ji aliyê weşangeran ve heta deh sal piştî nivîsandinê ancax hatiye çapkirin.

Ev pirtûk ji pazdeh çîrokan pêk hatiye. Di pêşgotina xwe de Ciwanmerd Kulek ji James Joyceî wiha neqil kiriye:
“Min hewl da (Dublinê) ji çar hêlan de derpêşî civaka jirêzê bikim: zaroktî, xortanî, mezinatî û jiyana civakî.”
Li gor vê dabeşkirinê çîrokên “Xwişk”, “Pêrgîhatinek” û “Araby” ên zaroktiyê; çîrokên “Eveline”, “Piştî Pêşbaziyê”, “Du Tolaz” û “Xaniyê Demanî” ên xortaniyê; çîrokên “Ewrekî Biçûk”, “Nusxe”, “Gil” û “Bûyereke Daxbar” ên mezinatiyê; çîrokên “Roja Lavlavkê li Jûra Lijneyê”, “Dayîkek” û “Mihrîvanî” çîrokên jiyana civakî bûn. Çîroka dawîn a pirtûkê ku paşê nivîsîbû bi navê “Mirî” ye. Di vê çîrokê de nivîskar, bi tevî peyam û têbiniyên xwe yên li ser Îrlandîbûnê, bi tenikî û têkiliyeke bêpayan varqilîn û haydarbûna zilamekî (Gabriel) Îrlandî ya der barê xwe, ciyê xwe û giraniya xwe ya çi di dilê jina xwe (Gretta) de çi di cîhanê de derpêş dike.
Di bergê dawîn ê wergera kurdî ya vê pirtûkê de wiha hatiye nivîsîn:
“Reng û dengê van çîrokên Joyce raxistin û raberkirinek e ji hewildan û helwestên wî ên der barê ol, terîq, netew, netewperwerî, ziman û hêmayên din ên ku rastiya Îrlendayê û hişûbîra wê ya giştî pêk tînin de.
Ev berhema ku gaveke yekemîn û xurt a James Joyce e di riya ku bibe nivîskarekî mezin ê cîhanî de, ligel nîşe û têbiniyên ku peywend û referansên di metnê de hîn ron û zelaltir dikin, bi wergerandina Ciwanmerd Kulek ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi şanazî û dilxweşî li pitûkxaneya kurdî tê zêdekirin.”
Dema em behsa James Joyce bikin, nabe ku em romana wî ya bi navê “ULYSSES”ê jibîr bikin. Bi hêviya ku di demeke nêzîk de, bi wergera Kawa Nemir ya ji îngilîzî bo kurdî, bigihîje destê xwendevanên kurd. Ev roman, wek romaneke sereke ya wêjeya modernîst tê hesibandin. Bi tevî ku Amerîka, xwe wek welatekî ku pêşengiya azadiyê kiriye dihesibîne jî, di salên 1930an de bi boneya ku ev roman mistehcen e biryara qedexekirina wê daye. Di roja 8ê Kanûna sala 1933an de, dadger John M. Woolsey, di biryara serbestkirina vê romanê de wiha dinivîse:
“Dema ku Joyce Ulyssesê nivîsiye, xwestiye şêweyeke wêjeyî ya nû bikar bîne. Di vê pirtûkê de, jiyana rojeke hezîrana 1904an ya kesên jêrî çîna navîn ên ku li Dublinê dijîn digire dest û bes ne kirinên wan bi tenê, belbî tiştên ku di heşê wan de derbas dibe jî vedibêje.’ Dadger wiha didomîne, ‘bi min wisa tê ku Joyce, bi serkeftineke behêtdar, li ser ekrana heşê wan kesan ya kaleidoskopik ku bi awakî domdar diguherî him materyalên jirêzê, him jî materyalên binheş ku di cihekî pir kûr de ne, nîşan daye.” Ev romana ku ji heşt sed rûpelan zêdetir e bes jiyana rojekî ye.

Niha jî ez dixwazim hinek behsa berhem û wergerên Ciwanmerd Kulek (Yunus Eroglu) bikim. Romana wî ya yekem “Nameyek Ji Xwedê Re” di nava weşanên Lîsê de sala 2007an der çû. Li ser vê romanê zêde nirxandin çênebûn.
Lê belê romana wî ya duyem “Otobês” a ku di 2010an de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatibû çapkirin, bi gelek nîqaşan hat pêşwazî kirin.
Wek mînak komek xwendinê ya li Stembolê, angaşt kir ku ev ne roman e. Heta rexneyên giran li weşanxaneyê jî kirin ku hema çi tê ber destê wan, wek roman çapdikin.
Piştî van gengeşeyan Gurgîn Xakî, gotareke ‘îlmî bi navê “Qiset û Şiûra Zimanî di Otobêsa Yunus Eroglu de”, di kovara “Wêje û Rexne”yê hejmara yekê de, weşand.
Romana wî ya sêyem ya bi navê “Zarokên Ber Çêm” dîsa di nav weşanên Lîsê de sala 2012an der çû.

Ev nivîs di 30ê Îlona 2014an de, di quncikê min î Tigrisê de. http://www.tigrishaber.com/james-joyce-u-ciwanmerd-kulek-651yy.htm hatibû weşandin.


Gotinên miftehî :