1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Heyder Omer
  4. Ji dîroka kurdî. Kesayetî û helwest XVI
Ji dîroka kurdî. Kesayetî û helwest XVI,ji,dîroka,kurdî,kesayetî,û,helwest,xvi

Ji dîroka kurdî. Kesayetî û helwest XVI

A+ A-

Xelek 16
Destkeftiyên dewleta eyyobî
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl. Werger: Heyder Omer

Nasnameya dewleta eyyobî:

Dewleta eyyobî ne tenê li gorî pîvanên rojhilata naverest, belê li gorî yên navdewletî wê hîngê jî hêzeke mezintir bû, li ser piraniya deverên ciyosteratîcîk ên rojhilata naverast, ji Kurdistanê de li hêla rojhilat heya bi tixûbên Tûnisê li hêla rojava, û heya bi Yemenê li hêla başûr, desthiladar bû.

Rast e, ku rêvebiriya wê kurdî bû, lê nasnameya wê ya êdolocîk (ҫandî û polîtîkî) îslamî erebî bû, û bi ser dewleta xelîfeyê ebbasî ve bû. Pê re jî diva bû, ku bi egera olewerî îslamî, ne bi ya netewî kurdistanî, li hemeber talana fîrencan (xaҫeperstan) rabûya. Divê ev yeka ji wan Kurdên, ku ji Selaheddîn bi kînin re, rava û numa be, ҫimkê li gorî nerînên wan, Selaheddîn cefayên Kurdan wê hîngê ji bo damezirandina dewleta kurdî bi kar nehanîn. 

Belê, Eyyobî Kurdên ѐşîra (Rewadî =Ro adî = Şesanî = Yezdanî) ne. Her hal ewna wek piraniya Kurdên Kurdistana nevend û yên bakurê Kurdistana rojhilat,û bakur û rojavayê Kurdistanê, êzdî bûn, lê li gorî baweriya îslamî hatin perwerdekirin, û bi ser pirojeya dewleta xîlafetê ve bûn, ewna wek Kurdên misilmanên hemdem, ku nasnameya îslamî didin pêş a kurdistanî, û ji damezirandina dewleta Kurdistan a xweser, bêtir giraniyê didin damezirandina dewleta xîlafetê ya sinnî, û (dewleta îmam) a şî-î.

Emê, li jêr hin destkeftiyên Eyyobiyan, ên leşkerî û şaristanî bi bîr bînin.

Destkeftiyên leşkerî:
Ji roja, ku Selaheddîn, li gel mamê xwe Şêrko gîha Misirê de, wî şerê xaҫeperestan kir, û piştî ku bû sultan, ciyopolîtîka dewleta wî, ji bo du sedeman, ew neҫareyî nakokiya yekser dij xaҫeperestan kir:
Sedema yekem: Xaҫeperest, ji hêla Lubnan û Fîlestîn û Urdunê de, li derdora Sûriyê bûn, û duwemîn paytexta wî (Dîmeşq) xistibûn ber gef û gurran.
Sedema duwem: Hebûna xaҫeperestan li Fîlestînê û Urdunê, riya hegihêştina Sûriyê û Misirê digirt.
Selaheddîn, di cengên dij xaҫeperestan de, stertîcîka hêrişê ji dêvla ya bervedêriyê xebitand, û hinek bajarên giring ên kenarên deryayê li Sûriyê û Lubnanê û Fîlestînê ji dest wan vegerandin, û sala (1187z) li Fîlestînê serkeftina payebilind di (cenga Hittîn), û paşê jî di (cenga Qudsê) de bi dest xist. Evan serkeftinan mezinên rêvebirên Ewropayê hêrs kirin, û pê re jî sala (1189z) hêrişa xaҫeperestan a sêyem, dest pê kir. Qeralên hêzdartirîn dewletên Ewropayê serpereştiyê wê hêrişê kirin, ew jî ev bûn: Împeretorê Almanya Frederick Babarossa, û qeralê Firansayê Philip Augustus, û qeralê Îngilîstanê Richard the Lionheart, û vê hêrişê heya sala (1192z) dirêj kir, û nikarî armancên xwe pêk bihanîna(1).
Birayê Selaheddîn, Essultan El-Άdêl السلطان العادل)) li hember pêncemîn hêrişa xaҫeperstan sala (1218z) rabû, û nehêşt armancên xwe pêk bîne, û di serdema Essultan El-Kamêl (السلطان الكامل) de şeşemîn hêrişa xaҫeperstan sala (1228z), bi serpereştiya împeretorê Almanya Frederick II dest pê kir, û serkeftineke biҫûk jî bi dest xist, ew jî bi sedema nakokiyên Essultan El-Kamêl û herdu birayên xwe El-Melêk El-Muѐzz (الملك المُعز) û El-Melêk El-Eşref, (الملك الأشرف) û gef û gurrên El-Xuwarizmî yê ku ji hêla rojhilat ve dihat de bû, û di serdema Essultan Essalêh (السلطان الصالح) û kurê wî Essultan Tewran Şah (السلطان تَوْران شاه) de, hêrişa xaҫeperestan a heftemîn, di navbera salên (1248 – 1250z) de, têk ҫû, û serpereştê wê qeralê Firansayê Louis IX (liwîsê nehemîn) hate dîlkirin.

Destkeftiyên şaristanî:

Sultanên eyyobî bala xwe dan zanînê, û berên zanyaran ber bi lêgerînê de dan, lêҫûn (mesref / dirav) û xaniyên layiq ji wan re peyda kirin, da hemî dema xwe ji bo hînbûn û hînkirinê biterxînin, û qedr û qîmeta bilind, ku mamosteyan wergirtin, siyasetmedar û mezinên artêş nikarîbûn werbigirin, û di civatên, ku sultanan girêdidan de, zanyaran bê dudilî her tişt û helwestên ne rast rexne dikirin(2).

Dibistanên, ku fiqih tê de dihate xwendin, wek zanîngehan bûn, her dibistanekê mizgeftek û xaniyên mamosteyan û pirtûxaneyek pê re bûn, şagirtan û mamosreyan ew pirtûkxaneyan bi kar dihanîn, pirtûk jî li ser refikan, li gorî peristan (fihers), mîna pirtûkxaneyên vê serdema me, rêzkirî bûn, da mirov bi hêsanî pirtûka ku dixwaze, bi dest ve bîne (bibîne), û her pirtûkxaneyekê karmendên wê hebûn, pirtûk organîze dikirin û diparastin(3).

Di serdema Selaheddîn de, gerok Ibin Cubeyr El-Endelusî /ابن جُبَيْر الأندلسي (1217z mirî) seredana Misirê kir, û ji bo serdana bajarê Îskenderiyê nivisand:

“Karên ku dibin egera serbilindiyên vî bajarî yên sultanê wî ne:Dibistan û xaniyên, ku pê re ne, ji bo xwendekarên bizîşkîyê û perestinê ne, xelk ji deverên dûr de tên, her yek tê de xaniyekî bo razanê, û mamosteyekî bo hînkirina hunera ku dixwaze, û mûҫeyekê bo debara xwe dibîne, her weha Sultanî bala xwe dida wan biyaniyan, ku bi fermana wî serşok jî bo wan hatin avakirin, da xwe tê de bişûn (bişon), û mêristanek (nexwaşxane) jî ji bo wan ava kir, da nexwaşiyên xwe tê de derman bikin, û bizîşk amade kirin, da rewşên wan binerin, û karmend jî ji bo hemî hewceyên wan, ҫi derman be, ҫi jî xwarin be, pêk bînin”(4).

Her weha rewşa tenduristî jî di serdema Selaheddîn de bala Ibin Cubeyr dikşîne. Ew dibêje: “Mêristana (nexwaşxane) bajarê El-Qahîreyê yeke ji egerên serbilindiya vî sultanî ye; ew serayeke ciwan û fireh e, ewî ji bo xatirê Xweda ava kir, û rêvebiriya wê xiste destên kesayetiyeke zanyar, û gencîneyên dermanan jê re peyda kir, nivîn ji bo nexwaşan xistin odeyên wê, û karmend jî xistin ber destên rêvebirê wê, da şev û roj rewşa nexwaşn kontirol bikin… Her weha beşê jinên nexwaş jî pê re heye, karmendên wî beşî tenduritsa jinên nexwaş kotirol dikin.. Sultan (ango Selaheddîn) bi xwe jî van pergalan dipelîne û dipirs,”(5).

Sultanên Eyyobî mêldarên bi destxistina zanînê û zanistan bûn, Selaheddîn zanyar li ba xwe dicivandin, amadeyî civatên wan dibû, gengeşe bi wan re digerand, kurê wî El-Melêk El-Έzîz Osman (الملك العزيز عثمان) zanyarê hedîsên pêximber û rêzimên bû, û El-Sultan El-Kamêl hej zanyaran dikir, û civatên wan mereq dikir, rêz û hurmeta her kesê bi zanînê pêş de diket, digirt, gurûpekî zanyaran li ba wî di keleha El-Qahîreyê de dinivîn, da bibin endamên şehbihêrkên wî(6).

Serdema Eyyobî ji hêla ayînan de tolerans bû, û tevî ku malbata Eyyobî sinne / şafî-î bû jî, lê dibistan ji bo her ҫar rêbazên sinne re vedikirin, û têkiliya wan li gel xiristiyan û cuhûyan jî gel baş bû, û bizîşkê Selaheddîn ê taybet cuhû bû, navê wî (Mûsa Bin Meymûn /موسى بن ميمون ) e, û têkilî û danûstandinên sultanên Eyyobî li gel bawermendên gurûpê din ên şî-e, ji danûtandinên Zenkiyan û Sulcûqan li gel wan gurûpan, nermtir bûn(7).

Li kêlek zanistan, zeviyê û pîşeyê û bazirganiyê jî bala sultanên eyyobî kişandin, ewana li Misirê avdana zeviyê orgenîze kirin, erqên avê kolan, pir (koprî) ava kirin, cotkar ji ber kedxwariya fewdalan parastin, pîşe ber bi pêş de birin, fabrîkeyên caw ava kirin, kereste (maden) û zeyt bi derxistin, sazûmanên meslekî (neqabat/ نقابات ) organîze kirin, û bala xwe dan bazirganiya hundir û derve jî(8).

Ev in, destkeftiyên, ku di serdema eyyobî de pêk hatibûn. Dimîne em binerin, ku ҫawa dewleta eyyobî gêr bû. Bila ev jî mijara rûpelên, ku wê bêne, be.

Ev in, destkeftiyên, ku di serdema eyyobî de pêk hatibûn. Dimîne em binerin, ku ҫawa dewleta eyyobî gêr bû. Bila ev jî mijara rûpelê, ku wê bêne, be.

(1)Ibin Şeddad: Ennwadêr Essultaniyye, rû 115

(2)Heman jêder, rû 208.   

(3)Emîne Beytar:Tarîx El-Esir El-Eyyobî (Dîroka serdema eyyobî), rû 206.

(4)Ibin Cubeyr El-Endelusî: Gera Ibin Cubeyr, rû 19. 

(5)Ibin Cubeyr El-Endelusî: Gera Ibin Cubeyr, rû 26.

(6)El-Meqrîzî: Kîtab Essulok (pirtûka tevdîrê), cildê yekem, beşê yekem, rû 299-301. Emîne Beytar: Tarîx El-Έsr El-Eyyobî, (Dîroka serdema Eyyobî) rû 214.

(7)Emîne Beytar: Tarîx El-Esr El-Eyyobî, rû 215.

(8)Emîne Beytar: Tarîx El-Esr El-Eyyobî, rû 216 -222.