1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Murad Ciwan
  4. KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ
KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ,kurdtiya,mîreki̇ya,menteşayî

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ

A+ A-

YA KU BERÎ OSMANÎYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKIR
(I)

Ev xebat, derbarê eslê etnîkî yê xanedaniya damezrêner û rêvebir a wê mîrekiyê de ye ku Tirk jê re Begîtiya Menteşe(Menteşe Beyliği), Menteşeoğulları (Benîmenteşe) yan Emareta Menteşe(Menteşe Emirliği) dibêjin. Armanca xebatê ew e ku bi perspektîfeka cuda ji ya heta nuha heyî li vê meseleyê binêre.

Lê divê di serî de bê destnîşankirin; navê mîrekiyê û xanedanê di hemî çavkaniyên Îslamê, Selçûqiyan û Osmaniyan de wek Menteşa, Menteşaoğulları, Weledê Menteşa, Ferzendê Menteşa yan jî İbn Menteşa derbas dibe. Her wiha, di çavkaniyên Bîzansî, Cenevizî, Venedîkî û yên din ên Ewropî de ev gotin tê esasgirtin û formên wê yên Grêkî û latînîzekirî tên bikaranîn; her wekî Mandachias, Mandasias, Mantaxias. Navê ‘Menteşe’, piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Loma di vê xebatê de, ji niha û pêve li her cihê ku hat, ev gotin ê wek Menteşa bê nivîsîn.[1]

MENTEŞAYÎ (MENTEŞAOĞULLARI)

Ev pêkhateya îdarî-cografî ya ku di destpêkê de, mîrekiyeka dewleta Selçûqiyên Rûmê[2] ya peravên Daryaya Giravan (Deryaya Egeyê, mulûku’l sewhîl / mîrên peravan) a serhedan (ûc beyliği) bû, piştî belavbûna vê dewletê, serbixweyiya xwe îlan kir û bi navê Mîrekiya Menteşayî (Menteşaoğulları Beyliği), İmaretê Weledê Menteşa yan jî İmareti’l İbn Menteşa hat nasîn, ket qeydên dîrokan.

Li gor Munecimbaşî Ahmed Efendî, ew erdên ku Menteşayî li ser wan desthilat bûn, gelek bajar û qesebe digirtin nav xwe; Navenda hukumetê Muxla (Muğla) bû. Bajar û qesebeyên wek Balat, Bozuyuk (Bozöyük), Mîlas, Beçîn (Peçîn), Marîn (Mazin), Çîne, Tavas (Avas jî digotinê), Burnaz (Pirnaz, Pirtaz), Mekrî (Fethiye) ve Koycegîz (Köyceğiz) li nav vî memleketî bûn.

Dîroknasê Avusturyayî Paul Wittek ê ku lêkolîneka wî ya berfireh a li ser Mîrekiya Menteşa heye, piştî ku li ser wîlayeta bi navê Menteşa a dewra Osmaniyan û daxwiyaniyên gerokê navdar Ewliya Çelebî yên derbarê wilayeta Menteşa de radiweste, erdên ser bi mîrekiya serbixwe ya Menteşayîyan bi vî awayî destnîşan dike; hidûdên siriştî yên Menteşayê, li bakur, çemê Menderes kare bê qebûlkirin. Bi her halî, deştên ku ji peravên başûr yên vî çemî destpê dikin û aliyên sahîlan (yên Egeyê) ser bi Mîrekiya Menteşa ve bûn. Ew jî xwe dispêre Munecimbaşî û navên bajar û qesebeyên jorîn dijmêre, hin erdên Sökeyê, Qaş(Kaş)ê, Bozdoganê û Qerecesuyê (Karacasu) li wan zêde dike.[3] Bodrûm û Marmarîsa îro, weka bajarên ser bi Muxlaya wê demê li nav axa Mîrekiya Menteşayiyan bûn.

Mesaliki’l Ebsar, welatê Menteşa wek Foke bi nav dike, nivîsandî ye ku xwediyê (mîrê) wê Orhanê Menteşayîyan qasî pêncî bajaran, du sed keleyan û ordiyeka ji du sed hezar eskeran bêtir hebûn, li Anadoluyê mîrekiyek e ku piştî Germiyaniyân tê. Hebûna vê dewletê, ji nîvê duyê yê sedsala 13-ê destpêkiriye, ji bilî yek-du navbirran, heta çarîka destpêkê ya sedsala 15-ê hatiye. Ev midet, dewraneka li dor 150 salan e.

Di derbarê demên destpêkê yên xanedaniya Menteşayiyan de agahî kêm in. Nayê zanîn kîngê hatine wan warên xwe yên binavkirî. Şikarî, di berhema xwe de ya bi navê Karamanname[4], dinivîse ku Menteşa berî bê van deveran, li gel bavê xwe Hacî Bahaddînê Kurdî Sêwas îdare dikir. Ku Qeremaniyan Sêwas ji wan stend, ew bûn tabiên wan û hatin wan bajarên peravan (sahîlan) yên binavkirî.

Îbn Bîbî, dinivîse ku sultanên Selçûqî Emîr Bahaeddin Muhammed wekî Meliku’l Sevahîl (mîrê peravan, hidûdên dewletê yên li gel behra vekirî) ew da van deveran.[5] Yazıcızade Alî di Oxuzname /Selçûq-nameya xwe de[6] mîrên Menteşayî, yên Germiyanî, yên Aydinî (Aydınoğulları), yên Saruxanî (Saruhanoğulları), yên Benî Hemîdî (Hamidoğulları) û yên Benî Eşrefî (Eşrefoğulları) wek xanewadeyên esilzade yên ku sultanan eyalet û mîrekî dane wan nîşan dide. Weka ku ê di beşên paşiyê yên vê xebatê de jî bê dîtin, eslên wan dikare bê rakêşan hê berî dema Sêwasê, Meraşê, Elbistanê û Şam-Helebê. Heta ji wê derê jî deverên Kurdistanê yên Zozan, Mûsilê, Şarezorê û Germiyan, li pişt wan jî Loristanê; Kirmanşahê. Lê her ku ber bi wir ve diçe îşaretên rênîşander jî kêmtir dibin, lêkolînên kûrtir û berfirehtir divên.

Ger bê bibîranîn ku îlanên serbixweyî yên mîrekiyên peravan (sevahil) û serhedan (uc) li gel belavbûna dewleta Selçûqiyên Rûmê ya destpêka sedsala 14-ê re ne, kare bê qebûlkirin ku serbixweyiya dewleta Menteşayiyan di dema Meliku’l Sevahîl Menteşa de, di dawiya sedsala 13-ê yan destpêka sedsala 14-ê de buye. Li gor Îbn Bîbî ji van deman pê ve ji van deran re diyarê Menteşayiyan (Menteşa ili) hatiye gotin. [7]

Tê zanîn ku di dewra Împaratorê Bîzansî Michael Paleolog de, Salpakis (Sahil begi, mîrê peravan, Meliku’l sevahîl) Mantaxias (Mantchias, Menteşa), di 1280-ê de bajarê Tralle (Aydın) û Nysa (Sultanhisar) zeft kirine. Ev, nîşanî me dide ku pêşiyên (bapîrên) Menteşa hê berî ku Selçûqî belav bibin li van deveran dijiyan û wan desthilatdarî dikir.

Di 1300-ê de hukumdarê Menteşayiyan, ji Romayiyan girava Rodosê girt. Li giravê bazirganiya deryayî û bizavên korsanî hatin meşandin. Lê piştî deh salan, şovalyeyên Sen-Jan, Rodos ji Menteşayiyan paş de girt. Mîrê Menteşayiyan û birayê Mehemed Beg İbn Aydin; Osman Beg, gelek mihawele kir da giravê paşde bistînin, lê bi ser neketin. Bi taybetî Menteşayiyan gelek dixwest ew desthilatdariya giravê bikin, nebû. Demekê hilkişiyan giravê jî, lê di demeka nêzîk de alîkarî gihîşt giraviyan, ew mecbûrî vekişiyanê bûn.[8]

Nayê zanîn ku Emîr Menteşa kengî miriye. Gava ew mir kurê wî Mesûd Beg[9], piştî wî jî kurê wî Orhan Beg[10] ket şûna wî. Orhan Beg di navbera 1312 û 1319-ê de li jiyanê bû. Gerrokê naskirî Îbn Battuta, hevdîtin li gel Orhan Begî, li Peçîna navenda hukumetê, li gel kurê wî Îbrahîm Beg jî li Muxlayê kiriye.

Orhan Begî jî gelek xwest girava Rodosê bi dest xe lê nebû. Her çendî Maqrizî dinivîse ku di 1364-ê de, di şerê li hemberê Qiralê Qibrisê de ji bo alîkarîya sultanê Memlûkî Orhan Beg du sed qadirge (keştiyên bibêrkêş yên Romayî) şandine jî[11] divê ev ne Orhan Beg, lê neviyê wî Gazi Ahmed Beg be.[12]

Îbrahîm Begê kurê Orhan Beg yê ku li ser dema wî zêde tişt nayên zanîn, berî 1354-ê miriye.

Tê fahmkirin ku piştî vê, di navbera kurên wî Mûsa, Ahmed û Mehemed Beg de nelihavî derketine û mîrekî perçe bûye.

Ji ber derbbûna sikkeyeka (pereyê wê demê yê bi mora wî) wî li Mîlasê û agahîguhêziya navbera wî û Misrê, tê nasîn ku wek mezinê xanedaniyê Mûsa buye hukumdarê Menteşayiyan. Tarîxa mirina wî nayê zanîn.[13]

Piştî wî, kurê Îbrahîm yê duyê; Ahmed Beg, buye mîrê Menteşayiyan. Mehemed Beg li dijî wî rawestiyaye ji bo xwe Balat (Palatia), Ahmed Beg jî ji bo xwe navenda hukumeta esil Peçîn kiriye navend.

Mehemed Begê ku sikkeyeka wî ya sala1364-ê heye, di sala 1390-ê de di şerê ku li gel padîşahê Osmanî Yildirim Bayezîd kir de têk çû, berê çû Misrê, ji wê derê jî xwe gihand Sînopê; nik Îsfendiyar begê Candarî. Welatê wî ket destê Osmaniyan.

Mehemed Beg, piştre di sefera hukumdarê Îlxanî/Moxolî Tîmurleng ya ser Osmaniyan de, pena bir aliye wî. Ku di şerê navbera İlxanî û Osmaniyan de Bayezid têkçû, Tîmûrî erdên birayê wî Ahmed Beg jî tê de Mîrekiya Menteşayiyan da wî. Piştî vî şerî, wekî mîrekiyên din, ya Menteşayî jî gihaşt serxwebûna xwe.

Piştî Mehemed Beg yê ku muhtemelen di sala 1402-yê de mir, em li şûna wî, kurê wî Mîr Îlyas hukumdarê Mîrekiyê dibînin. Salên destpêkê yên Mîr Îlyasê ku heta sala 1425-ê hukumdarî kir, bi serbixweyî derbas bûne, ji 1410-ê pê ve careka din ketiye bin vasaliya Osmaniyan.

Sikkeyekî zîvîn ê sala destpêkê (1402) ya hukumeta Mîr Îlyasî û pereyekî din ê ku sala 1415-ê li ser navê Mehmemed Çelebiyê hukumdarê Osmaniyan derb kiriye hene. Belgeyên giring derbarê bestina peymanên bazirganîyê ên Îlyas Begî li gel Frenkan hene. Mirina wî sala 1421 e. Piştî mirina Mîr Îlyas, kurê wî Leys Beg bû mîrê Menteşayiyan. Katalogên sikkeyan dinivîsin ku sikkeyekî wî jî heye.[14]

Du kurên Mîr Îlyas yên bi navên Uweys û Ahmed, gava wan mirina bavê xwe bihîst reviyan ji zindana Kela Toqatê (Tokat Kalesi) ya ku Osmaniyan ew lê hefs kiribûn, lê Uweys hat girtin û kuştin, Ahmed Begê jî pena bir ba hukumdarê Aqqoyuniyan.

Ji Menteşayiyan Ahmed Begê ku xwediyê alî Mîlas, Peçîn û Muxlayê bû, piştî mirina bavê xwe Îbrahîm Beg û birayê xwe Musa, hilkişiya ser textê mîrekiyê, lê ku birayê wî Mehemed Begê mîrê Balatê li dij rawestiya, hukumeta Menteşayiyan bû du beş. Ger meriv xwe bispêre nivîsên Ewliya Çelebî, Ahmed Gazî, di 1345-ê de ji Romayiyan Eskî Hîsara li rojhilatê Mîlasê zeft kiriye. Ger ev agahî rast be, tê fahmkirin Ahmed Gazî hê berî tarîxa jor, di dema saxiya bavê xwe de di bizavê de bû.[15]

Ahmed Gazî xwedan hêzeka deryayî (donanma) ya mikemmel bû. Bi saya vê, ji tîrmeha 1391-ê heta mirina xwe dewraneka serkeftî derbas kiriye. Tabîra, ”Emîru’l kebîr murabit Sultan-us’sevahîl” dikare nîşana têkoşerî û serkeftinên wî be.

Piştî mirina Mîr Ahmed, Osmaniyan Mîlâs û Peçîn wergirt. Piştî şerê Anqerê, ji bal Têmûr ve ev der jî hat dayin bo Mehemed Begê hukumdarê Menteşayî. Eserên cuda yên Ahmed Gazî Beg li Milâsê û Peçînê hene.

Menteşayiyan bi saya hêza xwe ya deryayî sefer û êrîş birine ser dora xwe, demekê Girava Rodosê jî xistiye destê xwe. Wan bi hêza xwe ya deryayî alîkariya hukumetên Misrê û Aydinî kirine. Mîrê Menteşayî bi du sed qadirgeyan (keştiyan) tevî bizava Memlukiyan a ser Qibrisê bûye. Ev dikare fikrekê li ser hêza wan a deryayî bide. Menteşayiyan bi keştiyên bazirganiyê li gel welatên Frenk, Misrê û giravên derûdorê danûstendin kirine. Belge hene ku bi Venedîkê re peymanên bazirganî bestine. Çavkaniyên Rojavayî dinivîsin ku di sedsala 14-ê de, Balat (Palatia), bazareka di dereceya yekê de bû ji bo firotina alavên Anadoluyê bo Ewropayê.

Venedîkiyan heta demên dawiyê jî pêwendiyên xwe yên bazirganiyê bi vê dewletê re meşandin. Giringtirîn peymanên bazirganiyê yên sala 1403-yê û yên 1414-ê ne. Peyman di navbera Mîr Îlyas û Venedîkiyan de hatine bestin. Menteşayiyan bi saya benderên (lîmanên) Balat û Mîlasê dahatên giring bi dest xistine. Ji van, ya Balatê, di sedsala XIV-ê de li Anadoluyê navendeka bazarê ya di dereceya yekê de bû; piştre giringiya xwe wenda kir, kar ji bo keştîvanên Xiristiyan hat hiştin.

Di dema xwe de, li Mîlasê, li Muxlayê û li Peçînê medreseyên Menteşayiyan yên hêja yên di dereceya fakulteyên nuha de hebûn. Hukumdarê Balatê Mîr Mehemed, berhemeka bi navê Bazname ya bi Farisî ku li ser nêçîrvaniyê bû, ji bo kurê xwe, bi Mahmudê kurê Mehemedê Barçinî (Pêçînî) da wergerandin ser Tirkî. Wî li ser navê kurê xwe Îlyas jî bi navê Îlyasiye kitêbeka bi tirkî ya li ser biyolojiye hebuye. Ji van take nusxeya Baznameyê ya ku li Kutubxaneya Ambrozianê a li Mîlanoyê heye, Hammer, sala 1840-ê li gel wergera wê ya Almanî çapkiriye.[16]

ROLA KURDAN DI MISILMANKIRINA ANADOLUYA NAVÎN Û ROJAVA DE

Dîrokzanên Tirk yên ser bi îdeolojiya resmî ve, ji bo ku prosesa misilmankirina erdên ku îro jê re Anadolu yan Tirkiye tê gotin dispêrin fetihkirinên civakên Tirk/Tirkmen, civakên etnîkî yên din înkar dikin. Loma, ew Menteşayiyan jî bêyî ku tu belge û çavkaniyan bidin Tirk/Tirkmen hesab dikin.

Lê belê, di dîrokê de, ew çavkaniyên nivîskî yên Îslamê, Romayiyan û Ewropiyan yên ji dema derketina Menteşayiyan heta nuha ew bi esil ne Tirk/Tirkmen, lê ji civakên Persî/Îranî hatine hejmartin. Di nav hemdemên xwe de jî ew wek Kurd hatine zanîn û naskirin. Heta ji alî têgihîştina etnolojîk ya navê xwe jî belgeyên nivîskî û buyerên guhastî li ser kurdbûna wan hene.

Ji bo meriv karibe bi awayekî pak û dirist ji aliyên destnîşankirî nêzîkî nasnameya etnîkî ya Menteşayiyan bibe, bikêrhatîtir e berê meriv rola kurdan a îslamkirina Adoluya navîn û rojava binase.

Îslam, li nav cîranên Kurdan ên başûr; Ereban hilat. Berî hemî wan qewmên ne ereb; cîranên wan ên bakur; Kurdan Îslamiyet qebûl kir.

Gava Îslam hilat, welatê Kurdan di navbera Sasanî û Romayiyan de hatibû dabeşkirin. Pêvajoya îslambûna Ereban, li bakur û bakurê rojavayê xwe pêrgiyê Kurdan bû. Carinan bi zorê, carinan jî bi daxwaza wan ew kirin misilman. Kurdên ku zûtirîn bûn misilman ber bi bakur û rojava ve berî herkesi wan xwe li cebheya herî pêşîn a Îslamê dît. Li serhedan (uc boyları) di pêrgîhatin û hemberîbûna cîhana nemisilman (daru’l herb) de ew wek serê riman li pêşîtirîn rêzan bûn. Belavê deverên Azerbaycanê, Ermenîstanê û Qefqasyayê bûn, li bakurê rojhilat heta Gîlan û Xorasanê çûn. Loma jî di sedsalên piştre de, îstîlayên Oxuzan, Xwarezmiyan û Moxolan ên ku ji rojhilatê ve hatin, hê di destpêkê de Kurd ji ber zexta wan, li bakur ber bi hundurê Gurcisatanê, Ermenistanê û Qefqasyayê, li rojava ber bi hundurê erdên bin serweriya Romayê bûn, koçî wan deveran kirin. Di vê navberê de beşek ji mîr û fermandeyên Kurd ji ber serkeftin û zaferên xwe yên li ser navê Îslamê, mewqî-meqam û statuyên giring wergirtin. Dewletên giring ên wek Şeddadî, Rewadî, Merwanî û Eyyubî encamên van destkeftinan bûn. Dewletbûnê, rola wan a di dinyaya Îslamê de bilindtir û warên serweriya wan berfirehtir kir.

Piştre, ku Tirkmenên Oxuz dinya Îslamê îstîla kir û berfireh bûn, tûşî kurdan jî bûn û zerarên mezin gihandin wan. Lê ji bo ku di gava dawîn de wan tenê karî ew xwe li deverên rojavatirîn, li ser hidûdên cîhana Îslamî yên li gel Romayê bigirin, ji serî de ew li gel Kurdên li bakurtirîn û rojavatirîn hatin ba hev, ketin nav hev. Van rewşan, rê vekir ku Kurd û Tirk carina li gel hev reqabetê (minafeseyê) û pevçûnê bikin, carina jî bi hev re mil bi mil tevî cîhadê bin, erdên nuh fetih bikin, Îslamê belav û berfireh bikin.

Dîrokzan hemra ne ku ji Ereban zêdetir civakên Îranî Îslamiyet fêrî Tirkan kirine. Ji bo ku hem xelkên bicih û cîwarbuyî û biqidemtirînê Îslamê bûn, hem jî li herî serhedwaran ew û Tirk li gel hev dijiyan, Tirk Îslamê zêdetirîn ji Kurdan fêr bûn. Di tradîsyonên dînî û tesewifî yên Tirkan de, di şikilwergirtina adet û rêveçûnên dînî yên ortodoks û heterodoks de tesîra Kurdan mezin bû.

Piştre, îstîlayên Xwarezmiyan, li pey wan jî yên Moxoliyan hatin. Wan jî dawiya dawîn karîbû ew xwe li serhedên rojavatirîn; li serhedên Romayiyan ragirin.

Piştî Ereban, di nav civakên misilmanbûyî de tenê Kurd, Faris û Tirk nebûn, Xwarezmî jî misilman bûn. Îlxaniyên Moxolî yên ku rojavayê welatên xwe seranser (Îran, Iraqa Ecem, Iraqa Ereb, Kurdistan, Azerbaycan, Ermenîstan, piştre Musil, bakurê Heleb û Şamê, devera Klikyayê, warê Selçûqiyên Rûmê, herî dawîn jî hin erdên Osmaniyan) feth, îstîla û dagir kirin jî beşeka giring ji wan bi sethî be jî misilman bûn. Wekî din, beşek ji Rûm, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Keldanîyan di nav civakên misilmankirî de bûn û wan rola xwe di misilmankirina Anadoluyê de leyist.

Di vê kombînezonê de, li warê herî rojava ji civakên ku herî zêde di cîhad, îstîla û fethan de biserketin yek jê jî Selçûqiyên Rûmê bûn.

Bapîrên pêşîn yên Selçûqiyên Rûmê, Qutalmiş (Kutalmış) û merivên nêzîk yên li dorê, pismam û birayên dêmariyê yên sultanê pêşîn ê Selçûqiyên Mezin/Îranê Tuğrul Beg bûn. Evan neşiya ciyên xwe di navenda desthilata dewleta Selçûqî ya mezin de werbigirin û bilind bibin. Carina, navenda desthilata Tuğrul, ew li deverên serhedan yên perîferiyan yên dûrî navenda desthilatê bicihkirin, carina ji bo ku wan cih û meqam li navendê nedidîtin bi xwe diçûn rojavatirîn serhedên cîhana Îslamê, daru’l herbê, diketin nav xeza û cîhadê û erdên ne-misilman ên nav Împaratoriya Romayê fetih dikirin, li ser wan dibûn desthilat.

Piştî ku Qutalmiş di nav şerê Selçûqiyan bi xwe de hat kuştin, kurê wî Suleyman Şah û piştre jî kurê wî Qilicarslanê Yekê, berê hatin Suriyeyê, neşiyan li wê derê xwe ragirin, yan jî ji bo ku emîrên misilman berî wan hatibûn ew der dagirkiribûn wan cihên ’’vala’’ nedîtin, berê xwe dan Antakyayê, Meraşê, Meletyeyê, Sewasê, Qonyayê, Qeyseriyê; hin kele û bajar li van deran feth kirin, ev dever zeft kirin. Hê di dema Suleyman Şah de heta Bursa û Îznîkê kele û bajar wergirtin, çûn li tengava (gewriya) Îstanbulê (Bosforê) asê bûn. Lê Împaratorê Romayê, gazî û hawar daxist ba Papayê bajarê Romayê û rê li ber Sefera Yekê a Xaçparêzan vekir.

Sefera Yekê ya Xaçparêzan, zûbizû fetihkarên bi fermandeyiya Suleyman Şah paş ve pekand. Misilman heta Qonyayê, Sêwasê, Meletyeyê vekişiyan. Antakya û gelek keleyên li perava Derya Sipî (Ak Deniz) ji dest emîrên misilmanan hatin derxistin. Deverên Meraş û Elbistanê gelek caran dest guhertin. Van buyeran di dawiya sedsala 11-ê û destpêka sedsala 12-ê de rû dan.

Suleyman Şah, tevî emîrên li gel xwe berê xwe da Suriyeyê, xwest erdên Şamê û Helebê ji Tutuş û emîr û fermandeyên wî yên din ên ser bi dewleta Selçûqiyên Îranê ve bistîne. Şer di navbera wan de derketin. Suleyman Şah di van şeran de hat kuştin û li nêzî Helebê li Kela Caberê hat definkirin.[17]

Damezrênerê Dewleta Selçûqiyên Rûmê Sulyman Şah bin Qutalmiş (Kutalmış) e. Berê Îznîk, piştre Qonya bû navenda hukumdariya vê dewletê. Piştî vekişiyana ji ber êrîşên Sefera Yekê a Xaçparêzan, wan ji nuh ve xwe da ser hev. Ku Suleyman Şah hat kuştin, kurê wî Qilicarslanê Yekê (Birinci Kılıçarslan) yê ku hê negihîştibû jiyê bilûxê hat anîn ser text. Herçî Selçûqiyên Rûmê bi ser hev de hatin, lê heta ku gihaştin dewra berfirehbûnê sedsalek derbas bû.

Berfirehbûna cara duyê, çarmedor bi her aliyî ve bû. Li Rojava Muxla, Aydın, Qerehîsar (Karahisar), Manîsa, İsparta û Anqere (Ankara), li bakur Kutaxya (Kütahya), Denizli (Dongizlû), Qestemonî (Kastamonu), Toqat (Tokat) û Amasya girt nav xwe. Heta Sînopê û Samsunê hilkişiya, xwe gihand Erzincanê. Qeyserî (Kayseri), Sêwas, Meletiye, Meraş û Elbistan li alî rojhilat tevî nav axa vê dewletê bûn. Li bakurê rojhilêt heta Xelatê (Ahlat), li rojhilat heta Amîdê û Meyafarqînê dirêj bû.

Selçûqiyên Rûmê carina bi Eyubiyan re pevçûn, bi ser jî ketin, têk jî çûn. Hin deman jî li hemberî Xwarezmiyan û Moxolan van herdu dewletan hevkarî kir.

Jiyê Selçûqiyên Rûmê yên li rojavatir; warên lêhatiyên berfirehbûnê, ji bo ku zexta Moxoliyan hê derengtir li ser xwe hest kir, ji Eyubiyên rojhilat û başurê rojhilatê xwe dirêjtir bû. Eyubî her çendîn di şerê li hember Xwarezmiyan de bi ser ketin, lê gelek hincirîn. Şerên li ser text, reqabetên (minafeseyên) mîratxwirên Selaheddînê Eyûbî yên dereceya yekê û ya duyê, piştre, zexta ji ber hatina lehiya îstilayên mezin ên Moxoliyan ew zûtir hilweşiyan. Memlukî hilkişiyan ser desthilata vê dewletê. Dewleta Memlukiyan jî pirê caran li gel Selçûqiyên Rûmê şer û pevçûn kirin.

Selçûqiyên Rûmê bi serkeftinên li gel beg û mîrên li gel xwe û yên ku tabiiyeta wan qebûlkirine ku gav bi gav berfireh bûn, erd dagirkirin, ev mîr û begên xwe misêwa wek mulûku’l sevahil (uc beyleri, sahil beyleri, mîrên serhedan û peravan) li peravên ji Deryaya Sipî û Egeyê (Deryaya Giravan) heta peravên Deryaya Reş ên ji Sînobê (Sinop), Canîkê (Samsun), heta Gîresunê û nêzî Trabzonê vezeliyayî bicih kirin. Ev Qeremanî (Karamanoğulları), Germiyanî, Menteşayî, Aydinî, Saruxanî, Eşrefî, Candarî (Candaroğulları/Çandaroğulları), Osmanî (Osmanoğulları), Perwaneyî (Pervaneoğulları), Yinanci/Tenencî (İnançoğulları, Ahmed Tevhidi dibêjeTenençoğulları) û hwd bûn. Van beg û mîran li ser erdên ku feth dikirin, yan jî carinan ji ber bikêrhatinên xwe yên ku ji bo sultanan nîşan didan, bi fermanên sultanan serwertiyên van deran heq dikirin, dibûn xwediyên (malikên) van diyaran yên bi mafê mîrasdariyê.

Piştre, Xwarezmî û Moxolî jî hatin van diyaran, wan jî hin mîrekî avakirin, yan jî hin mîrekiyên heyî xistin destên xwe, an li wan deran ketin bin serweriyên mîrekiyên berê, berpirsiyarî hildan.

Danişmendiyên ku tirknîjadiya wan ne zelal e, bi îhtîmaleka mezin esilermeniyên misilmanbûyî ne û ji başurê rojhilatê Îranê hatine, hê berî Selçûqiyan li Anadoluyê dewleta Danişmendiyan danî. Eretnayî (Ertenayî) dewleteka paşêhatî ya têkilheviya Moxol-Tirkmenan bû. Mîrasên wan Qadî Burhaneddin Ahmed zeft kir û hukumdariya xwe li ser avayiya wan cîbicî kir. Emir Burhaneddîn Kurd ê bi minasebeta zewacê bûbû xizmê Sultan Mesûdê II-yê yê Selçûqiyan û kurê wî Kutlu Şah Îbn Kurd yê ku li pey wî hat, kurê wî jî Hacî Şad Geldî Paşa (Padişah) yê ku ket şûna wî û kurê wî Emîr Ahmed jî; wan Emareta Kurd ya Amasyayê danî û birêve bir. Bi vê maneyê, dikare hê gelek mîrekiyên hûr û gir bên hejmartin.

Helbet temamiya van ne Tirk bûn. Yên ku Tirk/Tirkmen bûn, yên ku piştre bûbûn tirk di piraniyê de bûn, lê li gel wan Kurd, Xwarezmî, Moxol, esil kolemen (memluk), hindik be jî Ereb û Faris hebûn. Mîrekî û begîtiyên ku xanedanên Rûm, Ermenî, Asurî-Suryanî, Gurciyên misilmanbûyî hebûn. Ermenî û Rûmên ku dev ji dînê xwe bernedabûn jî gelek bûn. Divê ew civakên Latîn û Frenkên ku bi Xaçparêzan û fîloyên keştiyên bazirganiyên deryayî re hatibûn Asya nêzîk jî tevî van pêkhateyan bên hesabkirin.

Li aliyê hember, vasalên ser bi İmparatoriya Romayê (Bizansê), Pontusî, Ermenî, Gurcî, rasterast hêza Romayê bi xwe hebû.

Helbet ev, carina di çarçoveya peywendiyên hevkarî, xizmayetî û şirîkatiyan/hevpariyan de, di nav refên orduyên sultanan û mîr û begên ser bi wan ve de xuya dibûn, carina jî sultan bi xwe û emîrên wan bi eskerên xwe re li nav rêzên pêkhateyên nemisilman xwiya dibûn. Ev diyardeyên dîtî yên gelek tebîî bûn.

Ji nîvê sedsala 13-ê û pê ve, bizav û îstîlaya Moxoliyan êdî derfeta hilmvedaneka azad nedida dewleta Selçûqiyên Rûmê jî. Di Şerê Kosedaxê (Kösedağ Savaşı) yê 1243-yê de ku Selçûqî li ber Moxol/Îlxaniyan têk çûn, qonaxa berbelavbûna vê dewletê jî destpêkir. Berê siyaseteka pêbestî, piştre pêwendiyên awe-vasalî û di demeka ji nîv sedsalê kurttir de; di destpêka sedsala 14-ê de pêvajoya belavbûnê hat.

Her ku ev pêvajo diyar û likar bû, ew mîrekiyên serhed û peravan (Derya Sipî, Deryaya Egeyê, Deryaya Reş) destpêkir serxwebûnên xwe îlan kirin; li ser navên xwe xutbe dan xwendin, dirav dan derbkirin.

Di vê navberê de ku mîrekiyên li Anadoluya rojava û navîn, bi berberî û pevçûnan hevdu dihincirand, Mîrekiya Osmanî ya li rojavatirîn, bi derfetên mezin yên feth û dagirkirina Trakyayê û Balkanan û belavbûna li ser erda wan, di demeka kurt de bû mezintirîn û bihêztirîn mîrekiya nav hemuyan. Yek bi yek mîrekiyên din carinan bi şeran, carinan bi zextan, carinan bi kirîna milkên wan, carinan jî bi danîna pêwendî û hevkariyên xizmayetî, bazirganî û eskerî, bi xwe ve girêdan, erdên wan xistin nav erdên xwe. Vê qonaxê ji destpêka sedsala 14-ê heta qirnê pêşîn ê sedsala 16-ê bi dawîlêanîna mîrekiya Dulqadiriyan dom kir.

Bi têkçûna sultanê Osmanî Bayezîdê Yekê di şerê Anqerê de li hember Tîmûrlengê xanê Moxoliyan/Îlxaniyan di destpêka sedsala 15-ê de û bi vê re destpêbûna pevçûn û reqabetên desthilatê li navenda Osmaniyan, mîrekiyên Anadoluya rojava û navîn derfetek dît ku cardin serxwebûnên dewletên xwe vejînin. Ku di şerê Anqereyê de mîrekiyan li alî Tîmûrleng cih girt li hemberî Bayezîd, wî hemû erdên wan ji Osmaniyan girtin dan xwediyên wan ên berê, wan ji nuh ve serxwebûna xwe ragihand. Lê jiyên wan; yên hinan du deh salan, yên hinan jî nîv qirnê nekêşa. Êdî bi temamî hilweşiyan û tevî dewleta Osmanî bûn.

DI MISILMANBÛNA ANADOLIYÊ DE KURDÊN LI NAV RÊZÊN SELÇÛQİYÊN RÛMÊ

Çavkaniyên nivîsandî yên Îslamê, yên Selçûqiyan û Bîzansiyan, nîşan didin ku hê ji destpêkê de, Kurdan di misilmankirina Anadoluya rojava û navîn de roleka giring lîstiye. Esas, hê berî ku Tirk bibin misilman û bên diyarên Îslamê, Kurdan di seferên berfirehbûna ber bi Rojava de yên bi serokatiya fermandeyên Ereb ên misilman cih girtine. Loma hebûna wan a li bakurê Suriyeyê, Kapadokya û Klîkyayê; Helebê, Antaqyayê, Meraşê, Meletyeyê û Sêwasê berî ya Tirkan e.

Lê ev sefer ne ji bo take carekê ne. Di encamên berfirehbûn û îstîlaya Tirkmanên Oxuz, yên Moxoliyan, yên Xwarezmiyan, pevçûnên hukumdar û dewletên Îslamê yên navxwe, ber bi rojava ve berfirehbûna Kurdan bi çend pêlên li ser hev ên çend sedsalan pêk hatine. Yên ku di destpêka Îslamê de hatine, yên ku piştî îstîlayên Tirkman-Oxuzan hatine, yên ku ji ber Moxolan û Xwazrezmiyan bazdane hatine. Wekî din jî, yên ku cîhad ji bo xwe kirine awayekî jiyanê û warê qezencê û her ber bi serhedên daru’l herbê yên Rojava (Împaratoriya Romayê) ve hatî hene.

Seferên wiha yên civakên kurdan carinan bi rêveberiya mîr û fermandeyên xwe yên kurd, carinan jî wek civakên piçûk ên koçer, da biçin bigihên nav refên fermande û mîrên ku berê çûne û li wan deran cih zeft kirine, nav û deng dane. Carinan jî bi ferdî an grûbî bi armancên eskeriya ulûfetîyê (ekseriya bi meaşekî, eskeriya bi peran) buye. Helbet ev sefer bi giştî li ser esasê taybetmendiya seferên qirnê navîn; bi malbat, xizm, maiyet, mal, milk, çek û hebûna xwe ya veguhêz (taşınabilir) bûne.

Li gor ku em ji İbn Bîbî û Yazıcızade Alî tê digihên, hê di dema avabûna dewleta Selçûqiyên Rûmê de, ango di sedsala 11-ê de, li nav rêzên emîr û sultanên wê, hêzeka giring a Kurd hebû. Ev herdu dîroknivîs, gava behsa hê dewreka gelek derbasbûyî, dawra ku Suleyman Şah ê damezrênerê dewleta Selçûqiyên Rûmê li nêzî Helebê li gel orduyên emîrê Selçûqiyên Îranê ê Şamê Tutuş Beg şer dikir û di wî şerî de hat kuştin dikin, navên Kurdan jî îşaret dikin ku di nav beg û emîrên li rex wî di şer de bûn, piştî mirina wî jî xwedan hêz û biryareka wiha bûn ku karibûn destnîşan bikin ka kî têkeve şûna wî.

Li gor Îbn Bîbî, gava Sultan Rukneddîn Suleyman Şah hat kuştin, kesên hê ji Mahruseya Toqatê (Eyaleta Toqatê) li gel wî hatibûn, ketibûn xizmeta mezinên seltenetê, yên ku padîşah sirên xwe li gel wan parve dikir û xwedan meqamên bilind; begên dewletê (umera-yî dewlet) , mezinên seltenetê (ekâbirên seltenetê) ên wek Nuh Alp, Emir Mende ve Tuz Beg, kurê Sultanê kuştî; İzeddîn Qilicarslanê ku hê negihaştibû jiyê bilûxê lê tîrêjên bextewerî û mezinahiyê li eniya wî diçirûsîn, taybetmendiyên rêvebirî û padîşahiyê hakimê hal û tevgerên wî bûn, wek hîlaleka ronahîdera derûdora xwe li ser text dan rûniştin.[18]

Li vê derê ji yên ku navên wan derbas dibin bi kêmasî yek, her wekî di behsa etîmolojiya ‘Menteşa’ de ê bi xurdekarî li serê bê rawestiyan, dikare bê gotin ku mîrê kurdan e; Emîr Mende…

Weqenivîs Yazicizade Alîyê ku di nîvê sedsala 15-ê de, di dewra Padîşahê Osmanî Sultan Muradê II-ê de, Selçûqnameya Îbn Bîbî guhert, lê zêde û kêm kir, hetta agahiyên ji weqanivîs û dîrokzanên din lê zêdekir û bi wî awayî wergerand, ji Farisî kir Osmanî û navê wê kir Tarîxa Alî Selçûq ku Oğuzname jî jê re tê gotin[19] di bareyê derxistina ser text a Qilicarsalan piştî kuştina bavê wî, behsa gelek emîran dike ku biryar li ser vî karî dane.[20] Li vê derê ji bilî Emîr Mende, em navê emîrekî kurd ê din dibînin. Yazicizade, bi vî awayî behsa hilkişandina ser text a şehzadeyê hê di jiyê zaroktiyê de dike:

Çewa ku Suleyman Şah mir (1086) û begên hukumetê, mezinên seltenetê Nuh Alp, Aydın Alp, Kendüzi (Gunduz?) Alp, Mende Beg, Tuze Beg, Bedreddin Mahmud Beg, Şahabeddin Lu’lu Beg û Şemseddin Kurd Begê ku, hê ji Toqatê li gel xizmeta rêwîtiya Sultan bûn, agadarê mişêwre û sirrên nebûyî-nebihîştî û desthilatdarê avakirina paşerojê bûn, İzzeddîn Qilicarslanê (Kilicarslanê Yekê 1079-1027) kurê Sultan, ku hê ji jiyê zaroktiyê derbasî jiyê bilûxê nebûbû (7 salî)… wek bedrekê (hîva çarde şevî) derbasî ser textê padîşahiyê kir.[21]

Ji van herdu ragihandinan em digihên hin agahiyên gelek giring. Di nav emîrên li rex Suleyman Şah de em pêrgiyê bi kêmasî du emîrên Kurd dibin; Emîr Mende (Mende/Mendê Beg) û Şemseddîn Kurd Beg. Ev ew qas nêzî Suleyman Şah in ku di meqamê bilindtirîn ê dewleta wî de, li dîwana wî, li gel wî dimînin. Ji Toqatê heta dora Helebê li gel wî hatine, hevalên wî yên rêwîtiyê, seferê û yên şera ne, ji pêbawertirînên sirdaşên wî ne. Ev agahî her wiha nîşan didin ku hê berê di sefer, şer û fethên ber bi Toqatê ve de, ew li gel hev bûne.

Ev emîr eşkere di nav birêvebirên pilebilindtirîn ên avakirên dewleta nuhavabuyî ya Selçûqiyên Rûmê de ne. Ew qas xwedan desthilat in ku piştî kuştina Suleyman Şah, biryar û hêza wan li gel yên din têrê dike da kî ê di şûna wî de hilkişe ser text bibe serê dewleta Selçûqî. Sultan Qilicarslanê Yekê yê ku ew dixwazin, hê zarok (7 salî) be jî hildikişe ser text. Ev tê wê maneyê ku van emîran demekê bi hev re, li ser navê sultanê piçûk dewleta Selçûqî îdare kiriye.

Tarîxa kuştina Suleyman Şah 1086 e. Nexwe, hê bi kêmanî ji dawiya sedsala 11-ê bi vir de, Kurdan cihên xwe di nav rêzên berpirsên dewleta Selçûqî de girtine yên ku di misilmankirina Anadoluyê de xwedan roleka kartêkir in. Helbet kurdîtiya wan kesên ku navên wan li vê derê derbas dibin, diyar e ji ber ku rasterast bi navê Kurd tên binavkirin, an bi etîmolojîya xwe xwiya ne ku ji civakeka kurdewarî tên. Bêguman, gelek emîr, beg, fermande yan şerkir û rêvebirên Kurd jî di nav van refan de hene ku navên wan rasterast bi navê qewmiyeta wan ve nayê girêdan, rehên wan ên etnîkî nayên zelalkirin, tenê navekî misilmanan yê normal li ser wan e. Bi kêmtirîn di her asta xiyerarşîya dewletê û cavakê de hebûneka bihêz ya kurdan tunebe, berpirsên navên wan derbasbûyî, ê neşiyana hilkişin heta wan meqaman, ew qas bihêz nedibûn.

Balkêş e, her wekî em hê di nîvê duyê yê sedsala 11-ê de li gelek nêzî damezrênerê dewletê Suleyman Şah di postên giring de emîrên Kurdan dibînin, her wiha em di dawiya sedsala 14-ê û destpêka sedsala 15-ê de di dema hilweşiyan û herifîna her eynî dewletê de, li gelek nêzîkî xanedaniya Selçûqî, heta di nav pêwendiyên xizmayetiya nêzîk de rastî hebûneka bihêz a emîrên Kurd dibin. Her wekî tê zanîn Sultan Mesûdê II-yê sultanê paşîn ê van Selçûqiyan e. Piştî wî dewlet bi temamî belav buye. Emîrê Amasyayê Bahaeddîn Kurd, li gel keça kurê Sultan Mesûdê II-ê Şehzade Altunbaş zewicîbû. Çend caran şehzadeyên Sultan Mesûd tûşî êrîşên Moxoliyan bûn, her carê Emîr Bahaeddîn Kurd ew parastin.

Hacî Kutlu (Qûtlû) Şahê ku ket şûna bavê xwe Emîr Bahaeddîn Kurd, di dema mîrîtiya xwe de gava Qonya ji Qeremaniyan zeft kir, ji bo li hemberî wan desthilata xanedaniya Selçûqiyan vejîne bapîrê xwe Altunbaşê Selçûqî li Amasyayê sultan îlan kir û ew hilkişand ser text. Ev mihawele biserneket, lê emîrên Kurd yên Amasyayê ji vê kefteleftê bihêztir derketin, piştre jî wan serxwebûna xwe îlan kir.[22] Ev, nîşanî me dide ku ji destpêka damezirandina dewleta Selçûqiyên Rûmê heta dawiya hilweşiyana wê, mîrên Kurd di navenda desthilatê ya dewleta Selçûqî de xwedan cih û postên giring bûn.

Di dema bahskirina buyerên hin dewran de, behsa hin navên emîrên Kurd jî tên dayin ku ew li Qesra Selçûqiyan emîr candar bûn. Emîr candar emîrên wan hêza ne ku, di vehêsan, hazar û seferê de di hundurê qesr an xîveta Sultan de li dora wî hene, wî diparêzin, nêzîktirînên parastin û ewleyiya wî ne.

Ji buyerekê ku Îbn Bîbî behs dike, em navê emîr candarekî Kurd dibînin. Di dema Sultan Xiyaseddîn Keyxurewê II-ê de (ku ev sultan gelek ciwan/gênc hat ser text, welatê wî ji bal emîr û atabegên dora wî dihat îdarekirin), Emîr Saadeddîn Kopek (Köpek) bin Muhammedê fesadê mezin ê ku wexta emîrê şikaran bû bi serket gelekî xwe nêzî sultan kir, ji nêz de tesîr lê kir, berê wî bi vir de wir de da, gelek emîr û wezîr bi fêlbazî û hîle dan kuştin. Yek ji wan jî kuştina atabegê çeşnîgir (lalayê sultan ê ku hîn negihîştiye jiyê bilûxê, yê ku li ser navê wî dewlet birêvedibe) Emîr Şehabeddîn Altunaba ye. Di dema vê cînayetê de alîkarî ji emîr candarekî Kurd hatiye stendin ku li qesrê bû. İbn Bîbî dinivîse: Di demekê de ku dîwana seltenetê bi giregirên dewletê û pêşdehatiyên memleket ve hatibû xemilandin, gava [Atabeg Emir] Şemseddîn Altunaba nîşan(emsîle) datanî ser fermanên dîwanê, Teceddîn Perwane û [Saadeddîn] Kopek ji hizûra Sultan derketin hatin wê derê. Kopek hilpekiya pêş, bi destê xwe yê ku gustîla Sultan tê de ye bi riha sipî ya Şemseddîn girt, ew ji nav giregiran daxist xwarê û teslîmî Candar Kurd kir. Candar jî ew bir derveyê bajêr, gihand mertebeya şehîdiyê. Ji giregirên dewletê û emîran tu kesî nekarî sedemê vê bipirse.[23]

Nimûneyeka balkêş a din jî, ew rudan in ku piştî buyerên gurrûgeşbûyî yên ji bal Bedreddîn Lu’luyê waliyê Mûsilê yê Atabegên Zengî li hemberî Êzîdîyên Mûsilê û Şengalê destpêkirî ne. Wî dest biqetlîama Êzîdiyan kiribû û Şêx Hesen bin ‘Adî (Şêx ‘Adiyê II-yê yê ku ji zarokên birayê ‘Adî bin Musafir bû) di sala 644/1246-ê de da îdamkirin (yan jî xeniqandin). Ji ber sedemê berdewambûna teror û şiddetê, civakeka Êzîdiyan a mezin, berê çû nav Kurdên Êzîdî yên li bakurê Helebê û Şerefeddîn Muhamedê kurê Şêx Hesenê îdamkirî, li vê derê hat meqamê şêxîtî û emîrtiyê. Di vê navberê de bi Selçûqiyên Rûmê re ket nav pêwendiyên nêzîk û hevkariyan. Hejmareka giring ji mezinên Kurdên Êzîdî, çûn diyarê Selçûqiyên Rûmê, di meqamên giring ên dewletê de cih girtin.

Piştî qasî deh salan, di dema reqabet û pevçûna şehzadeyên Selçûqî yên bira yên gênc de, Qilicarslanê Çarê li hemberê birayê xwe İzzeddîn Keykawisê Duyê hevkarî ji Moxolan wergirt û dest bi şer kir. Qilicarslan li Toqatê deverên rojhilatê Selçûqiyan, İzzeddîn Keykawisê Duyê jî li Qonyayê, deverên mayîn îdare dikirin, lê Qilicarslan dixwest têkeve şûna birayê xwe Îzzeddîn.

Di 665/1254’ê de Îzzeddîn Keykawus serî li Şerafeddîn Muhammed da, da ew li hemberî birayê wî alîkariya wî bike. Li hemberî ku ew şerê birayê wî Qilicarslanê Çarê û yê Moxoliyan bikin, emîrtiya Xarputê ji bo wî û emîrtiya Meletyeyê ji bo fermandeyê wî Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbasê Hekariyî terxan kir.

Li ser esasê vê peymanê Şerafeddîn Muhamed derbasî Xarputê bû. Lê li wê derê di şerê li hemberê Moxolan de hat kuştin. John S. Guestê nivîskarê Tarîxa Êzîdiyan (Yezidi Tarihi) buyerê ji Ebu’l Ferec û çavkaniyên Rojavayî bi berfirehî vediguhêze. Diyar dike ku berê bi hatina alîkariyê a Moxolan re ya ji bo Qilicarslanî, İzzedin Keykawus pêşiyê reviya paytexta Romayiyan Konstantîniyeyê, lê ku şertan pêwist kir ew vegeriya Qonyayê. Orduya Baycu; Moxolê ku ji bêrêberî û şertên zifistanê nedişiya bilive, dît ku xetên pêwendiyê hatine birrîn. Çimkî merivên Îzzeddînî Meletye û Xarput, ew ciyên ku wek kilîlekê li devera jor a Feratê bûn hatibûn zeft kirin. Meletye di destê reîsekî eşîreka kurd a Hekkariyî (Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbasê Hekkariyî) de bû. Xarput jî emanetî Şerafeddîn Muhamed hatibû kirin. Lê hêza Moxolan a di pêşengiya Alighaqê generale Hulagu li Erzincanê berxwedana Tirkan şikand, piştre orduya Şerafeddîn Muhammed li geliyê Kemahê (Kemaxê) yê 53 km dûrî çavkaniya çem pêşwazî kir. Adawiyê bê siûd (qesd jê Şerafeddîn Muhammed e) şikand û ew kuşt.[24]

Li gor hin çavkaniyan, Şerafeddîn Ahmedê ku çû Meletyeyê ji bal parastina Moxoliyan ve hat rawestandin, rê nehat dayin da ew têkeve bajêr, deriye bajêr hatin girtin û şer destpêkir. Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbas yê Hekariyî, 300 eskerên xwe wenda kirin, çû derûdora Diyarbekirê (Amîdê) şerê Moxolên ku kele û bajarên wan dorûdoran zeftkirine kir. Lê ji ber hindikiya hêzên xwe tu serkeftin bi dest nexist û hat kuştin.[25]

Piştî kuştina Şerafeddîn Muhammedê emîr û şêxê Êzîdiyan li Xarputê, kurê wî Zeynuddîn Ebu’l Mehasin Yûsuf bin Şerefeddîn Muhammed bin Hasan bin Adî ket şûna wî. Tê gotin ku Zeynuddîn piştre îdare ji kurê xwe re hişt çû Misrê; Qahîreyê, li wê derê zawiyeyek ava kir. Gora wî li Zawiyeya Êzîdiyan a li Qahîrê ye. Li gor hin çavkaniyan, yê ku ket şûna Şerafeddîn Muhammed ne kurê wî Zeynuddîn, birayê wî Faxreddîn e. Faxreddîn, bi jineka Moxolî re zewicandî bû û ji bo ku li gel wan xwedan pêwendiyên nermtir bû ew lêhatiyê vî postî hatibû dîtin.[26]

Agahiyeka din a ku rola giring a Kurdan a nav îdareya Selçûqiyên Rûmê nîşan dide, bi peywendiya xwe ya li gel serîhildana Baba Îlyas gihaştiye me. Em ji buyera Baba Îlyas ya ku di Îbn Bîbî de tê bahskirin, hîn dibin ku di sala 1240-ê de, serleşkerê (subaşıyê) Meletyeyê ê Selçûqiyan Mubarezeddîn ibn Alîşêrê Germiyanî derketiye hemberî terefdarên Baba Îlyas (di esasî de, hemberê mirîdên ku bi serokayetiya Baba Îshaqê xelîfeyê Baba Îlyasê ku li Amasyayê rûdinişt, ta ji devera Kefersudê ya Adiyemanê ber bi rojava ve di halê serîhildanê de û berfireh bûbûn), lê tûşî şikestineka mezin bûye, vegeriyaye hatiye ji eskerên Germiyanê û Kurdan careka din orduyek civandiye dîsa derketiye hemberî wan, lê dîsa şikestiye.

Germiyan wê demê mîrekiyeka (eyaleteka) serhedî (serhidûdî) ya Selçûqiyan bû ku navenda hukumeta wê Kutaxya (Kütahya) bû, Lâdîk (Denizli), Xonas (Honas), Tavşanli, Sîmav, Emet (Eğrigöz), Afyon Qerehîsara (Afyon Karahisar) nuha digirtin nav xwe. Ne tenê ji Îbn Bîbî, ji çavkaniyên wê demê yên din jî em tê digihên ku ev xanedan Kurd bû û bi navê Germiyanî dihat binavkirin. Wîlayeta Kutaxyayê heta dewra Cumhuriyetê navê wê Germiyan bû, piştre navê Kutaxya hat ku ew bi eslê xwe ji gotineka Yunanî tê.

İbn Battutayê ku di seyaheta xwe ya salên 1330-ê de ber bi Anadoluya rojava ve jî çû, Germiyanî wek qewmê Yezîd bin Muawiye dihejmêre, wek sunniyekî Hembelî dibêje ku wî cesaret nekiriye bêparastin di devera wan (Ladîkê, Denizliya nuha) re derbas be. Tirkolog û rojhilatnasê Fransî Claude Cahen, ji vê agahiyê hereket dike dinivîse ku Kurdên Germiyanî xwedan baweriyên Êzîdîtiyê bûn.

Cara pêşîn zeftkirina paytexta Gemiyaniyan Kutaxyayê divê di dema Suleyman Şahê Qutalmiş Beg de be. Ji dewra wî heta ku kurê wî Qilicarslanê Yekê di şerê Dorile de li hember Bîzansiyan têkçû, Kutaxya di destê Selçûqiyên Rûmê de bû. Helbet gava em dibêjin di destê Selçûqiyan de bû divê wek emîrekî ser bi Selçûqiyan ve yê ku ev der feth û îdre kir, bê fahmkirin. Ev mîr dikare Tirkmen be û dikare Kurd jî be. Kê ev feth kiriye me tu agadarî nînin.

Gava di dema sefera Yekê a Xaçparêzan de, Selçûqî ji bal Împaratorê Bîzansî Aleksios ve ji wan kele û bajarên ku zeft kiribûn hatin derxistin, paşve hatin qewirandin, Kutaxya jî ji dest derketibû, lê dever gelek caran rubiruyê êrîşên beg û mîrên ser bi dewleta Selçûqî bûbû. Cara duyê zeftkirina wê ya ku îdî ji dest dernekeve, bi îhtîmaleka mezin, di dewra Sultan Alaeddînê Yekê de, berî sala 631/1233-yê ye.[27]

Li gor rîwayeteka berbelav ya di nav Kutaxyayiyan de, yê ku bajar ji Bîzansiyan fetih kiriye, yek ji emîrên Selçûqiyan yê bi navê Îmaduddin Hezardînarî ye. Ji nasnavê Hezardinarî dikare welê fahm bibe ku ev fermande berê kole bû bi hezar dînarên zêrîn hat kirîn. Eger wiha be nexwe wî jiyana kariyera xwe ya ku bi koletiyê destpêkir, piştî ku bû misilman bi serkeftinên mezin gihand heta rutbeyên fermandeyiya leşkerî, postê emîriyê û wezîrtiyê.

Ji hin kîtabeyên ser kêlên goran û avayiyên kevn ê Kutaxyayê misoger e ku yekî bi navê Hezardînarî li wê derê rêveberî û berpirsiyarî kiriye. Yanî kesayetiyeka wiha bi rastî jî di tarîxê de heye, di nîvê pêşîn ê sedsala 13-ê (salên bi 1200) de jiyaye, ji kîtabeyên Mescida Xidirlikê (Hıdırlık) û Mizgefta Baliqliyê (Balıklı) tê fahmkirin ku wî di dewra sultanê Selçûqî Xiyaseddîn Keyxusrew bin Keyqubad de (634/1236-644/1246) Kutaxya îdare kiriye.

Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de, di beşê li ser Kutaxyayê de, dinivîse ku Îmaduddîn Hezardînarî wezîrê mîrê Germiyanî Yaqûbê Yekê yê kurê Alîşêr bû. Hetta ku Anqere (Enguru) û Kela Beypazariyê ji bal Mîrê Germiyanî Yaqûb Şah û wezîrê wî Hezardînarî ve hatine fetihkirin, ji ber vê fethe, di nav xelkê de ji Beypazariyê re Hezara Germiyanan dihat gotin.[28]

Eger ji van agahiyan bê herketkirin, dikare bê gotin ku cara duyê Kutaxya bi awayekî ku îdî ji dest dernekeve ji bal mîrê Germiyanan Yaqûb Begê kurê Alîşêr ê ser bi Selçûqiyên Rûmê û fermande û wezîrê wî Îmaduddîn Hezardînarî ve hatiye fethkirin.[29]

Li gor lêkolîna destpêkî ya ku Mükrimin Halil Yinanç di Desturnameyi Enveri(Ev berhem kronîkeka li ser Mîrekiya Aydiniyan e ku ew berê serleşkerê Germiyaniyan bûn, pişt re cuda bûn, wan serbixweyiya xwe îlan kir. Berhem bi awayekî nezm hatiye nivîsîn) de diyar kiriye ku dîroknivîsê Bîzansî Nikétas Choniates nivîsiye ku Sultan Qilicarslanê Duyê ji bo wê devera ku piştre bû welatê Aydiniyan hê di sala 1186ê de (berî destpêka salên 1200-an) emîrekî bi navê Samés (Şems) ji bo xeza û fethê şandibû. Şems (kurteya Şemseddîn) ê ku navekî pîroz ê berbelav ê Êzîdiyan e, ne ecêb e, gelek siriştî ye ku navê emîrekî Germiyaniyan be.

Emîr Şems, bi hêzeka giring ket Lidyayê, ew deşta ku ji bal çemê Cilbianus (Küçük Menderes) dihat avdan talan kir û gelek êsîr girtin. [30]

Herwekî ku piştre, Ahmed Eflakî, di Menqibeyên Arifan (Ariflerin Menkıbeleri) de destnîşan dike, madem Mehemed Begê kurê Aydin, li wê deverê fermandeyek bû ku serleşkeriya (subaşîtiya) Germiyaniyan dikir, nexwe Şems pêşîhatiyekî wî yê Germiyanî bû. Bi îfadeyeka din, erdên Aydiniyan (Weledên Aydin, Aydınoğulları), berî ku Mehemed Begê kurê Aydin serbixweyiya xwe îlan bike erdên bin serweriya Germiyaniyan bûn, parçeyek bûn ji wê mîrekiyê.

Li gor adetên wê demê, ji bo ku Kutaxya feth kir, bajar ji bal Sultanê Selçûqî Alaeddînê Yekê ve li emîrê Germiyanî hat bexişandin. Bi vî awayî ne dûrî aqilan e ku cara pêşîn wî Mîrekiya Germiyan li wê derê avakir, ji wê tarixê pê ve Kutaxya wek Germiyan hat binavkirin.

Îbn Bîbî jî dinivîse ku Mubarezeddîn bin Alîşêr Begê ku di sala 1240ê de çû ji bo temirandina Serîhildana Baba Îlyas (esas Baba Îshaq) di şerê yekê de têkçû, ji eskerên Germiyan û Kurd ji nuh ve orduyek civand, cara duyê çû ser wan, cardin têkçû. Madem Mîr Mubarezeddînê kurê Alîşêr eskerê Germiyan û Kurd civandine, nexwe di dema Serîhildana Baba Îshaq de Mîrekiya Germiyan hebû û Mubarezeddîn Alîşêr emîrekî xwedan hêzeka wiha bû ku dikarî ji wê derê esker bicivîne. Ne mimkin e ku di demeka wiha kin de çûbe heta Germiyana alî Şarezorê (Kurdistana Başur a nuha) û esker anîbin.

Loma, li gor baweriya me, di dema berfirehbûna Selçûqiyên Rûmê de, fetha cara duyê ya Kutaxyayê ji bal Yaqûb Begê Yekê kurê Alîşêr (Dibe ku Mubarezeddînê serleşkerê Meletyeyê jî birayê Yaqûb Begê be) û wezîrê wî Îmaduddîn Hezardînarî ve hatibe kirin. Sultan bajar daye wî, wî jî Mîrekiya Germiyan daniye. Bi kêmtirîn, eşkere ye, bajarê Kutaxyayê ji bal Germiyaniyan ve hatiye fetihkirin û ji destpêkê ve wan mîrtiya vî bajarî (piştre jî ya vê mîrekiyê, dewletê) kiriye û wan navê xwe daye dewra Îslamê ya Kutaxyayê.

Di demên piştre de, gava Selçûqiyên Rûmê destpêkir di şerê 1243-iyê de li hemberê Moxolan têkçûn û vekişiyan, ji hev de ketin, di dema dagirkirina paytexta Selçûqiyan de, Qonya bi awayekî miweqet ji bal Qeremaniyan ve û di dema buyera Cîmrî de, em dibînin ku Yaqûb Begê kurê Alîşêrê Germiyanî roleka giring dilîze. Germiyanî bi fermandeyiya Yaqûb Beg li ser navê Sultanê Selçûqî, li hemberî Mehemed Begê Qeremanî (Karamanoğlu Mehmet Bey) ketin şer. Şehzadeyê sexte Siyawuşê bi leqeba Cîmrî yê ku bi sedemê xwedêgiravî şehzadeyekî Selçûqiyan e, ji bal Mehemed Begê Qeremanî hat hilkişandin ser text, lê gava orduya Selçûqî hat, ew derket dervayê Qonyayê û şer berdewam kir, ji bal leşkerên Yaqûb Begê Germiyanî ve êsîr hat girtin, teslîmî Sultan hat kirin.

Mîrekiya Germiyanî jî wek begîtî û mîrekiyên din ên Anadoluya rojava û navîn piştî belavbûna dewleta Selçûqiyan, serbixweyiya xwe îlan kir.

Mezintirînên dewra mîrekiyan Qeremanî bûn. Piştî wan Germiyanî dihatin. Mîrekiya Aydiniyan jî berê parçeyek ji Germiyaniyan bû. Mehemed Begê kurê Aydin Beg, hem serleşkerê (subaşiyê) Germiyaniyan ê li bajarê Birgiyê (Pyrgion, bajarekî antîk ê li nav hidûdê Ödemişa nuha ya ser bi Îzmîrê ve. Kevntirîn navê wê yê antîkî Dios Hieron e) hem jî bi kêmtirîn bi riya zewacê, xizmê xanedaniyê bû. Ku xurt bû, ji Germiyaniyan veqetiya û serbixweyiya xwe îlan kir, wek Mîrekiya Aydiniyan derket meydanê. Dîrokzanên Tirk jî di nav de dîtina qebûlkirî ya dîroknasan ew e ku wekî Aydiniyan, Saruxanî, Hemîdî, Weledên Eşref û hwd ev berê ser bi Germiyaniyan ve bûn, piştre mîrekiyên xwe yên serbixwe ragihandin.

Wekî din di beşê mezin ê vê xebata ber destê we de, behsa rola mîrekiya Menteşa ya di misilmankirina Anadoluya rojava û navîn de tê kirin ya ku Şikarî di Qeremannameya xwe de bapîrên (mezinên) wan wek Haci Bahaddînê Kurdî û Îbn Bîbî di Selçûqnameya xwe de wek Mulûku’l Sevahîl Emîr Bahaeddîn Muhammed bi nav dike.

Candarî (Candaroğulları /Îsfendiyarî / İsfendiyaroğulları)yên ku paytexta wan berê Qestemonî (Kastamonu) bû, piştre guherî bû Sînop jî bi eslên xwe Kurd in û ev jî berê ji mîrekên Selçûqiyên Rûmê yên serhedan û peravan (uc beyi, emir sevahil) bûn. Bi belavbûna dewleta Selçûqiyan re wan jî serxwebûna xwe ragihand.

Wek mîrekiyên din yên Tirkmenan, Moxolan, Xwarezmiyan, yên xanedanên misilmanbûyî mîrekiyên Kurdan; Germiyaniyan, Menteşayiyan, Candariyan, Aydiniyan, Saruxaniyan, Hemîdiyan û Eşrefiyan, demeka bi kurt şûnde Mîrekiya Serbixwe ya Kurd a Amasyayê li Anadoluyê hebûna xwe berdewam kirine û di misilmankirina deverê de rolên mezin leyistine.



(Dewama wê heye)

(1)Î.Hakkı Uzunçarşılıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Devletleri, Weşanên TTK, 1937 Ankara, r. 19-22.

(2)Ji Dewleta Selçûqiyên Rûmê re li Tirkiyeya îro Dewleta Selçûkiyên Anadoluyê (Anadolu Selçuklu Devleti) tê gotin. Ev nav, piştî Cumhuriyeta Tirkiyeyê derket meydanê. Hem Selçûqî bi xwe, hem jî çavkaniyên Rojhilat û Rojavayî ev dewlet wek Dewleta Selçûqiyên Rumê (Rum Selçuklu Devleti) binavkir. Em jî, wan ji xwe re çi gotiye, welê binavdikin.

(3)Paul Wittek, Menteşa Beyliği (Mîrekiya Menteşa), Wergêrê ser Tirkî O. Ş. Gökyay, W TTK, çapa 3. , Ankara, 1999, r. 170.

(4)Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi] (Terîxa Qeremaniyan), yên amade kirine Metin Sözen, Nejdet Sakaoğlu, weşanên Karaman Valiliği-Karaman Belediyesi, 2005, İstanbul, r. 145.

(5)İbn Bibi (El Huseyin b. Muhammed b. Ali el-Caferi er-Rugadi) amadekar Prf. Dr. Mürsel Öztürk, Weşanên Wezareta Kulturê, 1996 Ankara.

(6)Abdullah Bakır, Yazıcızde Ali’nin Selçuk-name İsimli Eserinin Edisyon Kritiği, Teza Doktorayê ya neçapkirî, İstanbul 2008.

(7)A.n. d.

(8)Osmanlı İmparatorluğu’nun Kuruluşu (Damezrandina Împaratoriya Osmanî), nusxeya Gibons ya wergerandî, r. 29. veguhêz Paul Wittek.

(9)Hin çavkanî Mesûd Beg wek kurê Menteşa û xelefê wî, Orhan Beg jÎ kurê Mesûd dinivîsin, hin jî rasterast Orhan Beg wek kurê Menteş didin naskirin. MC

(10)Kitabussulûk ….. di nav buyerên sala 766-ê hicrî de, veguhêz Wittek.

(11) İ. Hakkı Uzunçarşlıoğlu, Anadolu Beylikleri ve Akkoyunlu, Karakoyunlu Beylikleri, Weşanên TTK, 1937 Ankara, beşê Mîrekiya Menteşa.

(12)Berî 1366-ê.

(13)Uzunçarşılıoğlu, beşê Mîrekiya Menteşa.

(14)A. n. d. Beşê Mîrekiya Menteşa.

(15)A. n. d. Beşê Mîrekiya Menteşa,

(16)Ev Suleyman Şah, ew kes e ku Osmanî û dîroknasên niha yên Tirk dixwazin wî wek bapîrê xanedaniya Osmanîyan bidin nasîn, yê ku gorra wî li Kela Caberê bû. Lê belê tu pêwendiya Suleyman Şah bi van îdîayan tuneye, tu xizmayetî di navbra bapîrên Osmaniyan wî de tune. Çîrok bi zanebûn hatiye durustkirin. Tenê bavê Osman Begê danerê dewleta Osmanî Eruğrul tê zanîn û hew. Kes nizane ku bavê Ertugrul kî ye. Ertugrul bi xwe serokê eşîrê yê şivanê deve û hespên Sultan Alaeddîn Keyqubadê Yekê bû, ne gazî

(17)İbn Bibi (El-Hüseyin B. Muhammed B. Ali El-Ca’ferî er-Rugadî), El Evamir’ül-Ala’iyye Fi’l-Umuri’l-Ala’iyye (Selçuk-name), yê ku ji Farisî wergerand Tirkî Prof. Dr. Mürsel Öztürk, Weşanên Türkiye Cumhuriyeti Kültür Bakanlığı, çapa yekê, 1996, Ankara, c. 2, r. 96.

(18)Binêre, Abdullah Bakır, Yazıcızade Ali’nin Selçuk-name İsimli Eserinin Edisyon Kritiği, teza doktorayê ya neweşandî, İstanbul 2008.

(19)Diyar e ku bi saya girtina agahiyan ji çavkaniyên ji bilî İbn Bibi, ev nav zêde bûne.

(20)Yazıcızade, r. 176-177. Li derên din derbasbûna wî ya ser text ne 1086, 1092 tê nîşandan.

(21)Murad Ali Ciwan, ‘’Amasya Bağımsız Kürd Emirliği’’, https://muradciwan.com/2018/02/18/amasya-bagimsiz-kurd-emirligi/

(22)İbn Bibi (El Hüseyin b. Muhammed b. Ali el-Caferi er-Rugadi) c. 2, r. 25.

 Emîr Candar fermandeyê muhefezekirina qesrê ye ku di bin fermana wî de ji bo vê erkê yekîneyên zêdehejmar ên candariyan hebûn. Candar siwarî bûn, li pişta wan hemayilên zêrkildayî û şûr hebûn. Gava Alaeddîn Keyqubad sultan hat îlankirin û hat Qonyayê di maiyeta wî de 120 mihafiz candar hebûn. Ev, mêrxastirîn û wêrektirîn candarên ji nav yên din hilbijartî bûn. Hin ji candarên hukumdaran yên hilbijartî ji bo parastina dîwana wî dihatin terxankirin. Candaran di dema şeran de, li qonaxên vehêsanê di dema seferan de, bi hêzên xas yên hilbijartî li dora sultan ji bo mihafizeya wî dibizivîn. (İbni Bibi)

(23)John S. Guest, Yezidilerin Tarihi (Dîroka Êzîdiyan), Wergêr İbrahim Bingöl, Weşanên Avesta, İstanbul 2001, r.53.

(24)Ahmet Demir, İslam’ın Anadolu’ya gelişi (Doğu ve Güneydoğu illeri), Weşanên Kent, İstanbul, 2004. r. 173

(25)Roger Lescot, Yezidiler, din tarih ve toplumsal hayat, Cebel Sıncar ve Suriye Yezidileri. Wergera ser Tirkî Ayşe Meral,Weşanên Avesta, İstanbul 2001, r. 95-96.

Wekî din, Metin Bozan, Şeyh ‘Adi Bin Müsafîr, Hayatı, Menkıbevi kişiliği ve Yezidi inancındaki yeri, Nubihar, İstanbul 2012, r. 65-69.

(26)Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri (Bajarê Ktaxyayê), r. 9-10

(27)Evliya Çelebi, Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi YKY, c. … r. 519 ve 567. 

Hezardînarî Kutaxyayê eserên din jî li pey xwe hiştine. (Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri 23). Li gor rîwayetên nav xelkê, gorra wî li devera wê mizgeftê ye ku pişt re jê re Mizgefta Saadeddin hat gotin. Li ciyê diyarkirî gorrek heye lê ji bo ku kÎtabeya ser kêlê tuneye meriv nikare tiştekî qet’î bêje. (Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri r. 24)

(28)Heta, li gor îhtîmalekê dikare begekî berî wî be jî, lê îşaret nayên dîtin.

(29)Mukrimin Halil Yinanç, Desturname-i Enveri, İstanbul Evkaf Matbaası (Metbeeya Ewqafê ya İstanbulê), 1929, r. 19.

(30)Tirkmen, gotineka ji têkilheviya Erebî û Farisî pêk hatiye, ew nav e ku Ereb û Îraniyên misilman li Oxuzên misilmanbûyî dikirin. Muhtemelen ji bo ku dînen xwe yên Şaman diterikandin û dibûn misilman, hem jÎ erdên xwe diterikandin û ber bi rojava ve koç dikirin dihatin, bi maneya ”yên terkkir”   Tirkmen dihat binavkirin. Yanî yên dÎnê xwe, ciih û warên xwe terikandî.